20:19 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 41


ÎroÎro : 134

meha rewacdarmeha rewacdar : 2270

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615187

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Pêbawer

Yekşem - 15/03/2015 00:14
Pêbawer

Pêbawer

Pêbawer, ji kesên ku bi rastiya gotin û kirinên wan tê bawerkirin re tê gotin. Pêbawer, kesên ku mirov pê ewle ne; însan, bi dilekî rihet dikanin xwe bispêrin wan. Bêje û hevokên ku ji devên wan derdikevin bi bingeh, çalakiyên ku di kirinên wan de xuya dikin armancqenc in. Di vê newalê de divê rasterast sadiqbûn û bi sidqiyetê ve girêdayîbûna pêbawer bête dîtin.

Pêbawer, ji kesên ku bi rastiya gotin û kirinên wan tê bawerkirin re tê gotin. Pêbawer, kesên ku mirov pê ewle ne; însan, bi dilekî rihet dikanin xwe bispêrin wan. Bêje û hevokên ku ji devên wan derdikevin bi bingeh, çalakiyên ku di kirinên wan de xuya dikin armancqenc in.[i] Di vê newalê de divê rasterast sadiqbûn û bi sidqiyetê ve girêdayîbûna pêbawer bête dîtin.

Pêbawer, bi curhet in. Car car xwe tevlî karên ji rêzê der, yên ku ti kes newêre an nikane xwe têra/tevlî bike, dikin. Xebatên ku kesên din jê ditirsin, tercîha pêbaweran in. Yên din bi cîhanê ve girêdayî ne, wana xwe bi axretê ve girêdane; hesab û kitabên yên din bi vî alî ve, yên van bi wî alî ve pêwendîdar in.

Ji aliyê dinyê ve çiqas payebilind dibin bila bibin, zengînî çiqas xwe davêje ber lingên wan bila bavêje, pêbawer, pê naxapin; mal û meqamên dinê nikane weris têxe stuyê wan; berevacî ew werisan dikin stuyê wan û li dû xwe kaş dikin. Bîhn û serxweşiya dewlemendiya dunyewî, nikane wan bixapîne… Ew yaxa xwe naxin destên tiştên aîda dinyayê.

Pêbawer, bi rêkûpêk in; demên wan plankirî ne… Karên îro, îroj dikin, yên sibe jî sibe… Heya bibêje ger îmkan hebe, yê sibe jî îro dikin. Karên duh, ji îro re, yên îro jî, ji sibe ra nahêlin. Lewre dizanin ku duh, ji dest wan filitiye çûye, hew îro di destên wan de ye. Hatina sibeyê jî ne xarantî ye. Ji bo vê yekê, beşa zêrîn ya demê, hew îro ye û pêbawer di armanca heya dawiyê bi hemû beşên wê ve ji hemû derfet û firehiya îro sûd wergirtinê de ne.

Pêbawer, her xweşbîn û her hêvîdar e; çi îro, çi sibe, sedî sed ji hatina rojên pîroz bawer in; bibîne jî dibe, nebîne jî… Kesên bêhêvî çiqas xemsar dibin bila bibin; reşbîniyê, atmosfera wan çiqas dagir kiribe bila kiribe, vegotin û hizirînên yên din çiqas neyînî dibin bila bibin, nikanin pêbaweran muteesîr û sist bikin an jî bixelitînin û di rê de derxin. Her nihêrîn û kirinên wan bi pîvana “Ji rehma Xwedê hêviya xwe mebirrin[ii]ê ve xemilandî ne.

Pêbawer, heke pêdivî heye ji mirovan re hew rewşê şîrove dikin… Rewşa şert û mercan didin ber çavan. Tiştên xuyayî û yên ne xuyayî riya meriyan didin. Ne spartker in, ne jî îteatkarên spartkeran in; bi qasî ku li ser tiştan û di nava bûyeran de, pêwendiyên eşkere û veşartî tespit dikin, -bi zimanekî guncaw- ew qas jî vedibêjin. Maf û tercîha pejirandin û hilbijartinê ji xwedîvînan re dihêlin. Di vî warî de pîvana wan a sereke “A ku li te dikeve, hew vegotineke aşkere ye[iii] ye.

Ti kesî an jî tiştî nade darizandin pêbawer. Zêdetir, belkî hew li gor dîtina xwe rewşê didin tespîtkirin. Erênî û neyîniyan dijmêrin, ewqas. Lewre, dizanin ku ciyê darizandinê dadgeh in û heya hemû delîl neyên berefkirin û biryara dadgehê neyê tespîtkirin, li gor raya kesan an jî koman, tevnayêgerîn.

Pêbawer, di heman demê de rahijmend in jî; li hember ti berbestan nasekinin û venakişin. Kêmbûna kanan û çavkaniyan wana ji hêzê naxînin. Pir pir, heke divêtî hebe, li gor rewş û pêdiviyên nuhu belkî planên xwe venuh û revize dikin, ewqas.

Di jiyana wan de pîvana bingehîn, jî, roj bi roj geşbûn û pêşda çûyîn e; divê herdu rojên wan ne mîna hev, ne biqasî hev bin; divê her rojeka wan ji ya din pêşdatir û berhemdartir be. Bi prensîba “du rojên kê wekî hev in, di ziyanê de ne[iv]  tevdigerin. Ber bi kemilînê ve, ber bi “mirovahiya kamil”tiriyê ve diherin.

Bi kesî re ne, hew bi xwe re dikevin pêşbaziyê. Pêşbirka wan bi wan re ye. Lewre dizanin ku ti mercên karekî, ti taybetmendiyên kesekî ne mîna yên din in. Hêza dîtina çavên pêbaweran, li ser bergehê, rûdanên di nav aso da veşartî ne kom bûne. Hêz û qeweta xwe wisa eyar dikin ku destxistiyên wan yên îro, ji yên duh zêdetir bin.

Di jiyana pêbawer de razîkirina Xwedê, armance herî sereke ye. Pêbawer, ji xeynî vê razîkirinê, li dû ti razîkirinan nareve û xwe nawestîne. Lewre, Ew jê razî be, hemû cîhan jê nerazî be, ne girîng e. Heke Ew bixwaze û hîkmeta Wî bivê, ew nekeve nav tevgera xwestinê jî, Xwedê, dê bi hemû gelan bide pejirandin. Di vî warî de gotinek îzafeyî Îmamê Şehfî (dibe ku gelek balkêş e: “Razîkirina mirovan pir zor e, heya bibêje bê îmkan e. Ji bo vê yekê, tu her dem di nav xebata razîkirina Xwedê de be; bila yekane derd û armanca te ev be.”[v]

Pêbawer, seba xizmetkirinê, her dem pêdiviyê bi ewlayiyên neguherbar hîsnake; dizane ku li pêş dîtina Bînende ye. Di bin parastina Wî, di hewla pêkanîna fermanên Peyxama Pîroz de ye. Ji bo vê yekê, her çalakeke wî bijarte, her gotineka wan neqandî ye.

Pêbawer dizanin ku her çiva jiyanê ne bi kêfxweşî ye; cî bi cî, digel kamraniyê, xem jî henin, ahên jî… Dem bi dem digel serkeftinan, têkçûyîn û binketin jî hene.

Her dem, ne di nav xewn û xiyalên penbe de ne, pêbawer. Di rê da vegerok jî henin, çal û kort jî; heval jî hene, rûheval jî… Di vê meşa dirêj û ya bi çiv de, wê yên ku mina pêbaweran xwe radestî Vîna Mezin bikin jî û yên ku bikevin feqa ahremendan jî hebin…

Ji bo yeke, bi rasthatina van kumtikan an jî kortikan, karên xwe nîvçe nahêlin û nakevin nav qisawetên hêvîkujer. Her astengê, wekî wesîleyên ezmûnê dibînin û dinirxînin. Ne ku pes dikin, jê sûdê werdigrin.

Ji bo kirina karekî pêwîst, pêdiviya erêkirinê ji ti kesî û ji ti saziyê nabînin. Heke lazim be wekî agirkujan xwe tevlî wî karî dikin an jî wekî endazyarekî destên xwe dirêjî pirsgirêkê dikin û diedilînin.

Bi heş û çavên xwe tenê li gerdûnê nanihêrin pêbawer; dizanin ku bi hemû lebatên xwe ve jî, sînordar in. Ji bo vê yekê bi awayekî kollektîf (pev re) tevdigerin û bi tevahiyane ji jor ve û li hemû parçeyên mijarê dinihêrin û wekî bijîjkan kêşeyê dikesinin û derman dikin.

Pêbawer, evîndarên rastiyan in, girîftarên sidqê nin, daxwazkarên dadweriyê nin. Di jiyana wan de, çawa ku bi hemû aliyên xwe ve, kirêtiya kirêtan ne nixumandî, berbiçav e, wisa jî bi her hêlên xwe ve qencîtiya qencan jî zelal û diyarde nin. Dûrîtî û dijîtiya di navbera van herduyan de ewqas dûr û dirêj e ku, biqasî navbera erş û ferşê ye û ti car tevlîhev nabe…

Pêbawer çawa ku dizane, yê ku Museyleme xistibû çehla pespayetiyê derew bû, û yê ku Cenabê Muhammedê Pêbawer ‘eleyhîselam derxistibû payeya bilindê bilindtir, sidq e û rastgoyî bû, wisa jî dizane ku yê ku cardin mirovan û mirovatiyê ji pespayetiyê derxînin û bigihîjînin payeya bilindtirînê, sidq û rastgoyî nin.

Pêbawer, bi kesayetî û çalakiyên xwe ve yekrû nin û yekreng in. Kesayetiya wan, bi hevirê rastiyê hatiye stirîn; kirin û lêkerên wan bi rêberiya duristiyê hatine hûnandin. Bingeha jiyan û baweriya wan rastî ye… Dizane yên ku mirovan digihîne zîrweya kemilînê, lûtkeya xusetqenciyê û kumtikê pêşdeçûnê, rastî ye, dirustî ye û pêbawerî ye…

Ey yên ku di îdîaya filitandin û azadkirinkirina gel de ne! Rastgo bin, hêvîdar bin, xweşbîn bin, rahijmend û wêrek bin. Di hemû kirin û çalakiyên xwe de ji dil û rasteqîne bin. Di darizandinên xwe de dadwer û piyar bin. Di dayîn û bexşandinên xwe de destfireh û comerd bin.



[i] Bêjeyên hedîsê di hevokê de belavbûne. Ji bo hevoka Cenabê Pêxember ‘eleyhîselam bnr. Tîrmîzî, Îman, 12; Nesaî, Îman, 8.

[ii] Sûreya Zumer, ji ayeta 53an; (Sûreya Yûsuf, ayeta 87an, hinekî cihê vedibêje)

[iii] Sûreya Alî îmran, ji ayeta 20an; sûreya Nahl, ji ayeta 82an.

[iv] Hevoka hedîsê nehatiye parastin.

Yazar: Aqîl Mihacir

Kaynak: nupelda

Toplam: 15 puan ve 3 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site