01:54 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 8


ÎroÎro : 87

meha rewacdarmeha rewacdar : 6484

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663758

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

PÎVANÊN VEJÎNÊ

Pêncşem - 15/05/2014 14:46
Ev herdu têgeh bi pirranî di Kuliyata Namilkeyên Rohnayiyê da derbas dibin û li wir tên bikaranîn. Biqasî ku min jê fehmkiriye, maneya îsmî, mîna cama neynikê ye; yanê madeya wê camê îfade dike; maneya herfî jî tiştên ku neynik nîşan dide / riya mirovan dide, ifade dike. Di wateya îsmî de “ezîtî û maddî”, di wateya herfî de wateya “Ewîtî û manewî” heye.

PÎVANÊN VEJÎNÊ

Umer UMÎD

Maneya Îsmî û Maneya Herfî

Ev herdu têgeh bi pirranî di Kuliyata Namilkeyên Rohnayiyê da derbas dibin û li wir tên bikaranîn.

Biqasî ku min jê fehmkiriye, maneya îsmî, mîna cama neynikê ye; yanê madeya wê camê îfade dike; maneya herfî jî tiştên ku neynik nîşan dide / riya mirovan dide, ifade dike.

Di wateya îsmî de “ezîtî û maddî”, di wateya herfî de wateya “Ewîtî û manewî” heye.

 

Xwendekarên Namilkeyên Rohnayiyê

-Yên ku xwe wekî Telebeyên Namilkeyên Rohnayiyê dibînin, divê mîna ku Kuliyat ji wan ra hatibe nivîsîn, li Kuliyatê binihêrin û bixwînin.

-Her hêzdar bin, sebatkar bin. Ji bo hêzdarbûnê sedeqet, ji bo sebatê bawerîyeke zexm nebe nabe.

-Ev jî bi hin tiştan pêk tên: Neşikandina şewkê, nekirina rexneya neyînî, nixumîna kemaniyên wan û ew kêmasî temamkirin û ji wan ra dua kirin.

-Ustêd digot ku: “Pênûsa Xusrew, rûhanî û ferişte kêfxweş dikirin.” Gelo ma meriv nikane bibêje ku namilkexwendina mîna Xusrew, Ehmed, Feyzî, Elî û hwd., îro jî rûhanî û ferişteyan kêfxweş dikin?

-Di kesayeta xweh û birayan da tune bûn, jiyîna xwehîtiyê û biratiyê û ya jidilbûnê ye.

-Kesayeta manewî, mîna dermên e. Divê di vê kesayetê de hevgirtin bê avakirin.

 

di Bikaranîna Bêjeyan de Baldarî

Gelo em di bikaranîna bêjeyan de çiqas baldar in? Ma haya me, bi heqî ji bêjeyên ku ji devên me derdikevin heye an na?

Ez bawer im ku her kes dizane… yên ku nizanin jî bila bizanin; bêjeyên ku ji devan derdikevin, bi xuyabûna li ser pêlên hewayê, pir zêde dibin; dibin sed, hezar an jî mîlyon bêje.

Eşkere ye ku bi vî awayî her bêjeyek, dikane bi mîlyonan sewaban jî bi me bide qezenckirin, bi mîlyonan gunehan jî.

Ji bo vê yekê, bêjeyên xweş û qenc bibêjin! Hevokên xwe bi bêjeyên sewabdar û xawênbar bihûnin.

 

Kîjan Dinivîse?

Gelo qet em bala xwe didinê an na, kîjan ferîşteya pêwirdar, bêje û hevokên ku ji devên me derdikevin, dinivîse? A aliyê rastê dinivîse yan a aliyê çepê?

 

Xuyangehên Biriqî

Her neynik, hemû tiştên ul i ser qada dîtina wê ne, nîşan didin.

Divê meriv, dema ul i tiştan dinihêrê, mîna ku neynik in, fena ku xuyangeh in, li wan binihêre.

Her tişt, bi serê xwe xuyangehek e. Li gor taybetmendiyên xwe, navekî Xwedê nîşan didin.

Çavên mirovan çiqas paqij, nihêrînên wan çiqas durist û mêjiyên wan çiqas zelal bin, xuyangehên li pêşberî wan jî ewqas rohnahî û ewqas biriqî dibin.

Çavên xwe belî cama neynikê mekin! Bala xwe bidin wêneyên ul i ser neynikan dixuyine!

Çawa hûn wexta ul i neynikê dinihêrin, rûyên xwe, serçavên xwe dibinîn, wisa jî li ser rûyên hemû xuyangehan babet babet / cûr cûr navên Wî bibînin.

 

Xwendin

Xwendin baş e û pêwîst e.

Lê ez wisa difikirim ku divê her pirtûk ne, yên ku liyaqî xwendinê ne, divê mirov bixwînin.

Yanê, yên ku rohnahiya çav û mêjiyên me dê geş bikin, yên ku hêza pî û zendên me dê zêde bikin em bixwînin.

Lewra dema me ewqas tune ye û ne bêbiha ye ku çi hat ber destê me em hima bêbijatin bixwînin.

 

Serkeftin

Berpirsiya me bi awayekî xalis û paqijane xizmet kirin e; ne ji bo serkeftî bûyînê ye. Encam û serkeftin ayda Xwedê Teala ye.

 Her çi babet / cûr dibe bila bibe, hemû têkoşîn, hemû xebat û hemû perestin, divê hew bi armanca bicîhanîna geregiyên fermanên Aferîner bin.

 

Nihêrîna Aferîdeyan

Baldar be, sê cûr / babet nihêrînên aferîdeyan hene:

Yek:Li xwe, li mirov û li meslehetên mirov dinihêre.

Du:Ji bo ku mîna nameyekê ji aliyê tevan ve werin xwendin, peyam û fermanên li ser nivîsîne di hişên wan da bide qeydkirin, nav û wesfên Xwedê ku li ser wan mutecella nin, nîşanî wana bidin, li nirxandin û nihêrînên hemû candar û hişmendan dinihêrin hemû aferîde...

Sê:Rasterast li nihêrîna Aferîner dinihêrin; ji bo wan dîdarî hew Xwedê ye. Hunermendê bê menend, li van hunerên xwe yên li ser aferîdeyan yên ji rêzê der dinihêre, nav û wesfên xwe yên li ser wan neqişandine, temaşe dike.

 

Vînên Azad û Vînên Bende

Vînên azad hew ji aliyê vînên azad ve tên mezin kirin; yên bende jî ji aliyê vînên bende ve tên mezin kirin. Xwediyên vînên ewil, bi rastî jî azad in û di asteke serfîraz de ne; yên duwem jî bi rastî jî bende ne û di rewşeke belengaz de ne…

Mêjiyên ku çalaqî û bertekên civakê dinirxînin gelo vê tespît û şîroveyê didin pêş çavên xwe an na? Bivê nevê, divê ev tespît bê zanîn û divê di hemû wezinîn û pîvanan de wekî qistas were girtin.

Dema ku ji vî quncî li geşbûnan were nihêrîn, dê bê dîtin ku car bi car, vîneke azad bi serê xwe, ji hezar vînên bende girîngtir û tijetir in.

Han, li ser kesayetê xuyabûna “ronakbîr”bûnê, li vir pêk tê. Rewşa di riya rastiyekê de li hember hezar nerastiyan sekinîn û di vê riyê de tebatkar û sebatkar bûyîn, di vê kesayetê de tê dîtin!…

Dixwazin ji vê re bibêjin sewab, dixwazin bibêjin xawên, hûn azad in… lêhema bawer bikin ku her cûr mêjî, vî gûnî û vî rengî diecibînin û didin çepikan; her nişteciyê semayê wana dipesinîn û mizgîna wan didin hev…

Yazar: Umer UMÎD

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site