16:04 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 299

meha rewacdarmeha rewacdar : 11444

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653307

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

PÎVANÊN JIYANÊ

Şemî - 20/10/2018 23:16
PÎVANÊN JIYANÊ

PÎVANÊN JIYANÊ

RÎSALE û PARTÎ/HÎZB Doza ku Rîsaleyên Nûr dişopîne ewqas mezin û girîng e ku, li ti partiyan / hîzban hilnayê û munhasirî partiyekê-duduyan nabe. Şopgerên Namilkeyên Roniyê ewqas serbilind û dozbala ne ku hizb / partî, ti car têra wan nakin; dermanên ku di destên wan de ne, ne seba endamên partiyekê bi tenê, ji bo hemû mirovan in. Pêşnûmayên ku di vê kana roniyê de ne, ji bo hemû kesan, ji bo hemû netewan in. Heqê ti kesî tune ku kesên di tarîtiyê de ji vê ronahiyê bêpar bihêlin!

JI XAWÊN Û EZMÛNÊ HAYDARBÛN

Wê ji te bipirsin: Tu dizanî ku tu yê di dawiyê de bi sernekevî, tu çima wiha bi dilûcan têdikoşî?

Baldar be, dilê wî/ê meşkine û nezaniya wî/ê biborîne; haya wî ji ezmûnê tune an jî xawênê nizaniye: Digel zanîna hebûna mirina xwe, bi her du lepan xwe bi stuyê jiyanê ve kiriye cûmik…

Bi sebir, bi tebat be; bi zimanekî nerm û yekî şîrîn, bilindî û paqijiya xawênê, giringîya serkeftbûna di ezmûnê de, jê re şîrove bike…

FERQA EZMÛNÊN JIYANÊ JI YÊN DIBISTANAN

Ezmûnên ku meriv di jiyanê de dijîn, ne mîna yên li dibistanan li dû fêrkirina dersan in; ewna berî ders û şîretan tên jîyîn û li piştî jîyînê ders û şîretên xwe didin.

SEDEMA PEXÎLIYÊ

Heke bi rastî tu ne xirab bî û kesek bi pexîliyeke nefratane li vê kesayeta te dinihêre, bizanibe ku nikane xwe bigihîne asta te ya duristane, loma wisa tevdigere…

FEHMKIRINA HELALÎ û HERAMIYA QEZENCAN

Heke tu di meraqa kana diravên kesekî/ê de yî, li ciyê serfkirina pereyên wî/ê binihêre… Heke li ciyên heram xerc dikiye, ji heramiyê, heke li ciyên helal xerc dikiye ji helalîye qezenc kiriye…

DILNIZM û QURE

Mirovên dilnizm, ti kesan biçûk nabînin û rûyên xwe ji ti kesan banadin; îcar yên qure li dij wan, li ser rûyê erde bi awayekî pozbilind dimeşin û xwe ji ser her kesî re dibînin.

Mirov bi kesayeta xwe dilnizm, çiqas bîhna xweş û qenc belav dike!.. Meriv dixwaze her dem li der dora wan bin û bi wan re di nav têkiliyê de be. Îcar dema ku dest bi xwe pesinandinê an jî xwe mezin nîşandayînê dike, çiqas bîhna pîs û xerab jê tê!.. Meriv qet naxwaze li wan semtana bisekine…

Ey Nefsê! Heke te mirovên din nizm nedîtibûna, te yê ji jor da mêzekirina hinekên din gilî nekira!

JI KESAN KESEK BE!

Di cîhanê de dê her dem mirovên ji te çêtir an jî dê ji te xirabtir hebin.

Ji bo vê yeke heke tu şadiyê dixwazî, xwe bi ti kesan re muqayese meke! Ji kesan kesek be, ji rêzê be… Bi dîtina yên ji te qenctir re nefsa te wê emgîn; bi dîtina yên ji te neqenctir re jî dê qure bibe!..

WEFADAR / NANKOR

Mirovên wefadar, bi marûzmayîna gelek ziyanên ji te jî, çêyiyeke/qenciyeke te, di carekê de jibîrnakin; îcar yên nankor an jî berjewendperest, ziyanekê tene jî ji te bibine, dê hemû qenciyên te jibîr bike.

Dema –neûzûbîllah- mûsîbetek bi sere we de tê, yên nankor dibêjin “Xwedê çi rind kir ku ez bi wan re ziyandîde nebûm!” Û ku qenciyek digihêje we, mîna ku di navbera we de nasîn an jî dostî tew tune be, dibêjin “Xwezî em jî bi wan re bûna da ku me jî ew berjewend bi dest xista![1]

PIRSGIRÊKEKE DI PEVRAGIHANÊ DE

Mixabin gelek ji me, di pevragihandinên xwe de, ji bo fêmkirin an jî seba hînbûnê hevûdi guhdarî nakin; bi kutkirina nefsê an jî bi nepixandina pêlîd, bes ji bo bersivandinê guhdariya hev dikin!

WATEYA SILAVDAYÎNÊ

Wateya silavê, silm û selametî, aşbûn û aştî ye. Yên ku silavê didin, dixwazin bînin zimên ku, “Ez aştîxwaz im, ji te re aştiyê dixwazim û ji te jî aştiyê hêvî dikim!” Yên ku silavê digrin û bersivê cardin bi silavê didin, dixwazin bibijên ku “ez jî aştîxwaz im û ez jî ji te re aştiyê dixwazim!”

JI DÊ û BAVAN GELEK NIZANIN

Ji dê û bavan gelek kes nizanin ku zaro di pêvajoya mezinbûnê de, ji bihîstinan zêdetir ji dîtinan fehm dikin.

Jiber ku gelek dê û bav ji vê rastiyê bê xeber in, li hember ji aliye zaroyan ve pêkneanînên daxwazên wan zû diqeherin û zû hêviyên xwe dişkînin.

PÊKBÎNE!

Ey kes! Hew mebihîze!

Ji bihîstinê zêdetir guhdarî bike!

Digel guhdarîkirinê jê zêdetir, fehm bike!

Digel fehmkirinê jê zêdetir, geregiyên gotinê pêkbîne!

PAQIJÎ

Di van rojên dawî de digel hin wêneyên balkêş danasîneke di televîzyonan de bala min kişand: “Gemarî bûn xweş e!”

Çi qas li cî ye, çi qas ne li cî ye, ew tiştekî din e; lê li ber çavan e ku ew dirûşm, ji bo firoştina pakkeran e.

Ez jî dibêjim ku gemarên li ser tiştan an jî şênberan, bi avê tên pakijkirin; lê yên ku di kesayetan cî digrin an jî di dilan de heyvan digrin, wisa bi hêsanî pak nabin!

XWEŞBÎNÎ NÎŞANDAYÎN

Li hember xweşbînan rêzgirtin, geregiya mirovahiyê ye…

Çaa ku xweşbînekî/ê, xweşbîniya xwe nişan da, divê meriv wiya/wêya wek aqilsivik nefikire û nehesibîne…

Nêta wî/ê, “nîşandayîna mirovatiya xwe û mirov hesibandina muxatabê xwe” ye; nêta wî/ê “ez aqilsivik im û were li pişta min siyar be”, nine!

Ji bo vê yekê li ku derê û di çi şertan de dibe bila bibe, li hember xweşbînan xweşbîn û rêzgirtî be!

Kê bi çi nêtê çi kir bila bike, tu bi nêta xawênê û bi xweşbîniyê tevbigere!

XWEDÎXAWÊN

Xwedîxawên, her dem gazî qenciyê dikin; bi riya qenc kirina çêyiyê, pêkanîna xweşiyê dikin.

Heta ku ji desten xwedîxawênan tê, digel kirinan qencîyan, xwe ji hemû gunehan, ji hemû xusetên xirab diparêzin.

Her fermên xwedîxawênan, ji bo rastbûyinan in û ji bo pêkanîna geregiyên wan nin! Heya ku hêz û karbidestiya wan hebe, rê nadin xerabî û nerindiyan…[2]

NEFSPIÇÛK

Dilnizm in hemû nefspiçûk; dixwaze bila cîhanê ji qeydên bendetiyê rizgar bikin, wekî pêkhatina qederê an jî mîna vatiniyeke sirûştî li vê azadkirinê dinihêrin û xwe jî di vî karî de wekî navgînekê difikirin; belkî xwe wekî navgîneka gunehgiran, a ku pêdiviya wê/î bi qenciyeke wisa giranbuha heye ku pê were borandin, dihesibînin…

YÊN RIZGARBÛYÎ

Rizgarbûyî, ligel filitiyên ji qeydan, ji yên ku bi kirinên xwe yên ecibandî ve xilatên mezin bi dest dixin re jî tê gotin.

Yên dilnizm in, yên xwedîxawên in rizgarbûyî… Yên ji pozbilindiyê dûr, yên ji quretiyê paqij in rizgarbûyî…

Rizgarbûyî yên ku di her axaftin û tevgerînên xwe de rastgo û rastrû nin. Yên ku di domandina jiyanên xwe de dûrî derewan û riyayan in rizgarbûyî.

Rizgarbûyî yên ku hemû kirinên xwe, li gor fermanên pîroz dişekilînin in. Yên ku li hember ezmûnên giran û di pêkanîna qenciyên emrkirî de xwedî tebat in rizgarbûyî…

Rizgarbûyî, yên ku di nava civatê de çikosiyê ne, comerdiyê dikin in. yên ku heke derfet hebe her dem alîkarê ketî û bêçareyan in, rizgarbûyî…

Rizgarbûyî, yên ku bi girtina rojîyê ve rewşa xizanan bi rastî fehm dikin in. Yên ku di helwesta pêkanîna geregiyên ji holê rakirina xizaniyê de ne, rizgarbûyî...

Rizgarbûyî, yên ku di hemû lêker û fiêlên xwe de dawênpak in. Yên ku her dem îfeta xwe diparêzin, rizgarbûyî…

SERKEFT

Yên ku di her helwestê de, di hemû kirinên xwe de durist in, serkeft tên hesibandin.

Serkeft ew in ku, di paş hemû kirinên wan de geregiyên fehmkirina peyamên li ser hebûnan hene…

Çi bi axaftin, çi bi pêkanîn û çi jî bi tevgerînên serkeftan ve girêdayî hene, hemû bi armanca bîranîn û vegotina xuyabûna navên pîroz in; hemû nîşandayîna comerdiya bi piyartî û bi dilovanî ya pîroz in.[3]

Serkeft, ne yê ku di gulaşê de raqîbê xwe dibe ye, ew yê/a ku di dema hêrsbûnê de, yê/a ku dikane xwe zeft bike, dikane tebatê ji dest bernede ye.

BIHEDAN

Belkî ji bo Cenabê Yûsif tê gotin: Xwediyê sebrê bûye mîrê Misrê. Ji bo bidestxistina armancekê bihedan[4] bûn, şert e.

Xwedî hedan û ji van yên ku di hedanê de ji alîgirên neqenciyan zêdetir berxwedêrtir in, nêzî qezenckirina xelatên mezin yên pîroz in.

Bayezîdê Bestamî dibêje ku: “Pisikekê ez îrşad kirim!” Ma pisik, mirovan îrşad dike? Bestamî dibêje ku: “Min dît ku pisikekê mişkek ferq kir; çû li ber qulikê / kunê sekini… Ez bibêjim seetek tu bibêje deh seet, li wir sekinî. Wê zanibû ku mişkî di wê qulkê de ye û wê îlahîm derkeve der. Heya ku nêçîra xwe negirt wê heywanê, çavên xwe qurç nekirin. Di dawiyê de seyda wî derket û ew zeftkir.”

SEBA NAMZEDÊN SIYASETMEDARIYÊ ÇEND DAXWAZ

Çend kesên ku ez nasdikim ên akademîsyen, di partiyên ji hev cuda tevlî siyasetê bûn. Tercîhên wan in, lê rêzê digrim.

 Derheqê siyasetmedarên wisa de bi kurteyî çend daxwazên me hene:

-Maşalê ew kesayet û heqperestiyên wan ên ku tên zanîn ti car xera nekin;

-Bi cîgeh û piştmizdanan nexapin û li gor îstîqameta rastiyên ku dizanin bi bawerî tevbigerin;

-Ti caran rê nedin diziyan û tawîzan nedin;

-Di riya sererastkirina neheqî û xeletiyên ku jê haydar in, divê her dem xwedî xîret û ezmeke zindî bin;

-Ji bo qezenckirina hemû mafên gel û bi pêş de birina welêt gereg e her dem wiredar[5] bin.

-Di demeke herî kin de, seba vekirina dibistanên wekî Daru’t Talîman ku dê bi zimanê Kurdî perwerde bikirana pêşniyazên qanûnê bidin meclîsê û ji bo pêkhatinê têbikoşin;

-Ji bo vekirina hersê beşên zanîngeha Medreset’z Zehraya ku dê bi zimanên Erebî, Kurdî û Turkî perwerde bikirana, tavil dest bi peyanê[6] bikin.



[1] Ayetên 72-73 yên Sûreya Nîsayê. Wate tam nehatiye parastin.

[2] Bi berfirehî wateya ayeta 9. a Sûreya Şemsê û ya 3. a Alî Îmranê ye.

[3] Ayeta 35. a Sûreya Ehzabê. Wate tam nehatiye parastin.

[4] Bihedan: Xwedî sebr.

[5] Wiredar: Xwedî ezm.

[6] Peyan: Teşebbus.

Yazar: Umer UMÎD

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site