17:10 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 216

meha rewacdarmeha rewacdar : 6550

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638596

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

PERWEDEHIYA RESÛLÊ XWEDÊ ‘ELEYHÎSELAM Û TESÎRA WÎ YA LI SER MALBATA WÎ

Çarşem - 13/11/2013 14:19
PERWEDEHIYA RESÛLÊ XWEDÊ ‘ELEYHÎSELAM Û TESÎRA WÎ YA LI SER MALBATA WÎ

PERWEDEHIYA RESÛLÊ XWEDÊ ‘ELEYHÎSELAM Û TESÎRA WÎ YA LI SER MALBATA WÎ

Nimînêrê herî mezin yê navê Cenabê Heq yê “Rebb”, Hz. Muhemmed ‘eleyhiselam e. Lewre ew, însanê fitretê ye. Helbet ên di bin terbiyeya wî de perwerde bûne, piştî pêxemberan, însanên herî bijarte ne. Ne mumkune ku li ser rûyê erdê yên wekî Ebûbekir, ’Umer, ‘Usman û wekî ‘Elî (rediyellahû ‘enhûm) bên perwerdekirin û dîtin. Ne ew bitenê, ne mumkune mirov kesên wekî sehabiyan li ser rûyê dinê bi dest bixe. Lewre ew, yekser di bin perwerdehiya Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam de mezin bûne. Dîsa gelek kesên din hene ku di bin perwerdehiya wî de mezin bûne û li aliyê pêşerojê ve çûne. Ew jî bi aliyekî ve ji aliyê Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam ve hatine perwerdekirin.

Nimînêrê herî mezin yê navê Cenabê

Heq yê “Rebb”, Hz. Muhemmed ‘eleyhiselam e. Lewre ew, însanê fitretê ye. Helbet ên

di bin terbiyeya wî de perwerde bûne, pistî

pêxemberan, însanên herî bijarte ne. Ne mumkune ku li ser rûyê erdê yên wekî Ebûbekir,

’Umer, ‘Usman û wekî ‘Elî (rediyellahû

‘enhûm) bên perwerdekirin û dîtin. Ne ew

bitenê, ne mumkune mirov kesên wekî sehabiyan li ser rûyê dinê bi dest bixe. Lewre ew,

yekser di bin perwerdehiya Resûlê Xwedê

‘eleyhîselam de mezin bûne. Dîsa gelek kesên

din hene ku di bin perwerdehiya wî de mezin

bûne û li aliyê pêserojê ve çûne. Ew jî bi aliyekî

ve ji aliyê Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam ve hatine perwerdekirin.

Ew mirovên ku medarê îftixara

mirovahiyê ne, perwerdekirina yên wekî wan

di nav mercên îro de ne mumkune. Fudayl b.

‘Iyaz, Bisr-î Xefî, Beyezidê Bistamî, Cuneydê

Bexdadî, Îmam Ebû Henîfe, Îmam Safi’î, Îmam

Malik, Îmam Ehmed b. Henbel, Îmam Rebbanî,

Îmam Xezzalî, Mewlana Celaleddîn Rûmî,

Sahê Geylanî, Sazilî, Sahê Neqsîbend, Ehmed

Rifa’î, Bedî’ûzzeman… Belê xeynî wan, hêj

gelek kesên din li ber siya perwerdehiya Resûlê

Ekrem perwerde bûne. Ev hemû, ji Resûlê

Xwedê terbiye hildane û bi prensîbên terbiyeya

wî perwerde bûne.

Hedîs nebe jî gotinek wiha xwesik

heye.’

Alimên ummeta min wekî pêxemberên

Benî Îsraîliyan in.”

1

Di fezîleta gelemper de tu kes nagihijin

pêxemberan.

Lê di hin fezîletên taybet de dibe ku hingî

wan û an jî nêzî wan fezîletê bi dest bixin. Ev,

ew ‘alimên me li jorê navê wan rêzkirî ji me re

wekî bergeha sanaziyê ne. Ew, tu dibê qey ji bo

ku rûyê erdê biseref bikin hatine sandin. Heke

em bixwazin cihê wan bi mexlûqek din tijî bikin,

divê em ji asîmanan melaîketên Xwedê daxînin.

Lewre ew, bi melaîketan ve hatine temsîl kirin.

Ev, keyfiyetek e û bitenê ji bo Resûlê

Xwedê Muhemmed Mustefa (sellellahû ‘eleyhî

wesellem) hatiye texsîs kirin. Ev, keyfiyetek e…

Belê, encax întîsabek wiha fêkiyek wiha encam

dide. Wê heta ebedê jî wiha fêkiyê bide. Pistî vê

hiskahiya di serê me de derbas bûyî, kî dizane

dê di pêserojê de di nav wê civaka qudsiyan de

çiqas berendamên van bijarteyan bên. Belê, bi

aliyê sedeman de hêviya me cem wan e.

Niha ez dixwazim beriya edeba Resûlê

Ekrem, qasekê li ser edebdayîna wî ya di malbata wî de bisekinim.

Bêgûman malbata wî, di destpêka

kaînatê bigre heta îro, di nav malbatan de

malbata herî bixêr, herî bextewar û herî bibereket bû.

2

Di malbata wî de hertim bêhna

bextewariyê dihat. Dibe ku malbata wî ji aliyê

aborî û derfetê dinyewî ve malbata herî xizan bû. Lewre gelek caran meh dihatin û meh

dibuhurîn di malbata wî de qet xwarinek an jî

sorbeyek jî nedipijiya.

Maliyên Resûlê Ekrem, ango dayîkên

me bitenê xwediyê odeyek biçûk bûn ku encax

dikarîn tê de bisitirin. Ev dayîkên me yên

bextewar, ji bo ku di hefteyekê de du sa’etan

bi Resûlê Xwedê re derbas bikin hemî jiyana

dinyayê feda dikirin. Lewre dayîkên me, jiyana

bi Resûlê Xwedê re tercîhê hemî tistan dikirin.

Ew, him bextewar û him jî di nav aramiyê de

bûn.

Resûlê Ekrem, ji kesên ku di bin berpirsiyariya wî de bûn re gelek peljen bû. Rêbaza

wî ya terbiye û edebê ew li pês hemî neferên

malbata wî dabû hezkirin. Di dilê wan de ‘eleqeyek mezin vekiribû. Pistre ev ‘eleqeya di

malbata wî de wekî pelên avê penc bi penc

deng vedabû û heta belavî hemî cîhanê bibû.

Belê, ev jî aliyekî fetaneta wî ya cuda bû.

Bifikirin ku gava Resûlê Xwedê wefat

kiribû ji yek maliyeke xwe re jî yek dirhem ne

tistek ne jî avahiyek histibû. Di hemî jiyana xwe

de di odeyek biçûk de mabûn û di dawiyê de jî

dîsa ji wan re ev odeya biçûk mabû. Gewreyê

herdu cîhanan, di jiyana xwe ya dinyewî de

bitenê ji maliyên xwe re ev odene temîn kiribû.

Lê tu maliyên wî tu caran di jiyana xwe de

dijberê wî halî tu tist negotine. Tu kesî ji devê

wan tu gilî nebihîstine. Di navberekê de tis-

tek nêzîkê wê hatibe hisê yek û duduyan jî

bi hisyarkirina Qur’an’ê ve ji daxwazên xwe

vegeriyane.

3

Lê, tista ku ez dixwazim li ser bisekinim ne ev e. Daxwaza min ev e ku ez ji we re

terbiye û edeba dayîkên me ya ku ji Resûlê Ekrem sitandine bibêjim. Lewre Resûlê Xwedê, ji

dayîkên me re terebiye û edebek bêhempa dabû

qezenc kirin. Bi wan re terbiyeyek wisa di asta

bilind de hebû ku di vê bihevrebûna jiyana wan

ya kin de ew ji Resûlê Xwedê standibûn. Êdî ji

xeynî Resûlê Xwedê tu tist nedifikirîn. Hal ev e

ku Resûlê Xwedê, di aliyê dinyayê de tista dayî

wan ji xwe me li jor ji we re gotibû. Hal ev e ku

di Resûlê Xwedê de cazîbeyek din hebû.

Mala Resûlê Xwedê, ji bo perwerdehiya hal û

rewsên jinan wekî medreseyekê bû. Rewsên

Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam yên taybet bi xêra

vê medreseyê dihatin zanîn û pistre jî dîsa

bi xêra vê medreseyê belavî nav gel dibûn.

Hukmên girêdayî jiyana malbatê ve ji sedî nod

bi xêra dayîkên me yên paqij neqlî bal me ve

hatine kirin. Ji bo vê jî, hebûna jinên xwediyê

mertebeyên cuda pêwist bû.

Belê, pêwist bû ku di malbata Resûlê

Xwedê de jin pir bin. Lewre mêran di mizgef-

ta wî de hertim ew guhdarî dikirin. Kêm zêde

her axivînên Resûlê Xwedê dizanîn û an jî ji

hevalên xwe dibihîstin. Wekî din gava neçûna

suhbetek wî bi xêra hevalên xwe telafî dikirin.

Lê jin, bi gelemperî ji vê suhbetê mehrûm bûn.

Lewre hertim derfetek wan nîn bû ku li Resûlê

Xwedê guhdarî bikin. Herwiha wê çawa Resûlê

Xwedê guhdar bikirana û di derbarê dînê xwe

de agahdar bibûna? Bi taybetî jî di derbarê

taybetmendiyên jinan de wê çawa hukmê dînê

xwe fêr bibûna? Wê çawa agahdarê edeba

Resûlê Xwedê ya di odeya wî ya razanê de

bibûna? Wê kî edeb û exlaqê wî yê taybet ji me

re neqil bikira? Gelo ji bo ku hemî distûrên dînî

yên girêdayî jiyana misilmanan ya taybet, wê

çava bi jinekî tenê bihata neqil kirin.

Bi aliyê beseriyeta wan ve, jinên din

çawa me’rûzê hin rewsên însanî dibin, ew jî

wisa li hember rewsên cuda diman. Ji bo ku di

wan deman de hukum bê tesîs kirin, divê ev hal

di hin însanên din de jî bê zanîn. Ji ber vê qasê ji

bo danîna hukum, jinekê têrê nedikir. Ango hukum bi tenê ser gotin û rewsek yek jinê nedihat

tesîs kirin. Wekî din, ji bo ku wan rewsan neqil

bike hêza jinekê tenê têra neqilkirinê nedikir.

Ji ber vê yêkê jî, pêwistiya jinekê hebû

ku wan rewsên taybet hertim bibîne, pirs bike

û hertim danûstandina wê bi Resûlê Xwedê re

hebe û ji me re jî wiha neqil bike. Ev pêwistî

qet girêdayî beseriyeta Resûlê Xwedê nebû.

Ev zerûret, bes dînî bû û di encama xwe de jî

fêdeyek dînî ji misilmanan re histiye. Resûlê

Xwedê jî hêj di destpêkê de fedakarî kiriye û ev

pêwistî bi cî aniye.

Belê, hal ev e ku di wan zewacan de

hewcedariya Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam ya

cismanî tunebû –lewre di dewerek wekî ‘Erebistana germ de hewcedariya cismanî zû qut

dibe- ne jî hewcedariya dayîkên me bi aliyê

cismaniyetê ve bi Resûlê Xwedê hebû. Hewcedariya dayîkên me bi aliyê dinyayê ve jî nîn bû.

Lewre di malbata Resûlê Xwedê de jiyan, wekî

jiyana malbatek xizan bû. Wekî din, Resûlê

Xwedê bi wan re bi heqqaniyet tevdigeriya û

mu’amele dikir. Serde, Resûlê Xwedê encax

hefteyê carekê dikarî bi wan re bimîne. Lê, hertim, gava maliyên wî qala wî bikirana wiha dest

bi axiftina xwe dikirin: “Resûlê Xwedê di nav

însanan de însanê herî xwesik û bi tevgera bi

maliyên xwe re jî însanê herî zêde bi maliyên

xwe re henek dikirin ew bû.”

4

Jinên Resûlê Ekrem ‘eleyhîselam bi rojan birçî diman û gelek caran jî ji bo xwarinê

tu tist bi dest nedixistin. Gelek caran jî ji bo

lixwekirinê tu tist bi dest nedixistin û bi mehan

bi eynî kincan ve jiyana xwe berdewam dikirin.

Niha ez tika dikim, gelo gilîkirin ne heqqê wan

ê beserî bû? Em di nav tevgerên wan de xeynî

razîbûna ji Resûlê Xwedê pêve tu tistî nabînin.

Heke kesek rabe, dîrok û siyera Nebiyê Kerîm

‘eleyhîselam lêkolîn bike wê bibîne ku di nav

jiyana maliyên Resûlê Xwedê, ango dayîkên

me de bitenê sikur heye.

Tevî hebûna muhbet û weqera di ruhê

pêxemberiyê de Resûlê Ekrem, bi maliyên xwe

re henek dikirin. Bi wan re danûstandin pêk

dianî û bi wan re dibû yek. Di navbera wan de

perdeyek tenik dima. Ew jî ji ber ku di navbera

wî û rebbê wî de rêyek uxrewî hebû, sedem vê..

lewre ew, pêxember bû. Maliyên wî jî, beriya

her tistî kesên ji ummeta wî bûn.

Birastî, rewsa wan a pistî wefata Resûlê

Ekrem ‘eleyhîselam jî, hemî bi xemgînî, hicran

û hesretê ve derbas bûye. Lewre em dibînin ku

gava Hz. Ebû Bekir û Hz. ‘Umer diçin ziyareta maliyên Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam, wan

di nav xemgînî û rondik barandinê de dibînin.

Heta gelek caran, ew jî rûdinistin û bi wan re

rondik dibarandin.

----------------------------------------

1Îmam

Suyutî û Îbnî Hecer der heqê wê gotinê de wiha gotine; ‘eslê

wê gotinê tine, ango ne hedîs e. Ev rîvayeta hane di kitêba ‘Eclûnî bi

navê Kesful Xefa yê de derbas dibe c.2 r. 83.

2Buxarî,

hîbe 1, rîqaq 17; Muslîm, zuhd 26, 28.

3Sûretê

Ehzab, 28/33. Ji bo berfirehî bnr.: Îbn Kesîr, Tefsîru’l-Qur’anî’l’ezîm 3/481; Teberî, Camî’u’l-beyan 21/156.

4Îbn

Se’d, et-Tebeqatu’l-kubra 1/365; Suyûtî, el-Camîu’s-sexîr s.131

 

Yazar: Îbrahîm MÎRZA

Kaynak: nupelda

Anahtar: di bin
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site