22:49 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 21


ÎroÎro : 480

meha rewacdarmeha rewacdar : 4796

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600843

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zimannasî

LÊKERA KIRIN Û DI KURMANCÎ DE FORMÊN WÊ YÊN CUDA

Duşem - 15/12/2014 15:36
LÊKERA KIRIN Û DI KURMANCÎ DE FORMÊN WÊ YÊN CUDA

LÊKERA KIRIN Û DI KURMANCÎ DE FORMÊN WÊ YÊN CUDA

Di kurmancî de yek ji lêkerên sereke û dibe ku ya herî zêde tê bikaranîn lêkera “kirin” e. Ev lêker di gelek maneyan de tê bikaranîn û pê gelek pêvek û peyv hatine çêkirin. Kirin hem lêkereke xwerû hem jî lêkera alîkar e. Herwiha ev lêker bi tevê hin peyvan dibe lêkereke pêkhatî, hevedudanî û biwêjî. Di vê nivîsê de mebest diyarkirina rewş û peywira lêkera kirin û bikaranînên wê yên cuda ne.

 

LÊKERA KIRIN Û DI KURMANCÎ DE FORMÊN WÊ YÊN CUDA

 

Zafer AÇAR

 

Di kurmancî de yek ji lêkerên sereke û dibe ku ya herî zêde tê bikaranîn lêkera “kirin” e. Ev lêker di gelek maneyan de tê bikaranîn û pê gelek pêvek û peyv hatine çêkirin. Kirin hem lêkereke xwerû hem jî lêkera alîkar e. Herwiha ev lêker bi tevê hin peyvan dibe lêkereke pêkhatî, hevedudanî û biwêjî.

Di vê nivîsê de mebest diyarkirina rewş û peywira lêkera kirin û bikaranînên wê yên cuda ne.

 

Destpêk

 

Di zimanekî de ji fikir û hizrê şûnde yanî gava dor tê kar û tevgerê tişta ku tê pê, ‘kirin’ bi xwe ye. Yanî her hal û liv û tevger bi serê xwe kirin(ek) e. Di zimanekî de hemî lêker liv, tevger, xebat û karekî diyar dikin ku hemî dikevin nav maneya têgiha kirinê. Ev lêker hem wekî xwerû hem wekî awayên xwe yên dariştî, hevedudanî, biwêjî di gelek ciyan de û gelek maneyan de tê bikaranîn, heta gelek caran tê hawara nav, cînav, hevalnav û daçekan û bi wan re bêjeyên nû çêdike. Herwiha carna lêkerek dikare bi navê xwe û lêkera ‘kirin’ê jî xwe bi hevedudane îfade bike. Mînak; pirsîn=pirs kirin, şkîn=şe kirin, lezandin=lez kirin, kişandin= kaş kirin û ww.

 

Wateya peyva kirinê ya ferhengî; pêkanîn, bi cih anîn, pêkanîna karekî yan tiştekî ye. Ev lêker di farisî de wekî ‘kerden’, di kurmanciya jêrîn/soranî de wekî ‘kirdin’ û di zazakî de jî wekî ‘kerdene’ ye. Ev lêkera gerguhêz di kurmancî de bi gelek awayan dertê pêşiya me. Niha em li gorî wate û cureyên wê, vê lêkerê diyar bikin.

 

Wateyên “kirin”ê:

 

  1. Pêkanîna karekî, bicihanîna tiştekî.

     

Di wateya kar, liv û tevgera tiştekî ye ku ew tişt lêker bixwe ye û wekî bingeha hemî lêkeran dikare bê qebûlkirin. Mînak:

 

Ez dikim.’

‘Ez ê çavên xwe kil bikim.’

‘Tu çi dikî?’

 

  1. Bûn/nebûna sedema tiştekî. Mînak:

 

Ev forma kirinê wateya sedema bûna tiştekî dide ku piranî bi gihaneka ‘ku’yê ve tê bikaranîn. Mînak:

 

‘Xwendina wî ya li ser ziman û dîroka wî kir ku ew xwe nas bike.’

‘Gotegot û navtêdanên li gund dikin ku ew gund biterikîne.’

 

  1. Zewac, mêr kirin, şû kirin.

 

Ev wate jî di lêkera kirinê de wekî pejirandin û xwestina kesekî ji bo kesekî din e ku di tirkî de beramberî vê peyvê, lêkera ‘varmak’ di wateya zewacê de dikare bê fêmkirin. Mînak:

 

‘Te min bikira niha tu xatûna taxê bûyî’

‘Gelekan ez xwestim lê min şivanek kir.’

 

 Heta yek ji teklîfên zewacê di kurmancî de bi vî şiklî ye:

 

‘-Tu yê min bikî?

‘- Erê ez ê te bikim. /Na ez te nakim.’

 

  1. Xistin, danîn.

     

Di wateya xistina tiştekî di nav tiştekî din de ye. Mînak:

 

‘Min pere kiribûn bêrîka xwe lê jê derxistine.’

‘Hinek penêr kiriye nava nên û ji min re şandiye.’

 

  1.  Ji bo bi kêr hatin/nehatina amûrên birekî.

     

Di wateya kêrhatin û pêkariya tiştekî -zêdetir amûrekî/hacetekê- de tê bikaranîn. Mînak:

 

‘Ev çi kêre te daye min devê wê nake.’

‘-Devê dasa te dike?’

‘-Na nake divê ez wê tûj kim.’

 

  1. Biha, nirxê tiştekî.

     

Di wateya mîktara tiştekî de dikare bê fêmkirin. Mînak:

 

‘Du kîlo sêv, kîloyek jî hirmê çi dike?’

‘Şeş carîn çar dike bîst û çar.’

 

  1. Dêma bê ya nêzîk.

     

Di wateya kirina tiştekî di demeke nêzîk de tê bikaranîn. Mînak:

 

‘-Tu dikî çi bikî?’

‘-Ez dikim li balafirê siwar bim.’

 

  1. Di wateya niyetkirina tiştekî de.

 

Ev cure wateya kirinê herçiqas dişibe ‘kirin’a Dema Bê ya Nêzîk jî di wateyê de ne demê lê niyet û armancê diyar dike. Bi vî awayî jî wateyeke cuda dide hevokê. Mînak;

 

‘Ew dike pereyên min nede.’

‘Tu dikî hevalên min bi min bidî xeyidandin?’

 

Wekî ji van mînakan jî diyar e lêkera kirin lêkereke ciyawaz e û xwediyê taybetiyên balkêş e. Piştî wateyên vê lêkerê em niha jî li ser cureyên lêkerên bi kirinê çêdibin bisekinin.

 

Cureyên ‘kirin’ê:

 

  1. Kirin- lêkera xwerû:

 

‘Ez dikim.’

                               ‘Tu çi dikî?’

 

  1. Kirin- lêkera alîkar:

 

‘Ez dikim derkevim.’

‘Wî dikir ku min bixapîne.

 

  1. Kirin- lêkerên pêkhatî yên bi kirinê hatine çêkirin:

 

Dakirin: Ev lêker bi pêşgira lêkerçêker ‘da’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya kirina tiştekî ber bi jêr ve dide. Berê li hin deveran hin avahiyên kurdan binerd bûn. Hevokên mînak:

 

‘Min pez dakir û ez hatim.’

‘Xal xwarziyan radikin, ap biraziyan dadikin.’

 

Rakirin: Ev lêker bi pêşgira lêkerçêker ‘ra’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya kirina tiştekî ber bi jor ve dide. Ji bo hildana tiştekî-carna bi zorê- tê kirin. Mînak:

 

‘Wî çermê ser rakir.’

‘Destê xwe rake.’

 

Hilkirin: Ev lêker bi pêşgira lêkerçêker ‘hil’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya kirina tiştekî ber bi jor ve dide. Di maneya bilindkirina tiştekî de tê bikaranîn û li hin deveran di maneya ‘v/pêxistin’a tiştekî de tê bikaranîn. Mînak:

 

‘Sobê hilke, em dicemidin.’

‘Lawik hilke bila ji darê sêvekî bîne.’

 

Vekirin: Ev lêker bi pêşgira lêkerçêker ‘ve’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya dijbera girtinê dide. Mînak:

 

‘Derî veke.’

‘Sandoq vekir û jê tiştek derxist.’

 

Werkirin: Ev lêker bi pêşgira lêkerçêker ‘wer’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya belavkirina tiştekî dide. Bi piranî bi daçeka ‘li’ yan jî di forma hevedudanî de bi cînava lihevxistî ‘lê’ yê ve tê bikaranîn. Mînak:

 

‘Wî xwê li xwarinê werkir.’

‘Me genim li zeviyê werkir.’

 

Çêkirin: Ev lêker bi navê ‘çê’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya kirina tiştekî bi başî dide herwiha dijbera xirabkirinê ye. Mînak:

 

‘Min şûna xwe çêkir niha ez ê rûnêm û bixebitim.’

‘Hoste gerîdeya min çêkir.’

 

Derkirin: Ev lêker bi navê ‘der’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateya vekirin û derxistina tiştekî dide. Mînak:

 

‘Birînan dernekin, bihêlin bila pûç bin.’

‘Serê çavikê derkir lewma xwîn jê hat.’

 

Wekî ku li jor jî diyar e lêkera kirinê bi pêşgirên lêkerçêker û navên lêkerçeker ve tê bikaranîn û wateyên ciyawaz li xwe digire.

 

  1. Kirin- lêkerên hevedudanî yên bi kirinê çêbûne:

 

Ev cure lêker bi nav an jî hevalnavekî û lêkera ‘kirin’ê pêk tên ku tevger û karekî dide navî/hevalnavî û wî dike lêker. Mînak:

 

Xweş kirin, qenc kirin, şaş kirin, winda kirin, bilind kirin, sor kirin, rast kirin… Hin hevokên mînak:

 

‘Te ez şaş kirim.’

‘Xwendevan divê karên xwe baş bikin.’

“Şeb û şekir çûn Diyarbekir şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir.”

 

  1. Kirin- lêkerên biwêjî yên bi kirinê hatine çêkirin:

 

Destê xwe jê kirin, bi serê xwe kirin, bi ya xwe kirin, dest pê kirin…

 

‘Bi hezaran zarok dest bi xwendina kurdî dikin.’

‘Me çi kir jî dîsa wî bi ya xwe kir.

Destê xwe ji eqrebayên xwe neke.

 

  1. Kirin-lêkerên bi cînavên lihevxistî hatine çêkirin:

 

Lêkirin: Bi pêşgira daçeka li û cînava wî/ê=’lê’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateyên; ‘barkirin, çêkirin û berkirinê’ dide. Mînak:

‘Gelek bar lê kirine, ew ê çawa bikşîne?’

‘Hosteyî dîwar lêkir.’

‘Kincên wî lêke bila necemide.’

 

Jêkirin: Bi pêşgira daçeka ji û cînava wî/ê=’jê’ û lêkera ‘kirin’ê hatiye pê ku wateyên; ‘birrîn, derxistin, mehrûm kirin’ê dide. Mînak:

 

‘Wî bi kêrê lîst û destê xwe jêkir.’

‘Karê min baş bû lê wan ez jê kirim.’

 

Ji bilî van cînavên lihevxistî cînava ‘pê’ di wateya bi tiştekî û ‘tê’ jî di wateya di nav, hundir de dikare bi kirinê re bê bikaranîn. Lê ev herdu cînav wekî yên li jor berbelav nînin.

 

  1. Kirin-lêkerên bi daçek û cînavên hevbeşiyê hatine çêkirin:

 

Li hev kirin: Bi daçeka ‘li’, cînava hevbeşiyê’hev’ û lêkera ‘kirin’ê pêk hatiye ku wateya peymanê dide. Mînak:

 

‘Gelekî zor bû lê di dawiyê de li hev kirin.’

‘Herdu alî dê li hev bikin.’

 

Bi hev kirin: Bi daçeka ‘bi’, cînava hevbeşiyê’hev’ û lêkera ‘kirin’ê pêk hatiye ku wateya ‘lihevkirin’ê dide. Mînak:

 

‘Xuhên wan cuda be jî ew ê bi hev bikin.’

‘Însan piranî ji ber dexesiyê bi hev nakin.’

 

Ji hev kirin: Bi daçeka ‘ji’, cînava hevbeşiyê ’hev’ û lêkera ‘kirin’ê pêk hatiye ku wateya veqetandin û dûrxistinê dide. Mînak:

 

‘Şer dikirin û hev bernedidan lê me ew ji hev kirin.’

‘Divê tu rastî û çewtiyan ji hev bikî.’

 

  1. Kirin- wekî pêşgirekê:

 

Di kurmancî de hin bêje bi riya lêkera kirinê ku di şiklê rayeka xwe ya dema borî  ‘kir’ de wekî pêşgir tên bikaranîn. Mînak:

 

                Kirde, kiryar, kirî û ww.

 

  1. Kirin- wekî paşgirekê:

 

Wisa diyar e ku paşgirên wekî ‘ker, kir, kar’ ji lêkera kirinê çêbûne ku bêje pê pêk tên û wateya pîşe û karkirina tiştekî dide. Mînak:

 

Karker, cotkar, xirabkar, sazkar, zêrker û ww.

 

 

Encam

Lêkera kirinê ji aliyê wateyê ve lêkera herî muhîm e ku wekî serkar û pêşengê hemî lêkeran dikare bê fêmkirin. Lewra wateya xebat, kar, liv û tevgera karî di nav xwe de dihewîne û ev wateya xwe di nav lêkerên din de jî baş diparêze. Li aliyekî din ev lêker bi nav, hevalnav û daçekan ve digihije hev û lêkerên din çêdike.

 

Di kurmancî de lêkera ‘kirin’ hem ji aliyê wateyê ve hem ji aliyê şiklî ve gelekî likar û bikêr e. Di biwêjan de, di sondan de di dia û nifiran de herwiha di çêr û sixêfan de gelekî tê bikaranîn. Dîsa di kurmancî de ev lêker li gorî bikaranînên xwe di maneyên wekî mîktar, pêkarî, niyet, dem û zewacê de jî tê bikaranîn.

 

Di vê lêkolîna xwe de em ser lêkera gerguhêz ‘kirin’ê sekinîn û li gorî wate û cureyên xwe di kurmancî de me ji formên wê yên cuda mînak dan. Ji mînakên xwe jî me xwest ku em nîşan bidin bê ‘kirin’ çawa bi tena serê xwe nesekiniye û heta ku derê çûye.

 

 

 

 

 

 

 

                                                

 

Yazar: Zafer AÇAR

Kaynak: nupelda

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site