20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 87


ÎroÎro : 180

meha rewacdarmeha rewacdar : 2316

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615233

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zimannasî

Ji Herêma Semsûrê Ji Gundê Hewêdî (Suvarlı) Çend Gotinên Pêşîyan

Çarşem - 13/11/2013 12:54
Ji Herêma Semsûrê Ji Gundê Hewêdî (Suvarlı) Çend Gotinên Pêşîyan

Ji Herêma Semsûrê Ji Gundê Hewêdî (Suvarlı) Çend Gotinên Pêşîyan

Nayê mala min, nizane bi halê min: Carcaran em bi rehetî li gora rewsa xuya, hinek însanan rexne dikin lê pir caran mirov di van rexneyan de dixelite. Lewra li gel sebebên xuya,

Nayê

mala min, nizane bi

halê min:

 

Carcaran em bi

rehetî li gora rewsa xuya, hinek

însanan rexne dikin lê pir caran

mirov di van rexneyan de dixelite. Lewra li gel sebebên xuya,

gelek jî sebebên nexuya hene.

Ji ber ku mirov wan sebebên

nexuya nizane, pir caran di

rexneyên xwe de dixelite. Di

rewsên wiha de kesên ku rastî

rexneyên neheq tên, vê gotina

pêsîyan bi kar tînin û dixwazin

bêjin: “Ji ber ku tu nayê mala

min tu rewsa min bi temamî

nizanî. Tu van rexneyên xwe

li gorî rewsa li ber çavan dikî.

Lê gelek tist hene ku ne li ber

çavan in. Gava tu wan bizanibî

tu wisa nafikirî.” Di Tirkî de di

miqabîlê vê gotinê de “Disi seni

yakar içi beni” tê bikaranîn.

 Berê

xwîskan berve biran e, berê biran berve çîyan e: Di nava malbatê de her kes bi derd û elemên

malbatê re bi ês û problemên malbatê re qasî hev eleqeder

nabin. Li gorî vê gotina pêsîyan qîz ji lawan bêhtir bi êsên

malbata xwe re bi problemên birayên xwe re eleqeder in. Lê

li hember vê yekê law gelekî xemsar in. Em nikarin bêjin her

tim wisa ye lê ev biwêj jî ji ber xwe derneketîye û rastîyeke

civakê nisan dide.

 Bizinek

di eyarê xwe de geh zeîf dibe geh bi taw

(qelew):

 

Rewsa însanan ya aborî ji çêbûnê heta mirinê, ne

wekhev e. Her tim diguhere. Carna bas dibe carna xerab.

Yanî rewsa insnan ya aborî pir zû diguhere. Merivekî dewlemend û bazirgan dibe ku îflas bike û hemî waryata xwe

winda bike. Însanekî xizan jî pistî xebateke dûr û dirêj dibe

ku dewlemend bibe. Carna rewsa mirovan di nava mehekê

an jî salekê de diguhere. Ev gotina pêsîyan ji bo balkisandina

vê rewsê tê sixulandin. Yanî eyarê biznê tim ‘eynî ye lê bizin

carna bi taw dibe (qelew dibe) carna jî zeîf.

Ma

ê sîran hilke pîvazan biçîne:

Min ev gotin tenê carekê ji dîya xwe

bihîst. Dîya min behsa gotinên însanekî

kir û got min bihîst ku filan kesî di

derheqê dostekî me de hinek tist gotine. Ez jî çûme cem û ev gotinên ku min

bihîstin min jê pirs kirin. Pistre min got,

dayê xwezî te jê re negota wê pasê van

înkar bike. Gava min wisa got dîya min

wiha li min vegerand, ma ê sîran hilke

pîvazan biçîne. Qasî ku min fêhm kir ji

vê gotinê armanc ew e ku, hinek delîlên

gotin û bûyeran hene. Mirov nikare bi

rehetî wan biguhere an jî ji holê rake.

 Rindîyek

ji min re kir, ew jî di çavê

min re kir:

 

Carcaran îhtîyaca mirovan

bi hevdû çêdibe û mirov alîkarîya hevdû

dike. Lê pasê hinek însan vê alîkarîyê

îstîsmar dikin însanan dixin bin minetê

û hinek kar û xebatên xwe bi wan didin kirin. Di rewsên wiha de ev gotinên

pêsîyan tê bikaranîn.

 Ger

fesad û ewan tunebana, Gur û

mî wê bi hev re bigerîyana:

 

Di vê gotina pêsîyan de bal tê kisandin ser fesad

û ewanan. Bi rastî pir caran problemên

di navbera însanan de problemên sun’î

ne, problemên daristî ne. Ew jî bi destê

kesên xêrnexwazan çêdibin. Yanî ger ev

xêrnexwaz tune bin kesên ku weke dijiminan xuya dikin jî dibe ku li hev werin

û bibin dost.

 Yê

binamûs ji namûsa xwe tirsîya,

yê bênamûs got ji min tirsîya:

 

Di

jîyanê de hema bêje di navbera her kesî

de ji ber hinek meseleyan niqas çêdibin

û însan li hev dikevin. Ev tistekî pir

normal e. Lê di van niqasan de însanên

carîs û serût, heq bin jî neheq bin jî ji

gotinên xwe nayên xwarê. Ji ber vê

yekê kesên ku naxwazin mesele mezintir bibe û di nava civakê de nam û

îtîbara wan xera bibe, heq bin jî dengê

xwe kêm dikin û rêya xwe diguherînin.

Lê pir caran ev tevgera van însanan ji

alîyê ew kesên serût ve xelet tên fêhm

kirin û dibêjin: “Binêrin ji ber ku ez

heq bûm wî dev ji doza xwe berda.”

Di rewsên wiha de ev gotina pêsîyan tê

sixulandin. Yanî yê binamûs ji bo ku

nam û îtîbara wî, namûsa wî bigemar

nebe dev ji doza xwe berdide, lê mixabin ev ji alîyê muxetebê wî ve xelet tê

fêhmkirin û muxeteb dibêje: “Binêrin ji

min tirsîya.”

Ronahîya

 

dinê hîv û ro ye, sîrînîya

dinê xwîsk û bira ye:

 

Di vê gotinê de

tesbîheke xwesik heye û bal diksîne ser

girîngîya malbatê. Însan li dinyayê çi

qas xurt be jî him di demên zor û zehmet

de him jî di demên xwes de hewcedarîya

wî bi însanan çêdibe. Di demên zor de

jî di demên xwes de jî mirov dixwaze

sîn û sahîyên xwe bi însanan re parve

bike. Helbet ew însan jî eqrebeyê mirov

be bastir dibe. Lewra her kes bi dil û can

û li sîn sahîyên her kesî xwedî dernakeve. Ji vê gotinê armanc ew e ku; ne

ji hîv û royê be dinya her tim tarî ye,

xwîsk û bira jî tune bin tu tehm û maneya dinyayê tune ye.

Rojên

 

Xwedê mîna garsên hûrik

in:

 

Di Tirkî de miqabîlê vê biwêjê wiha

ye: “Sayili günler tez biter.” Carna ji bo

xelasbûna karekî lazim e mirov li benda

demekê be. Lê di demên wiha de wext

zor derbas dibe. Ev biwêj jî ji bo ku

hêvîyê bide mirovan di demên wiha de

tê sixulandin.

 

Yazar: Mesut Kızmaz

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site