15:05 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 5


ÎroÎro : 222

meha rewacdarmeha rewacdar : 11367

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653230

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Zarokname

Di Çîrokeke Gelêrî de Xusûsiyeteke Mirovî

Şemî - 20/10/2018 23:27
Di Çîrokeke Gelêrî de Xusûsiyeteke Mirovî

Di Çîrokeke Gelêrî de Xusûsiyeteke Mirovî

Li gerdûnê hertişt li dor xebateke têkûz tevdigere. Gava meriv tenê li vê cîhana heyretefzûd temaşe dike meriv dibîne ku têr û tije xebat dimeşin. Tiştekî ne li rê tune. Her hebûn, bi pîvaneke şareza û nûwaze dilebite. Kêmasiyek tune. Li her aliyekî candar û ajal roj bîstûçar saet di xebatên xwe de ne. Geh ji bo hêlîna xwe dixebitin çivîk. Geh ji bo çêlikên xwe li newaleyan digerin mirîşk, geh bi avahiyan radipeliqin dargerînek, û bi vî awayî programa xwe ya sirûştî bi rê ve dibe. Geh ji bo hêkên xwe valakin li ciyan digerin masî, geh ji bo nêçîrê qertel ji jor ve zûmên xwe vedikin û li hêviya nêçîra xwe radiwestin û bi vî awayî bi hezaran mînak mirovan di heyretê de dihêle. Dema meriv bixwaze ku di vî warî de bikole, meriv ji xebatên nuwaze matmayî dimîne. Şukûftzede rengo rengo bi vê awayî xemilandîye.

Li gerdûnê hertişt li dor xebateke têkûz tevdigere. Gava meriv tenê li vê cîhana heyretefzûd temaşe dike meriv dibîne ku têr û tije xebat dimeşin. Tiştekî ne li rê tune. Her hebûn, bi pîvaneke şareza û nuwaze dilebite. Kêmasiyek tune. Li her aliyekî candar û ajal roj bîstûçar saet di xebatên xwe de ne. Geh ji bo hêlîna xwe dixebitin çivîk geh ji bo çêlikên xwe li newaleyan digerin mirîşk, geh bi avahiyan radipeliqin dargerînek û bi vî awayî programa xwe ya sirûştî bi rê ve dibin. Geh ji bo hêkên xwe valakin li ciyan digerin masî, geh ji bo nêçîrê qertel ji jor ve zûmên xwe vedikin û li hêviya nêçîra xwe radiwestin û bi vî awayî bi hezaran mînak mirovan di heyretê de dihêle. Dema meriv bixwaze ku di vî warî de bikole, meriv ji xebatên nuwaze matmayî dimîne. Şukûftzede rengo rengo bi vî awayî xemilandîye.  

Îja li vê gerdûnê em dibînîn ku her cure canwêr xebata xwe bi xwe dike. Tevî ku alîkariya hevdu dikin jî, xebata xwe ya resen bi xwe dikin. Karê xwe bi xwe dimeşînin. Naxwazin ku muhtacî hevalên xwe bibin. Di fealiyata ku tê de sergerm in de mest in, sermest in.

Lêbelê dema ku em li cemaeta mirovahiyê dinihêrin, em dibînin ku ew ne weke ajal û nebatan tevdigerin. Hin kes baş li xebatên xwe miqate dibin. Lê keslanî di suuyê hin kesan de perqiliye. Ev beşa duyê ya mirovan, her dem li dor tiraliyê digevizin. Dixwazin ku suxre û karên xwe bêtir bi hevalên xwe bikin. Baş nikarin şuxlan bi rê ve bibin. Serekftin pir nabe para wan. Îja ev çîroka jêr çîrokeke gelêrî ya bexçeyê folklora kurdî ye. Ji ber ku rasteqîneke civakê derxistiye pêşberî me û raxistiye ber çavên me, ji me re sûdawer hat û me xwest ku em bi xwendevanên kovarê re jî parve bikin. Çîrok ev e:

Çikçiko û Cotkar[1]

Dibêjin çikçiko carekê hêlîna xwe di nav zeviyeke genim de çêkiribû.
Her sibeh berî ku ew biçûya ji xwe re li qûtekî bigeriya baş temî li çêlikên xwe dikir û ji wan re digot:

- Va ye ez diherim, dibê hûn li her tiştê ku li dora we diqewime baş guhdarî bikin û dû re dema ez hatim ji min re bibêjin. Çimkî va ye genim li ber seridandinê ye, van rojan pale dê werin biçinin. Berî ku ew dest bi çinînê bikin divê em herin ciyekî din ji xwe re bibînin.

Dawiya dawî, rojeke pir xweş, dema ku diya wan çûbû ji xwe re li êm digeriya, cotkar hat ser erdê xwe, ji bo ku bala xwe bidê, hela ka genimê wî baş seridiye ya na. Piştî ku hinekî li nav erd geriya ji lawê xwe re got:

- Vaye genimê me baş seridiye û hatiye ber çinînê. Divê em herin ji çend cîranan re bibêjin ji bo ku sibe dasên xwe bigrin û werin alîkariya me.

Çêlikan bi heyecan û bi tirseke mezin li gotinên cotkêr guhdarî kirin û dû re jî dema diya wan hat, hemû gotinên wî jê re yek bi yek gotin. Û dû re jî hemûyan bi hev re ji diya xwe re gotin:
- Dayê, divê îşev berî ku roj hilê em ji vir bar bikin. Cotkar sibe ewê miheqeq birrek pale bîne û dest bi paliyê bikin. Heger em îşev neçin, sibe emê pê re negîhînin ku xwe xelas bikin. Diya wan bi hawakî pir sakin û ji xwe bawer got:

- Wexta me hîn pir e. Ku hêviya wî cîran bin ewê hîn pir bipê. Lema jî qet netirsin.
Roja din cotkar dîsa hat nav zeviya xwe. Dinya ji roja berê hîn germtir û genim jî pirtir seridîbû. Ji xwe re got:

- Êdî ez nikanin zêde bipêm û li benda cîranan bimînim. Ya herî baş ew e ku ez ban merivên xwe kim, bira ew werin alîkariya min. Û dû re jî vegeriya ser lawê xwe û jê re got:
- Lawo, bazde here gund, xeberê bide hemû ap, xal û pismamên xwe, ji wan re bibêje, bavê min gotiye bira sibe werin alîkariya me.

Çêlik dîsa ji tirsa qutifîn û dema diya wan hat, dîsa hemû gotinên ku ji devê cotkêr bihîstibûn jê re gotin. Û dû re jî dîsa jê xwestin ku ew zû ji wir herin. Diya wan got:

- Heger hêviya cotkêr îcar jî merivên wî bin, wî havil kir! Ew nikare tu genimî biçine. Lewma jî tu sebeb tuneye ku em bitirsin û ji vir bar bikin. Ji ber ku ji merivên wî jî nuha tu kesê betal tuneye, ew jî ketine paliya xwe. Heta ew karên xwe neqedînin nayên alîkariya wî nakin. Lê sibe dîsa baş lê guhdarî bikin, hela ka ewê îcar xwe bide benda alîkariya kê? Roja din cotkar dîsa ew û lawê xwe hatin ser erd. Genim êdî ewqas seridîbû ku bûbû xaşxaş, lê simil hîn li hewa bûn, neketibûn erdê. Cotkêr ji lawê xwe re got:

- Êdî rojekê jî em nikarin li benda cîran û merivên xwe bimînin. Sibe bi berbangê re divê em bi xwe werin dest bi çinînê bikin ya na em tu genimî ranakin. Dema diya wan hat, weke her tim bû vîçevîça çêlikan û jê re gotin:

- Dayê, divê em zû ji vir birevin!

Diya wan got:

- Hela ka ji min re bibêjin cotkêr îro çi got? Ma biryar da ku sibe ew dê bi xwe were biçine yan na? Çêlikan bi hev re gotin:

- Erê, erê. Deng hat me, ji lawê xwe re got, êdî em nikanin li benda cîran û merivên xwe bimînin. Bi berbanga sibê re ewê bi xwe werin biçinin.

Li ser van gotinên çêlikan diya wan got:

Wê gavê divê em xwe zêde neawiqînin û zû ji vir birevin. Çimkî dema yekî karê xwe li hêviya alîkariya xelkê nehîşt û baweriya xwe bi hêza xwe anî, wê çaxê mesele ciddî ye û divê meriv hesaban jê bike. Rabin em herin! Û dû re jî gotin “pirr” û bi hewa ketin û çûn hêlîna xwe li dereke din çêkirin.

 

El-heq, dema ku mirov li pêwistiyên xwe xwedî derkeve, dê serkeftî be. Tu carî xebat û lebat li valahiyê naçin. Bi gotina Seidê Kurdî jiyan fealiyet e, tevger e. Ciyê ku tevger lê hebe, bereket jî li dû wê tê. Xanî jî wiha dibêje; vî zemanî herkes mîmarê dîwarê xwe ye. Dema weke takekes, an weke civak em, li berpirsiyariyên xwe miqate bin, misoger dê him dilê mirov aram be him jî dê serkeftî be. Bes divê herkes berê xwe bide kar û barên xwe.



[1] Ev çîrok ji vê berhemê hatiye wergirtin. “Zinarê Xamo, Hebû Tunebû, Antolojîya Çîrokên Zarokan-, weş. Rûpel, Stenbol, 2011, r. 281-283.”

Yazar: Emin Agahdar

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: geh ji

Olay akışı

Devamı..

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site