Zivistana Hundirîn

Zivistana Hundirîn
û zor e gelî û newalên serhedê zor e birako zor...

 

 

Zivistana Hundirîn

 

Mem Artemêt

 

Zivistan e
rê û dirbên dilê welatê min
zivistan e dîsa

 

merivek...
ji vê dinyayê merivek dicemide
xelqê vê gerestêrkê,
perçeyekî vê gerdûnê.

 

qewm pismam der û cînarek dicemide
esmanên hundirê wî de
bi qasî deh çokan berf bariye
şexte emanê nadê
dûrî û negîhêjî
fersenda wî dibire

 

merivek...
bi firtonekên serhedê dixeniqe
belkî jî qefesa negîhêjiyan de
nefesa ku deyn hildabû
teslîmî Xwedê dike 

 

di nav simêlan de resma bêkesiyê,
'egala wî ye ala neçariyan,
a ku her û her li pêş
janeke zirav xwe berdide
li ser pêçikên wî

 

û zor e gelî û newalên serhedê
zor e birako
zor...


Yazar: Mem Artemêt

Kaynak: nupelda