23:03 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 20


ÎroÎro : 535

meha rewacdarmeha rewacdar : 4851

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600898

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Werger

Dilopên ji rîsaleyan…

Yekşem - 14/12/2014 18:11
Dilopên ji rîsaleyan…

Dilopên ji rîsaleyan…

Bediuzzeman Se’îdê Norsî, Sözler, Gotina Sezdehê, Meqamê Duyemîn.

Dilopên ji rîsaleyan…

E. Semed

Elhasil: Xortanî wê bibore. Heke di sefahetê de borî be, hem li dinê hem li axretê bi hezaran elem û belayan paş xwe ve dihêle. Hewe bivê fêm bikin ew xortên holî çawa bi piranî ji ber nexweşiyên dilgûmaniyên ji xerabkarî û perpûçiyan çêbûyî wê bikevin xestexaneyan, ji ber harbûniyên xwe wê bikevin zîndan û sefaletxaneyan, ji ber wan elemên me’newî yên ji diltengiyê çêbûne wê bikevin meyxaneyan, hingê ji xestexane û zîndan û goristanan bipirsin. Helbet bi piranî ji lîsanê-halê xestexaneyan hûnê axûnalên wan nexweşiyên ku bi germaya xortaniyê bûne sebebê perepûçî û xerabkariyê bibihîzin, dîsa, bi wî awayî ji zîndanan bi piranî hûnê dengên jovanî û poşmaniyên wan xortên bedbextên sîlleyan dixwin bibihîzin ku bi germaya xortaniyê di daîreya na-meşrû’ de harbûnî kirine. Bi muşaheda ehlê keşful-qubûr û bi tesdîq û şahidiya hemî ehlê heqîqetê  hûnê bizanin; li goristanê û li wê ‘alema berzexê ya deriyê wê ji wan kesên seryêkve diçin re tê vekirin û tê girtin, pirtirînê ‘ezabî ji xerabkariyên xortaniyê çêdibin.

Hem ji wan pîrekal û nexweşên ku pirtirînê new’ê beşer teşkil dikin, bipirsin. Helbet bi piraniya mutleq, bi jovanî û hesretan ê bibêjin: “ Heywax, me xortîniya xwe beytişe borand, belkî bi xesar me ziyan kir. Eman weke me nekin!”  Lewra, ew mirovê ji ber zewqa na-meşrû’ ya neh-deh salên xortaniyê li dinê bi salan xem û keder, li berzexê ‘ezab û zerer, li axretê belaya cehennem û dojehê dikişîne, dilê mirov çiqas bimîne pêve jî, bi sirrê (لَهُ يُنْظَرُ اَلرَّاضِى بِالضَّرَرِ لاَ) nabe musteheqê merhemetê. Çimkû, ew kesê bi viyana xwe, xwe diavêje zererê ne layiqî merhemetê ye.

Cenabê Heq me û hewe ji fitneya cazîbedar a vî zemanî xelas bike û biparêze. Amîn.

 

Bediuzzeman Se’îdê Norsî, Sözler, Gotina Sezdehê, Meqamê Duyemîn.

 

Yazar: E. Semed

Kaynak: nupelda

Toplam: 1 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site