BÊ TE

BÊ TE
bê te bê wate ye jiyîn, bê tehm e ev hilm û têkoşîn bê peyam in ev wêne bê peyxam in rengên êvar û şevan li vir, li vî bajarî, bê te bê wate ye jiyîn!

BÊ TE

Aqil Mihacir

 

bê te bê wate ye jiyîn,

bê tehm e ev hilm û têkoşîn

bê peyam in ev wêne

bê peyxam in rengên êvar û şevan

li vir, li vî bajarî,

bê te bê wate ye jiyîn!

 

bê te bê berhem in peyan

bê encam in hemû teşebbus;

bê hêz in pî û zend giş;

bê ronî ne mêjî û çav,

li vî warî, li vî welatî

bê te bê berhem in peyan

 

ez ne normal im bê te

li ber êgir min sar e,

havîn li min diqerise

di nav avê de ez zuha me,

di nava bîstên de ez birçî me

ne normal im ez bê te

 

kulîlkek jî nakene bê te

gulîstana rengîn ciyê şînê ye

welat seranser goreke bêdeng e

tu ey xelaskarê pîroz,

tu ey vejînkarê wendayî

kulîlkek jî nakene bê te

 

bê te serbilindî nabe di vî karî de

hemû kuçe ketine destê ezperestan,

qad di destên ezûeztiyan de ye;

xawên û dilnizmî bûye nêrdewana mal û payeyan

hemû rê şemitok, hemû pelîdî xapînok in

bê te serbilindî nabe di vî karî de…

 

06.05.2015

Enqere

Kaynak: nupelda