gûzek

gûzek

 

sidîq gorîcan

 

gûzekên xwe hîra pêlavên nû dikim

xwe jî hîra hevaltîya devdeling û pêlavan.

lihevhatî û şidiyayî dixuyê ev camêr, memoo!...

bes, em hev dişidînin;

ez û zeman

     ez û ciwanî

          ez û extîyarî

               û qismetê sal û zemanan…

 

ji bîr nakim;

min çilçileyîya xwe li paş hişt, memo!…

 

bila be!...

 

 

‘her çi nû be, bi sancû dibe’, gotine mezinan…

Yazar: sidîq gorîcan

Kaynak: nupelda