Encam
- Yekşem - 23/10/2016 19:04
- |Yazdır
- |Sayfayı kapat
Şev natebitin
Li stûkurên welatê min
Ax
Ji hatina mêvanên xwe
Serobino bûye
Encam
Şev natebitin
Li stûkurên welatê min
Ax
Ji hatina mêvanên xwe
Serobino bûye
Ne gazind kêr tên li vir
Ne gotin pêç pere dike
Herdûjî hatin dotin
Hatin sotin
Gotin sar bû, serma heliya, ziwa hişk bû
Li welatê min!
Paxîla şevê şevneman nawelidîne
Gulek tune bêhna xwe bibarîne bilbilî
Encama sedsala welatê min ev e
Talan
Wêran
Êşan
Ey sedsal!
Biqulupe qirneke nû
De ka em binêrin
Bê
Neviyên neviyan dê çikin ji te
Raweste ey dem!
Şerm nake mirovahî ji kirinên xwe yên herimî
Qe nebe
Tu şerm bike…