01:19 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 55

meha rewacdarmeha rewacdar : 6452

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663726

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Perwerdeya Dilînan

Yekşem - 07/12/2014 21:32
Perwerdeya Dilînan

Perwerdeya Dilînan

Belê, kar û xebatên di derbarê dinyayê de, di hukmê şûşeyên şikestî de ne. Lê, kar û xebatên di derbarê axretê de, weke elmasên giranbiha bi qîmet in. Ew hestên ku di fitreta însan de hene, weke meraqa tund, muhebbeta germdar, hêrsa dehşetdar, û xwestina bi ‘înad, ji bo kar û barên axretê hatine dayîn. (Bedî’uzzeman- Mektûbat, 42. Weşanxaneya Zehra.)

Perwerdeya Dilînan

Meryem Eray 

 

Însan bi her halî ve nuwaze hatiye afirandin. Meriv li ku dera însan binêre, qudreteke bêpayan, siruşteke awarte, karekî bêhempa xuya dibe. Derveyî însan weke hundirê wî nuwaze ye. Hundirê wî ji her halî ve xwedî xususiyetên taybet û mikemel in. Çawa Xedayê Te’ala jî gotiye, “însan di suretê teqwîm de hatiye xuluqandin.” Yanî, însan xweşiktirînê xweşikan e. Çav, poz, guh, dest û pî çawa ku nuwazeyên afirandinê ne, wisa jî dil, gurçik, kezeb… jî xarîqul’ade hatine afirandin. Ji aliyê afirandina însan dîtina kêmasiyan ne pêkan e.

Îja tew tiştin hene di însan de ku qet nayên xuyakirin bi çavan, lê ji aliyê afirandinê tu kêmasiyên wan nîn in.  Em ji wan re bi kurtasî dikarin bêjin hest. Belê, hest an hîs/dilîn, di jiyana însanan de yên ku însanan dikin însan in. Û yên ku însanan ji însaniyetê derdixîn in jî dîsa ew in. Yanî însan li gorî bikaranîna dilînan qedr û qimeta xwe heye. Çawa ku bi lixwekirina kincan însan derveyî xwe nîşan dide, wisa jî bi lixwekirina hestan kesayetiya xwe ya ‘eslî/hundirîn derdixe pêş çavan.  An, însan li gorî  - bi awayekî erênî- bikaranîna hestan, xwe paye bilind dike an ciyê xwe yî taybet wenda dike. Heta ku yek nepeyive merivê çawa di derheqê wî de bibe xwedî agahiyeke rast. Lewra em dizanin ku mirov, di binê zimanê xwe de veşartiye. Hest û helwesta însanî jî bi axaftinê derdikeve qada nirxandinê.

 Heta bûyerên ku hestan derdixin holê neyê serê meriv, meriv nikare di derbarê kesayetiya însan de tiştekî serwext bibêje. Lewra tevgera li gorî hestan, mirovan li ber çavan radixîne.

Xwedayê Te’ala, bêhed hest xuluqandine û ew tev li mirovahiyê belavkirine. Mirovahî bi saya van hestan jiyana xwe îdame dike.  Îja ya girîng ne bikaranîna van hestan e. A muhim ev e ku, hest bi çi hawî têne bikaranîn? Lewra di bikaranîna hestan de du rê hene li ber însanan. Yan em ê van hestan bi rêbaza şeytanî bikar bînin, yan jî em ê wan bi awayekî rehmanî bişixulînin. Di vir de perwerdehiya hest û dilînan derdikevin pêş me. Çawa ku em zarokan perwerde dikin, ziman, dîrok, nivîsandin û zanînê li ber wan dixin, wisa jî divê hest/dilîn bên perwerdekirin. Heta ku wijdan bi aliyê dadê ve neyête perwerdekirin mayîneke mayî ye. Heta ku dilînên ku şaxê kesayetê derdixe holê li gorî dadwerî neyête perwerdekirin dê mirov nizanibe bi çi awayî bikaranîna wan rast e? Herwiha nîjadperestî hesteke millî ye. Heta ku hesta derûniya însan li gor ray û raman wî ya srûştî neyête perwerde kirin dê însan di nava tevgerên şaş de metal bimîne. Û wê nizanibe û nikaribe li gorî ‘esliyeta xwe tevbigere.

Îro ger ev hest li gor zagonên sirûştê neyête perwerdekirin, însan dikare bi hêsanî bibe nîjadperest. Lê bi pewerdeke rast û durust dê ev însan bibe neteweperwerekî ne nîjadperest. Lewra di navbera herdu têgehan de bi qasî çiyayan ferq heye. Cudahî di navbera timayî û îqtîsadê heye. Ger ev ferq baş neyête zanîn tevlîhevî muqedder e. Herwiha tirs û tedbîr jî ji vê yekê re mînak e.  

Wekî ku şehvet bi zewacê rast e lê gava nameşrû be him zirar e, him heram e û talûkeyan bi xwe re tîne. Hêrs ji bo hêz û dadweriyê lazim e lê gava şaş hat bikaranîn dibe zilmeke bêpayan. Înyad û temerudî ji bo bidestxina xeslet û xuyên baş bête bikaranîn di cî de ye. Lê gava ji bo tiştên beredayî be xisar e û him di cî de nebikaranîn e. Miheqeq divê hestên ku ji însan re hatine dayîn li gor pêwistiyên wan ên heqîqî bêtin perwerdekirin û bikaranîn. Yan na him ji civakê re him ji însanî re bela ne.  Hesta xwarin û vexwarinê, hesta dijminantiyê, hesta quretî û dilnizmiyê jî dikare bibin mînakên sereke ji bo mijara me û hwd.

Dema hest bi bawer û bi perwer bin, zihnê mirovan ji bo nebaşiye nikare bikele. Sinc, exlaq xwe li însan û mirovahiyê digire. Xawên û tişten baştir tev li dor însaniyetê dicivin û civakan ji nebaşiyê diparêzin û başiyan li hev kom dikin. Berevajiyê vê yekê, xwe kuştina civakê ye. Lewre îro divê nemaze mamosteyên dibistanên seretayî ji serkeftina xwendekaran a akademêk wêdetir li ser sinci, exlaq, rastî, rêrastîya jiyanî, rastfikirandin, dadmendî, wekheviya gelan û takekesan bêtir besekinin. Lewra siberoj ev xwendekarên bêguneh bi perwerdeke şaş an kêm, dikarin bibin sûcdar an bibin dijminê malbat, millet û hevalên xwe. Loma divê hest li gorê daxwaza Xwediyên wan bêtin rehmanî kirin û perwerde kirin. Ev ji bo pêşeroja gelan sereke erkeke zerûrî û pêwist e.  

 

Yazar: Meryem Eray

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site