15:44 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 5


ÎroÎro : 282

meha rewacdarmeha rewacdar : 11427

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653290

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Werger

‘Alimên Di Dewra Eyyûbiyan de Jiyane

Yekşem - 28/10/2018 15:50
‘Alimên Di Dewra Eyyûbiyan de Jiyane

‘Alimên Di Dewra Eyyûbiyan de Jiyane

1. ‘Alemudîn Qayser Hikumdarên mensûbî xanedana Eyûbî ji Siltan Selahedîn vir de ‘ilm û alim parastine. Ev parastin tenê ne ji bo ‘ilmên dînî bûye. Hikumdarên Eyyûbî ku ew bixwe jî bi ’ilmê re mijûl dibûn, di her qadê de piştevanî li ‘alimên xwedî fezîlet û merîfet kirine, bi wan re di dîwanên ‘ilmî de ku wan ew li dar dixistin ji bo gotûbêjên ‘ilmî amade bûne. Di dewra Eyyûbiyan de ligel ‘alimên ku di zanînên dînî de bi pêş ketibûn, di zanînên wek felsefe, astronomî, matematîk, hendese, tip û kîmyayê de jî ‘alimên gihîştibûn zêde bû. Yek ji wan ‘alimên navdar ên dewra xwe ‘Alemudîn Qayser e ku ‘alimê matematîk û astronomiyê ye. Di serî de el-Melîku’l-Kamil bal û xweşdariya el-Melîku’l-Eşref Mûsa û el-Melîku’l-Muzafer Mahmûdî kişandiye ser xwe. Jînenîgariya Qayserî him ji aliyê jîyana wî ya ‘ilmî û serkeftinên wî him jî ji aliyê siltan û hikumdarên mensûbî xanedana Eyûbiyan ve ku eleqe didan ser ‘ilmên wek riyaziyat û astronomiyê, xaleke girîng e.

Alemudîn Qayser b. Ebu’l-Qasim b. Abdulğanî b. Musafir el-Hanefî, di sala 574an de li Usfûna ku girêdayî herêma Seîdê ya Misirê ye hatiye dinê.[1]

Qayserê ku bi navê Te’asîf jî tê nasîn li ser fiqha henîfî û qiraetê perwerde dîtiye. Li Misir û Şamê di derbarê riyaziyatê de lêkolîn kirine. Li Misirê ji Ebû Tahir Muhamed el-Enbarî û Ebu’l-Fazl Muhamed el Xeznewî; li Helebê ji eş-Şerîf Ebû Haşim el-Haşimî ders wergirtiye.[2] Piştî ku li Misir û Dimeşqê pisporiya ‘ilmên riyaziyatê girt, ji bo jê sûd bigire çû Mûsilê cem Kemâleddîn b. Yûnus ku ew di kûrbûna van ‘ilman de navdar bû. Li cem Îbn Yûnus bi qasî şeş mehên kurt di derbarê mûsîkî û ‘ilmên din de ji çilî zêdetir pirtûk xwendin.[3]

Qayserê ku di dema xwe de bi pisporiya ‘ilmên matematîk, hendese û astronomiyê ve bi nav û deng bû, baldariya hikumdarên Eyyûbî kişand ser xwe. Qayser yek ji alimên nêzî el-Melîku’l-Eşref Musa (m.635/1237) bû ku ew hikumdarê Eyyûbiyan yê şaxa el-Cezîre û Dimaşqê bû. Wî li Re’sulaynê ji bo el-Melîku’l-Eşref Mûsa li hember çemekî ku diherikî Xabûrê qesreke heştgoşe û bihişmet ava kir.[4]

Piştî maweyekê Qayserî bala -Meliku’l-Kamil jî kişandibû ser xwe. Qayser, kete nav wan alimên ku di warê matematîk û astronomiyê de baweriya siltan bi wan hebû ku siltan bi meraqa li ser zanistên pozîtîf dihat zanîn. Li gorî Îbn Wasil diyar dike, Împaratorê Alman Frederîckê II. dema gotûbêjan bi el-Kamîlî re (625-626/1228-1229) dike, bi mebesta el-Kamilî îmtihan bike; nameyeke di derbarê felsefe, hendese û matematîkê de pirsên herî zor vedihewîne, şandiye. El-Kamil problemên ku mijara matematîkê ne, ji Qayserê ku pisporê vê qadê ye, pirsiye wî jî bersiva hemî pirsan daye.[5] Îbn Nazîf el-Hamewî jî diyar dike ku li ser xwestina zanyarekî astronomiyê ya Împaratorê Alman ji el- Kamilî, wî Qayserê ku pisporê vê qadê ye, şandiye.[6]

Goga/kure esmanî ya ku di sala 622/1225an de bi fermana el-Kamilî çêkiriye, yek ji gogên herî kevn û herî ciwan a ji sedsala XIIIan e ku gihîştiye roja me. Li ser vê gogê 48 fîgurên komstêrkan bi paxir hatiye neqişkirin. 1025 stêrkên ku ji aliyê mezinahiyê ve cur bi cur in li gorî rewnaqiya stêrkan bi şeş rehendên cuda hatiye nîşandan. Ji bilî vê di vê goga esmanî de pîvanek rehendên xalên zîvî dinimîne heye ku nirxa çendî(magnitude) ya pêncstêrkên sereke diyar dike. Nivîsên li ser gogê, ji el-Kamil vir de bi xeta nesîh a ku li ser sîkeyan jî tê dîtin hatiye nivîsîn.[7] Ev gog niha li muzeya Nazionale di Capodimonte ya bajarê Napoliyê ya Îtalyayê ye.[8]

Qayser piştî ku dibihîze el-Meliku’l-Muzaffer Mahmûd ê xwediyê Hamayê (m. 642/1244) alimên xwedî fezîlet û merîfet diparêze, tê nik wî û xweşdariyê ji wî dibîne. El-Muzafferî dît ku Qayser di fiqha Hanefî de têgihiştiye, wî ew anî muderîsiya medreseya en-Nurîyeyê ya li Hamayê ya ku ji bo Hanefiyan hatibû avakirin. Qayser dema li Hamayê dimîne gelek xebatên ‘ilmî dike. Li ser kela Hamayê gelek birc çêkirine ku her yek ji wan nuwazeyeke endazyariyê ye. Li ser Çemê Asiyê aşek çêkiriye. Li ser vî aşî jî qûleyeke/bêjin mezin a raçavkirinê ji bo parastina wê herêmê ava kiriye.[9] Qayser di çêkirina amrazên astronomîk û matematîkî de zehf jêhatî bû. Wî ji bo el-Meliku’l-Muzafferî gogek esmanî çêkiriye ku hemû stêrkên ku li rûyê esman dikare were raçavkirin li ser wê xêz kiriye.[10] Ev goga esmanî ya ku nêzî salekî berî wefata el-Meliku’l-Muzafferî (641/1243) hate çêkirin, di derbarê wê de, Îbn Wasilê di wê demê de li Hamayê bû diyar dike ku di çêkirina vê gogê de wî jî alîkarî daye Qayser. Li gorî ku Îbn Wasil agahî dide, ev goga di hizûra el-Muzaffer de hatiye çêkirin ji ahşabê bûye. El-Muzaffer dema çêkirina gogê de di derbarê stêrkên li ser gogê hatine xêzkirin de pirsên deqîq pirsîne, ev pirs ji layê Qayser û Îbn Wasil ve bi hişyarî hatine bersivîn[11]

Îhtîmalek heye ku Qayser, piştî wefata el-Meliku’l-Muzaffer Mahmûdî çûbe Misirê û ew anîbin serokatiya Dîwanu’n-nazarê ya ku li ser dîwanên din xwediyê erka pişkinandin û kontrolkirinê ye.[12] Lê mixabin ji ber têgihiştina wî ya bi hesab û kitaban, berevajî serkeftinên jiyana wî ya ilmî ji heqê erka rêveberiyê ku ew anîbûn ser, derneket. Piştî maweyek ev wezîfe bicih anî, wî û Husameddîn el-Hezbanî yê naîb û fermandarê artêşa Melik Necmeddînî, li hev nekirin. [13] Li ser gazina Husameddînî, Tûranşahê ku siltanê Eyûbî yê nû hatibû Mansûrayê, di sala 647an de ji serokatiya Dîwanu’n-Nazarê tê girtin û Tacuddîn îbn bîntu’l-A’azz tînin dewsa wî[14]

Tê fahmkirin ku dema Qayser ji wezîfeya Nâziru’d-Dewawînê tê avêtin vedigere Dimeşqê û di meha Recebê ya sala 649/1251an de li Dimeşqê wefat dike.[15]

Karbidestiya Qayserî ya li ser matematîk, geometrî û astronomiyê ji aliyê diroknasên ku di derheqê wî de agahî didin tê pejirandin. Îbn Wasil ji wî dersên matematîk û astronomiyê wergirtiye, li cem wî wek alîkar di çêkirina amrazên astronomîk de xebitiye û gotiye; “di ilmên riyazî de mamosteyê me ye” .[16] Îbn Nazîf dibêje di nav alimên dewra dawî de alimê herî zêde astronomî dizanibû ‘Alemudîn Qayser bû.[17] Ebu’l-Fîda jî di ilmên riyazî de wek endazyarekî serkeftî behsa Qayserî dike.[18]

 

 

Foto-1.Goga esmanî (kureya astronomîk) ya ji layê ‘Alemuddîn Qayser ku bi fermana  ‘Alemuddîn el-Melîku’l-Kamil ve hatiye çêkirin. (Naples, Museo Nazionale di Capodimonte, inv. A.M. 112091)[19]

Bibliyografya

  1. Ebu’l-Fîda, Îmaduddîn Îsmaîl (w. 732/1331), el-Muxtasar fî Axbari’l-Beşer, Daru’l-Ma‘arif, thk. Muhammed Z. Azb, Kahire 1119.

  2. El-Udfuwî, Ebu’l-Fazl Kemaluddîn (w. 748/1347),  et-Tali‘u’s-Sa‘îdu’l-Câmi‘ Esmâ’e Nucebâ’i’s-Sa‘îd, thk. Sa‘d Muhammed Hasan, ed-Daru’l-Misriyyeli’t-Te‘lîfwe’t-Tercume, Kahire 1966.

  3. Îbn Xelîkan, Ebu’l-Abbas Şemsuddîn, (w. 681/1282), Wefeyatu’l-A‘yân, thk. Îhsan Abbas, Daru Sadr, Beyrût 1968.

  4. Îbnu’l-Werdî, Zeynuddîn Umer (w. 749/1349), Tarîx, (Tetimmetu’l-Muxtasar fî Axbari’l-Beşer) Daru’l-Kutubu’l-İlmiyye, Beyrut 1996.

  5. Îbn Wasil, Ebû Abdullah Cemaluddîn (w. 697/1298), Muferricu’l-Kurûb fî Exbari Benî Eyyûb, (cildên IV. Ve V.) thk. Haseneyn Muhammed Rebi‘, Daru’l-Kutub we’l-Wesaîqu’l-Qewmiyye,  Kahire 1975; (cilda VI.) thk. Umer AbdUsselAm Tedmûrî, el-Mektebetu’l-‘Asriyye, Beyrut 2004.

  6. el-Hamewî, Îbn Nazîf (W. 651/1253), et-Tarîxu’l-Mansûrî, nşr. Ebu’l-‘Îd Dûdû, Dimeşq 1981.

  7. Paşa, Ahmed Teymur, A‘lâmu’l-Muhendisîn fi’l-ÎslAm, Muessesetu Hindawî, Kahire 2012.

  8. Savage-Smith-Andrea, Emilie-Belloli, Islamicate Celestial Globes: Their History, Construction, and Use,  Smith Sonian Institution Press, Washington 1985.

  9. ez-Zehebî, Şemsuddîn Muhammed (w. 748/1348), Tarîxu’l-Îslam, thk. Abdusselam Tedmûrî, Daru’l-Kitabu’l-Erebî, Beyrut 1998.

  10. http://brunelleschi.imss.fi.it/galileopalazzostrozzi/object/Alam Al Din Qaysar Celestial Globe. html



[1]Ebu’l-Fidâ, el-Muxtasar, III, 225; Îbnu’l-Werdî, Tarîx, II, 188.

[2]Udfuwî, et-Tali‘u’s-Sa‘îd, thk. Sa‘d Muhammed Hasan, ed-Daru’l-Misriyyeli’t-Te‘lîf we’t-Tercume, Kahire 1966, s. 469-470.

[3]Îbn Xalîkan, Wefeyât, V, 316.

[4]ÎbnWasil, Muferric, V, 145-146.

[5]Îbn Wasil, Muferric, IV, 242.

[6]Îbn Nazîf, et-Tarîx, 177

[7]Emilie Savage-Smith-Andrea Belloli, Islamicate Celestial Globes: Their History, Construction, and Use,  Smith Sonian Institution Press, Washington 1985, s. 26-27, 218.

[8]Bnr. Foto-1.

[9]Îbn Wasil, Muferric, V, 343-344; Ebu’l-Fida, el-Muxtasar, III, 210; Udfuwî, et-Tali‘, s. 470; Ahmed Teymur Paşa, A‘lamu’l-Muhendisîn fi’l-Îslam, Muessesetu Hindawî, Kahire 2012.

[10]ÎbnWasil, Muferric, V, 344.

[11]Îbn Wasil, Muferric, V, 344

[12]Îbn Wasil, di derheqê ‘Alemudîn ji aliyê kîjan siltanî ve tê tayînkirin û di kîjan demê de tê ser vî karî de agahiyeke teqez nade. Lêbelê el-Meliku’l-Muazzam Turanşah, nêzî sê mehên piştî wefata bavê xwe dema ku tê Mansûrayê ‘Alemudîn Qayser li ser vê wezîfeyê bû. (21 Zilkade 647/25 Sibat 1250) (Îbn Wasil, Muferric, VI, 139) Bi vî awayî dibe ku ‘Alemudîn, di dewra Melîk Necmeddîn de an jî di dewra navberî ya piştî wefata wî de hatibe tayinkirin.

[13]Îbn Wasil, di derbarê Husamedînê ku hevalê wî yê nêz bû ji bo çi giliya ‘Alemudînî dike, agahî nade. Lêbelê Zehebî’, diyar dike ku‘Alemuddîn piştî dibe serokê Dîwanu’n-Nazarê sepanên wî nayên ecibandin û di tevgera xwe de zext û zordariyê dike. (Zehebî, Tarîx, XLVII, 429-430) Li gorî vê, giliya ku Husamedîn ji ‘Alemuddînî kiriye ji sepanên wî yên neheq tê.

[14]Îbn Wasil, Muferric, VI, 139.

[15]Ebu’l-Fîda, el-Muxtasar, III, 225.

[16]Îbn Wasil, Muferric, V, 344; VI, 28, 139.

[17]Îbn Nazîf,et-Tarîx, 177.

[18]Ebu’l-Fîda, el-Muxtasar, III, 210.

[19] http://brunelleschi.imss.fi.it/galileo palazzostrozzi/object/Alam Al Din Qaysar Celestial Globe. html

Yazar: Bedreddin Basuğuy- Ji Tirkî: Şerif Güzel

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site