12:06 EEST Sêşem, 23/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 17


ÎroÎro : 174

meha rewacdarmeha rewacdar : 6878

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638924

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

WANA

Înî - 16/05/2014 16:37
Wana ku, şert û merc çi dibin bila bibin, ti caran maf û malên bêkesan naxwin û her dem parêzvanên wan in. Wana ku, her dem dest û hêzên xwe dikin alîkarên rêwindayan, û bi her lebatên xwe ve, alî yên ku di rê da mane, dikin.

WANA

Mehmet BARAN

Wana ku, şert û merc çi dibin bila bibin, ti caran maf û malên bêkesan naxwin û her dem parêzvanên wan in.

Wana ku, her dem dest û hêzên xwe dikin alîkarên rêwindayan, û bi her lebatên xwe ve, alî yên ku di rê da mane, dikin.

Wana ku, çavên xwe nadin dû kêmanî û xeletiyên mirovan; ne li qisûrên kesî dinihêrin, ne jî qisûrên kesan dikin sedema têkilîbirrînê. Ew bi bexşandina xeletî û qisûrên hevalên ji dil, navdar in.

Spartegeha wan, digel bicîhanîna geregiyên sunetullah ve hew Xwedê ye. Bi Wî dijîn, bi Wî têdikoşin, bi Wî dimeşin wana; hew bi Wî bawer dikin.

Yên ku, li ser rûyê zemîn di meşên xwe de her dem dilnizm in, rêbiwar in, xweşbîn in, nefsbiçûk in û musamahakar in wana nin.

Ewan rast û durist in, dûrî derewan in; rastgo nin wana. Bi zanetî û bi hiş, ti caran rast û heqiyê venaşêrin. Alîgirê rastiyê û heqiyê nin wana.

Digel çalakiyên wan, bala wan li ser helwest û gotinên wan in, li ser şêl û tevgerên wan in. Ne kesî bi kufrê suçdar dikin, ne jî dihêlin li cem wan tiştekî wisa pêkwere. Gotinên xwe tevan hildibijêrin û dibêjin, helwestên xwe tevan dipîvin û dû ra dikin wana. Mina ku ji mar û dûpişkan direvin û xwe diparêzin, ji zennên neqenc û ji paşgotinên xirab direvin û xwe bi hemû hêlan ve disitirînin.

Wana çiqas ku qîmet û bihayê didin dê û bavên xwe, ewqas jî qîmet û bihayê didin xizmet û xizmetkarên di riya Xwedê de.

Wana sozên ku didin û ehdên ku dikin bi cîh tînin; şorxwarin û li wadê vegerîn, bi semtê wan nakeve. Her çi emanetî wan dibin, heya roja dawiyê saxlem dimînin û saxlem radestî xwediyan dibin. Heya roja ku Qasidê Xwedê (s) hîcret kir jî emanetên muşrîkan li cem wî bûn; li Cenabê Elî (r) tembîha radestkirina xwediyên wan kir û dû ra hîcret kir.

Bi riya helal qezenc dikin û di riya helal de diserifînin wana. Bi qasî zerreyekê be jî, di nav malên xwe de tiştekî zikatê nahêlin û belavî heqkiriyê wê dikin.

Li hember bawermendan û mirovan însan, heya ji destê wan tê dilnizm in wana; lê li hember mûşrîk û mirovên zimanqrêj jî ewqas serbilind, bêtawîz û parêzkar in.

Têrbûna hevrê û hevbaweriyên xwe, ji têrbûna xwe nizm nabînin wana. Di hebûnê de jî, di tunebûnê de jî, her dem înfaqê dikin; heyînên xwe bi hevalên xwe re parve dikin mîna ensaran (ra), wana.

Yên ku bi rastî xwe gîhandine xelasî û felahê, hew wana nin. Bi hemû hewl û qewetên xwe ve, wana têdikoşin ku mirovên din jî derxînên wê astê û bigihijînin wê qada serfiraziyê.

Ji ber ku wana, bi awayekî rasteqîn, bi axretê û roja hesêb bawerkirine, çi pir, çi hindik, ti carî ayetên Xwedê bi diravan nafiroşin. Ew ayetana, ji jiyana xwe re dikin qalibê kiryar û helwestan, dikin moxila peyiv û gotinan.

Rêzê li hemû Qasidên Xwedê digrin wana. Di vî warî de hemû pîvanên wan, qistasên ku di Quranê de hatine ferman kirin in.

Rêzên herî mezin li Xwedê tê girtin ji aliyê wan ve. Dema ku navê Xwedê tê gotin, dilên wan dilerize, diperite û digirîze. Lewra bi gotina navê Xwedê ve, bi yek va hemû nav û wesfên Wî, hemû xwanêbûnên nav û wesfên Wî, bi hev re di hiş û dilê wan de xuya dibin.

Çi di gotinên wan de, çi di kirinên wan de tu, ti caran rastî şîrkê û gunehên mezin nayêyî. Mîna ku ji êgir birevin, ji wan xeletî û çewtiyan xwe dûr dixin, xwe jê diparêzin wana.

Di emelên xwe de ewqas ballêbûyî nin ku, tiştên vala û bêfayde qet nikanin têkevin qada jiyana wan; mîna paratonerekê baldariya wan, rê li pêş wan hemûyan digre.

Wana ku Bihişt, bi can û malên xwe dikirin. Hemû endamên xwe di riya Wî de bikartînin û hemû malên xwe di riya Wî de diserifînin. Di vê riyê de guhên xwe ne didin lomandinan, ne jî eyibandinan.

Nîqaşên wan hew bi nefsên wan û şeytanên wan re ne; dema wan tune ye ku bi nezanan ra têkevin gengeşiyan. Lewra navenda nihêrînên wan, armanca jiyînên wan, sedema hilm girtin û berdanên wan hew ji bo qezenckirina rizaya Xwedê û xawênê ye.

Li ser tiştî û di nav her tiştî de fikirîna aferînê, afîredeyan û Aferîner, wesfa wan a sereke ye. Di ser kêr de Wî difikirin, di gerê de Wî dihizirin, di rawestinê de Wî diponijin. Bi saya van ramînan, di ruyê her pêl û pelê de, di her çilk û dilopeke avê de, li ser her hebûnê, li ser her ruhberî navê Wî dibîne, navên Wî dixwîne. Ewqas ku tu li aliyekî lê binihêrî, tuyê bibînî ku di nav navan da winda bûne; li aliyekî din lê binihêrî tuyê bibînî ku bi xwe bûne nav û tîroj tîroj dibiriqine…

 

 

 

 

 

Yazar: Mehmet BARAN

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site