13:22 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 236

meha rewacdarmeha rewacdar : 4552

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600599

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Xwedê Gotiye: Rast

Înî - 16/05/2014 16:16
Gotineke diya min a meşhûr heye: “Tişta xweş xweş e.” Herkes ji wan tiştên xweş hez dike û xweziya xwe bi wan tîne. Lê belê zefê mirovan jî ji wan bêpar in. Ev tişt hemî Xwedayî ne. Her kes ji wan fêde dibîne. Ew kesê ku ji wan bêpar bin her dem jiyana xwe di poşmaniyê de derbas dikin. Em ê di vê nivîsa xwe de behsa ji van tiştan yekê bikin, ev jî rastbûn û rast xeberdan e.

“Gelî bavermendan, ji Xwedê bitirsin, xeberdanê rast xeberbidin ku Xwedê jî di karê we de we ser bixe. ‘Emelê we rast bike û gunehê we ‘efû bike. Her kê îta’a Xwedê û qasidê Xwedê bike ew kes ji tiştên ku jê ditirse wê rizgar be û wê bigihêje daxaziyên xwe.”[1]

Xwedê Gotiye: Rast

Seyfeddin AYKAÇ

Gotineke diya min a meşhûr heye: “Tişta xweş xweş e.” Herkes ji wan tiştên xweş hez dike û xweziya xwe bi wan tîne.  Lê belê zefê mirovan jî ji wan bêpar in. Ev tişt hemî Xwedayî ne. Her kes ji wan fêde dibîne. Ew kesê ku ji wan bêpar bin her dem jiyana xwe di poşmaniyê de derbas dikin. Em ê di vê nivîsa xwe de behsa ji van tiştan yekê bikin, ev jî rastbûn û rast xeberdan e.

Exlaqê ‘alî û xuyên bilind ên ku mirov digihînin heqîqetê û bidom wî exlaqî didin jiyîn cîddiyet û rastbûn e. Heke sidq (rastbûn) rabe cihê wê dê kizb(derewkirin) were mîna ku pela ber bayê dibe lîstok ev merivê ku derewker e jî di destê însanan de wê bibe lîstok.[2] Serê serî Resûlullah ‘eleyhîselam û sahabeyên wî û piştre ehlên Xwedê hemî bi wê gotina hanê jiyana xwe avakirine. Ma ev Hz. ‘Ummer nîne dibêje: “Bibe sedema mirina te jî ji rastbûnê veneqete.”[3]

Bingeha Îslamiyetê rastbûn e. Binyada îmanê sidq e. Hemî tiştên ku mirov dibe ba kemalatê rastî ye. Jiyana exlaqên herî bilind rastbûn e. Mihwera terekkiyatan sidq e. Sazûmana ‘alema Îslamê sidq e. Tişta ku nev’ê beşer digihîne Ka’ba kemal rastî ye. Ew tişta ku Eshabê kîram ji hemî însanan mezintir kiriye sidq e. Ya ku Muhammedê Haşimî ‘eleyhîselatû weselam di nava beşer de derxistiye merteba herî bilind rastbûn e.[4]

Rastxeberdan çiqas tiştekî bi qîmet e, derew jî ewqas zirar û xeter û pîs e. Dema ‘ebd derew dike melekên rehmetê ji ber bêhna derewên wî sê fersah jê dûr dikevin.[5] Mirov çawa be hevalê mirovan jî wisa dibe. Heke însan rast be hevalê wî jî rast e, heke derewker be hevalê wî jî derewker dibe. Heke zidê hev bibin ango yek rastker yê dine derewker be hevaltiya wan an nadome an jî wextekî kurt didome. Çawa ku hevalên baş û qenc mirov jî bi wan re baş û qenc dibe hema wisa dema mirov bi kesên rast û ehlê Xwedê re be û hevaltiyê bi wan kesan re bike hestên mirov yên teqwatiyê çêdibin, geş dibin û pêş dikevin. Mirov jî bi wan rast û baş dibe.

Divê mirov xwe bi derewên biçûk nexapîne,  nebêje ev derewekî biçûk e, tişt nabe û zirara wî nagihêje tu kesî, ew derew mirov hînî derewên mezin û xeterdar dikin. Derewên ku em ji bo zarokên xwe dikin, em wan bê xeter û biçûk dibînin lê belê du sê heb zirarên wan ên bi xeter hene; zirara herî mezin ev e ku mirov hînî derewan dike, ya diduyan jî bawerî û ewlehiya zarokên me bi me namînin û ya sisiyan jî em wan jî hînî derewan dikin. Ji bo rehetiya can jiyaneke dirêj bi xapandin derbas dikin, belkî jiyaneke bêdawî em diherimînin. “ Bêşik di kar de û di xeberdanê de rastbûn mirov dibe ba xêrê û başbûnê. Başî jî dibe bal bihuştê. Însan hema hercar bi rast xeberdanê li cem Xwedê weke siddîq(ew kesên ku herdaîm rast xeberdide) tê qeydkirin. Derewî, mirov ji rê derdixe. Rêderketin jî dibe Cehennemê. Dema mirov derewbûnê ji bo xwe bixe pîş, li cem Xwedê weke kezzab (ew kesên pir derewan dikin) tê qeydkirin.”[6] Hin ‘alim dibêjin ji bo meslehet di hinek cihan û wextan de derew xeberdan caîz e. Ustad Bedî’uzzeman di derheqê vê meselê de wiha dibêje: “Lê bele ji bo meslehet derew, dem wî neshkirye. Ji bo meslehetê û divêtin hinek ‘alim fetva demdemî dane. Di vî zemanî de ew fetwa nayê dayîn, ji bo ku wisa hatiye suîstî’malkirin êdî li hemberî sed ziyanê hema yek menfe’et dibe hebe. Ji ber vê yekê hukim ji bo meslehetê nayê avakirin. Hema meslehet be jî ji bo derewê nabe sedem. Ji bo ku te’rîfeke wî nîne, ji bo suîstî’malê teqîn e. Bi hukmê fetwayê nayê avakirin. Madem wisa an rastbûn an jî hişbûn e. Yanê rê dudu ne. Sisê nîn in; ya rast ya derew ya jî hişbûn nîne.”[7]

Nexweşiya me ya herî mezin derewxeberdan e. Heke wisa nebûya ev fermana hanê wê fêyde bida; “Gelî bawermendan, ji Xwedê bitirsin, rastî bipeyivin.”[8] Heke derewxeberdan nexweşiyeke herî mezin nebûya, mirov dê çima rast nepeyiviya, sedema wê çi ye, madem me bi Xwedê bawer kiriye û Jê ditirsin em çima bi dilê rihet derewan dikin? Divê em ji xwe re bifikirin. Ji bo ku derew çiqas zirar dide îmanê, ewqas jî rast xeberdan ji îmanê ye û îmana mirov qewî dike. “Dema kesek derew dike di dile wî de lekeyek çêdibe. Çiqas niyeta wî ya derewê çêdibe û çiqas derewên xwe zêde dike ew leke mezin dibe. Wisa mezin dibe roj tê qelbê wî hemî reş dike û ripûreş dibe. Bi wî awayî ew kes cem Xwedê ji derewkeran tê nivîsandin.[9] Dema mirov derewan nexe nava jiyana xwe an di jiyana xwe de derxe mirov bi wê kirina xwe serbilind, dilrihet û serfiraz dibe. Ji gotinên pêşiyan e: “Derew ne karê mêran e, karê bêxîretan e.”

 Mirov zen dike ku rastxeberdan gelek dijwar e, lê belê ne wisa ye,  ew kesê ku te’ma rastbûn û rastpeyvînê hilda be ji bo wî kesî derew xeberdan pir dijwar û giran e. Dema mirovekî rastbîn xwe amade dike ku derew xeber de, pêşiyê bi çend caran xwe bi xwe re provan dike û piştre diçe û wê dest pê bike, xeberde, soro moro dibe, peyv di devê wî de dimînin û hezdike derxe lê nikare, dixwaze daqurtîne lê nikare. Nizane ka wê dêna xwe bide kuderê, hema serê xwe berjêr dike, pozê solê xwê dinihêre hêdî hêdî laşê wî disincire û xwêdan di ser re davêje… Lê belê dema hînî derewan bû êdî jiyan ji bo wî ser derewan tê avakirin. Vê carê dike nake êdî nikare xwe ji wê mal wêranê xilas bike. Ji bo ku mirovan îqna bike sondan li ser sondan zêde dike. Ji bo wijdana xwe rehet bike xeberdanên xwe yên derew hemî bi mirovên paqij û bi gotinên nesêle pîne dike. Ji bo ku bi wê nexweşiyê nekeve çi dibe bila bibe divê tu wextî xwe hînî derewan neke û herdaîm rast bipeyive. Rastxeberdan jî mîna sebrê dawiya wê bi fêkî ye û hertim fêkiya wê şirîn e. Ev gotina han a ‘alîcenab ji bo vê nivîsê, ji bo me û ji bo hemî gelê misilman divê bibe pîvaneke jiyanî: “Îman, sidq û rastbûn e. Ji bo vê sirrê, di navbeyna derew û rastbûnê de mesafekî bêhed û bê hesab heye; divê mîna rojhilat û rojavayê ji hev dûr bin.”[10]



[1]Sureta Ehzabê, ayet: 70-71

[2]Îşaretul îcaz  r.128

[3]Muhammed Yusuf Qandehlevî, Heyatus-Sehabe, c.4 r.209.

[4]Îşaretul îcaz  r.91

[5]Tirmizî, Birr 46.

[6]Buxarî,  Edeb r.49; Mûslîm, Birr r.103.

[7]Xutbeya Şamiye,r. 45-46.

[8]Ehzab ayet:70

[9]Ehmed b. Hembel, Kelam 18.

[10]Xutbeya Şamiye,r. 45-46.

 

Yazar: Seyfeddin AYKAÇ

Kaynak: nupelda

Anahtar: ji wan

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site