22:55 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 18


ÎroÎro : 502

meha rewacdarmeha rewacdar : 4818

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600865

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zarokname

Werdeka Biçûk î Nexweşik

Çarşem - 10/12/2014 18:43
Werdeka Biçûk î Nexweşik

Werdeka Biçûk î Nexweşik

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran... Dibêjin rojekê, li gundekî pir dûr, mak werdekek bi kurk dikeve û çîçikên wê yeko yeko ji hêkan derdikevin. Ew ji hev delaltir û şîrîntir in. Lê mak werdekê bi carekê şaş û metel dimîne û pir xemgîn dibe. Çimkî ji hêka dawîn çîçikeke pir cihêreng derdikeve. Ew çîçik ji çîçikên wê yên din mezintir e û rengê wê jî ne zer, lê gewr e.

 

Werdeka Biçûk î Nexweşik

 

 

Hans Christian Andersen

 

Werger (ji fransizî): Aynur Bozkurt

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir

û guhdaran...

Dibêjin rojekê, li gundekî pir dûr, mak werdekek

bi kurk dikeve û çîçikên wê yeko yeko ji hêkan

derdikevin. Ew ji hev delaltir û şîrîntir in. Lê mak

werdekê bi carekê şaş û metel dimîne û pir xemgîn

dibe. Çimkî ji hêka dawîn çîçikeke pir cihêreng

derdikeve. Ew çîçik ji çîçikên wê yên din mezintir e

û rengê wê jî ne zer, lê gewr e.

Mak werdekê difikire û ji xwe re dibêje ku ew ê

nikaribe vê çîçika nexweşik xweyî bike. Lê gelo ev

çîçik werdeka cihêreng ji ku hatiye wir? Ew naşibe

tu sewalên nav koxikê!... Û dema ku ew li dû mak

werdekê digere, çîçikên mirîşkan û yên elokan tev

jê aciz dibin û wê ji xwe dûr dixin. Çîçikên din ên

mak werdekê jî bi nikulên xwe wê pir diêşînin. Di

nav xwe de jî dibêjin:

--Ev a nexweşik çima tê nav me? Kes wê naxwaze

! Bila ji vê derê here ! Ew bi rastî jî çiqas nexweşik

e.

Piştî demekê, sewalên din çîçik werdeka feqîr ji

koxikê diavêjin û ew jî diçe dikeve nav bexçeyekî

ku çivîkên biçûçik tê de bask li hev didin û virde

wirde difirin. Çîçik werdek ji wan re dibêje:

--Ez li vir li malbata xwe digerim! We malbata

min nedîtiye?

Çivîkên biçûk lê dinêrin û jê re dibêjin:

--Ne mumkun e tu ji malbata me bî. Tu pir mezin

î. Tu dixwazî here malbata xwe li wî aliyê din ê

golê bigere.

Çîçik werdeka belengaz bi ya çivîkan dike û

berê xwe dide aliyê din ê golê. Îca ew li wê derê

rastî werdekeke kûvî tê û jê dipirse:

--Te malbata min nedîtiye?

Werdeka kûvî bersiva wê dide û dibêje:

--Tu pir dereng hatiyî, biçûkê. Kes li vir nemaye,

herkesî koç kiriye.

Hê ev gotin di devê wê de ne ku bi carekê

dengê fişekan tê û ew ji çîçik werdekê re dibêje:

--Biçûkê, zû here xwe veşêre. Nêçîrvan wê werin

vir. Ew dijminên me yên herî xetere ne.

Gava ku çîçik werdek xwe di nav hêşînahiyan

de vedişêre, werdekên kûvî jî bask li hev didin û

ber bi welatên germ ve difirin.

Dû re kûçikek tê ber çem, dora xwe bêhn dike

û bêyî ku tiştekî bi dest bixe vedigere, ji wir diçe.

Îca çîçika me ya feqîr, ji ber tiştên ku dibîne û

dibihîze, hê zêdetir şaş û metel dimîne, û ji wê

derê ku ji bo wê pir xetere ye, bi reverev bazdide

diçe. Lê ew ê bi ku de biçe? Gelo ew dîsa here nav

koxika xwe? Na! Ev ne mumkun e, çimkî tu kes wê li wê derê naxwaze.

 

Çîçik werdek serê xwe dixe ber xwe, hêdî hêdî

 

dimeşe heta ku digihîje ber holikeke biçûk.

 

Îca ew dikeve hundir û dibîne ku mirîşkek bi

 

kurk ketiye, pîrejinek li ber agir rûniştiye xwe germ

 

dike, pisîkek jî li ser nivînan xwe dirêj kiriye. Çîçik

 

werdeka me, ku ji xwe re piçek germahiyê digere,

 

bi awayekî pir xirab tê pêşwazîkirin.

 

Mirîşka spî pir bi hêrs diqudqude, pisîkê boz

 

xwe gij dike û bi dengekî xofdar dinewîne. Herduyan

 

xwe çeng dikin ku wê bigirin, çîçik werdek

 

heta ku jê tê bazdide û ji wir bi dûr dikeve.

 

Dawiyê zivistan tê, lepelepe berf dibare û her

 

der qeşa digire. Mixabin çîçik werdek ji xwe re

 

cihekî bi ewle nikare bibîne û ew mecbûr dimîne

 

ku dîsa here golê û li wir bimîne. Lê ji xeynî wê tu

 

sewal li wê derê nemaye. Masî di bin qeşayê de

 

razane û hemû werdek ber bi welatên germ

 

ve firiyane. Çîçik werdeka me jî li wê derê

 

bi tena serê xwe bi zivistaneke dijwar re

 

rû bi rû dimîne.

 

Lê rojek ji rojan, piştî şeveke sar û

 

seqem, çîçik werdeka belengaz dîsa

 

ji xwe re li cihekî digere. Dawiyê jî ew

 

ji xwe re maleke germ peyde dike.

 

Ew tevî ku bêhemdê xwe gelek

 

tişt dirijîne û dişikîne jî, xwediyên

 

malê wê naqewirînin û dihêlin ku

 

çîçik werdeka me wê zivistanê li

 

cem wan derbas bike.

 

Roj li dû hev derbas dibin û

 

dawiyê bihar tê. Çîçik werdeka me

 

ya ku êdî têra xwe mezin bûye, rojekê

 

bêriya golê dike. Îca ew pir bi xemgînî xatir

 

ji wê malbata dilpak dixwaze û berê xwe dide

 

golê.

 

Gava ku çîçik werdek digihîje golê, dibîne ku sê

 

qûyên delal di nav avê de ne. Ew jê dipirsin:

 

--Tu ji ku derê têyî? Tu li ku derê bûyî ? Tu çima

 

bi me re nehatî?

 

Îca çîçik werdeka

 

me dibîne

 

ku ew bi awayekî

 

pir ecêb dişibe

 

wan qûyan, û tê

 

famkirin ku werdeka

 

biçûk î nexweşik

 

ku herkes jê aciz dibû,

 

ku kêfa tu kesî jê re

 

nedihat, ew ne werdek

 

bûye, lê belê ew

 

qûyeke delal û ciwan

 

bûye.

 

Çîçik werdeka

 

nexweşik dawiya dawî

 

digihîje

 

malbata xwe.

 

Ew êdî bûye qûyeke

 

simspî. Ew ji xwe pir bawer

 

e û pir bi ezamet û kubarî

 

di nav golê de avjeniyê dike. Ew

 

ê êdî ne ji sermayê, ne ji xirabiya

 

mirovan, ne jî ji birçîmayînê bitirse. Û dema

 

rojên sar jî werin, ew ê tevî malbata xwe bifire

 

here ber bi welatên germ.

 

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran

 

bariya...

 

 

 


Yazar: Hans Christian Andersen

Kaynak: nupelda

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a
 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site