15:05 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 12


ÎroÎro : 229

meha rewacdarmeha rewacdar : 11374

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653237

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zimannasî

DI KURMANCÎ DE DAÇEKA WEKÎ Û HEMWATEYÊN WÊ

Şemî - 27/10/2018 18:58
DI KURMANCÎ DE DAÇEKA WEKÎ Û HEMWATEYÊN WÊ

DI KURMANCÎ DE DAÇEKA WEKÎ Û HEMWATEYÊN WÊ

Wekî ku tê zanîn carna di zimanan de herf an jî tîpek jî qîmeteke heyatî nîşan dide û ew tîp di zimên de dibin stûnên girîng. Îcar rewş di tîpekî de wiha be çima ev girîngî ji bo peyv, gîhanek an jî daçekê derbasdar nebe? Carna di nivîsekî de nebûna daçekekî wê nivîsê bêtehm û bêçêj dihêle. Di vê derê de divê mirov bi daçekan ve nivîsên xwe xurt bike û nivîsa xwe li ser zemînên qewî û berk ava bike. Bêjeyên ku em di kurmancî de, di bin sîwana daçekan de li ser hûr dibin mijareke berfireh e, em ê di vê nivîsa xwe de hewl bidin ku li ser daçeka “wekî” û hemwateyên wê rawestin û hingî ji destê me bê em ê ji edebiyata klasîk, ya nûjen, stran û qaydeyên gel jî sûdê wergirin û vê mijarê bi zelalî raxine pêşiya we.

DESTPÊK

Ziman tovên neteweyî ên ku di zeviya welêt de hatiye reşandinê ye, destpêka nasnameyê û sedema heyîna mirovayetiyê ye û heyîna gelan girêdayî zimanê wan e. Li ser rûyê dinyayê bi sedan ziman hene ku dijîn û hinek jî di sekereta mirinê de ne û hinek jî digel hemû astengiyan serî li kesî netewandiye, hebûna xwe diparêze û ji nû ve aj dide şîn dibe. Erê yek ji wan zimanan jî kurdî ye. Zimanê Kurdî jî digel hemû pêlên pirçiqandin, asîmîlasyon, pişaftin, înkarkirin û neqebûlkirinê jî bi bejna xwe ya tîtalî li ber xwe daye ta gihaye roja ku em tê de dijîn, bêguman divê gelek xebat û lêkolîn li ser kurdî bê kirin da ku kurdî pêş keve û xwe bigîhîne zimanên dinyayê yên pêşketî

Daçeka “Wekî” û Hemwateyên Wê

Wekî ku tê zanîn daçeka wekî û hemwateyên wê bi rêya şibandinê têkiliyê di navbera du tiştan de pêk tînin û ev mijar di kurmancî de digel berfirehbûna xwe mijareke kêmmayî ye, me jî xwest ku daçekên şibandinê di bin sîwana “Di kurmancî de daçeka wekî û hemwateyên wê” de binirxînin û vê kêmasiya di vê qadê de hingî ji destê me tê zelal bikin. Niha em ê daçekên şibandinê bi berfirehî, bi mînakên edebiyata klasîk û nûjen, jiyana rojane û qayde û stranan ve li ser mijarê hûr bin.

Daçekên Şibandinê

Daçekên şibandinê di zimên de erka şibînê pêk tîne û navbera du tiştan de eleqe û pêwendiyê datîne.

1-Wek, wekî, weke, weka, weku(ev daçek di qadeke berfireh de tên bikaranîn)

*Bihar hatiye b’çol û ber û behrê/ciwanî jî wek bihar tê û diçe(Baba Tahîrî Ûryan, Dubeytî-Wergera Sabah Kara)

*Wekî çiyayên asê bû ew mirovê qerase.

*Ne ku b’tehlî û dilrehetî û gazind / Wekî zarokê bêeql û neguhdar(Ji edebiyata klasîk)

*Weke merivan biaxiviya dê mesele mezin nebûya.

*Weka hûtên binê behrê dixwar.

*Şêremêrek bûm, dilê min nizanî / Ecel weku şêr bi min êrîş anî(Baba Tahîrî Ûryan, Dubeytî)

2-Mîna, mînanî, mîta.

*Bi îskeîskeke zengarî mîna guran tim dizûrriyam(Ji edebiyata modern: Rênas Jiyan-Janya)

*Mîna zarokan hewceyî hezkirinê bû.

*Serê memika sor û spî ne / mînanî fîncanê ferfûrî ne (Ji strana têlî-Dengbêj Îhsanê Mûşê)

*Mîta pişîkan miremir neke, pak xeber de lo!(Ji herêma Serhedê)

3-Nolanî, nolî, notilî, notla, nota

*Malava nolanî du dêwan dixwe.

*Ger tu yê nolî cara din bikî, qet neyê baştir e.  -Ji leca(şerê devkî) du hevalan-

*Notilî gerestêrkeke wenda ye Wan, mirov jê têr nabe.

*Notla camêran rûnê, ev der ne dîwanxaneya bavê te ye.

*Kuro ma min ji te re negot, nota kalikê xwe Sidîq derewan neke?(di herêma Serhedê de ji devê kalemêrekî )

4-Fena, fenanî, fîna (Ev daçeka zêdetir li herêma Riha û Amedê tê dîtin.)

*Tu kes fena kurdan mêvanperwer nîne, hetanî goreyên xwe jî didine mirov.(Ji wergerekê)

*Fenanî nukilê du kewaye / fenanî cara xwe girêde bi qayde ye.(ji strana Têlî ya ku Dengbêj Îhsanê Mûşê dibêje)

*Çavên te fîna bîrên reş û tarî ne/wek bahozên cemseyî ne.

5-Şubî, şuphî, şubetî (Bi taybetî li herêmên Bahdînan û Colemêrgê)

*Lew zer şubetî bih im/lew zerê şubhetî bih im. (Ji dîwana Feqiyê Teyran)

*Şuphî deryayekî ye ev çavkanî, divê em sûdê jê wergirin.

*Kes neşê şubî Colemêrgiyan şer biket. (Ji devê Geveriyekî)

6-Qaydê

*Qaydê mezinan gotî; dê ewladê xwe diavêje vî zemanî.

*Qaydê nêçîrvanê ku li benda nêçîrê be li pey firsendeka keys bû.

7-Bîna

*Ger tu yê bîna merivan bixebitî, were dest pê bike.

*Bîna mindalên ber şîr im, hewceyî hezkirina te me.

8-Cêla (Ebex, Erdîş, Panos)

*Li wê eşîrê bawer neke, cêla Romê xaîn in.

*Cêla sa(seyan, segan)neke ewtinî, tu kes guh nade te.

9- Werga

*Werga însanan bixwaze.

*Werga keran nezirre hêj zû ye.

10- Layî

*Zilamekî layî şêran bû, serî li tu kesî neditewand.

*Ew Filîtê Quto bû layî kelheyekî, layî çiyayekî û layî sed mêran bû.

11-Wey (Şirnex)

*Yên wey Berken Bereh stûna vê edebiyatê ne.

*Wey(î) te jî gotî wext dereng e.

*Ma dinê de heye wey Kurdistan welatê xweşik?

12-Qewlê

*Qewlê mezinan gotî; Ranezê newalên kûr nebîne xewnên dûr.

*Qewlê neynikê dibirûsî (dibiriqî) serê wî yê keçel.

*Qewlê Botaniyên me gotî; Ez dexîlê te me.

13-Manendî

*Safî şemirand vexwarî durdî / Manendî durrê lîsanê kurdî.

*Dilê min manendî şikeftên kûr mezin û bêdawî…

*Hewceyî te me evînê manendî mîsalê zaroyên berpêsîr.

ENCAM

Wekî ku me di destpêkê de jî destnîşan kir, carna herf û tîpek jî di zimên de roleke heyatî dilîze. Di zimanan de bikaranîna daçekan yek ji rêyên qewîkirin û xurtkirina vegotinê ye. Wekî ku me dît di kurmancî de nêzî sîh daçekên şibandinê hene û yên ku me tev li vê nivîsa xwe nekir û yên di herêmên cuda de tên bikaranîn jî hene (Notil, wehey, fînanî û hwd.) Me ew daçekên şibandinê û digel van hin daçekên din jî jî bo careke din hîşt û em ê di nivîseke din de bi berfirehî û dewlemendî qala wan jî bikin.

Bi kurtasî em dikarin mijara xwe wiha biencimînin; mijara daçeka bi serê xwe hewceyî lêkolîneke dûr û dirêj e. Me hewl da ku di vê xebata xwe de hin daçekên şibandinê raxine berçav û jê haydar bin, helbet di herêmên cuda de form û bikaranînên din jî hene û jimara wan jî ne kêm in, lê yên ku di destê me de hebûn bi van re sînordar e mixabin û wekî dawî em ji mijarê pê dizanin ku mijara daçeka di kurmancî de cîhekî xweser digire.

Têbinî:

1-Her çiqas me ji bo daçekên wekî û wekuyê çavkanî nîşan dabe jî ev daçek rasterast ji nivîsên Baba Tahirê Uryan nehatiye girtin û ji wergera ku Sabah Kara kiriye hatiye girtin.

2-Gelek mînakên ku me dane ji devê gel Herêma Serhedê û di nav axaftinên ku em bûne şahîd de hatiye girtin.

3-Hin daçekên ku di vir de wekî mînak hatine nîşandan ji stranan hatine girtin.

 

ÇAVKANÎ

Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, j.1, Çile 2015.

Farqînî, Zana, Ferhenga Kurdî - Tirkî, weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2004.

Kara, Sabah, Dubeytî(Baba Tahirê Uryan) Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2012.

Tan, Samî, Rêzimana Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî, Stenbol, 2011.

Yazar: MEM ARTEMÊT

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: li ser, nupelda, zımannasi,

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site