Onlîne :
22
Îro :
452
meha rewacdar
: 12324
Hemî Mêvan : 719038
Ey Xwedayê qenciya wî zêde!
Ji Te re spasdar im.
Ey ma’budê yekta! Li ber Te xwe ditewînim.
Tu mezin î, ji nav evdê Xwe yê Tu dixwazî,
nîmetê bêhed didî.
Ê Tu dixwazî jî, bi ber dixî.
Ey Xwedayê min!
Xwe dispêrim Te.
Di dema hebûn û tunebûnê de li Te lava dikim,
li ber Te digerim.
Rastî gunehên min zêde ne, lê bexsa Te jê mezintir e.
Ji bêhevîbûnê re sedem tune.
Heke Tu jî min ji deriyê xwe biqewirînî, ez ê
xwe bispêrim kê?
Li benda kê bimînim?
Kê ji min re bibe sefe’atkar?
Ey Rebbê min!
Halê min dibînî.
Hêjarbûna min dizanî.
Lavabûna min a vesartî guhdarî dikî.
Min ji Xwe neke kesên bêhêvî.
Li qisura min menêrî.
Hîn bêtir nesekinînî.
Nexe nav bêhêvîbûnê.
Agirê evîna dilê min vêxe.
Min bi hezkirina Xwe têr bike.
Min bi muhbeta Xwe dagire Xwedayê min!
Li ber mezinbûna Te stuxwar kirim.
Ji te re mil danîm.
Çûm secdeyê.
Min di nav bexsa Xwe de bipêçî.
Ji ‘ezabê Xwe biparêzî.
Dûr bihêle ji azaba Xwe.
Xwedawo!
Gava ji dinê rizgar bibim werim pêsberî Te, min
ji kilîma tewhîdê neqetînî.
Agirê Te jî, nûra Te jî xwes e.
Ji rehmeta Te hêvînekirin çi nexwes e!
Di wê roja sawdar ku mal û qurên bikêr nayên
de, dixazim bigihîjim bexsa Te.
Ji min re bexsa Te bes e, qenciya Xwe nîsan
bide.
Ya Reb!
Ku Tu rê nîsanî min bidî, tu gav riya xwe sas
nakim.
Ger Tu rê nîsanî min nedî, ez ê di sasîyê de
bimînim.
Heke bexsandina Te tenê ji basan re be, kê xeraban bibexsîne?
Xwedayê her kesî Tu yî.
Ez ji umetê ne yê herî bas bim jî, ne yê herî xerab jî têm hesibandin.
Xwe davêjim bexsa Te.
Ez mukur têm, gunehê min mezin e, lê bexsa Te
jê mezintir e.
Ku qenciya Te bibîr tînim, dile min dilxwes dibe.
Gava li gunehên xwe dihizirim, ji çavên min
hêstir dibarin.
Tu li gora sayesteya navûdengê Xwe bikî.
Min bibexsînî.
Te ez wisa afirandim ku ji Te pê ve li kesî venegerim.
Hêviya min Tu yî. Lê fikra min jî ew e;
An ku Tu ji deriyê xwe berdî min ez ê biçim ku?
Xwedayê min!
Tu dibînî, xafil di xew de ne, ev ‘evdê Te jî
destên xwe vekiriye li ber Te digere.
Bila du’ayê min hilkisîne cem Te û niyazên min
meqbûl bibin.
Herkes çi hêvî bike encex ji qenciya Te hêvî
dike, her yekî dixwaze têkeve cennetê, Tu li
bihustê xuyanga xwe nîsanî min bide, ev ji min
re bes e.
Ey Xwedayê ji bo riya rast nîsanî mirovan bide
pêxember sandiye!
Tu bi rûmeta Resûlê Hasimî ke, Tu bi xatirê umeta ku Te tesbîh dike û teqdîs dike.
Me ji îmanê, ji Qur’anê, ji Îslamê neqetînî.
Bi misilmantî vejîne.
Ji pêxemberê Te sefe’etê hêvî dikim.
Me jê mehrum neke.
Ji Te ‘ef û mexfîretê dixwazim.
Min vala venegerîne Xwedayê min!
Amîn.
Çavkanî : Fakîh Sahabiler Ve Mezhep Imamlari- Osman Keskioglu – Diyanet Isleri Baskanligi
Yayinlari-Ankara-1972
Yazar: Werger: Ömer CANGÎR
Kaynak: nupelda
Note:
Son Haberler
Eski haberler
Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...