13:37 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 25


ÎroÎro : 294

meha rewacdarmeha rewacdar : 4610

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600657

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zimannasî

Di Kurmancî de Qertafên ku Ravekê bi Hevalnavan ve Diwesfînin

Înî - 16/05/2014 16:40
Di kurmancî de hin qertaf hene ku di ravekê de dibin pêvekê raveber û ravekerê, wan ji aliyê zayend, mêjer, diyarî û nediyariyê ve nîşan dikin. Di ravekê de, veqetandekên diyarkirinê yên raveberê, yên; yekjimar û nêr ‘ê’, yekjimar û mê ‘a’ û pirjimar ‘ên’, veqetandekên nediyarkirinê yên; yekjimar û nêr ‘ekî’, yekjimar û mê ‘eke’ û pirjimar ‘ine’ ne. Eger ravek hevalnavekê yan çend hevalnavan bigre û eger raveber bi qesta ‘yek tenê’ de bê bikaranîn wê demê qertafên beriya hevalnavan ên bi ravekê re tên bikaranîn wiha ne: yekjimar û nêr ‘î’, yekjimar û mê ‘e’ û pirjimar ‘ne’. Em çend mînakan bidin:

Di Kurmancî de Qertafên ku Ravekê bi Hevalnavan ve Diwesfînin

 

Zafer AÇAR

 

Destpêk

 

Di kurmancî de hin qertaf hene ku di ravekê de dibin pêvekê raveber û ravekerê, wan ji aliyê zayend, mêjer, diyarî û nediyariyê ve nîşan dikin. Di ravekê de, veqetandekên diyarkirinê yên raveberê, yên; yekjimar û nêr ‘ê’, yekjimar û mê ‘a’ û pirjimar ‘ên’, veqetandekên nediyarkirinê yên; yekjimar û nêr ‘ekî’, yekjimar û mê ‘eke’ û pirjimar ‘ine’ ne. Eger ravek hevalnavekê yan çend hevalnavan bigre û eger raveber bi qesta ‘yek tenê’ de bê bikaranîn wê demê qertafên beriya hevalnavan ên bi ravekê re tên bikaranîn wiha ne: yekjimar û nêr ‘î’, yekjimar û mê ‘e’ û pirjimar ‘ne’. Em çend mînakan bidin:

 

“Diya min e delal.” Di vê hevokê de raveber yekjimar û mê ye û tenê ye lewma jî divê qertaf ‘e’ be, em nikarin bêjin “Diya min a delal” lewre dê yek e. Lê eger hevokek wiha be:

 

Xwîşka min e delal. Wate: Xwîşkeke min tenê heye û ew delal e.

Xwîşka min a delal. Wate: Xwîşkine min hene ji wan ez behsa yekê dikim ku ew delal e.

 

Bavê min î camêr. Di vê hevokê de raveber yekjimar nêr û tenê ye lewma divê qertaf ‘î’ be, lewre ji ber ku bav jî yek e em nikarin bêjin “Bavê min ê camêr.” Lê eger hevokek wiha be:

 

Birayê min î xwendevan. Wate: Birayekî min tenê heye ew jî xwendevan e.

Birayê min ê xwendevan. Wate: Birane min hene yek ji wan xwendevan e.

Hin mînakên din:

“Pozê te yî bilind.”

“Miya sor e kel.”

“Berçavka wî ye tavê.”

Di bêjeyên pirjimar de jî qertafa ‘ne’ bi kar tê û zayendê ji holê radike.

“Malên gund ne mezin.” Wate: Malên gund hemî mezin in.

“Malên gund yên mezin.” Wate: Hin malên gund mezin in.

 

Ji aliyekî din ev qertaf gava nav/raveber, veqetandekên nediyariyê bigrin jî wisa ne.

 

Maleke me ye mezin.

Gundekî me yî mezin.

Hespine me ne beza.

 

Em dibînin ku qertaf dîsa wekî xwe dimînin û hevalnavan bi cînavê ve li gorî zayend û mêjera ‘raveberê’ diyar dikin. Lê ji bo qertafên pirjimariyê Celadet Bedirxan qertafa ‘en’ê bi kar tîne (2010, r.48) ku em wisa nafikirin. Lewra ji mînakan jî diyar dibe ku ev qertaf ‘ne’ ye.

Bedirxan, van qertafan wekî ‘Veqetandekên Nebinavkirî di Pêşiya Rengdêran de’ bi nav dike û van qertafan wekî: ‘î’, ‘e’ û ‘en’ bi nav dike. Dîsa di xebateke xwe ye din de ya bi Roger Lescotî re çêkiriye de; di çar ciyan de behsa van qertafan kiriye ku di rûpela 111-112’yan de behsa jêdera van qertafan dike û ji Devera Tor Abîdîn-Eşîra Hevêrakan mînak dide ku li gorî wî, ev qertafên; ‘î’, ‘e’ û ‘en’  dawiya qertafên nediyariyê yên ‘ekî’, ‘eke’ û ‘ine’(‘dibe ku ‘inen’ be û ‘n’ ya dawiyê ketibe’) ne. Di rûpela 243 ya heman xebatê de van qertafan (‘î’, ‘e’ û ‘en’) wekî ‘cînavên ku pîleya hevalnavan zêdedikin’ bi nav dike. Dîsa di rûpela 264’an de van qertafan wekî ‘qertafên nediyariyê’ bi nav dike û dibêje: “ev paşgir di nav avaniyê de gava bi serê xwe ne wekî cînav bi kêr tên”. Paşê hin mînakan dide û di mînakekê de qertafa pirjimariyê wiha bi kar tîne: “Avên çemên zozanan en sar in”. Peyre dibêje di bikaranîna cînavên “yê, ya, yên; ê, a ,ên û î, e, en de pirtîkî sistahiyek heye ku em wiha jî bêjin ne xelet e: “Avên çemên zozanan ên sar in.[2] Dîsa di rûpela 353’yan de ev qertaf wiha tên navandin; navek bi çend hevalnavan ve bê wesfandin tên bikaranîn û eger nav diyar be ‘ê, a, ên, lê ku nediyar be ‘î, e, ên’ tên bikaranîn. (2000, r.111-112, 243, 264, 353)

 

Ji bilî van qertafan hin qertafên cînavên kesî hene ku ew, cureyên lêkera ‘bûn’ in û divê bi van qertafan ve neyên tevlihevkirin. Em bi mînakan wan diyar bikin:

 

Tu bavê min î camêr î.= ‘î’ya dawiyê qertafa cînava kesî ya duwem e û lêkera ‘bûn’ e.

Ew diya min e delal e.= ‘e’ya dawiyê qertafa cînava kesî ya sêyem e û lêkera ‘bûn’ e.

Ew zarokên me ne jêhatî ne.= ‘ne’ya dawiyê qertafa hersê cînavên kesî yên pirjimar e û lêkera ‘bûn’ e.

 

Piştî van danberhevan niha jî em van qertafan; di hin cureyên edebiyata kurdî de, ciyê ku derbas dibin nîşan bidin:

 

Di Hin Klam û Çîrokan de

Di Çîroka Siyabend û Xecê de

Di vê çîrokê de di gelek ciyî de hatiye bikaranîn ku em ê jê çend mînakan bidin:

Di rûpela 69. û di gelek rûpelên din de “Herê Siyabendê min î şengîn e.”

Di rûpela 126. de;

Siyabend

Xeca min e nazik û biqîmet,

Delal û torina min e bi hurmet,

Xecê

Siyabendê min î bê sa û delal,

Tu erfûtê min î bê tirs û kemal,

Di rûpela 145. de;

Xecê

Birêd mine helal û bi qîmet,[3]

…(Semend, 2006, r.69, 126, 145)

 

Di Klama ‘Wey Dil’ de

Di klama Dengbêj Şakiro ‘Wey Dil’ de, di dîsgotinan de qertafa yekjimar û nêr ‘î’ wiha derbas dibe:

Fenanî gakî bêwerîs î bêcil

Fenanî kirasî qol î bêmil

Fenanî dara bê şalûl û bê bilbil

Fenanî xas baxçekî rût î bê gul

…(Nûbihar, 120, r. 61-64)

 

Di Memê Alan de

Di Destana Memê Alan de di gelek ciyî de ev qertaf derbas dibin. Em ê jê çend mînakan nîşan bidin. Destan wiha dest pê dike:

“Bajarê Mixribê bajarekî ezîmî pir giran e.” Di rûpela 112’yan de;

Mîna teyrekî serdestan î çeng bi şerab î xebxeb zêr û per zêrîn im!

Ez ne Tirk û ne Tacik im, ez Kurd canpola î serhişk î dilbirîn im!

Dîsa di rûpela 134’an de;

Beko got: Mîrê min te berê xwe dabû sefereke pir e mezin û giran e…

Di rûpela 22’yan de;

“De, rabin, berê xwe bidin bajarê Mixribê û qonaxê xwe giran e.”[4] (Lescot, 1997, r. 21, 112, 134, 22)

 

Wekî ku me pêşde diyar kiribû ev qertafên ku ravekê bi hevalnavan ve girêdidin li gorî raveberê teşe digirin. Niha jî em ê van qertafan li gorî cureyên ravekan diyar bikin û wan bi mînakan nîşan bidin:

 

Piştî raveka navî:

 

Piştî raveka navî ev qertaf bi hevalnavekî ve bi ravekê ve tên girêdan û raveberê di maneya ‘yek tenê’ de diyar dikin. Mêjer û zayenda van qertafan li gorî raveberê ye. Hin mînak:

 

Kurê Hesenê Mamoste.= Mamoste, Hesen e em behsa kurê wî dikin.

Kurê Hesenî[5] yê mamoste.=Çend kurên Hesen hene em behsa yê mamoste dikin.

Kurê Hesenî yî mamoste.= Kurekî Hesen heye ew mamoste ye jî.

 

Keça Hesenê Mamoste.

Keça Hesenî ya mamoste.

Keça Hesenî ye mamoste.

 

Zarokên Hesenê Mamoste.

Zarokên Hesenî yên mamoste.

Zarokên Hesenî ne mamoste.

 

Vê carê bila raveker mê be û navê wê ‘Gulê’ be:

Kurê Gulêya Mamoste.

Kurê Gulê yê mamoste.

Kurê Gulê yî mamoste.

 

Keça Gulêya Mamoste.

Keça Gulê ya mamoste.

Keça Gulê ye mamoste.

 

Zarokên Gulêya Mamoste.

Zarokên Gulê yên mamoste.

Zarokên Gulê ne mamoste.

 

Mînakên jor jî nîşan didin ku eger ji raveberê qest kesek/komek be wê demê qertafên diyarkirina tenêbûnê tên bikaranîn. Em çend mînakên din lê zêde kin:

 

Deriyê malê yî dadayî.

Ji ber ku deriyê malê yek tenê ye û nêr e em qertafa yekjimar û nêr yanî ‘î’yê bi kar tînin. Eger deriyê malê ji yekî zêdetir bûna wê demê me dê wiha bigota: “Deriyê malê yê dadayî.” Hin mînakên din:

Wê satila avê ye hesin tijî av kiribû û ji kaniyê diçû malê.

Pencereyên malê ne girtî.

Malên kevin ne gund.

 

Ev qertaf, bi raveka navî re xwe gelek baş nade nîşan lewra di zimanê rojane de guhertin dîtine û hin caran bi veqetandekên diyarkirî ve tên tevlihevkirin. Niha jî em van qertafan piştî raveka cînavî bibînin.

 

 

Piştî raveka cînavî:

 

Wekî ku tê zanîn raveka cînavî bi cînavên kesî yên koma tewandî ve tên çêkirin. Ev qertaf bi raveka cînavî re baştir tên xuyan. Herwiha raveka bi cînava vegerok ‘xwe’yê ve hatiye çêkirin re jî ev qertaf dikarin bên bikaranîn. Hin mînak:

 

Xwedayê me yî mîhrîban î dilovan.

Pêxemberê me şirîn.

Bavê min î jîrek.

Dayîka min e delal.

Devê wê yî biçûk, pozê wê yî tûj û çavên wê ne gir.

Zarokên we ne baqil.

Xwendevanên we ne jîrek di azmûnê de bi ser ketin. Xwezî yên me jî wisa jîrek bûna.

 

Ji van mînakan jî tê diyar ku kesên di ravekê de derbas dibe kesek be yanî nepêkan be ku ji yekî zêdetir be, wê gavê ev qertaf tên bikaranîn. Lewra Xwedayê me yek e, Pêxemberê me yek e dîsa bav û dê jî yek in. Herwiha ji bo pirjimariyê eger qest komek tenê be yanî lider komên din tunebin qertafa ‘ne’ tê bikaranîn.

 

Gava bêjeyên kurmancî bi ravekê, bi hev ve tên girêdan li gorî pîvanên rêzimana kurmancî qertafên ku bi hevalnavan re tên nivîsandin di cî de neyên bikaranîn carna bi qertafa nêr ‘ê’, ya mê ‘a’ û ya pijimar ‘ên’ ve tên tevlihevkirin herwiha bi gihaneka ‘û’ ve jî tên tevlihevkirin. Em bi mînakan vê diyar bikin.

 

Mala me ye mezin.=Maleke me heye, ew mezin e.

Mala me ya mezin.=Maline me hene, ez behsa ya mezin dikim.

 

Dîsa ji bo ku em gihaneka ‘û’ bi kar bînin em hevalnaveke din jî li raveka jorê zêde kin û bi qertafên din re bidin ber hev.

 

Mala me ye mezin e kevin.

Mala me ye mezin a kevin.

Mala me ye mezin û kevin.

 

Gundê me biçûk î şirîn.

Gundê me yî biçûk ê şirîn.

Gundê me yî biçûk û şirîn. 

 

Hespên me ne beza ne rewan.

Hespên me ne beza yên rewan.

Hespên me ne beza û rewan.

 

Wekî ku ji mînakan jî diyar dibe raveka pêşîn, ji ber ku “mal” bêjeyeke mê ye, qertafa ‘e’yê digre û tê vê maneyê: “Maleke me tenê heye ew jî hem mezin hem jî kevn e.” Raveka duwem maneya wê ev e: “Hin malên me ne mezin hene ku yek ji wan kevn e û em behsa wê dikin.”

Raveka sêyem jî maneya wê: “Maleke me ye mezin heye ew kevn e jî.

 

Wekî ji mînakên bi gihaneka ‘û’ ve hatine çêkirin dixuyê ku; gihaneka ‘û’ ji aliyê wateyê ve dişibe qertafên bûne mijara xebata me lê gihaneka ‘û’ ji ber ku mêjer û zayendê diyar nake ji van qertafan cuda dibe. Herwiha eger bêjeyên li pey hev rêz dibin ji heman cinsî bin ne hewce ye mirov gihaneka ‘û’ yê têxe navbera wan.

 

Em vê mentiqê di raveka bi bêjeya “gund” re hatiye çêkirin de jî dibînin. Qertafên bi vê bêjeyê re ji ber ku “gund” bêjeyeke nêr e, diguherin û dibin ‘î’.  Dîsa raveka ku bi bêjeya ‘hesp’ ve hatiye çêkirin de qertafa ‘ne’ tê bikaranîn ku wateya ‘tenêbûn’a komê dide, yanî; ‘hemî hespê me beza û rewan in’. Em çend mînakên din jî lê zêde kin:

 

Birayê min î biçûk î nehs.

Xwîşka min e biçûk e delal e xweşik.

Kurên me, kur ne jêhatî ne mêrxas in.

Wî navê xwe yî rind li kurê hevalekî xwe kiribû.

Wan paşnavê xwe ne nexweş guhertin.

Wê diya xwe ye pîr biribû parkê.

 

Piştî raveka hevalnavî

 

Gava ev qertaf tên piştî raveka hevalnavî dîsa li gorî mêjer û zayenda bêjeya pêşîn teşe digrin û dikevin navbera hevalnavan û wan yekpare nisbetî navê dikin. Hin mînak:

 

Esmanê çîk î sayî.

Bayê kur î sar.

Ava sar e zelal e xweş.

Miya sor e kel e kurr e qor.

Mehên sar ne dirêj ên zivistanê.

Çavên gir ne zer, dêmên sor ne glover, eniya fireh e çîl…

 

Ji mînakên jor jî diyar dibe ku di raveka hevalnavî de ev qertaf dikevin nava hevalnavan û nav çiqas hevalnavan bikaribe bigre ev qertaf bi wan re tê bikaranîn û wan dikin wesfê navî. Dîsa ev qertaf dikevin navbera hevalnavan û wan dikin hevalnavên hevedudanî. Mînak:

 

Kevn e kola

Vik e vala

Kil î kor

Xil î xar

Tu yî tune

Rep î rast

Reş e belek=reşbelek

Şîn î boz=şînboz

Çik î sayî=çiksayî

 

Piştî van mînak û jêderan divê em vê jî bêjin ku ji bilî xebatên Celadet Bedirxan di kitêbên rêzimana kurmancî de em rastî bikaranîna ku em behsê dikin nehatine. Tenê Samî Tan di berhema xwe ye Rêzimana Kurmancî de di binbeşa Hevalnavên Çawaniyê de van qertafan wekî bikaranîneke cuda ya qertafên hevalnavan bi nav dike, qertafa ‘î’ wekî ya nêrtiyê dinavîne, qertafa ‘e’ wekî ya mêtiyê lê li şûna qertafa ‘a’ yê bi kar tîne, behsa qertafa pirjimariyê nake û di mînakên xwe de jî qertafên diyariyê bi kar tîne. (2011, r.166) Dîsa di heman berhema nivîskar de li şûna qertafên ku em qala wan dikin, qertafên diyarkirinê di binbeşa ‘Raveka Zincirîn’ de wiha derbas dibe:

“Dema raveka tiştekî bi alîkariya çend tiştan bibe, ravekariya zincîrî derdikeve holê. Tiştên ku tiştekî din rave dikin, bi alîkariya gîhaneka ‘û’yê digihêjin hev.

Mînak:

Hevala çavşîn û porzer

Dayîka dilşewitî û keserkur” (2011, r.324)

Lê wekî ku me pêşde jî gotibû eger bêjeyên ku raveberê diwesfînin ji heman cinsî bin ne hewceye meriv gihaneka ‘û’ bi kar bîne. Li gorî me ravekên jorê rastin lê dikarin wiha jî bin:

Hevala çavşîn e porzer

Dayîka dilşewitî ye keserkur

Di dewamê de Samî Tan mînakên bi veqetandekê tên çêkirin dide û veqetandekên diyarkirinê bi kar tîne û van mînakan dide:

Hevalê bejinzirav ê çavşîn

Destbirakê Lezgîn ê bejinkurt ê bi kul û keser

Keça porzer a destbiçek a li ser lat û zinaran

Dayîka biçefî ya li pêş

Fermandarê çavsor ê xwînxwar ê zordest

Deriyê malê yê mezin ê neqişandî (2011, r.325)

 

Wekî ji mînakên Tan jî diyar dibe ku wî veqetandekên diyarkirinê bi kar aniye û bi vî awayî rast in lê em nizanin ka raveber bi qesta ‘yek tenê’ de hatiye bikaranîn an na. Lewre wekî mînak; eger di raveka ‘Hevalê bejinzirav ê çavşîn’ de mebest ji heval ‘kesek tenê’ be û ‘diyar’ be, divê ravek wiha be: ‘Hevalê bejinzirav î çavşîn.  Herwiha di mînaka “Deriyê malê yê mezin ê neqişandî” de jî eger deriyê malê ji yekî zêdetir bin ravek rast e lê eger derî yek tenê be wê demê divê em wiha bêjin: “Deriyê malê yî mezin î neqişandî”. Dîsa ji bo mînakên din jî heman tiştî em dikarin bêjin.

 

Encam

 

Di kurmancî de ravek mijareke bingehîn e û bi xêra hin qertafan mêjer, zayend, diyarî û nediyariya hêmanên ravekê diyar dibe. Ji bilî veqetandekên ku raveker û raveberan diyar dikin veqetandekên ku ravekê bi hevalnavan ve girêdidin hene ku em wan; gava raveber yekjimar û tenê be ji bo navên nêr qertafa ‘î’, ji bo navên yekjimar û tenê yên mê qertafa ‘e’ û ji bo navên pirjimar û tenê qertafa ‘ne’ yê bi kar tînin. Ev qertaf bi ravekên navî, ravekên cînavî û ravekên hevalnavî re, dema em van ravekan bi hevalnavan diwesfînin, beriya hevalnavan tên bikaranîn. Ev qertafên ku hin caran bi qertafên diyariyê yên raveberê diyar dikin ve tên tevlihevkirin, bi taybetiyeke xwe ve ji van qertafên diyariyê vediqetin ku ew jî tenêbûn/yekbûn û nebûna raveberê ye.

 

Me di vê nivîsa xwe de cî da mijareke rêzimana kurmancî ku ji bilî xebatên Celadet Bedir Xan, em rastî xebateke ku bi van qertafên; ‘î’, ‘e’ û ‘ne’ yên raveberê ji aliyê, mêjer û zayendê ve diwesfînin nehatin. Celadet Bedir Xan van qertafan wekî ‘Veqetandekên Nebinavkirî yên tên ber rengdêran’, ‘paşgirên veqetandekên nebinavkirî’, ‘cînavên pîleya hevalnavan zêde dikin’ bi nav dike.

 

Em van qertafên ku bûne mijara xebata me dikarin wekî ‘veqetandekên hevalnavî’, ‘qertafên yeknimûneyiya raveberê’ yan jî wekî ‘cînavên aîdî raveberê’ bi nav bikin. Lewra ev qertaf hem hevalnavan dikin wesfê navê/raveberê û hem jî nav eger tenê be tê bikaranîn û li gorî tenêbûna wî navî teşe digrin. Yanî girêdayî tenêbûn/yeknimûnebûna wî navî ne.

 

ÇAVKANÎ

 

1.       Baran, Bahoz.(2012). Rêzimana Kurmancî. Stenbol: Belkî.

2.       Bedirxan, Celadet.(2010). Bingehên Gramera Kurdmancî. Stenbol: Avesta.

3.       Bedirxan, C. û Lescot, R.(2000). Kürtçe Dilbilgisi(Kurmanci),(Çapa:5). Stenbol: Doz.

4.       Kovara Nûbihar, Hejmar:120 rp: 61-64.

5.       Semend, S.(2006). Siyabend û Xecê. Stenbol: Hîvda.

6.       Memê Alan, Berhevkar: Lescot, R.(1997). Stenbol: Avesta,.

7.       Tan, S.(2011). Rêzimana Kurmancî, (Çapa Berfirehkirî). Stenbol: Enstîtuya Kurdî.

8.       Yıldırım, K.(2012). Temel Alıştırma ve Metinlerle Kürtçe Dilbilgisi(Kurmancî Lehçesi), çapa duwem. Stenbol: Mardin Artuklu Üniversitesi.

 

 

 



[1]Perwerdekar, Xwendevanê Lîsansa Bilind a Bitez a Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bîngolê

[2]Lê li gorî me rastiya vê hevokê, divê wiha be: “(ev) Avên çemên zozan(an) ne sar in”.

[3]Di vê hevokê de xuyaye ku ji ber qertafa ‘ne ‘, ‘n’ya cînava ‘min’ ketiye û dîsa ‘d’ya ku maneya pirjimariyê dide peyva ‘bira’jî li şûna ‘yên’/’n’ de hatiye bikaranîn. Yanî xuyaye hevok wiha ye: “Birên(Birayên) min ne helal û bi qîmet.”

[4]Di vê hevokê de, dîsa di rûpela 23’yan de heman qertaf wekî ‘nê’ hatiye bikaranîn ku bi ya me ew di eslê xwe de ‘ne’ ye û guheriye. Jixwe gelek çîrok û klam, li deverên cuda yên Kurdistanê, di devê dengbêj û pirbêjan de guhertin dîtine.

[5]Di raveka navî de heke raveker nêr be yan paşgira ‘î’ digre yan jî nav ditewe. Lê di hin navan de ev pîvan nayê bikaranîn.  Me yê yan bigota ‘Hesen’ yan bigota ‘Hesenî’ yan jî me yê bigota Hesê(n). Di vê derheqê de nîqaş hene. Ji bo zêdetir agahî binêre: (Yıldırım, 2012, r.57-58), (Baran, 2012, r.78)

Yazar: Zafer AÇAR

Kaynak: nupelda

Anahtar: yekjimar

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site