KÎJAN

KÎJAN
Û tu Stûxwariyên min aş dikî û hey aş dikî...

KÎJAN

Mem Artemêt

Pê li axeke nediyar dikim
Nizanim qet li ku dera dinê me
Gelo vexwarê toza kîjan bajarî me?
Kîjan xwelî di bin lingê min de ditepise?
Kîjan nermeba sûretê min miz dide?
Gemara kîjan kolanê gefan li min dixwe?
Çend rawestgeh yar in an neyar in nizanim
Hewaya kîjan welatî dihilmijim?
Li ber bayê
Kîjan kendalî dicemidim?
Bi kîjan hestê têr dibim?
Xwirê kê û nêçîra çi me?
Li ber lêpên kîjan oqyanosa har im?
Nehwirîneke dengbêjên welatên kolonyal im ecêb?
An jî qerînek im aya li şevên şînewarî?
Stran an jî lorikek im bi îskeîskî hey zemano?
Di bin hîva koçber de
Bi kîjan hêviyan dixapim? 
De bêje da he heyy qasidê mirinên nebalix?
Şahîdê dîroka xwînî
Hevrêyê bextewariyên nîvco û ko

De bêje şîriko!!
Pîvana kîjan rêyê me tu bêje
Xwêdana kîjan kedê me
Hewesa kîjan eşqê me ez?
Kerba kîjan hêrsê 
Şewata kîjan dilî
Poşmaniya kîjan emrî
Mirina kîjan mêrxasî
Heneya destê kîjan bûkê
Xêliya bejna kîjan zavayî me 
Nasnameya kîjan netewî
Destana kîjan milletî me ez 
De bêje da wez bi heyran
De bêje ka ez heme?

Rehbera dilî wenda...
Diqelişînim diçim dûriyan
Wekî tirpanên ko
Û mîna xatirxwestineke kelogirî
Û tu xafil dibirî lingê min
Li ser parzemîna wenda
Û tu
Maçeke şil datînî
Li ser bijangên min ên şûrî
Û tu

 

Min dehf didî 
Ber bi nediyariyên har ve...
Û tu
Stûxwariyên min aş dikî û hey aş dikî...

Yazar: Mem Artemêt

Kaynak: nupelda