15:16 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 270

meha rewacdarmeha rewacdar : 5221

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662495

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Pîvan

Yekşem - 15/03/2015 00:02
Pîvan

Pîvan

Dadwerî û Birêvebirin Divê her destkar, karen xwe bi dadmendiyê bimeşîne; da ku atmosfera jiyanê bi dilşadî û dilxweşiyê were hûnandin. Heke di rêvebiriyê de dadwerî tune be, mîna bana qelişî, her kêsî nerihet dike. Dewlemendî Di jiyanê de hemû derfet, paye û meqam, demî nin û ji bo ezmûna pîroz in. Dewlemendî jî ji wan yek e û gelek imkanan dihundirîne. Heke çikosî neyê kirin û bi comerdî di riya Xwedê de, di ya dadwerî û mirovahîyê de were bikaranîn, çi nîmetekî kêrdar e. Na, li dij vê, heke dewlemend di riya nefsê de, di riya hewayê de be, di çiva qezenckirinê de wergî çehla wendakirinê dibe.

Dadwerî û Birêvebirin

Divê her destkar, karen xwe bi dadmendiyê bimeşîne; da ku atmosfera jiyanê bi dilşadî û dilxweşiyê were hûnandin. Heke di rêvebiriyê de dadwerî tune be, mîna bana qelişî, her kêsî nerihet dike.

Dewlemendî

Di jiyanê de hemû derfet, paye û meqam, demî nin û ji bo ezmûna pîroz in. Dewlemendî jî ji wan yek e û gelek imkanan dihundirîne. Heke çikosî neyê kirin û bi comerdî di riya Xwedê de, di ya dadwerî û mirovahîyê de were bikaranîn, çi nîmetekî kêrdar e. Na, li dij vê, heke dewlemend di riya nefsê de, di riya hewayê de be, di çiva qezenckirinê de wergî çehla wendakirinê dibe.

Payebilindî

Payebilindî, ji bo alîkirina mirovan û çareserkirina pirsgirêkan derfeteke girîng e; lêbelê heke bi dilnizmiyê neyê xemilandin, çi xêra wê dimîne? Bi vî halê xwe yê dawiyê ve payebilindî, tam dibe belaya serê xwediyan û ya pê ve girêdayiyan…

Deleme

Li welêt ji bo danasîna kesekî berjewendperest, wekî pêşgotinekê tê gotin “Kîjan agira germ be, diçe dor wî.”

Di neheqîyekê de, yên ku ne alîgirên mafdaran in, her dem alîgirên hêzdaran in, di rastiya xwe de tirsonek in û çarpîne ne. Navenda hêzê / qewetê her çiqas diguhere, ew jî ewqas ciyê xwe diguherîne. Di taliye de dibe deleme / vizik dihere…

Yên Bi Xwe Bawer

Yên ku baweriya wan bi wan hene, her dem di xwendinê de ne; lê bi her tiştên nivisandî bawer nakin; mêjiyê xwe bi her mijarê gemarî û eware nakin. Ji bo sûdwergirtineke kêrdar, kitêb û nivîsaran hildibijêrin û dû re dixwînin.

Axaftina Zêde

Axaftina ji pêdiviyê zêdetir, xwediyan geveze, mirovên derdorê jî, eciz dike; belkî jî rumeta wî mirovî kêmtir dike. Kesên ku axaftina zêde biterkînin, digel qezenckirina derfeta filitîna ji van çewtî û xirabiyan, derfeta nirxandin û şîrovekirinên li cî û bijarte bi dest dixin.

Qerf

Li hin deran ji qerfan re tinaz jî tê gotin. Wateya wê, li xeletî û kêmaniya kesan, wesîleyên kenîna bi qerf / tinaz derxistin û li nav gel belavkirine. Ji bo vê yekê mirovên xwezan, zêdetir bi kesên wanî re nakevin têkiliyan û nahêlin li civînên ku tê de ne, bi ti kesî qerf werin kirin.

Kesê ku bi nexweşiya axaftinê ketibe, heke li dewsa bi kêmasiyên mirovên din qerfkirinê, bala xwe bide ser kêmasiyên xwe û xwe sererast bike, kesê herî bi siûd, yê tewrî bextewar her ew e.

Destpêkirin

Bê şek û şubhe dema zêrîn, a nuha ye, ji bo destpêkirinê dema herî lêhatî jî, ev dema ye. Heke tu li hêviya dema berbihevtir bisekinî, tu dikanî tew jî dest pê nekî. Li gor derfetên xwe, li gor îmkanên ku di destên te de hene, mehêle sibe, a nuha dest pê bike.

Bêhezî

Yên ku mirovan neberbihêr dikin, bêhezbûyîn e. Bi gumaneka mezin, yên ku hez nakin, ji hezkirinê mehrûm mezin bûne.

Veqetîn

Pirîna veqetînan ji kêmtêkilî an jî bêtêkiliyan pêk tên. Yên ku mirovan ji hev vediqetînin bi pirranî, bêpêwendîtî ye. Di nava kesan an koman de pêwendî û têkilî çiqas zêde be, zeximbûna di nav van de jî ewqas hêzdar dibe.

Bêgizî û bêpêwendî, dikanin hemû xweşiyan ji holê rakin. Di wê wateyê de tu dikarî bibêjî kujerê herî mezin ev in.

Niyet

Niyet zor girîng e. Ji ber ku hemû kirin û çalakiyên kesan, li dîwana mezin, li gor niyetên xwediyan tên nirxandin. Ji bo vê yeke, li wî alî, ji kirinan zêdetir mirov perpirsên niyetên xwe ne. Bila ti car neyê jibîrkirin ku, şerî’et û dadgeha vê cîhanê li kirinan, Dadgeha Mezin li niyetan dinihêre.

Yazar: Umer Umîd

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: di riya

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site