20:19 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 50


ÎroÎro : 143

meha rewacdarmeha rewacdar : 2279

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615196

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zimannasî

BÊJEYA ROJÊ

Yekşem - 15/03/2015 00:51
BÊJEYA ROJÊ

BÊJEYA ROJÊ

Bêjeya “roj”ê di Kurdî de bi gelek formên ji hev cuda tê bikaranîn. Di Kurmancî de roj, roz, ro, rohn, roş, rew, rewşen, rêj, rus, ruz û rûz, ji evan forman yên sereke nin. Ji ewan forman hinek bi serên xwe tên bikaranîn, hinek jî di nava formên bêjeyên ku ji çend bêjeyan hatine çêkirin de cî digrin. Li jêr hûnê bibînin ka kîjan form, bi serên xwe tên bikaranîn, kîjan form di nav formên bêjeyên din de tên bikaranîn. Bi rastîn jî, di ferhengên hemû diyalektên Kurdî de ev bêje cî digre; him jî wiha ne bi awayekî şêlî û tevlihev, bi gelek formên zelal û watedar cî digre. Ev bêjeya “roj”ê, bi gelek formên xwe ve him di edebiyata nûjen a Kurdî de tê bikaranîn, him jî di edebiyata qlasîk a Kurdî de dihat emilandin. Ev bêjeya, di Farisî da bi awayê “rûz”ê di wateya rojê de tê bikaranîn. Di Farisiya Navend de di forma “roç/roz”ê de, di Farisiya kevn de di forma “raûçah”ê de dihat bikaranîn.

BÊJEYA ROJÊ

Ahmet DEMİR

Bêjeya “roj”ê di Kurdî de bi gelek formên ji hev cuda tê bikaranîn. Di Kurmancî de roj, roz, ro, rohn, roş, rew, rewşen, rêj, rus, ruz û rûz, ji evan forman yên sereke nin. Ji ewan forman hinek bi serên xwe tên bikaranîn, hinek jî di nava formên bêjeyên ku ji çend bêjeyan hatine çêkirin de cî digrin. Li jêr hûnê bibînin ka kîjan form, bi serên xwe tên bikaranîn, kîjan form di nav formên bêjeyên din de tên bikaranîn.

Bi rastîn jî, di ferhengên hemû diyalektên Kurdî de ev bêje cî digre; him jî wiha ne bi awayekî şêlî û tevlihev, bi gelek formên zelal û watedar cî digre. Ev bêjeya “roj”ê, bi gelek formên xwe ve him di edebiyata nûjen a Kurdî de tê bikaranîn, him jî di edebiyata qlasîk a Kurdî de dihat emilandin. Ev bêjeya, di Farisî da bi awayê “rûz”ê di wateya rojê de tê bikaranîn. Di Farisiya Navend de di forma “roç/roz”ê de, di Farisiya kevn de di forma “raûçah”ê de dihat bikaranîn.

Balkêş e bêjeya “rewşen”ê, ku îroj di zimanê me de tê bikaranîn, çi qas dişibihe “raoçah”a Awestayê! Di zimanê Zendê de ev bêje, dihat wateya “şewq” û “rohnahî”yê. Di Sanskritî de bêjeya “rocatî” dihat wateya “rohnahî bûn, biriqîbûn, çirûsîn”ê.  

Îcar ev nava, di zimanê zikmakî yê Hînd-Ewropayê de bi forma “louk”ê (di wateya “roj”, “rohnahî”, “şewq”ê de) dihat bikaranîn. Car di, di heman zikmakî de bêjeya “leûk”ê dihat wateya “biriqandin” û “çirûsîn”ê.

Di wateya “rohnahîbûn” û “biriqandin”ê de, ji heman kokê di ezmanê Latinî de “lûcere” dihat şixulandin. Îroj, di heman wateyê da di zimanî Elmanî de bêjeya “leûhtan”ê –ku ew jî ji heman kokê ye- tê bikaranîn.

Li hemberî bêjeya “şewqê”, di Sanskritî de bêjeya “rûçî”, di Latînî bêjeya “lûx”ê dihat emilandin. Di roja îroj da, di zimanê Îngilîzan de bêjeya “light”ê, di zimanê Ermeniyan de bêjeya “lûys”ê û di zimanê Rûsan de bêjeya “lûts”ê di heman wateyê de tê bikaranîn.

Li hember bêjeyên “rohnahî” û “spî” yên Kurdî, di zimanê Sanskritî de bêjeya “roka”yê dihat emilandin. Îroj, di zimanê Yewnanî de bêjeya “leûkos”ê -ku ew jî di wateya “rohnahî” û “spî” de ye-, di heman wateyê de tê bikaranîn.

Wek tê zanîn, peyka cîhana me hîv / heyv / meh e. Ev peyka, şewqa ku ji rojê distîne bi riya biriqîn û rohnahî bûna xwe ve, ji me re dişîne û şevên me yên tarî rohnî dike. Gelo haya we jê heye ku di zimanê Latînî de bêjeya “lûna”yê di heman wateyê de bû û di zimanê Ermenîkî de bêjeya “lûsîn”ê di eynî me’neyê de ye?

Belê li dû ewqas gotinan şûnda, niva em dikanin derbasî cîhana razan ya vê bêjeyê bin. De kerem kin, em tev bi baskên xwe di vê deryayê de dest bi avjeniyê bikin.

Di Kurmancî û Soranî de Bikaranîna Bêjeya Rojê

Berbero: Pêş ciyê ku rojê dibîne, tîna rojê dideyê. Bêje bi gumaneke mezin ji berberojê veguheriye. Bêje, ji “ber” û “bero”yê çêbûye.

Berberobûn: Rasterast berî dayîna rojê. Bêjeya “berberobûn”ê ji bêjeya “berbero” û ji lêkera alîkar “bûn”ê çêbûye.

Berberoşk: Pêş ciyê ku rojê dibîne, tîna rojê dideyê. Bêje ji “ber” û “beroj” û xurdepaşa biçûkirin û şibihandinê “-k”ê hatiye çêkirin. Tîpa “j”eya “roj”ê veguheriye tîpa “ş”eyê.

Berbiroj: Ya/ê ku berê wê/î ber bi rojê ve ye. Wekmînak, gula berbirojê (gêne). Bêjeya “berbiroj”ê ji pêşgira “ber”ê û ji bêjeya “biroj”ê çêbûye.

Berbirojî: Berî bi aliyê rojê ve bûyîn. Rewşa berî ber bi rojê ve. Ev bêjeya termeka botanîk e. Bêjeya “berbirojî”yê ji bêjeya “berbiroj”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye.

Bero: Tiştekî/a an kesekî/a an jî dereka berê wê/î bi aliyê rojê de ye. Ciyê ku li hember rojê ye. Bêjeya “bero”yê, ji pêşgira “ber” û ji bêjeya “ro”yê hatiye çêkirin. Bi gumaneke mezin bêjeya “ro”yê ji bêjeya “roj”ê veguheriye. Tîpeka “r”eyê ketiye. Bnr.: Beroj.

rohnahî: Dera/devera ku rohnahî lê tune ye. Tarî. Bêjeya “bêrohnahî”yê ji daçeka neyînî “-bê”yê û ji bêjeya “rohnahî”yê çêbûye.

Beroj: Ciyê ku li hember rojê ye. Berpala ku rojê dibîne. Tiştekî / kesekî/a an jî dereka berê wî/ê bi aliyê rojê de ye. Bêje ji “ber” û “roj”ê hatiye çêkirin. Li vir, tîpeke “r”yê ji bêjeyê ketiye. Bnr.: Bero.

rojî: Yê/a ku rojî negirtiye. Bêje, ji daçeka neyîniyê “bê” û ji bêjeya “roj”ê û xurdepaşa nîsbetê “-î”yê pêkhatiye.

Berroşk: Pêş rojê, ciyê ku şewq û tîna rojê didê/dideyê. Bêje ji “ber” û “roş” û xurdepaşa biçûkirin û şibihandinê “-k”ê hatiye çêkirin. Tîpa “j”eya “roj”ê li vir veguheriye tîpa “ş”eyê.

Bîhrûz: Yê/a bi siûd. Yê/a bextewar / bexteyar. Bêjeya “bîhrûz-e”yê, ji daçeka erênî “bîh/bi”yê û ji bêjeya “rûz”ê çêbûye.

Bîhrûze: Yê/a ku mîna bisiûdan e. Yê/a ku mîna bextewaran / bexteyaran e. Bêjeya “bîhrûz-e”yê, ji bêjeya “bîhrûz”ê û ji xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-e”yê çêbûye.

Biroj: Yê bi roj e. Yê rohnahî; yê dilxweş, kêfxweş, xweşhal, bi fereh, bextewar, bimbarek, bixêr. Bêjeya “biroj”ê ji daçeka erênî ya xwedîbûyînê “bi-”yê û ji bêjeya “roj”ê çêbûye.

Birojî: Yê/a ku rojî girtiye. Bêje, ji bêjeya “biroj”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê pêkhatiye.

Cîhanefrûz: Yê/a ku cîhanê dibiriqîne, rohnî dike. Bêje ji “cîhan” û “efrûz”ê çêbûye.

Çîk: Perçeyên biçûk yên pêtiyan. Ev perçeyana jiber ku diçirûsin, vî navî distînin. Bi gumaneke mezin bêjeya “çîk”ê ji bêjeya “roc”ê û ji xurdepaşa biçûkirinê “-ik/îk”ê hatiye çêkirin. Di bêjeya “çîk”ê da hew tîpa “ç”eyê, ji “c”eya “roc”ê (ji rojê) hatiye standin.

Çirisîn: Li gor el-Hediyeyê, li hember tiştekî biriqî, biriqandina çavan e. Di rastiyê de biriqandina tiştên mîna stêrk yan jî parçeyên caman in. Radera “cirisîn”ê ji lêkera “çiris”ê û dawîneya raderê “-în”ê hatiye çêkirin. Bnr.: Çirûsîn.

Çirûs: Biriqîn, ronahî jê hatin, geşî jê xuya bûn. Bêje bi xwe kok e. Bnr.: Çirîsîn, çirûsîn.

Çirûsandin: Biriqandin, teyisandin, geş kirin, rohnî kirin. Bêje ji lêkera “çirûs”ê û ji dawîneya raderê “-andin”ê hatiye çêkirin.

Çirûsîn: Biriqîn, teyisîn, geş bûyîn, rohnî bûyîn. Radera “çirûsîn”ê ji lêkera “çirûs”ê û dawîneya raderê “-în”ê hatiye çêkirin. Bnr.: Çirisîn.

Çirûsk: Qitîsk, pirtên êgir. Rohnahiyeke heyî lêbelê gelek lawaz. Bêje ji lêkera “çirûs”ê û xurdepaşa biçûkirin û şibhandinê “-k”ê hatiye çêkirin.

Dilefrûz / Dilfurûz: Yê ku dilan rohnî dike, fereh dike, kêfxweş dike. Bnr.: Dilfîrûz. Bêjeya “dilefrûz”ê ji bêjeya “dil” û ji bêjeya “efrûz”ê hatiye çêkirin.

Dilfîrûz: Yê/a ku dilê wî/ê fîrûz / pîroz e. Bnr.: Dilefrûz/ Dilfurûz. Bêjeya “dilfîrûz”ê ji bêjeya “dil” û ji bêjeya “fîrûz”ê hatiye çêkirin.

Diwaroj: Pêşeroj, ayende, dahatû. Li gor nirxînekê, forma vê bêjeyê ya neguherî bi awayê “Dûyaroj” an jî “dûyîroj”ê ye. Bêjeya “diwaroj”ê, bi gumaneke mezin ji bêjeya “dû”yê û ji bêjeya “roj”ê çêbûye. Li gor nirxîneke din Bêjeya “dîwaroj”ê, ji bêjeya “dîwêr” û ji bêjeya “roj”ê çêbûye. Jiber ku du tîpên “r”eyê gîhanin hev, yek jê ketiye.

Efrûz: Çend wateyên vê bêjeyê henin: 1. Gurik, pêtî, şûle, biriqî. 2. Yê/a ku rohnî dike, dibiriqîne. 3. Yê/a ku êr/êgir pêdixe, vêdixe, dişewitîne. 4. Bimirês, xweşik. Bêjeya “efrûz”ê formeke bêjeya “pîroz / fîroz / fîrûz”ê ye. Ev bêje, ji “daçeka “ef”ê (ku ev daçek formeka daçeka “bi / pî / fî”yê ye) û ji bêjeya “rûz”ê (ku ev bêje formeka bêjeya roj / roz / ruzê ye) hatiye çêkirin.

Enîroj: Kesê/a ku eniya wî/wê rewneqdar e; yê/a ku eniya wî/wê dibiriqe. Bnr.: Rojcebîn. Bêjeya “enîroj”ê, ji bêjeya “enî”yê û ji bêjeya “roj”ê çêbûye.

Evro: Roja îro. Roja ku hîn derbas nebûye, meriv tê da ye. Bi vê bêjeyê roja ku tê da têye dîtin. Roja îroj tê îfade kirin. Bêjeya “evro”yê, ji daçeka “ev”ê û ji bêjeya “ro”yê (roj) çêbûye. Bnr.: Îroj, îro.

Feyrûze: 1.Bêje formeke bêjeya fîrûz / pîrûzê ye. Di bikaranînê de ev bêje navê kevirekî giranbuha ye ku rengê wî dişibihe rengê roj û keskayiya çiyan, bi şimayê dimîne. Bi Turkî jê re “Turkûaz” tê gotin. 2. Navê çûgekê ye ku bi kevokan dimîne. Bêjeya “Feyrûze”yê ji daçeka “fey” (ji fî/pî/biyê) û navê “rûz”ê û ji xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-e”yê çêbûye. Ji navên jinên Kurd, yek jî Feyrûze ye. Wekmînak, navê jineka nav bi Feyrûze, di nav wesiyeta Qadî Muhemmed de derbas dibe.  Bnr.: Fîrûze, pîroze.

rûz: Bêjeya “fîrûz”ê formeke bêjeya pîrûz / pîrozê ye. Ev bêje di Kurmancî de bi sê wateyan tê bikaranîn: 1. Yê bi roj, bi şewq. 2. Yê dilxweş, kêfxweş, xweşhal, bi fereh, bextewar, 3. Bimbarek, bixêr. Bnr.: Pîrûz, pîroz. Bêje ji pêşgira “fî” (ji daçeka erênî ‘pî/bi’yê) û ji bêjeya “rûz”ê (ji ‘roz/roj’ê) hatiye çêkirin.

rûzan: Pirjimara bêjeya “fîrûz”ê ye. Bêjeya “fîrûzan”ê ji bêjeya “fîrûz”ê û ji xurdepaşa piraniyê “-an”ê hatiye çêkirin.

Di heman formê de bêjeyeke di/dî jî heye, lêbelê ew “fîrûzan”a bi bêjeya me ra ne têkildar e: Wateyên wê “fîrûzan”ê, rîspî, zanyar, pispor û her wekî din in. Her çiqas di vê bêjeyê de jî bêjeyeke wekî “rûz”ê dixuye jî, ev bêje ne di wateya “roj”ê da ye, ji tîpên du bêjeyan pêkhatiye. Forma vê bêjeyê di eslê xwe de bi awayê “pîrûzan”ê ye, û ji bêjeya “pîr”ê û ji gîhaneka “û”yê û ji lêkera “zan”ê (ji “zanîn”ê) çêbûye. Di heyama Sasaniyên binyad Kurd de bêjeya “fîruzan”a duyem, di wateya tanişmend / danişmend / şêwirmend û wezîrê şeh / şah da, dihat bikaranîn.

rûze: Yê/a mîna fîrûzê. Navê kevirekî giranbuha ye. Jiber ku bi rengê şimayê rengîn e, ev nava lêbûye. Bi Turkî ji vî kevirî ra dibêjin Turkûaz. Bêjeya “fîrûze”yê ji bêjeya “fîrûz” û ji xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-e”yê hatiye çêkirin. Bnr.: Feyrûze.

Firûzgûn: Yê/a ku rengê fîrûzê lê ye. Fîrûzereng. Bê “fîrûzgûn”ê, ji bêjeya “fîrûz”ê û ji bêjeya “gûn”ê (Reng) çêbûye.

Firûzî: Bimbarekî, miqedesî, pîrozî yan jî pîrozkirin. Yê/a ku bi “fîrûz”ê re têkildar e. Mîna “fîrûz”ê. Fîrûzeyî. Bêje formeke “pîrozî / pîrûzî”yê ye. Li gor el-Hediyeyê wateya vê bêjeyê biçûk û hûr e. Ev bêje ji bo hemû tiştan tê bikaranîn. Bi texmîna min navê tiştên biçûk yên ku şewqa rojê diçûrisînin e û navê rengê kevirê fîrûzeyê ye. Bêje, ji bêjeya “fîrûz”ê û “xurdepaşa nîsbetê “-î” çêbûye. Bnr.: Pîrozî, pîrûzî.

rûzkan: Yê/a ku dibiriqe, dibiriqîne, biriqî. Kana fîrûzan, kaniya rohnahiyan an jî bimbarekan. Bêjeya “fîrûzkan”ê, ji bêjeya “fîrûz”ê û ji bêjeya “kan”ê hatiye çêkirin.

Herroj: Ev bêje demê nîşan dide. Wisa tê fehmkirin ku ev bêje, demeka wekî rojekê duduyan ne, wekî her roj - her rojan îfade dikiye. Bêje ji bêjeya “her” û ji bêjeya “roj”ê pêkhatiye.

Îmrûz: Emrûz, emroz, emroj, evroj, îroj. Roja îro. Roja ku hîn derbas nebûye, meriv tê da ye. Roja ku tê da têye jiyin. Bnr.: Îro, îroj û evro. Bêje ji pêşgira “îm”ê û ji bêjeya “rûz”ê (ji “roj”e) çêbûye. Bnr.: Îro, îroj, evro.

Îro: Roja ku tê da têye jiyin. Bi vê bêjeyê roja îroj tê îfade kirin. Roja ku hîn derbas nebûye, meriv tê da ye. Tîpa “î”yê wateya “ev” û “va”yê dide bêjeyan. Wekmînak: Î-şev (ev şev / va şeva), î-sal (va sala / ev sal). Bêje ji pêşgira “î”yê û ji bêjeya “ro”yê (roj) çêbûye. Bnr.: Îroj, evro.

Îroj: Roja îro. Roja ku hîn derbas nebûye, meriv tê da ye. Roja ku tê da têye jiyin. Bi vê bêjeyê roja îroj tê îfade kirin. Bêje ji pêşgira “î”ê û ji bêjeya “roj”yê çêbûye. Tîpa “î”yê wateya “ev” û “va”yê dide bêjeyan. Bnr.: Îro, evro. Ez wisa difikirim ku ev qertafa “î”yê ji “îm/em/ev”ê veguheriye.

Jiyar: 1 Jiyana rojane. 2. Awayê domandina jiyanê. 3. Şaristanî. Wisa dixuye ku girêdana Bêjeya “jiyar”ê, ji forma dema borî ya lêkera jiyînê ji “jiya”yê û ji tîpa “r”eya ji bêjeya “ro”yê hatiye hûnandin.

Jiyarî: 1. Bi jiyana rojane re têkildar; 2. Domandina jiyanê,  3. Şareza, şaristan. Bêjeya “jiyarî”yê, ji bêjeya “jiyar”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Navroj: 1. Orteya rojê, nava rojê. 2.Di dema 24 seetan de beşa rohnahiyê. Bêjeya “navroj”ê ji bêjeya “nav” û ji bêjeya “roj”ê çêbûye. Bnr.: Nîvro, nîvroj.

Newroz: Navê cejnekê ye. Roja nuh/nû. Destpêka biharê. Ev cejna rastî 21ê Adara zayînî û rastî 8ê Adara Romî tê.

Nîvro: Formeke bêjeya “nîvroj”ê ye. Orteya rojê. Dema ku roj digihêje ciyê herî bilind. Bêjeya “nîvro”, ji bêjeya “nîv”ê û ji bêjeya “ro”yê çêbûye. Bnr.: Nîvroj.

Nîvroj: Orteya rojê, dema ku roj digihêje ciyê tewrî bilind. Bêjeya “nîvroj”, ji bêjeya “nîv”ê û ji bêjeya “roj”yê çêbûye. Bnr.: Nîvro.

Nîvrojî: Xebata yek danî. Pardem. Bêjeya “nîvrojî”yê, ji bêjeya “nîvroj” û ji qertafa nîsbetê “î”yê çêbûye.

roj: Vegera serê salê, yekê meha yekem a salnameyê. Sersal. Bêjeya “nûroj”ê ji bêjeya “nû/nuh”ê û ji bêjeya “roj”ê çêbûye.

Oruç: Ev bêje di Turkî de tê bikaranîn û bi rojê re têkildar e. Di wateya “rojî”yê de ye. Ev bêje, ji Farisiyê zêdetir mîna ku ji hin ziman an jî ji hin diyelktên din yên Îranî derbasî zimanê Turkî bûye, dixuye.

Paşeroj: Dema kul i paşiyê maye; dema bihurî. Bi awayekî ne li cî, bêjeya “paşeroj”ê, di hin ferhengan da, di wateya dema ku wê bê, hîn wê were” de hatiye saluxandin. Bêjeya “paşeroj”ê, ji bêjeya “paş” û ji bêjeya “roj”ê hatiye çêkirin.

Pêşeroj: Dema li pêş, dema ku wê were. Dahatû Bi awayekî ne li cî, bêjeya “pêşeroj”ê, di hin ferhengan da, di wateya dema ku bihuriye, li paş maye” de hatiye saluxandin. Bêjeya “pêşeroj”ê, ji bêjeya “pêş” û ji bêjeya “roj”ê hatiye hûnandin.

roz: Yê dilxweş, kêfxweş, xweşhal, bi fereh, bextewarî, bimbarek, miqedes, bixêr. Bêjeya “pîroz”ê ji daçeka erênî ya xwedîbûyînê “bi-”yê û ji bêjeya “roz”ê (roj) çêbûye, daçeka “bi”yê veguheriye “pî” û “fî”yê. Bnr.: Pîrûz, fîrûz.

rozbayî: Pîroz kirin. Xweş û bimbarek kirin/dîtin. Yanê daxwazkirina “bila roj bi te ra be!”, “bila tu bi rohnahiya rojê rohnahî bî!”. Bêjeya “pîrozbayî”yê ji bêjeya “pîroz”ê û ji paşgira “-bayî”yê çêbûye. Formeke vê bêjeyê jî “pîrozbahî” ye.

roze: 1. Navê kevirekî giranbuha ye ku rengê wî dişibihe rengê roj û keskayiya çiyan, bi şimayê dimîne. Jiber ku bir şewq û rohnahî ye, pîroz hatiye dîtin û wisa hatiye salixandin. Bi Turkî jê re “Turkûaz” tê gotin. 2. Navê çûgekê ye ku bi kevokan dimîne. Jiber ku rengê vê heywanê dişibihe vî kevirî, ev nava lêbûye. Di Awestayê da bêjeya “paîtî-raok”ê dihat wateya “biriqîna ku paşda vedigere”yê. Bêjeya “pîroze”yê ji bêjeya “pîroz”ê û ji xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-e”yê çêbûye. Bnr.: Fîrûze.

rozî: Dilxweşî, kêfxweşî, xweşhalî, ferehî, bextewarî, bimbarekî, miqedesî. Yê/a ayda pîrozê; bi pîrozê re têkildar. Bêjeya “pîrozî”yê ji bêjeya “pîroz”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye. Bnr.: Pîrûzî, fîrûzî.

Pîrozkirin: Bimbarek kirin, tebrîk kirin, teqdîr kirin, teqdîs kirin. Bêjeya “pîrozkirin”ê ji bêjeya “pîroz”ê û ji lêkera alîkar “kirin”ê çêbûye.

rozmend: Yê/a pîroz. Yê/a ku di gotin û kirinên xwe de durist û bi duristbûna xwe ve jî ji rêzê der e. Yê/a bimbarek, miqedes. Bêjeya “pîrozmend”ê ji bêjeya “pîroz”ê û ji xurdepaşa kesayetiyê “-mend”ê çêbûye, daçeka “bi”yê ve guheriye “pî”yê.

rozmendî: Wekî kirina pîrozmendan, bi awayê wan. Bimbarekî, miqedesî. Bêjeya “pîrozmendî”yê ji bêjeya “pîrozmend”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye.

rozname: 1. Pirtûkên pîroz yên dînî. Wekmînak Quran, Încîl, Tewrat, Zebûr. 2. Nameya pîrozkirinê, tebrîkname. Bêjeya “pîrozname”yê ji bêjeya “pîroz”ê û ji bêjeya “name”yê çêbûye.

rozwer: Mîna bimbarek, wekî miqedes. Bêjeya “pîrozwer”ê, ji bêjeya “pîroz” û ji paşgîra wekayî û pêmayînê “-wer”ê çêbûye.

rozwerî: Bimbarekî, miqedesî. Pîrozbûn yan jî pîrozkirin. Bêjeya “pîrozwerî”yê, ji bêjeya “pîrozwer”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye.

rûz: 1. Yê bi roj, bi şewq. 2. Yê dilxweş, kêfxweş, xweşhal, bi fereh, 3. Bextewar-î, miqedesî, bimbarek, bixêr. Bêjeya “pîrûz”ê ji daçeka erênî ya xwedîbûyînê “bi-”yê û ji bêjeya “rûz”ê (roj) çêbûye, daçeka “bi”yê ve guheriye “pî”yê. Bnr.: Fîrûz, pîroz.

rûzî: Bimbarekî, miqedesî, pîrozbûn yan jî pîrozkirin. Bêjeya “pîrûzî”yê ji bêjeya “pîrûz”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye. Bnr.: Pîrozî, fîrûzî.

Rêjne: Taviya baranê. Barana gur û boş. Gelo ev bêje, bi “roj”ê re têkildar e an jî bi “rijîn”ê re?

Rewneq: 1. Rohnî, bi rohnahî, geş, rewşen, birqok, birqonek, betroske, çirisok, nûranî. 2. Mirêsdar, şemal, ihtişamî, wurşedar, bihişmet, debdebe, mihteşem. Bêjeya “rewnaq”ê ji bêjeya “rew”ê (bi gumaneke mezin bêjeya “rew”ê, ji bêjeya “ro”yê veguheriye) û ji paşgira “-naq”ê hatiye çêkirin.

Rewneqdar: Yê/a bi rewneq, bi nûr, bi rohnahî. Yê/a ku ronî dike, dibiriqîne, diçirisîne, dinûrîne.  Bêjeya “rewnaqdar”ê ji bêjeya “rewneq”ê û ji xurdepaşa kesayetiyê “-dar”ê hatiye çêkirin.

Rewneqdarbûn: Bi nûr bûn. Bi rohnahî bûn. Bêjeya “rewnaqdarbûn”ê ji bêjeya “rewneqdar”ê û ji lêkera alîkar “-bûn”ê hatiye çêkirin.

Rewşen: Biriqî, ziyadar, bişewq. Rohnahî. Ne tarî. Pertewdar, rewneqdar, rohnîdar. Ciyê ku rohnahî lê heye. 1. Ev bêje bi gumaneke mezin ya ji bêjeya Roşna (wate: Şewq, rohnahî, nûr, biriqandin, ferehî)  Kirmancî / Kirdî, ya jî ji “Roşîn”a (wate: rohnahî, rewşen, rohnik) Soranî derbasî Kurmancî bûye. Îddakirina belûvaciya vê hevokê jî rast e: Yanê pêkan e ku ji Kurmancî derbasî Kirmancî û Soranî bûbe. 2. Meriv dikane li vir nêrîneke wisa jî bil êv bike: Pêkan e ku bêjeya “rewşen”ê ji bêjeya “roj”ê veguheribe; heke ev nêrîna li cî be veguherîna vê bêjeyê bi gumaneke mezin wiha saz bûye: “Rewş (ji “roş”ê) + (î)n”; Yanê bêjeya “rewş/roş”ê, qertafa pêmayîn û şibihandinê “în” standiye, tîpa “î”yê ji bêjeyê ketiye. Vê demê wateya vê bêjeyê dibe “mîna rojê, ji rojê”. Ji xwe di rastiyê de jî tav û rohnahî û nûr ji rojê nin. Bêjeya “rewşen”ê di Mewlûda Bateyî da bi awayê “Ez rebî’ul ewwel a şev rewşen e!” derbas dibe.

Rewşenbîr: Kesê/a ku bîra wî/ê bi rewşen e, bi rohnahî ye. Kesê/a ronak, ronakbîr, entelektuel. Kesê/a di warê civak û çandê de têgihîştî, jîr û zana. Bêjeya “rewşenbîr”ê, ji bêjeya “rewşen” û ji bêjeya “bîr”ê çêbûye. Ev “bîr”a paşgira bêjeyê 1. Guman heye ku tê wateya fikr û ramanê, 2. Guman heye ku paşgireke kesayetiyê be. Mîna “ber”a di paş bêjeya “pêxamber” da. Du formên vê bêjeyê yên din jî henin: Roşenbîr, roşinbîr.

Rewşenbîrî: Ronakbîrî, entelektuelî. Bi girtina xurdepaşa “-î”yê ve rewşa entelektueliyê. Yê/a ku nîsbetî rewşenbîr dibe. Bi rewşenbîr re têkildar. Bêjeya “rewşenbîrî”yê, ji bêjeya “rewşenbîr”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye.

Rewşenî: Biriqanî. Rewşa bi şewqbûyînê. Rohnahîtî, ziyadarî, pertewdarî, rewneqdarî. Yê/a ku nîsbetî rewşenê dibe. Bi rewşenê re têkildar. Bêjeya “rewşenî”yê, ji bêjeya “rewşen” û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye.

Rizgar: Kesê/a ku li ser karên xwe bi xwe dikane biryaran bide / bigre; kesê/a ku ne di bin destê kesî da ye; kesê ne girtî. Azad, serbest, xweser, berdayî, serbixwe, ruha/riha. Gelo “riz”a di nav bêjeya “rizgar”ê de bi rastîn, ji rojê tê? “Gar”a dawiyê ji xwe eşkere ye ku yan ji kêr û xebêt, yan jî ji gerîn û gerandinê tê. Gelo têkiliya vê “rizgar”ê bi bêjeya “rûzîgar”ê (dem, wext) heye? Yan jî bi “ruzgar”a (ba) Turkî re têkildar e? Ne rasterast, lêbelê mervatiya bêjeya “rizgar”ê bi gumaneke mezin bi “ruzgar”a ku xwedî wateya “bê” ye yê re heye. Jiber ku “ruzgar” (ba) azad e, serbixwe ye. “Ruzgar”a ku di wateya bê de ye, mexsûsî Turkî dixuye û di wateya “a ku rojê anî”yê de ye.

Rizq/erzaq: Xwarina têra rojekê. Ev bêjeya a nuha di Erebî de tê bikaranîn. Gelo guman heye ku ev bêjeya ji Kurdî derbasî Erebî bûye?

Ro: 1. Formeka bêjeya “Roj”ê ye. Him di wateya stêrka Rojbendê da, him jî di wateya li dijî şevê da ye. Di nav Kurdên Riha, Semsûr, Elezîz, Meletî û rojavayî van bajaran da bi vê formê tê bikaranîn. Roj, Mêhr. 2. Çem, ava ku diherike. (Di vê wateyê da bêjeya “robar”ê tê wateya “ava diherike”yê)

Roava: Aliyê roj lê dihere ava. Aliyê xerbê. Ẍerbî. Ev bêje, ji bêjeya “ro”ê û ji bêjeyan “ava”yê çêbûye. Bnr.: Rojava.

Rodem: Bi qasî dema rojekê. Rojane. Bêje, ji “roj”ê û ji “dem”ê çêbûye.

Rohn: Kana şewqê, kana rohnahiyê. Bi texmîna min ev bêje bi xwe kok e û formeke bêjeya roê/rojê bi xwe ye; jiber ku roj jî kaneke rohnahiyê ye. Meriv dikane li vir teoriyeke wisa jî pêşniyar bike: Pêkan e ku bêjeya “rohn”ê ji bêjeya “ro”yê veguheriye; heke ev nirxandina dawiyê li cî be veguherîna vê bêjeyê bi gumaneke mezin wiha saz bûye: “ro(h?) + (î)n”; Yanê bêjeya “ro”yê, qertafa pêmayîn û şibihandinê “în” standiye, tîpa “î”yê ketiye. Vê demê wateya vê bêjeyê dibe “mîna rojê, ji rojê”. Di Kirmancî de forma “roşn”ê dişibihe vê bêjeyê.

Rohnahî: Bi şewq bûn, ne tarî. Bi şewq, ronî. Yê/a ku nîsbetî rohnê dibe. Bi rohnê re têkildar. Bnr.: Rohnayî. Bêjeya “rohnahî”yê ji bêjeya “rohn” û xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-ahî”yê çêbûye. Hin caran jî li dewsa tîpa “h”eyê tîpa “y”eyê tê bikaranîn.

Rohnahîmetir: Navê alava ku rohnahiyê dipîve ye. Bêjeya “rohnahîmetir”ê ji bêjeya “rohnahî” û ji bêjeya “metir”ê hatiye çêkirin.

Rohnahîpîv: Navê alava ku rohnahiyê dipîve ye. Bêjeya “rohnahîpîv”ê ji bêjeya “rohnahî” û ji radera “pîvan”ê hatiye çêkirin. Dawîneya raderê “-an”, ji “pîvan”ê ketiye.

Rohnî: 1. Ne tarî. Bi birqîn, birqdar. Rohnahî. Bişewq. 2. Ayda rohnê, mensûbê rohnê, bi rohnê re têkildar. Yê/a ku nîsbetî rohnê dibe. Bi rohnê re têkildar. Bêjeya “rohnî”yê ji bêjeya “rohn”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin. Bnr.: Ronî.

Rohnîbûn: Bi hatina şewqê xuyabûn. Bi şewq bûn, ji tarîtiyê filitîn. Bêjeya “rohnîbûn”ê ji bêjeya “rohnî”yê û ji lêkera alîkar “-bûn”ê çêbûye. 

Rohnîkirin: Bi şewqê ciyekî tarî, bi xuyakirin dayîn. Bêjeya “rohnîkirin”ê ji bêjeya “rohnî”yê û ji lêkera “kirin”ê çêbûye.

Roj: 1.Navê stêrka ku stêrgerana me pê ve girêdayiye ye. Roj, ji bo zindiyan kana jiyanê ye. Stêrka rojê di navenda Rojbendê de cî digre. Rojbend, stêrbendeka Kadizê / Kakêşanê ye. Ro, mêhr. 2. Beşeke demê, ji 24 seetan yek. 3. Demên ku roj hilhatiye, nev. Bêje bi serê xwe ye û ti daçek, guherkêr û xurdepaş nestandine.

Rojane: Tiştê/ku hew di rojekê de dibe, di rojekê de tê kirin yan jî hew di rojekê de vedikişe. Destheqê ku di ji bo keda rojeka xebatkarekî tê dayîn. Buhayê xebata rojekê, yomî (ji yewma Erebî). Bêjeya “rojane”yê, ji bêjeya “roj”ê û ji paşgira şibhandin û têkildariyê “-ane”yê hatiye çêkirin.

Rojanetî: 1. Yên ayda rojaneyê. 2. Şêweya rojaneyê. Bi awayê rojaneyê. Bêjeya “rojanetî”yê, ji bêjeya “rojane”yê û ji xurdepaşa şibhandin û mînaktiyê “-tî”yê çêbûye.

Rojaneyî: Yên bi rojaneyê ve têkildar in. Yên ku nîsbetî rojaneyê dibin. Formeka vê bêjeyê “rojanehî” ye. Bêjeya “rojaneyî”yê, ji bêjeya “rojane”yê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye. Tîpa “y”eyê ketiye navbera herdu tîpên dengdêr “e” û “î”yê. Bnr.: Rojanî.

Rojanî: Destheqê keda rojekê. Yên bi rojaneyê ve têkildar in. Yên ku nîsbetî rojaneyê dibin. Bêjeya “rojanî” divê di eslê de bi awayê “rojaneyî”yê an jî “rojanehî”yê be. Ev kelîme, ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa şibhandin û pêmayînê  “-anî”yê çêbûye. Bnr.: Rojaneyî

Rojanîvan: Kesê/a ku rojane bi yomiyan dixebite / dişixule. Bêjeya “rojanîvan”ê, ji bêjeya “rojanî” û ji paşgira kesayetiyê “-van”ê hatiye çêkirin.

Rojava: Aliyê roj lê dihere ava. Aliyê xerbê. Ẍerbî. Ev bêje, ji bêjeya “roj”ê û ji bêjeyan “ava”yê çêbûye. Bnr.: Roava.

Rojavahez: Yê ku li aliyê Rojava hez dike an jî wî alî digre. Bêjeya “rojavahez”ê, ji bêjeya “rojava” û ji lêkera “hezkirin”ê hatiye çêkirin. Lêkera alîkar “kirin”, ji bêjeya “rojavahez”ê ketiye. 

Rojavahezî: Mîna rohavahezan; awayê rohavahezan. Bêjeya “rojavahezî”yê, ji bêjeya “rojavahez”ê û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin. Lêkera alîkar “kirin”, ji bêjeya “rohavahezî”yê ketiye. 

Rojavakar: Yê ku li ser rojava kar dike, dixebite. Bêjeya “rojavakar”ê, ji bêjeya “rojava” û ji lêkera “karkirin”ê (xebat) hatiye çêkirin. Lêkera alîkar “kirin”, ji bêjeya “rojavakar”ê ketiye. 

Rojavakarî: Wekî rojavakaran; awayê rojavakaran. Karê li ser rojavakaran. Bêjeya “rojavakarî”yê, ji bêjeya “rojavakar” û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin. Lêkera alîkar “kirin”, ji bêjeya “rojavakarî”yê ketiye.

Rojavakî: Xwe mîna Rojavayiyan kirin, xwe wisa nîşandayîn; wekî rojavayiyan. Awayê rojavayiyan. Bêjeya “rojavakî”yê, ji bêjeya “rojava” û ji xurdepaşa şêwazê “-kî”yê hatiye çêkirin.

Rojavaparêz: Yê ku her dem aliyê rojava diparêze. Bûyîna aligirê xerbê. Bêjeya “rojavaparêz”ê, ji bêjeya “rojava” û ji bêjeya “parêz”ê hatiye çêkirin.

Rojavaparêzî: Karê rojavaparêzan; mîna rojavaparêzan. Bêjeya “rojavaparêzî”yê, ji bêjeya “rojavaparêz” û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojavaperest: Yê/a ku di asta perestinê de aliyê rojava digre. Bi awayekî hişkane, aligirê rojava bûyîn. Bêjeya “rojavaperest”ê, ji bêjeya “rojava” û ji bêjeya “perest”ê (yê ku perestinê dike) hatiye çêkirin.

Rojavaperestî: Mîna rojavaperestan, karê rojavaperestan, tevgerîna wekî wan. Bêjeya “rojavaperestî”yê, ji bêjeya “rojavaperest”ê û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojavaperwer: Yê ku li rojava hezdike. Ḧezkarê rojava. Bêjeya “rojavaperwer”ê, ji bêjeya “rojava” û ji bêjeya “perwer”ê hatiye çêkirin.

Rojavaperwerî: Awayê rojavaperweran, mîna rojavaperweran. Karê rojavaperweran. Bêjeya “rojavaperwerî”yê, ji bêjeya “rojavaperwer” û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojavatî: Xwe mîna Rojavayiyan kirin, xwe wisa nîşandayîn; wekî rojavayiyan jiyîn. Awayê rojavayiyan. Bêjeya “rojavatî”yê, ji bêjeya “rojava” û ji xurdepaşa şêwazê û alîgiriyê “-tî”yê hatiye çêkirin.

Rojavayî: 1. Kesê/a ku li parzemînên Ewropa û Emerîqayê ye. 2. Xwe mîna Rojavayiyan kirin, şêwaza rojavayiyan pêkanîn; tevgerîna wekî rojavayiyan. Awayê xerbiyan. Bêjeya “rojavayî”yê, ji bêjeya “rojava” û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin. Tîpa “y”eyê ketiye navbera herdu tîpên degdêr “a” û “î”yê.

Rojbaş: Gotineke daxwazê ye. Daxwaza derbaskirina rojeke baş e. Beyanîbaş. Bi piranî li dû dayîna silavê tê gotin. Bêjeya “rojbaş”ê, ji bêjeya “roj”ê û ji bêjeya “baş”ê çêbûye.

Rojbend: Çerxa ku gerestêrk û cîsmên esmanî ên din tê de digerin; rojgar. Bêjeya “rojbend”ê ji bêjeya “roj”ê û ji bêjeya “bend”ê çêbûye.

Rojber: Erefat. Roja li ber, li pêşiyê. Bêjeya “rojber”ê ji bêjeya “roj”ê û ji bêjeya “ber”ê (pêşî) çêbûye.

Rojbiroj: Her roj. Rojên bê navber. Bêje di wateya demê de tê bikaranîn. Du bêjeyên “roj”ê bi alîkariya daçeka “bi”yê hatine cem hev û ev bêje çêkirine.

Rojbixêr: Gotineke daxwazê ye. Daxwazkirina derbaskirina rojeke bi xêr e. Bi piranî li dû silavê tê gotin. Bêje, ji “roj”ê û ji daçeka “-bi-”yê û ji bêjeya “xêr”ê hatiye çêkirin.

Rojbûn: 1. Ji dayîkê bûyîn. Hatina cîhanê. 2. Rojveger. Vegera roja ji dayikbûnê. 3. Mîna rojê bûyîn. Bêje, ji bêjeya “roj”ê û ji lêkera alîkar “bûyîn”ê çêbûye. Dawîneya raderê “-în”, ji “bûyîn”ê ketiye.

Rojcebîn: Enî. Yê/a ku eniya wî/wê li rojê dinihêre. Bêjeya “rojcebîn”ê ji bêjeya “roj”ê û ji bêjeya “cebîn”ê (Ev bêje bi cebhe’ya Erebî re têkildar e) hatiye çêkirin.

Rojda: 1. Yê/a ku dişibihe rojê, bi rojê dimîne. Bêje ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa pêmayînê “-da”yê (ji “–de”yê) çêbûye. 2. Ji rojê. Rojê da. A ku rojê daye. Di vê wateyê da bêje ji bêjeya “roj”ê û ji lêkera “dayîn”ê pêktê; dawîneya raderê “-în”, teva tîpa “y”eyê ji “dayîn”ê ketiye.

Rojde: 1. Yê/a ku dişibihe rojê, bi rojê dimîne. 2. Ji rojê. Yê ayda rojê. Bêje ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa pêmayînê “-de”yê çêbûye. (Wekî bêjeya “perde”yê.)

Rojdûrk: Wêdayî rojê. Xala tewrî dûr a rêgeha cîhanê ku rastî serê meha Tîrmehê tê. Bêjeya “rojdûrk”ê di warê astronomiyê de tê bikaranîn. Bêje, ji “roj” û “dûr”ê û ji xurdepaşa biçûkkirin û şibihandinê “-k”eyê çêbûye.

Rojen: Teqa yan jî şibaka jor a ku rojê dibîne; teqa yan jî qulika ku tîrojên rojê tê ra tên hundir. Teqaya / şibaka ku ji bo hatina hewa û tîrojan di banî de hatiye vekirin. Li hin herêman, di wateya tifikê de jî tê bikaranîn. Bêjeya “rojen”ê ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa “-en”ê çêbûye. Ev xurdepaş, formeke xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “in/ing”ê ye. Bnr.: Rojin, rojing.

Rojev: Yên ayda rojê. Yên ku di rojê de wê werin kirin. Bernameya wê rojê. Bêjeya “rojev”ê ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa “-ev”ê hatiye çêkirin. Lê xurdepaşa “-ev”ê ji ku hatiye, nehatiye tespîtkirin.

Rojgar: Çerxa demê. Vizbûna / zivirîna rojê. Bêjeya “rojgar”ê ji bêjeya “roj”ê û ji lêkera “ger/gar”ê çêbûye. Bnr.: Rûzîgar.

Rojger: Parçeyên stêrkan yên ku –wekî cîhanê- hişk bûne. Seyyare. Têgeha “rojger”ê, ji bêjeya rojê û ji radera “gerîn”ê çêbûye; dawîneya raderê “-în”, ji “gerîn”ê ketiye.

Rojgeran: Parçeyên stêrkan yên ku –wekî cîhanê- hişk bûne. Gerestêrk. Seyyare. Bêjeya “rojgeran”ê, ji “roj”ê û “geran”ê çêbûye.

Rojgerk: Parçeyên stêrkan yên ku –wekî cîhanê- hişk bûne. Seyyare. Bêjeya “rojgerk”ê, ji “rojger”ê û ji xurdepaşa “-k”eyê çêbûye.

Rojgîn: Yê/a bê qisawet, bê metirsî. Yê/a ku her roj, di nav kêfan de ye. Bêjeya “rojgîn”ê, ji bêjeya “roj”ê û lêkera “gîn”ê hatiye çêkirin. (Di Kirdî de “gen” girtin e; li vir xurdepaşa “-gîn”ê ji vê lêkerê hatiye.)

Rojgînî: Kesê ku li kêf û eşqa xwe dinihêre û roja xwe dike roj. Bi girtina xurdepaşa îzafeyê “-î”yê ve jî ev rewşa. Bêjeya “rojgînî”yê, ji bêjeya “rojgîn”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojgiran: Girtina rojê. Dema ku heyf dikeve navbera roj û cîhanê û ji bo xuyabûna rojê dibe asteng. Bêje, ji, “roj” û “giran”ê (ji “girtin”ê) hatiye çêkirin.

Rojhilat: Aliyê ku roj lê hiltê. Rohilat, rohlat, şerq. Bêjeye “rojhilat”, ji bêjeya “roj”ê û ji radera “hilhatin”ê hatiye çêkirin. Dawîneya raderê “-in”, ji “hilhatin”ê, tîpeka “h”eyê jî, ji têgeha “rojhilhat”ê ketiye.

Rojhilata Navîn: Erdnîgariya ku Quds û doraliyên wê nîşan dide. Terkîb, ji “rojhilat” û “navîn”ê pêkhatiye. Binavkirinên bi vî awayî di sedsala 19an de ji aliyê Îngilîzan ve hatiye çêkirin.

Rojhilatî: Yê/a ayda aliyê rojhilat. Mîna xelkê rojhilêt. Awayên nişteciyên rojhilêt. Bêjeya “rojhilatî”, ji têgeha “rojhilhat”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojhilatin: Hilhatina rojê. Di aso da xuyabûna rojê. Bêjeya “rojhilat”ê, ji bêjeya “roj”ê û ji lêkera “hilatin”ê hatiye çêkirin.

Rojhilatîtî: Aliyê rojhilatiyan girtin an jî bi awayayên wan tevgerîn. Bêjeya “rojhilatîtî”yê, ji bêjeya “rojhilatî”yê û ji xurdepaşa alîgirî û awayiyê “-tî”yê hatiye çêkirin.

Rojhilatnas: Zanyarê rojhilatê. Aqademîsyenên ku li ser rojhilêt vedikolin. Ev bêje, ji bêjeya “rojhilat”ê û û ji radera “nasîn”ê hatiye çêkirin. Dawîneya raderê “-în”, ji “nasîn”ê ketiye. Şerqiyatkar, oryantalîst.

Rojhilatnasî: Vekolîn û zanyariya li ser rojhilatê. Ev bêje, ji têgeha “rohilatnas”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin. Şerqiyatkarî, oryantalîstî.

Rojhilatnasîtî: Karê û xebata vekolînê a li ser rojhilêt; bi awayê rojhilatnasiyê. Ev bêje, ji têgeha “rohilatnasî”yê û ji xurdepaşa alîgirî û awayiyê “-tî”yê hatiye çêkirin.

Rojhilatparêz: Yê ku her dem rojhilat diparêze. Bûyîna aligirê şerqê û ev rewşa. Bêje, ji rojhilat” û ji “parêz”ê (ji parastinê) hatiye çêkirin.

Rojhilatzan: Zanyarê rojhilêt. Oryantalist. Yê ku rojhilêt dizane, bi her hêlê ve rojhilêt vedikole. Bêje, ji “rojhilat” û ji radera “zanîn”ê hatiye çêkirin. Dawîneya raderê “-în”, ji “zanîn”ê ketiye. Şerqiyatkar, oryantalîst.

Rojhilatzanî: Vekolîn û zanyariya li ser aliyê rojhilêt. Bêje, ji “rojhilatzan” û ji xurdepaşa “-î”yê hatiye çêkirin. Şerqiyatkarî, oryantalîstî.

Rojhilatzanîtî: Karê / xebata vekolînê a li ser rojhilêt. Şêweyê zanyariya li ser rojhilêt. Bi awayê rojhilatzaniyê. Şerqiyatkarî, oryantalîstî. Ev bêje, ji têgeha “rohilatzanî”yê û ji xurdepaşa alîgirî û awayiyê “-tî”yê hatiye çêkirin.

Rojî / Rozî: 1. Yê ayda rojê, yê bi rojê re têkildar. 2. Rizq, xwarin, siûd, qismet. 3. Di meha Remezanê de ji paşîvê yan jî ji berbangê heya êvarê, terikandina xwarinê û vexwarinê û têkiliya zayendiyê. Li vir, bêjeya “roj”ê xurdepaşa nîsbetê “-î” standiye.

Rojî girtin: Di meha Remezanê de an jî di rojên birojî yên din de, girtina rojiyê. Ev terkîb ji bêjeya “rojî”yê û ji lêkera “girtin”ê çêbûye.

Rojî şikandin: Di meha Remezanê de an jî di rojên birojî yên din de, berî fitaran, şikandina rojiyê. Ev terkîb ji bêjeya “rojî”yê û ji lêkera “şikandin”ê çêbûye.

Rojî vekirin: Ji paşîvê heya êvarê girtina rojiyê û bi xwendina azana êvarê ve vekirina wê. Ev terkîb ji bêjeya “rojî”yê û ji lêkera “vekirin”ê çêbûye.

Rojîgir: Yê/a ku rojiyê digire. Bêjeya “rojîgir”ê jibêjeya “rojî”yê û ji lêkera “gir”ê (ji girtinê) hatiye çêkirin.

Rojik: 1. Cama ku tîrojên rojê li ciyekî kom dike. Adese, mercek. 2. Teqa, pencere, şibak. Bêjeya “rojik”ê, ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa biçûkkirinê “-ik/ok”ê çêbûye.

Rojimêr: Ya ku rojan dihêjmire. Teqwîm. Rojnîş. Salname. Bêjeya “rojimer”ê ji bêjeya “roj”ê û ji bêjeya “jimêr”ê (ji hêjmartin”ê yê ku dihêjmire / dijmêre) çêbûye.

Rojin: 1. Ji bo hatina rohnahiya rojê, teqa yan jî qulika ku di banî de vedibe. Şibak, yan jî teqaya ku tîrojên rojê tê ra tên hundir. Teqaya ku ji bo hatina hewa û tîrojan di banî de tê vekirin. 2. Ji bo derketina dûmanê, qulika ku di banî de vedibe (Li hin deran jê re dibêjin “locin”). Dawlimbaz, pixêrî. Li hin herêman, di wateya tifikê de jî tê bikaranîn. Bêjeya “rojin”ê ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa “-in”ê çêbûye. Ev xurdepaş, formeke xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “ing”ê ye. Bnr.: Rojing, rojen, rojîn.

Rojîn: 1. Yên ku bi rojê diminîn, dişibihin rojê. 2. Dawlimbaz, pixêrî. 3. Yên rojane. Ev bêje, ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-în/îng”ê çêbûye.

Rojing: Teqa yan jî qulika jor a ku rojê dibîne; teqa, yan jî şibaka ku tîrojên rojê tê ra tên hundir xênî. Teqaya ku ji bo hatina hewa û tîrojan di banî de hatiye vekirin. Li hin herêman, di wateya tifikê (ciyê ku dixan tê ra derdikeve) de jî tê bikaranîn. Bêjeya “rojing”ê ji bêjeya “roj”ê û ji xurdepaşa “-ing”ê hatiye çêkirin. Bnr.: Rojin, rojen, rojîn.

Rojkan: 1. Jiber ku eşîrên Kurd yên herêma Bilîsê /Bedlîsê, di rojekê de di navbera xwe de yekîtî çêkirin, ev nava li wan bû. Yanê yên ku wê rojê bûn yek. 2. Navê qezaya Bilîsê/Bedlîsê yeka berê. Bêjeya “rojkan”ê, ji bêjeya “rojk”ê (ji “rojek”ê) û ji xurdepaşa pirjimarê “-an”ê çêbûye. Ji “rojek”ê tîpa “e”yê ketiye.

Rojkî: Yê/a ku bi eşîra Rojkan ve girêdayî ye. Bêje ji “rojk”ê û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê çêbûye.

Rojliava: Nêzî /nîzika êvarê. Ber bi êvarê ve. Bêjeya “roliava”yê ji bêjeya “roj”ê û ji daçeka “li”yê û ji bêjeya “ava”yê çêbûye.

Rojname: Navgîneke agahdarkirinê ye. Ji bûyeran agahdar dike. Jê re qezte / qezete jî tê gotin. Bêje ji “roj” û “name”yê hatiye çêkirin.

Rojnamedank: Ciyê ku rojname lê tên danîn an jî darxistin. Bêje ji bêjeya “rojname” û xurdepaşa “dank”ê çêbûye.

Rojnamefiroş: Yê/a ku rojnameyan difiroşe. Ev bêje ji bêjeya “rojname” û ji lêkera firoştin”ê hatiye çêkirin. Dawîneya raderê “tin”, ji “firoştin”ê ketiye.

Rojnamefiroşî: Karê rojname firoştinê. Bêje ji bêjeya “rojnamefiroş” û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”ê çêbûye.

Rojnameger: Yê ku di rojnameyan da dixebite an jî tê de dinivîse. Ev bêje, ji “rojname” û ji xurdepaşa kesayetiyê “-ger”ê (kar, xebat) hatiye çêkirin.

Rojnamegerî: Karê ku rojnameger dikin. Bêje, ji “rojnameger” û ji xurdepaşa îzafeyê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojnamevan: Yê ku di rojnameyan da dixebite an jî tê de dinivîse. Ev bêje, ji “rojname” û ji xurdepaşa kesayetiyê “-van”ê hatiye çêkirin.

Rojnamevanî: Karê ku rojnamevan dikin. Bêje, ji “rojnamevan” û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê hatiye çêkirin.

Rojnêzk: Vî alî rojê. Xala tewrî nêzik a rêgeha cîhanê ku rastî 31ê meha berfanbarê / berçileyê tê. Bêjeya “rojnêzk”ê di warê astronomiyê de tê bikaranîn. Bêje, ji “roj” û “nêz” û xurdepaşa biçûkirin û şibihandinê “-k”eyê hatiye çêkirin.

Rojnîş: Ya ku rojan dihêjmire. Teqwîm. Rojimêr. Bêjeya “rojnîş”ê, ji bêjeya “roj”ê û ji lêkera “nîş/nûş”ê (ji “nuştenî / nûştiş”a Kirmancî hatiye. Di Kurmancî de forma vê lêkerê “nivîsîn” e.) çêbûye.

Rojnivîsk: Nivîsên ku mirov serpêhatî û dilîn / hest û ramanên xwe yên rojane, pê îfade dike. Bêje, ji “roj” û “nivîs” û xurdepaşa biçûkirin û şibihandinê “-k”ê hatiye çêkirin.

Rojnivîskname: Deftera ku mirov serpêhatî û dilîn / hest û ramanên xwe yên rojane, tê da dinivîse û mîna bîrewerî diparêze. Bêje ji “rojnivîsk” û “name”yê hatiye çêkirin.

Rojperest: Yên ku ji rojê ra û ji êgir re -jiber ku agir jî rojê temsîl dike- peretinê dikin. Zerduştî. Bêjeya “rojperest”ê ji bêjeya “roj”ê û ji radera “perestiş”ê çêbûye. dawîneya raderê “-îş”, ji “perestîş”ê ketiye. (Ev xurdepaşa –îş”ê îro di Kirmancî de tê bikaranîn; ji bo vê yekê guman heye ku an bêje ji vê diyalektê derbasî Kurmancî bûbe, an jî diyalekta Kurmanciyê ev dawîneya raderê wenda kiriye. Gelo pêkan e ku forma wê ya Kurmancî bi awayê “perestin”ê be?).

Rojperestî: Perestîşa / perestina ji rojê re. Zerduştîtî. Bêjeya “rojperestî”yê ji bêjeya “rojperest” û ji xurdepaşa îzafeyê “-i”yê çêbûye.

Rojvan: Xwendekarê ku bi roj dixebite. Bêje, ji bêjeya “roj” û xurdepaşa “van”ê pêkhatiye.

Rojveger: 1. Roja ku şev û roj mîna hev dibin. 2. Vegerîna rojeke nîşandayî; mîna roja zewacê. Bêje, ji bêjeya “roj” û ya “veger”ê pêkhatiye.

Rokuj: 1. Yê/a ku rojê dikuje; yanê pêşiyê lê digre û nahêle ku şewqa wê belav bibe. 2. Li Bohtanê navê çemekî ye. Bêje ji navê “roj” û radera “kujtin”ê çêbûye; lêbelê dawîneya raderê “-in”, jê “kujtin”ê ketiye. Tîpa “”t”eyê, jiber ku bi demê re têkildar e, ew jî wenda bûye.

Ronahî: Bi birqîn, birqdar. Rohnahî, rohnî. Şewq, bişewq. Ne tarî. Ev form, formeka bêjeya “rohnahî”yê ye. Bêjeya “ronahî”yê ji bêjeya “ron” (ji rohnê) û ji xurdepaşa pêmayînê “-ahî”yê çêbûye. Bnr.: Ronayî, rohnahî.

Ronak: Biriqî. Yê/a rohnahî bûyî. Zelal. Bêje, yan ji bêjeya “ro” û xurdepaşa “-nak”ê, yan jî ji bêjeya “ron” (ji “rohn”ê) û xurdepaşa şibihandin û biçûkirinê “-ak”ê çêbûye; heke bi vî awayî be divê ketina tîpa “h”eya “rohn”ê were qebûl kirin.

Ronakbîr: Kesa/ê ku di warê çandê û civakê de jîr û zana û têgihiştî. Rewşenbîr. Bêjeya “ronakbîr”ê, ji bêjeya “ronak”ê û ji bêjeya “bîr”ê hatiye çêkirin. Wateya bêjeya “bîr”ê ev e: Kanîn û hêza hişê mirov ku bûyer û rûdanan tomar dike û dikare/dikane paş ve bîne.

Ronayî: Ne tarî. Bi şewq. Ronî. Şewq. Bi birqîn, birqdar. Rohnahî. Bişewq. Ev form, formeka “rohnahî”yê ye. Bêjeya “rohnayî”yê ji bêjeya “rohn” û ji xurdepaşa şibihandinê “-ayî”yê çêbûye. Lêbelê tîpa “h”eyê ji bêjeya “rohn”yê ketiye. Bnr.: Ronahî, rohnahî.

Ronî: Ne tarî. Bi birqîn, birqdar. Rohnahî. Bi şewq. Ev form, ji forma “rohnî”yê veguheriye. Bêjeya “ronî”yê ji bêjeya “rohn” û ji xurdepaşa îzafeyê “-i”yê çêbûye; tîpa “h”eyê ji bêjeya “rohn”ê ketiye.

Ronîdar: Yê ku bi rohnayî ye. Rewşen. Bêjeya “ronîdar”ê ji bêjeya “ronî/rohnî”yê û ji xurdepaşa kesayetiyê “-dar”ê çêbûye.

Roro: Hher roj, roj bi roj. Bêjeya “roro”yê, bi ducargotina “ro”yê çêbûye.

Roşîn: Di Soranî de rohnahî, rewşen, ronik. Heman bêje di Kurmancî de bi forma “rewşen”, di Kirdî de bi forma “roşn”ê tê bikaranîn.

Roza: 1. Cûrê almasteke pembe ye. Jiber ku wekî rozê/rojê dibiriqe, ev nava girtiye. 2. Xişrên ji vê almastê hatine çêkirin. Bêje, ji bêjeya “roz”ê (roj) û ji xurdepaşa şibihandin û mêtiyê “-a/e”yê çêbûye. Tevlî evan şîroveyan divê meriv gumana ji rozayê/gulê hatinê jî bidî ber çavan.

Rozerîn: Roya/roja ku bi rengê zer dimîne. Ev bêje bi piranî wekî navê jinan tê bikaranîn. Bêjeya “rozerîn”ê, ji bêjeya “ro”yê û ji bêjeya “zer”ê û ji xurdepaşa wekîtiyê û şibihandinê “-în”ê hatiye çêkirin.

Rozî: Xwarina têra rojekê. Rizq. Li vir, bêjeya “roz/roj”ê xurdepaşa nîsbetê “-î” standiye.

Rûhnî: A ku şewqê dide; a ku rohnahiyê dide. 1. Hebûna şewqê, bi şewq. Ne tarî. Bi birqîn, birqdar. Rohnahî. Bişewq. 2. Yê/a bi rûhnê re têkildar. Ev bêje formeke bêjeya “rohnî”yê ye. Bêjeya “rûhnî”yê jî ji bêjeya “rûhn” (ji “rohn”ê) û ji xurdepaşa îzafeyê “-i”yê çêbûye.

Rûnî: A ku şewqê dide; a ku rohnahiyê dide. 1. Hebûna şewqê, bi şewq. Ne tarî. Bi birqîn, birqdar, bişewq. Rohnahî. 2. Yê/a bi "rûn”ê re têkildar. Ev bêje formeke bêjeya “rohnî”yê ye. Bêjeya “rohnî”yê jî ji bêjeya “rohn” (Şewq, kana rohnahiyê) û ji xurdepaşa îzafeyê “-i”yê çêbûye; tîpa “h”eyê ji bêjeya “rohn”ê ketiye.

ro: Rûyê wekî kilora royê ye. Rûyê top, nê yê dirêj. Bêjeya “rûro”yê ji bêjeya “rû” û ji bêjeya “ro”yê hatiye çêkirin.

Ruz: Formeke bêjeya “roj”ê ye. Mîna ku tê zanîn gelek formên evî navî henin. Wekmînak, roj, roz, ro, roş, rohn, rew, rewş, rêj, rus, ruz û rûz, ji van navan hew çendek in.

Rûzîgâr: Dem, wext. Ji bêjeya “rûz” û tîpa terkîbê “î”yê û ji xurdepaşa “gar”ê pekhatiye. Bnr.: Rojgar.

Ruzname: Wateya vê têgehê teqwîm, salname (almanak), bûyername (kronik) û rojname ye. Bêje, ji “rûz” û “name”yê hatiye çêkirin.

Salroj: Salveger. Rojveger. Bêjeya “salroj”ê ji bêjeyên “sal” û roj”ê çêbûye.

rac: Şewq, pêtal, rohnahî, çira, qendîl. Yê ku nûrê, rohnahiyê belav dike. Bêjeya “sîrac”ê ji bêjeya “sî”yê û ji bêjeya “rac”ê (ji rojê) çêbûye.

Şevefrûz: Şeva pîroz, bimbarek, miqedes. Bêjeya “şevefrûz”ê ji bêjeyên “şev” û “efrûz”ê hatiye çêkirin.

Şeveroj: Bi şewqdayîna tiştekî, mîna rojê rohnîbûna şevê. Bêjeya “şeveroj”ê, wek dixuye ji bêjeya “şev”ê, ji xurdepaşa pêmayîn û şibihandinê “-e”yê û ji bêjeya “roj”ê hatiye çêkirin.

Şevûroj: Bêjeyeke demê îfade dike. Bi şev û bi roj, bê navber. Bêjeya “şevûroj”ê, wek dixuye ji navê “şev”ê, ji gîhaneka “û”yê û ji navê “roj”ê pêkhatiye.

rêj: Tîrên ji şewqa rojê. Baqek şewla ku ji kana şewlê derdikeve û li her aliyî belav dibe. Şû’a. Bêjeya “tîrêj”ê, ji bêjeya “tîr” û bêjeya “rêj”ê (ji rojê) çêbûye. Tîpa “r”eyê a “tîr”ê ketiye.

rêjdar: Yê xwedî tîrêj, yê ku tîrêjan belav dike. Ev bêje, ji bêjeya “tîrêj”ê û ji xurdepaşa kesayetiyê “-dar”ê çêbûye.

rêjke: Şemala ji nişka ve. Ev bêje, ji bêjeya “tîrêj”ê û ji xurdepaşa yekîtiyê “-ke”yê çêbûye.

rêjpîv: Alava ku tîrêjan dipîve. Amûra ku tewsa şewla heyî dipîve. Fotometir. Bêjeya “tîrêjpîv”ê ji bêjeya “tîrêj”ê û ji lêkera “pîvan”ê çêbûye. Dawîneya raderê “-an”a “pîvan”ê, jê ketiye.

rêjpîvî: Karê pîvîna pertew û şewq û tîrêjan; Evî karî radyometre (Radyometre: Alava ku pertew, tirîj û tîrêjan dipîve) dike. Bêje, “tîrêjpîv” û ji xurdepaşa “-î”yê hatiye çêkirin.

rêjyar: Yê/a ku di warê trîgonometrîiyê de pispor û zane ye. Bêjeya “tîrêjyar”yê ji bêjeya “tîrêj”ê û ji pisporiyê “-yar”yê çêbûye.

rêjyarî: Trîgonometrî. Bêjeya “tîrêjyarî”yê ji bêjeya “tîrêjyar”ê û ji xurdepaşa nîsbetê “-î”yê çêbûye.

rîj: Ji rohnahiya rojê re an jî ji a êgir re tê gotin. Bêjeya “tirîj”ê ji bêjeya “tîr” û ji bêjeya “roj”ê çêbûye. Tîpa “r”eyê a “tîr”ê jê ketiye û bêjeya “roj”ê veguheriye “rîj”ê..

rîjavêj: Yê/a ku tirîjan diavêje. Yê diavêje çi mirov dibe çi alav dibe, naguhere. Bêjeya “tirîjavêj”ê ji bêjeya “tîrîj” û ji lêkera avêjtin”ê çêbûye. Dawîneya raderê “-tin”a “avêjtin”ê, jê ketiye.

roj: Tîrên ji şewqa rojê. Şû’a. Bêjeya “tîroj”ê, ji bêjeya “tîr” û bêjeya “roj”ê çêbûye. Tîpeke “r”eyê ketiye.

Xewneroşk: Xewna ku bi roj hatiye dîtin. Bêjeya “xewnerojk”ê ji bêjeyên “xevn(e)” û “roş”ê (ji “roj”ê) û ji qertafa hezkirin û biçûkirinê “-k”eyê hatiye çêkirin.

Zagros: Ev bêje navê çiyayekî Kurdan yê rojhilat e. Heke meriv bibêje, roj li paş vî çiyayî da li Kurdan ra hiltê, ne mezinkirin e. Bi texmîna me eslê vê bêjeyê bi awayê “zaxroz”ê ye. Wekî ku bala we jî kişandiye, ev bêje ji du bêjeyan hatiye çêkirin: Yek, “zax”, yanê “dax” e, yek jî “roz”, yanê “roj” e. Wê çaxê, em dikanin bibêjin ku 1. Forma bi Kurmancî a bêjeya zagrosê a rastîn “daxroj” e, 2. Wateya vê bêjeyê “çiyayê rojê” ye.

Zeraqa rojê: Pencereya ku roj, tê ra tê hundir. Wekî dixuye terkîb ji du bêjeyan pêk tê: Yek “roj” e yek jî “zeraq” e. Bêjeya “zeraq”ê (yan jî “zerak”) tê wateya tîrojên rojê, hingûra êvarê, tava zer an jî sor ya ku evaran roj dide ezmanan.

Di Dimilî/Kirmancî /Zazakî de Bikaranîna Bêjeya Rojê

Di Kirmancî de jî, mîna ku di Kurmancî de jî wisa bû, gelek formên vê bêjeyê hene. Yên ku me heya nuha tespît kirine ev in:  Roc / roj / roz / ruec / ruwej / ruz û rûz. Ev formana, hinek jê bi serên xwe tên bikaranîn, hinek jê, di nav formên hin bêjeyên din de cî digrin. Hûn ê li jêr hemû formên vê gotinê bibînin. Roc / roj / roz ame tepişteni-tepiştiş: Roj hat girtin, girtina rojê.

Berbe: Gihayê ku dendikan dide, ji dendikên wê tê îstifade kirin. Gêne. Bêjeya “berberû”yê ji bêjeya “ber”ê û ji bêjeya “berrû”yê hatiye çêkirin. Bêjeya “berû”yê ji bêjeya “ber”ê û ji bêjeya “rû”yê (ji “ro”yê) çêbûye. Tîpeka “r”eyê ji bêjeyê ketiye.

Çîq: Çîk. Parçeyên biçûk yên ku ji êgir difirin. Bi gumaneke mezin hew tîpa “ç”eyê ji “roc”ê maye.

Ewro / eyro / emro: Roja îro. Roja ku hîn derbas nebûye, meriv tê da ye. Roja ku tê da têye jiyin. Roja Bêje ji “ew/ey/em” û “ro”yê (roj / roc / roz / rûz) çêbûye.

Roc bi roc / roj bi roj / roz bi roz: Roj bi roj.

Roc ra roc / roj ra roj / Roz ra roz: Roj bi roj.

Roc: Sê wateyên sereke yên vê bêjeyê henin: 1. Navê stêrka ku stêrgerana me pê ve girêdayî ye ye, ku ji bo me zindiyan kana jiyanê ye. Di navenda Rojbendê de cî digre. Stêrkeka di nav kadizê / Kakêşanê cî digre ye. 2. ji bîstûçar seetan beşa rohnahî. Ne şev. Demek e bîstûçar seet e ku ji şevek û rojekê pêk tê. Ev bêje di Kirmancî / Kirdî / Zazakî de li hin herêman nêr e, li hin herêman mê ye. Ji bo vê yekê bêjeya “roc”ê wexta ku di terkîban da cî digre, zayendiya vê bêjeyê bi herdu cûran jî tê dîtin.

Rocakewt / rojakewt / rocakewte / rojakewte / rozakewte / rocakewten / rojakewten: 1. Aliyê / hêla ku roj lê hiltê. Rojhilat, 2. Tarîtî qediya, roj hilhat. Bêjeya ”rocakewt”ê ji bêjeya ”roc”ê û ji lêkera ”akewt”ê hatiye çêkirin.

Rocakewteni - akewtiş / rojakewteni - akewtiş / rozakewteni - akewtiş: Qedandina tarîtiyê, hilhatina rojê. Bêjeya ”rocakewteni / rocakewtiş”ê ji bêjeya ”roc”ê û ji lêkera ”akewteni / akewtiş”ê hatiye çêkirin.

Rocan ra rocê / Rojan ra rojê/ ruzan ra ruzê: Rojek ji rojan.

Rocane / Rojane: Ayda rojekê. Rojane. Yomiyê / ucreta rojekê. Bêjeya “rocane”yê ji bêjeya “roc”ê û ji qertafa aîdatiyê “-ane”yê hatiye çêkirin.

Rocaniye: Tiştê/a di rojê de hew carekê dibe, tê kirin yan jî hew carekê vedikişe. Bêjeya “rocaniye”yê ji bêjeya “roc”ê û ji qertafa “-aniye”yê hatiye çêkirin.

Rocawa/ rojawa / rozawa: Aliyê ku roj lê dihere ava. Roava, rojava. Di ava da çûyîna rojê. Bêjeya ”rocawa”yê ji bêjeya ”roc”ê û ji bêjeya ”awa”yê hatiye çêkirin.

Rocawaro/ rojawaro / rozawaro: Avabûna rojê.

Rocdihîn: Orta Rojê. Bêjeya ”rocdihin”ê ji bêjeya ”roc”ê û ji bêjeya ”dihîn”ê hatiye çêkirin.

Rocdihîrê/ rojdihîrê / rozdihîrê (taştare): Di orta Rojê de. Nava nîvro, wexta nîvro, orteya rojê. Bêjeya ”rocdihîri”yê ji bêjeya ”roc”ê û ji bêjeya ”dihîrê” hatiye çêkirin.

Roce / roje / roze / rûce: 1. Rojî; meha ku tê da rojî tê girtin. 2. Kesê ku rojî girtiye; Bi rojî bûn. 3. Yên ayda rojekê. Wateya vê bêjeyê bi piranî rojî û bi rojî bûn e. Bêjeya “roce / roje / roze / rûce”yê ji bêjeya “Roc/roj/roz/rûc” û xurdepaşa “-e”yê hatiye çêkirin.

Rocê / rojê / rozê: Rojek, di rojekê de.

Roceger: Wateya vê bêjeyê nehat tespîtkirin.

Rocew / rojew: 1-Rojane, 2-rojev. Bêjeya ”rocew”ê ji bêjeya ”roc”ê û ji qertafa ”-ew”ê hatiye çêkirin.

Roceya / rojeya: Bi rojî ye. (mê). Bêjeya ”roceya”yê ji bêjeya ”roc(e)”ê û ji qertafa mêtiyê ”-(y)a”yê hatiye çêkirin.

Roceyey / rojeyey: Di rojiyê da. Di dema bi rojî bûnê da.

Roceyî / rojeyî / rozeyî: Yên bi rojiyê re têkildar. Yên ayda rojiyê.

Roceyo: Bi rojî ye (nêr). Bêjeya ”roceyo”yê ji bêjeya ”roc(e)”ê û ji qertafa nêrtiyê ”-(y)o”yê hatiye çêkirin.

Rocî / rojî: 1. Pirjimara bêjeya ”roj”ê ye.Ji yekê zêdetir roj, 2. Rojî, rojiyê. Bêjeya ”rojî”yê ji bêjeya ”roj”ê û ji qertafa nîsbetê ”-î”yê hatiye çêkirin.

Rocin: Tiştê ku hew di rojekê de dibe, di rojekê tê kirin yan jî hew di rojekê de vedikişe. Bêjeya “rocin”ê ji bêjeya “roc”ê û ji qertafa “-in”ê hatiye çêkirin.

Rocna / rojna / rozna: Rojeke di.

Roja: Jina bi rojî. Jiber ku kirdar, mê ye, bêje bi forma mêtiyê hatiye nivîsîn. Bêjeya ”roja”yê ji bêjeya roj”ê û ji qertafa mêtiyê ”-a”yê pêkhatiye.

Rojame: Roj hat, roja wê/wî hat. Roj hilhat. Di rastiyê de forma vê bêjeyê  bi awayê ”roj ame”yê ye.

Rojan: Ji yekê zêdetir roj. Pirjimara bêjeya ”roj”ê. Bêjeya ”rojan”ê ji bêjeya ”roj”ê û ji qertafa piraniyê ”-an”ê hatiye çêkirin.

Rojana: Bi rojan.

Rojbiberz: Dema sibê li dû hilhatinê, bilindbûna rojê. Bêjeya ”rojbiberz”ê ji bêjeya ”roj”ê û ji qertafa xwedîtiyê ”bi-”yê û ji bêjeya berz”ê hatiye çêkirin.

Rojda: Navekî jina. A ku rojê daye. Bêje ji navê ”roj”ê û an ji qertafa kesayetiyê ”-da”yê (ji ”-de”yê) an jî ji lêkera ”dayîn”ê çêbûye.

Rojdihîrê / rojdihîri: Di nîvê rojê de. Wexta nîvro di orteya rojê da.

Rojik / rojîke / rocêki / rojêki: Hew yek roj. Ji rojan rojek. Rojek, yek roj. Bêjeya ”rojik”ê ji bêjeya roj”ê û ji qeratafa yekÎtiyê ”-ik”ê hatiye çêkirin.

Rojiye: Bi rojî.

Rojkeye: Mala li zaroyan mêzekirinê, ya bi roj. Mala diyan ya bi roj. Bêjeya ”rojkeye”yê ji bêjeya ”roj”ê û ji bêjeya ”keye”yê hatiye çêkirin.

Rojname / ruzname (xezte): Demnameyeke ku bûyeran û rûdanan radigihînin. Rojname, qezte, cerîde. Bêjeya ”rojname”yê ji bêjeya ”roj”ê û ji bêjeya ”name”yê hatiye çêkirin.

Rojnamewan/rojnamevan: Yê/a ku karê wî/ê rojnamevanî ye. Rojnamevan, rojnameger. Bêjeya ”rojnamewan”ê ji bêjeya ”rojname”yê û ji qertafa kesayetiyê ”-wan”ê hatiye çêkirin.

Rojnew: 1- Rojeke nuh / nû. 2- Navekî mêran. Bêjeya ”rojnew”ê ji, bêjeya ”roj”ê û ji bêjeya ”new”ê (ji ”newe”yê) hatiye çêkirin.

Rojnewi: Navekî jinan e. Bêjeya ”rojnewi”yê ji, bêjeya ”rojnew”ê û ji qertafa ”-i”yê hatiye çêkirin.

Rojo: 1- Navekî mêran, 2-Ew roj e! Bêjeya ”rojo”yê ji, bêjeya ”roj”ê û ji qertafa ”-o”yê hatiye çêkirin.

Rojver: Bihurîna rojê; wendabûna rohnayiyê. 1- Dema ku roj, ji ser giran ra dadikeve. 2. Navekî mêran.

Rojweş: Roj xweş; roj baş. Bêjeya ”rojweş”ê ji bêjeya ”roj”ê û ji bêjeya ”weş”ê hatiye çêkirin.

Roste/d: Şewq, rohnahî (bnr.: Roşta).

Roşan: Cejn. Di wateya roja ronahî da.

Roşanî: Pirjimara bêjeya ”roşan”ê ye. Cejnan. Bêjeya ”roşanî”yê, ji bêjeya ”roşan”ê û ji qertafa piraniyê ”-î”yê hatiye çêkirin.

Roşanna: Di cejneke di de.

Roşinvîr / roşnvîr: Rewşenbîr, ronakbîr, entelektuel. Bêjeya ”roşinvîr”ê ji bêjeya ”roşin”ê û ji bêjeya ”vîr”ê hatiye çêkirin.

Roşn: Şewq, rohnahî, nûr, biriqandin, ferehî. Meriv dikane li vir –mîna ku me li ser bêjeya “rewşen”a Kurmancî pêşniyar kir) teoriyeke wisa jî bîne zimên: Pêkan e ku bêjeya “roşn”ê ji bêjeya “roc/roj”ê veguheriye; heke ev nirxandina li cî be, veguherîna vê bêjeyê bi gumaneke mezin wiha pêkhatiye: “Roş (ji “roc/roj”ê) + (î)n”; yanê bêjeya “roş/roj”ê, qertafa pêmayîn û şibihandinê “-în” standiye, tîpa “î”yê jî bêjeyê ketiye. Vê demê wateya vê bêjeyê dibe “mîna rojê, ji rojê”. Ji xwe di rastiyê de jî şewq û rohnahî û nûr ji rojê nin.

Roşna (roşnayê) çiman: Nûra çavan, şewqa çavan. Ev, terkîbek e, ji bêjeya ”roşna”yê û ji bêjeya ”çiman”ê pêkahatiye.

Roşna: 1-Çîçeka çavan, mercega dîtinê ya çavan, 2-Nûr, şewq, 3-Rohnahî, tiştên ku şewqê didin. Fer.

Roşnayin / roştîn: Bi şewq, bi rohnahî.  Rewşa rohnî bûyînê.

Roşnber/roşnbêr: Kesê/a rewşenbîr, ronakbîr, entellektuel. Bêjeya ”roşnber”ê ji bêjeya ”roşn”ê û ji bêjeya ”ber”ê hatiye çêkirin.

Roşnberey: Yê/a ku nîsbeta roşnberan dibe. Rewşenberî, ronakbîrî, entellektuelî.

Roşnêr: Rohnahîtir. Bi şewqtir.

Roşney / roşnayî / roşt-e: 1. Rohnahî, nûrî, bi şewq, 2. Rojikên / mercegên çavan rohnî dikin.

Roşnî / roştî: 1-Rohnî, rohnayî bûyî, 2-Şewq, 1. Nûr, rohnahî, rohnî bûyî, 2. Rojika / mercega bi rohnahî ya çavan, nûra çavan.

Roşniye: Nîsbeta roşnê bûyîn. Rohnahî. Bêjeya ”roşniye”yê, ji bêjeya ”roşn”ê û ji qertafên nîsbetê”-iye”yê hatiye çêkirin.

Roştbêr: Yê/a ku nêrîn û nirxandinên wê/ê bidad, li cîh, û rohnahî nin. Rewşenbîr, zanyar. Bêjeya ”roştbêr”ê ji bêjeya ”roşt”ê û ji bêjeya ”bêr”ê hatiye çêkirin. (bnr.: Roşinvîr/roşnvîr)

Roştey / Roştenî: Bi şewq, rohnahî.

Roştiye: Nîsbeta rohnayiyê bûyîn, rohnayî. Bêjeya “roştiye”yê ji bêjeya “roşt”ê û ji qertafên nîsbetê “-iye”yê pêkhatiye.

Roz roz: Roj roj, roj bi roj.

Roz ve roz: Roj bi rojê. Roj bi roj.

Rozdar: Alîkarê roja teng. Bêjeya ”rozdar”ê ji bêjeya ”roz”ê û ji qertafa kesayetiyê ”-dar”ê hatiye çêkirin.

Rozsên: Dostê şên yê rojên xweş.

Ruweşn/e: Şewq, rohnahî, nûr, biriqandin, ferehî. (bnr.: Roşn).

Rûzgar: Ba. Bêjeya ”rûzgar”ê ji bêjeya “rûz”ê û ji xurdepaşa “gar”ê pekhatiye.

j: Taya ronahiyê (ya rojê). Tîroj, tîrêj.

je: 1. Roj, 2. tîna rojê, 3. Rohnahiya rojê, 4. Rohnahiya hîvê.

Tîjin: Dera bi roj, ciyê ku rojê dibîne.

Tînc: Tîrên ji şewqa rojê. Şû’a. Forma bêjeya “tînc”ê dişibihe forma bêjeya “tîroj”a Kurmancî.

Veroc / veroj / veroz:  Ciyê ku li ber rojê ye. Tiştekî / kesekî/a an jî dereka berê wê/î bi aliyê rojê de ye. Bêje ji bêjeya “ver”ê û ji bêjeya “roc/roj/roz”ê hatiye çêkirin. Li vir, tîpa “r”yê a bêjeya “ver”ê, ji bêjeyê ketiye.

Verocik: Gihayê ku dendikan dide, ji dendikên wê tê îstifade kirin. Gêne. Bêjeya “verocik”ê ji bêjeya “ver” û ji bêjeya “roc”ê û ji qertafa biçûkirin û xweşikirinê “-ik”ê hatiye çêkirin. Tîpeka “r”eyê ji bêjeyê ketiye.

Encam

Belê jiber ku hûn jî dibînin, meriv li hember hêz, rohnahî, çirûsk, tîn û germahiya vê bêjeyê, mest û sermest dibe.

Li dû vekolînê hat dîtin ku bêjeya “roj”ê, di zimanê Kurdî de di gelek formên bêjeyan de cî digriye. Di Kurmancî û Soranî de formên sereke yên vê gotinê, roj û roz û ro û rew û roş û rewşen û rêj û rus û ruz û rûz in. Di Kirmancî / Zazakî de jî formên sereke yên vê gotinê roc û roj û roz û ruec û roşin û ruweşn û ruz û rûz in. Ev hemû formana carna bi serên xwe xwedî wate nin, carna jî di hundir formên din da watedar in.

Yazar: Ahmet DEMİR

Kaynak: nupelda

Toplam: 20 puan ve 4 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site