18:09 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 259

meha rewacdarmeha rewacdar : 6593

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638639

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Werger

Sê Ayet; Sê Nukte

Şemî - 14/03/2015 23:26
Sê Ayet; Sê Nukte

Sê Ayet; Sê Nukte

Ya Yekem: وَ اَوْحَى رَبُّكَ اِلَى النَّحْلِ اَنِ اتَّخِذِى مِنَ الْجِبَالِ بُيُوتًا Belê, mozhungiv ji aliyê fitretê ve û ji hêla wezîfeyê ve, wisa mucîzeyeke qudretê ye ku sûreyê Nehlê yê gewre bi navê wê hatiye binavkirin.

Ya Yekem: وَ اَوْحَى رَبُّكَ اِلَى النَّحْلِ اَنِ اتَّخِذِى مِنَ الْجِبَالِ بُيُوتًا  Belê, mozhungiv ji aliyê fitretê ve û ji hêla wezîfeyê ve, wisa mucîzeyeke qudretê ye ku sûreyê Nehlê yê gewre bi navê wê hatiye binavkirin.

Lewra, di serê hûrik ê wê makîneya hingiv a biçûk de, nivîsandina bernameya tekûz a wezîfeya wê ya girîng; û di zikê wê yê piçûk de, têxistin û pijandina ji xurekan, a herî şîrîn; û di şilfoka/singuyoka wê de, bêyî ku zerar bide wê organik/wesleyoka wê û cismê wê bicihkirina wê jehra ku xwedî hêz û bandora xerakirin û kuştina wan azayên jîndar e; ji ber ku bi dêhn û ilmê heta tu bibêjî û bi hîkmet û îradeya gelek zêde û bi pergal û pîvaneke tam pêk tên, helbet tiştên mîna siruşt û tesadûfê yên ku bêhiş, bêpergal, bêpîvan in, nikarin mudaxele bikin û têkil bibin.

Va ye, li tevahiya rûkala zemînê di mozên bêhejmar de, bi eynî hîkmetê, bi heman baldariyê, di eynî pîvanê de, di heman kêliyê de, di eynî teherî de zahirbûn û îhateya vê hunera Îlahî û vê fiîla Rebbanî ya ku bi sê aliyan ve mucîzeyî ye, bi aşkerayî wehdetê dipeyitîne.

Ayeta Duyem: Ayeta وَاِنَّ لَكُمْ فِى اْلاَنْعَامِ لَعِبْرَةً نُسْقِيكُمْ ِممَّا فِى بُطُونِهِ مِنْ بَيْنِ فَرْثٍ وَدَمٍ لَبَنًا خَالِصًا سَائِغًا  لِلشَّارِبِينَ yê fermaneke îbretfeşan e.

Belê, di serî de wek çêlek, heştir, bizin û mih; di guhanên makan û pêsîrên dayikan de ku wek febrîkayên şîr in, di nav xwîn û fişqiyan de bêyî ku bilatimîne, bigemirîne û bi temamî berevajiyê wan, bicihkirina şîrekî xalis, paqij, safî, xweyîker û qûtî, xweş û sipî; û li hemberî çêliyên wan, şefqeteke hêja û cangorî ku ji wî şîrî bêtir xweş, şîrîn, bitehm e têxistina qelbên wan; helbet rehmetek, hîkmetek, ilmek, qudretek, vîn û baldariyeke wisan divê ku bi tu awayî nabe ku karên tesadûfên bibahoz, hêmanên tevdêr û hêzên kor bin.

Vaye, li ser temamê rûyê zeviyê, di qelb û pêsîrên dayikan [guhanên makan] ên bêhed ên celebên bi sed hezarî de, di eynî demê de, di heman teherî de, bi eynî hîkmet û heman baldariyê; tecellî, teserrûf, kirin û îhateya vê hunera Rebbanî û vê fiîla Îlahî ya wiha gelek mucîzeyî û bihîkmet, bi zelalî wehdetê îsbat dike.

Ayeta Sêyem: وَمِنْ ثَمَرَاتِ النَّخِيلِ وَاْلاَعْنَابِ تَتَّخِذُونَ مِنْهُ سَكَرًا وَرِزْقًا حَسَنًا اِنَّ فِى ذلِكَ َلآيَةً لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ Ev ayet, bal û dêhnê dikşîne ser xurme û tirî; û dibêje: “Di van herdu fêkiyan de, ji yên xwedî eqil re, ji bo tewhîdê ayetek, delîlek û hucceteke mezin heye.”

Belê ev herdu fêkî digel ku hem zad û qût hem fêkî û mêwe hem binaçeya gelek xurekên çêjdar in, [hem] ev darên ku di nav xîzika bêav û axa ziwa de dimînin, ew qas mucîzeyeke qudretê û xarîqeyeke hîkmetê ne û wisa fabrîkayeke şekirê ya helawîn û makîneyeke doşavê ya hingivîn in û sen’etên bi pîvaneke ewqas hessas û bi pergaleke ew çend tekûz û ewqas hîkmetdar û baldar in ku, merivê ku bi qasî misqalê eqlê wî heye bêgav e ku bibêje: “Yê ku van halo çê dike helbet ew Zat e ku Wî ev gerdûn xuliqandiye.

Lewra mesela, va li ber çavê me di vê şiva mêwê ya bi qasî pêçiyekê de, bîst gûşî hene û di her gûşiyî de ji tulumbeyokên aqita/dimsê şekirîn bi sed sed hebûb hene. Û li ser rûyê her hebûbê poşandina stareyek ziravoçk, xweşik, spehî û rengîn; û di qelbê wê yê nazik û nermik de, bicihkirina dendikên qaliksirt û kakilgûz ên ku di hukmê hêza bîr û hişê wê, bername û tarîxçeya jiyana wê de ne; û di zikê wê de çêkirina şîraniyeke mîna “helawa cennetê” û hingivekî mîna “ava kewserê”; û li temamê rûyê zemînê, di manêndên wê yên bêhejmar de, bi eynî baldariyê, bi heman hîkmetê, di heman demê de û di eynî terzê de xuliqandina eynî nuwazeya hunerê; helbet bi aşkerayî nîşan dide ku, Yê ku vî karî dike Xaliqê hemû gerdûnê ye û ew fiîla ku qudreteke bêdawî û hîkmeteke bêhed divête, ancax fiîla Wî ye.

                Belê hêz û siruşt û sebebên ku kor, sergêj, bêpergal, bêhiş, bêamanc, vegirtox û tevdêr in, nikarin têkilî vê pîvana gelek hessas, vê hunera pir hunerwer û vê pergala zehf bihîkmet bibin û destên xwe dirêj bikin. Tenê di mefuliyetê de û di qebûlê de û di perdedariyê de, bi emrê Rebbanî tên xizmetkarkirin û xebitandin.

Vaye, mîna van sê nukteyên ku rênîşanî tewhîdê dikin ên sê heqîqetên ku ev sê ayet îşaret dikin; cîlwe û teserrûfên bêhed ên fiîlên Rebbanî yên bêhed jî, bi yekdengî ji wehdeta Zatekî Zulcelal ê tek yek Wahidê Ehad re şahidiyê dikin.

Yazar: Werger: Remezan Binetarî

Kaynak: nupelda

Toplam: 1 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site