23:02 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 21

Botên lêgerînê : 1

Mêvan : 20


ÎroÎro : 531

meha rewacdarmeha rewacdar : 4847

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600894

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zimannasî

Bêjeya “Ten”ê

Yekşem - 05/10/2014 13:16
Bêjeya “Ten”ê

Bêjeya “Ten”ê

Bêjeya “ten”ê, di Kurdî de bi wateya laşê mirovan tê emilandin; di roja îro da ev bêje, zêdetir rûyê bedenê û bedena mirovan îfade dike. Li hin deveran jî xwediyê nêzî wateya çêrm e ev bêje. Bêjeya “ten”ê, di Avestayê de bi şiklê tanû, di Sanskritî de jî bi forma tanu derbaz dibû. Ev bêje di Farisî û Farisiya Navîn de dihat wateya laşê / bedena mirovan.

Bêjeya “Ten”ê

Ahmet DEMİR

Bêjeya “ten”ê, di Kurdî de bi wateya laşê mirovan tê emilandin; di roja îro da ev bêje, zêdetir rûyê bedenê û bedena mirovan îfade dike. Li hin deveran jî xwediyê nêzî wateya çêrm e ev bêje.

Bêjeya “ten”ê, di Avestayê de bi şiklê tanû, di Sanskritî de jî bi forma tanu derbaz dibû. Ev bêje di Farisî û Farisiya Navîn de dihat wateya laşê / bedena mirovan.

Di zimanê Îngilîzî de bêjeya “tîn”ê tê wateya “kutiya teneke”yê de. Di wateya “Beşên lîfên goşt yên ku bi hestiyan va tên girêdan” de, di wî zimanî de bêjeya “tendon”ê tê bikaranîn. Balkêş e ku forma vê bêjeyê di Yewnaniya Kevn de “ténôn”, di Latîniya Navîn de jî “tendo, tendonem” dihat bikaranîn. Di Almanî de bêjeya “dicht”ê, di wateya “teng”ê de ye.

Bêjeya “tenik”ê ku tê wateya pehnbûna lawaz û ne qalindbûnê, di zimanê Farisî de di forma tang / tanukê de, di zimanên Hindî û Sanskrîtî de jî di şiklê tanukê de derbaz dibe. Teneîn (bi Yewnanî?): Fireh kirin. Velezandin.

Bêjeya “teng”ê, ku li gor vê vekolînê ji “ten”ê hatiye çêkirin, ji malbata zimên ji ya Proto- Hîndûewropî ye û li wir bi forma “tenk” dihat bikaranîn. Heman bêje di Proto-Aryayî de bi forma “tenç”ê; di Latînî de bi forma “tîght”ê; di Sanskrîtî de jî, bi forma “tenektî”yê bû (“tenc-”, di wateya tengkirinê de bû). di Persî de bi forma “tenîşin” cî digirt. Di Farisî de di wateya “teng”ê de forma “teng”, di wateya “teng kirin”ê de “tencîden” heye. (Hişyarî: Di nav zaravên Kurdî û Erebî de, veguherîna “g” û “c”eyê bînin bîra xwe.)

Bêjeya “teng”ê di hemû zaravên Kurdî de cî digrin: Belûcî dibêjin “tenk”; Kurmanc, Soran, Hewreman û Dimil jî dibêjin “teng”.

Ev bêje, di bikaranîna xwe de navdêr e û li gorî zayendê jî nêr e.

Alaten: Yê bi cuzam. Ev bêje di Turkî de tê bikaranîn. Ev di wateya “tenê bi rengên ji hev cihê”; “tenê ku xalên sipî li ser hene” de ye. Bêjeya “alaten”ê, ji bêjeya “ala” û ji ya “ten”ê hatiye çêkirin.

Avteng: Ciyê ku di herikînê de av teng dibe (Bnr.: Tengav). Bêje rengdêr e û mê ye. Bêjeya “avteng”ê, ji bêjeya “av”ê û ji ya “teng”ê hatiye çêkirin.

Berteng: Ne berfireh, teng. Rewşa pêşî teng bûyînê. Bêje, rengdêr e û mê ye. Bêjeya “berteng”ê, ji bêjeya “ber”ê û ji ya “teng”ê hatiye çêkirin.

Bîhnteng: Her çiqas di ferhengan de di wateya “bêtebat û bêsebr”ê de hatiye şirove kirin jî, di nava gel de wateya wê ya sereke “yê/a ku zû hêrs dibe, hêrsok” e. Bêjeya “bîhnteng”ê, ji bêjeya “bîhn”ê û ji ya “teng”ê hatiye çêkirin.

Etene(?): 1. Bêjeyeke bijîşkî ye, plazanta. Pizan/pizdan. Çermekî zirav yê ku zaro ji bandorên derveyî diparêze. Hevalzaro. 2. Beşa êmîşan a ku xwe bi dendikê ve zeliqandiye, a ku tê xwarin. Nerme. Eten.

Mîntan/Nîvten: Ev bêje di Farisî de bi “nîmtene”yê tê bikaranîn. Di Kurmancî de ji bo binavkirina qutikê bê yaxe, tê emilandin. Bêjeya “mîntan / nîvten”ê, ji bêjeya “mîn/nîm/nîv”ê û ji bêjeya “tan/ten”ê hatiye çêkirin.

Nazikten: Yê/a ku tenê wî/wê nazik e. Ev bêjê zêdetir di peywira rengdêriyê de tê bikaranîn. Bêjeya “nazikten”ê ji bêjeya “nazik”ê û ji bêjeya “ten”ê çêbûye.

Nermten:Yê/a ku termê/laşê wî/ê nerm e. Bêjeya “nermten”ê ji bêjeya “nerm”ê û ji bêjeya “ten”ê hatiye çêkirin.

Nûrten: Tena ji nûrê. Tena bi nûr. Ev bêje, piranî ji bo navê jinan tê bikaranîn. Bêjeya “nûrten”ê, ji bêjeya “nûr”ê û ji bêjeya “ten”ê hatiye çêkirin.

Ten: 1. Rûyê derve yê bedêna mirovan; çerm, cîld. 2. Gewde, wucûd, beden. Bêje, bi serê xwe ye û ti qertaf nestandiye. Ev bêje, di hevokê de navdêr e û li gorî zayendê nêr e. (Mînak: Tenê min.)

Tenahî: Hew bi serê xwe bûyîn. Yek heb bûyîn. Tenêtî. Bêjeya “tenahî”yê ji bejêya “ten”ê û ji qertafa nîsbet û şibihînê “-ahî”yê hatiye çêkirin. (Li aliyekî di, guman heye ku bêjeya “tenahî”yê, ji bêjeya “tene / tane / dane”yê jî hatibe.)

Tenbel: Yê/a cangiran; yê/a zexel. Bêje ji bêjeya “ten”ê (beden) û ji bêjeya “bel”ê (dîk, ya ku xwar nabe) çêbûye. Bêjeyek wek vêya çavbel e. Ev bêje, bi şiklê “Tembel” derbasî Turkî bûye.

Tenbelî: Yê/a ku bi tenbelan dimîne, dişibihe wan, ji wan e. Yên ku îzafeyî tenbelan dibin. Bêjeya “tenbelî”yê, ji bejeya “tenbel”ê û ji qertafa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin.

Tenbû: Candarekî ku bi tenê ḧeywanên wekî mîh û bizinan ve dizelliqe û xwîna wan dimije. Cûrekî heşeratan e. Bêjeya “tenbû”yê ji bêjeya “ten”ê û ji “-bû”yê hatiye çêkirin. (Wateya “bû”yê bi tevahî nehat tespîtkirin)

Tende: 1. Çadir, çader, 2. Yê ji cawê qalind. 3. Cawê ku meriv davêje ser milên xwe. 4. Sîwan. Bêjeya “tende”yê ji bêjeya “ten”ê û ji qertafa şibihîn û pêmayînê “-de”yê hatiye çêkirin.

Tendurist: Yê/a ku di canê wî/ê da ti neriḧetî, ti uzr û ti kêmasî nîn in. Sax, saxlem. Bêje ji “ten”ê û ji “durist”ê pêkhatiye. Bêjeya duristê, di ferhengan de tê van wateyan: Rast, temam, kamil, saz, sax, baş, bêkêmasî û hwd.

Tenê: Hew bi serê xwe. Yek heb. Ti kes yan jî ti tişt ne pê ra; ti kes yan jî ti tişt ne ligel. Tek, tena, tenha, tenya, bitenê, yek, bêkes, bêxwedî. (Li aliyekî di, guman heye ku bêjeya “tenê”yê, ji bêjeya “tene / tane / dane”yê jî hatibe.)

Tenêtî:Bi serê xwe bûyîn; pê ra ti kes an jî ti tişt nebûn. Tenatî, tektî, bitenêtî, bêxwedîtî. Bêjeya “tenêtî”yê ji bêjeya “tenê” û ji qertafa “-tî”yê hatiye çêkirin. (Li aliyekî di, guman heye ku bêjeya “tenêtî”yê, ji bêjeya “tene / tane / dane”yê jî hatibe.)

Teneke: Ji bêjeya tenikê veguheriye, qertafa pêmayîn / şibihînê “–e” standiye. Hesin yan jî lajwerdên ku tenik hatine birrîn. Bêjeya “teneke”yê, ji bêjeya “tenek / tenik”ê û ji qertafa pêmayîn / şibihînê “–e” hatiye çêkirin.

Teneşîr: Ciyê ku li ser mirovên mirî tên şuştin. Maseya ku li ser laşê mirovên mirî tên şuştin. Bêjeya “teneşîr”ê bi gumaneke mezin ji bêjeya “ten”ê û lêkera “şuştin”ê hatiye çêkirin. Watiniya tîpa “r”eyê nehat tespit kirin.

Teng: 1. Dera / devera nefireh an jî zirav; tiştê nefireh an jî zirav. 2. Benekî palikên ḧeywanan. Bejeya “teng”ê ji bêjeya “ten”ê û ji xurdepaşa şibihandin û pêmayinê “-ing”ê çêbûye; lê tîpên “i” û “n”eyê ji bêjeye ketine. 3. Tang, tal, hîza.

Tengasî: Wateya vê bêjeyê “rewşa zehmet yan nexweş” e. Ev bêje, bêjeyeke navdêr e û mê ye. Bêje ji bêjeya “teng” û û ji başbedika “-asî”yê pêkhatiye.

Tengav: Wateya vê bêjeyê “Cihê teng yê avê; cihê ku av lê teng dibe; ciyê teng yê ku av tê re derbas dibe” ye. Ev bêje, bêjeyeke navdêr e û mê ye. Bêjeya “tengav”ê, ji bêjeya “teng”ê û ji ya “av”ê pêkhatiye.

Tengavî: 1. Yê/ya bi tengavê re têkildar; Yê/ ya ku îzafeyî an jî nîsbetî tengavê dibe. Di vê wateyê de bêje, ji bêjeya “tengav”ê û ji qertafa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Tengayî/tengahî: Bêje, hevwateya bêjeya “tengasî”yê ye. “Tengayî”, hevwateya forma “tengî”yê ye. Wateya wê “rewşa zehmet yan jî ya nexweş” e. Bêjeya “tengayî”yê, ji bêjeya “teng”ê û ji qertafa îzafeyê “-(ay)î / -(ah)î”yê pêkhatiye.

Tengbûn: Çend wateyên sereke yên vê bêjeyê ev in: 1. Ne fireh bûn. Di vê wateyê de “cihê / tiştê ku pir kes/tişt, nikanin tê ra herin, ji biçûkbûna wê tê da dimînin. 2. Zirav bûn. Ne stûr bûn, ne qalind bûn, lawaz, zeîf, nazik bûn. 3. Aciz bûn, acizî. Ev bêje ji du bêjeyan pêkhatiye: Ji rengdêra “teng”ê û ji lêkera alîkar “bûyîn”ê.

Tengezar: Tengijîn. 1. Yê/a bê hêz û bê taqet. Aciz. 2. Xizanî. Forma avabûna bêjeyê wuha ye: “teng + e + zar”; yanê zimanê teng. Bêjeya “tengezar”ê, rengdêr e, li gor kesê/a-tiştê/a ku li dewsê hatiye bikaranîn zayendê diguherîne. Ji vê bêjeyê, lêkerên “tengezar kirin” û “tengezar bûyîn” û navdêrên “tengezarkirin” û “tengezarbûyîn”, di zimên de tên bikar anîn.

Tengezarî: 1.Bêhalî, bêmecalî, acizî. 2. Tengasî, Tengayî. Bêjeya “tengezarî”yê ji bêjeya “tengezar”ê û ji qertafa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Tengî: Rewşa ku nîsbeta “teng”ê dibe. Wateya vê bêjeyê “rewşa zehmet an a nexweş” e. Ev bêje, bêjeyeke navdêr e û mê ye. Bêje ji bêjeya “teng” û ji başbedika nîsbetê “-î”yê pêkhatiye.

Tengijandin: Tengijî kirin. Kesek bîhnteng kirin. Bêjeya “tengijandin”ê, ji bêjeya “tengij”ê û ji qertafa raderê “-andin”ê hatiye çêkirin.

Tengijîn: Tengijî bûyîn; tengijandî bûyîn; bîhnteng bûn, bêsebr bûn, hêrs bûn. Ev bêje ji lêkera “tengij”ê û ji qertafa raveyê “-în”ê pêkhatiye. Li vir forma lêkera “tengij”ê balkêş e. Bi texmîna min ev bêje, bêjeyeke kevnare ye; jiber ku “tengij” an jî “tengiş” ji du endaman pêkhatine 1. “Teng”; 2. “-îj/îş”. Halevku di roja îro da qertafa “-îj/îş”ê di zaravayê Dimilî de di wezîfeya raveyê de ye, û di Kurmancî de pir nayê dîtin. Wê çaxê em dikanin bibêjin ku zaravê Kurmancî ev bêje bi forma rader a Dimilî, ji zaravê Dimilî standiye û qertafa xwe ya raderê ya Kurmancî (-în) pê ve zeliqandiye.

Tengkirin: 1. Der / dever nefireh kirin an jî zirav kirin. 2. Jiber ku teng, navê benekî palikên ḧeywanan e, ev bêje tê wateya benê ḧeywan tengkirinê. Lêkera “tengkirin”ê ji bêjeya “teng”ê û ji lêkera alîkar “kirin”ê çêbûye.

Tenha: 1. Ciyê bê kes, xalî. 2. Kesê/a bi serê xwe. Ev bêje di eslê xwe de bi forma “tengha”yê ye. Her çi qas di Farisî de qertafa dawiyê ya “-ha”yê wateya piraniyê dide jî, di Kurmancî de wateyeke li dij vê qezenc kiriye.

Tenî: Boyaxa reş ya argûnan ku ji dûmana êgir çêdibe ye. Bêjeya “tenî”yê ji bêjeya “ten”ê û ji qertafa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin (?). Ji vê bejeyê lêkerên “tenî kirin” (Bi teniyê, boyax kirin) û “tenî bûyîn” (Bi teniyê, boyax bûyîn)hatine çêkirin.

Tenik: Rengdêr e. Pehnbûna lawaz. Ne qalind, ne stûr. Ev bêje, di Farisî de di şiklê tang /tanuk, di Hindî û Sanskrîtî de jî di şiklê tanuk de derbaz dibe. Bêjeya “tenik”ê ji bêjeya “ten”ê û ji qertafa biçûkkirin û xweşikkirinê “-ik”ê hatiye çêkirin. Ji vê bêjeyê, lêkerên “tenik kirin” û “tenik bûn”, navdêrên “tenikbûn” û “tenikkirin”, rengdêrên “tenikbûyî” û tenikkirî” hatine çêkirin.

Tenik bûn: Kêmbûyîna ji tiştekî qalind, çêbûyîna zirav û tenikê wî. Bi kêmbûyîna qatên / beşên li ser wî tiştê qalind, rewşa nû ya wî tiştî ya tenik. Kûr nebûna avê. Bêjeya “tenik bûn”ê lêker e. Ji rengdêra “tenik”ê û ji lêkara alîkar “bûn/bûyîn”ê hatiye çêkirin.

Tenikî: Ziravî, nekûrî û naziktî. Ev bêje, him di wateya dîtbar him jî di wateya nedîtbar de tê bikaranîn. Bêjeya “tenikî”yê, ji rengdêra “tenik”ê û ji qertafa îzafe û nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Tenik kirin: Zirav kirin. Bi kêmkirina ji tiştekî qalind; çêkirina zirav û tenikê wî. Bi kêm kirina qatên / beşên li ser wî tiştên qalind. Bêjeya “tenik kirin”ê lêker e. Ji navê “tenik” û ji lêkara alîkar “kirin”ê hatiye çêkirin.

Tenperest: Yê/a ku hima hima bi dereceya perestinê li tenê - rûyê - serçavê - çermê xwe hez dike. Bêjeya “tenperest”ê ji bêjeya “ten” û ji paşbendika “-perest”ê çêbûye. 1. Başbenda “perest”ê, ji “perestin”ê ye, formeka wê jî “perist” e. Perest, forma kirdar a lêkera “perestin”ê ye û tê wateya “kesê ku perestinê dike.”

Tenperwer:Yê/a ku ji rih û xusetê xwe zêdetir, li tenê - çermê - rûyê - serçavê xwe hez dike. Bêjeya “tenperwer”ê ji bêjeya “ten” û ji bêjeya “perwer”ê çêbûye. “Perwer”, forma kirdar a lêkera “Perwerî”yê ye.

Tentene: Bi her babet benî hûnîna -wekî toran lê- tenik û zirav, ya li dorên hin paçan (mînak: şarik, rûyê balgiyan) tên hûnandin. Bêjeya “tentene”yê, ji dubare bûna bêjeya “ten”ê çêbûye. Qertafa dawiyê “-e”, qertafa şibhîn û pêmayînê ye.

Encam:

Belê, bêjeya “ten”ê, her çiqas di wateya kurtane de çermê mirovan îfade dike jî, mîna ku di vê vekolînê de hate dîtin, ewqas dewlemend e ku meriv dikane bibêje, xwe ji “navdêr”tiyê, veguherandiye “têgeh”tiyê. Lewra tê radiweste bi ziravbûn û pehnbûna xwe ve “tenik”tiyê îfade dike, tê disekine bi şibihîn û pêmayîna xwe ve “teng”tiyê vedibêje; li formekê-duduyan hilnayê ev ev bêjeya “ten”ê, xwe bi gelek kincan dixemilîne û wateyên cûr bi cûr ji me re tîne zimê

Yazar: Ahmet DEMİR

Toplam: 10 puan ve 2 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site