16:52 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 11


ÎroÎro : 201

meha rewacdarmeha rewacdar : 6535

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638581

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Mikurhatinek an kitêba min a ji min xeyîdî

Çarşem - 10/12/2014 19:18
Mikurhatinek an kitêba min a ji min xeyîdî

Mikurhatinek an kitêba min a ji min xeyîdî

Ez jî mîna Seydayê Bateyî ji kitêba xwe re wiha dibêjim: Baziya hecrê ji nû dil rave rûyê mexlebê Kun dikit furqet dilan hem reng e şîş û metqebê Zalimê çerxê behêtim ger reşadê lewlebê Ya rebbî dîsan muyesser ke ji bo min metlebê Bê hîcabane bibînim caredî dêm-kewkebê

 

Mikurhatinek an kitêba min a ji min xeyîdî

M. Zahir Ertekin

 

sorgula xunçe-dehan nazik nîhala kê yî tu?

mehweşa dilpîrehen şox û şepala kê yî tu?

gulruxa sîmen-zeqen fikr û xeyala kê yî tu?

ahûya deşta xeten mişkîn-xezala kê yî tu?

nazika sîma-semen qenc û delala kê yî tu?

Macin

 

Kitêba min ji biharên asûde, bexçeyên sorgulan diyariyê min dikirin. Di hêmbêza wê de keskesoran kon vedida. Pel û bergên wê mîna sifreyeke zêrîn vedibûn û min yek bi yek diqulipandin. Bêhna emberên ku li rihê min direşand hê jî di gewriya giyana xwe de hîs dikim. Ava ku bi tasê dadigirt û bi ser kezeba min berdida bê şik ava kewserê bû. Ne şîr bû ne şekir bû ne hingiv bû, lê hersê jî bûn. Loma bihna Mihemmed ‘eleyhîselam jê difûriya û ‘esliyeteke derûnî, ‘esaleteke gerdûnî, esasiyeke ‘esrî bi xwe re tanî. Hilma ku min jê digirt, min li Uhudê, Bedrê, Hittînê, Kerbelayê û Ke’beya pîroz digerand. Bêhna ku ne a wê bûya, derhal me’dê hiş û mêjî te’l dikirin, reng û rûyê ruh ji holê dertanîn û dil dixiste nava ‘hindik û pihînan. ‘Eçiqandin li dewsa xwe dihişt.

Carna kitêba min bi destê min digirt, ez li kaînatê digerandim. Belê di hudirê xaniyê xwe, li odeya xwe ya biçûk bûm, lêbelê bi alîkariya wê ez li tevahiyê gerdûnê digeriyam. Îja ne tenê vê gerdûna ku bala mirovên vê dinyayê dikişîne. Herwiha gerdûna axretê jî ciyê ger û geşta min bû. Geh dibû şev û li esmanan li stêrkan bi teriya şevê siwar dihatim. ‘Erş û kursî, lewh û qelem li nig min dibûn mêvan.

Li kakêşanên gerdûnê digeriyam. Mezinahî û xebata wan a nuwaze qudreta Xwediyê wan ê ezelî nîşan dida. Li ber gerdûna mezin habûna min car caran dibû mêşek û car caran jî ji serê derziyê biçûktir dimam. Vê hikmeteke mezin li ber min vedikir. Min bi min dida zanîn da ku heddê xwe bizanibim. Da ku bizanibim bê çi me. Da ku bizanibim biçûkatiya xwe, li hember mezinatiya Wî.

 Dibûm mêvanê Merîhê. Jûpîterê jî ji dûr ve min de’wetî mala xwe dikir. Stêrknasiyê pel bi pel li ber min deriyê xwe yî razesir vedikir. Gera gerdûnê bi saya kitêba min ji min re dibû weke bexçê avahiya min. Bi hikmet… bi me’rîfet… bi bereket…bi tefekur… Geh dibû roj û li ser rojê şopên nûranî ji min re dibûn heval. Geh min xwe bera binê behrên deryayî dida û bi cûr bi cûr ajalên binê behrê re avjenî dikir û min xwe hînî kar û xebatên wan, xizmet û tevgerên wan, sedemên afirandina wan dibûm. Bi vî awayî qudret û heşmeta Xwediyê wan derdiket ber çavên min… Çavên min li dinyayê û li dinyayan digeriya… belê êdî dinya ji min re ewqas mezin nedihat û min wisa dizanî ku mala min li ber dinyayê çi be, dinya jî li ber gerdûna ku her roj bê pasaport lê digeriyam ew bû. Bê hîsab lezzeteke me’newî hebû di naveroka kitêba min de…

Geh dibûm seyahekî dîrokî û li Mûteyê dibûm mêvanê Xalidê Kurê Welîd. Geh di qesra Siltan Selaheddîn digeriyam. Geh li Qudsê di temaşayê de bûm û geh bi weliyên Xwedê yên têgihîştî re… Rebbanîyan, Xezaliyan, Geylaniyan û w.d.

Roj qulupîn, heyv derbas bûn, sal zivirîn geremola dinyayê, mijûliyên yekalî destên xwe bi hev re xistin qirika min. Weke dîlekî tirsonek min jî bêyî ku berxwedaneke birûmet li dar xim, min xwestekên wê pejirand û şet û çiya ketin navbera min û kitêba min. Min gelek caran ew tenê ji dûrî ve temaşa dikir. Min ‘ewil texmîn dikir ku ez ê tenê karibim li hember dinyayê derkevim û biserkevim. Lêbelê her ku çû tûrik vala dibû. Min ji sermiyan dixwar û tiştek lê zêde nedikir. Her ku dem diborî, pî û milên min sist dibûn. Te digo qey dûxan ji wan derdikeve. Tedawiyên zahîrî jî tu feyde nedikirin. Çiqas ku navber kete nabeyna min û kitêba min, mûsîbet û bela jî bariyan. Min yek çareser dikir sê hebên din derdiketin. Wisa bû ku tevî rih, cesed jî roj bi roj kêm dibû, zeîf diket û taqeta wan dadiket binî.

Min her texîr dikir û min her davête paş jiyanê. Lê min ji xwe re digot di nêz de ez ê dîsa dest pê bikim. Ev paşdeavêtin bi salan dom kir. Her ku min ew avête paş jiyana xwe, ez her û her li paş jiyanê mam. Ez kêm ketim. Bê taqet û bê derman…

Belê li gelek ciyan û gelek caran mîna tûtiyekî min parastvaniya kitêba xwe dikir. Lê gelekî jê dûr bûm. Lewra min nedixwend. Nexweşiyeke nexwendiyê bi min girtibû û paytexta dilê min ez terikandibûm. Tenê mabûm. Li gelek ciyan mudafakarê kitêba xwe bûm, lê ev manîfestoyên min ên parastina kitêba min, kes qani’ nedikirin. Lewre min bixwe ew nedijiya. Ji jiyîneke wisa bêpar û dûr bûm. Loma jî hereketên min ên rojane ne li gorî kitêba min bû. Ji ber gotin û kirin ango teorîk û pratîkên min li hev nedikirin, bandora parêzgeriya min a kitêba min jî tunebû an gelekî kêm bû.

Ya rastî ji aliyê dunyewî ve kêmasî çareser dibûn lê di mijarên uxrewî de kêmasî li binê guhê hev diketin. Şîreta “Xwendin, xwendin, xwendin; desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin” ji zû ve ji bîra min çûbû. Xwendina ku min xwe pê dixwapand jî weke xwarina xerabe bû. Piştî xwendina wê mêjî tevhlîhev dikir. Sal û zeman derbas bûn. Min cî û war guherandin. Gelek mirov di heyata min de cî girtin, hatin û çûn. Gelek çûn û hew hatin. Çend heb jî man. Gîham êwreke wisa ku navbera zahir û batin mîna navbera şerq û xerbê fireh bû.

Paşê…

Rojekê…

            Bêhna hewlê ji min hat. Yanê bêhna xîretê. Xîreteke wisa ku rabim û ji nû ve berê xwe bidim kitêba xwe. Ji xwe bi dûr xim xewnên reş û tarî. Ji ser xwe bavêjim xewa bêhêvitiyê, xewa xemla dinyayê, xewa bêînsafiyê, xewa xefleta giyankuştinê û…

            Min xwest ku careke din bikelim û bikevim nava rûpelên zêrîn û ji nû ve abad bikim qesra xwe ya ku Yezdan di şevan nazil dibiyê…

            Min xwest derdê dilê xwe û êşa cudahî û fîraqiyê ji kezeba şewitî ji kitêba xwe re binehwirînim.

            Min xwest dîsa hest û ramanên xwe li ber ava wê ya bimbarek bişom.

            Dilê behitî xwest ku cardin xwe bi kitiba xwe şa ke. Fîstan û kirasên gemarî û qermîçankî li ser xwe rake. Ji nû ve ava heyatê bi ser dilê xwe de ke. Hawara xwe bigihîne kitêba xwe û dermanê kitêba xwe ji xwe re şîfa ke. Tradîsyona ku jê gelekî dûr ketiye weke kevneşopiyeke wenda û pir ‘ezîz, dîsa ava ke.

Bê yê wê, zinarên ku têde wer bûye, dem û dewranên ku bê wê meşiyaye bi wê re par ke. Xwest… xwest… xwest… gelek tişt xwest. Min wiha deng bi kitêba xwe kir:

Kewareke kulvedayî,

Umrekî derengmayî,

Xewarekî di xew de mayî me,  ez hatime ez benî.

Kitêba min î dilpak,

Kitêba min î rewnak,

Kitêba min î bê mînak, ez hatime ez benî.

Û dîsa;

Kitêba min; gava dixwernedîtina min de, dixwerdîtina min tu yî. Çehl, kend, deşt, çiya bi saya serê te li ber min bûne perava selametê. Gelek deryayên tofanger bi te hatine temirandin. Weswese û yûweswîsên xedar dema ku şik davêtine hundirê min tu ji min re dibû alîkar. Tirsa min a ji mirinê bi te dîsa dibû şahiyek. Tirs ji holê radibû. Qeda bi dinyaya pîs diket. Bir rehm û hêvîbexşiya te gelek mijarên tengezar li ber min dibûn mîna xwarina taştêyekê. Dema ji xofê tirs di canê min de dibû xwîn û xwîn di canê min de dicemidî, te deriyê sobeya xwe ji min re vedikir. Dema ku rih ji canê min dikişiya tu dibû xwînbexşiya min. Temenê min î zar bi te zelal ma heta qonaxeke girîng. Belê, hewseleya xwe tev didim, gelek şênahiyên bi bêhnrehm hemû bi te, xwe li dor min girtibûn.

Belê bi van loriyan min li deriyê wê xist, stûxwar. Rûpelên wê yek bi yek vekir. Min wê ji nava toza salan derxist û xwest bi wê tozê toza canê xwe bişom. Bi lêvegerîneke zexm bi bal wê ve rû da.

Lêbelê;

Kitêba min ji min xeyîdî bû. Min çer dikir jî wê razên xwe li ber min venedikir. Xuya bû ku gelekî hêrs bibû. Çiqas li ber dilê wê geriyam jî, ne him û ne gim jê nehat. Deh, bist, sî, pêncî, heştê rûpel xwend. Hê deriyê sirrê xwe ji min re venekiriye. Îhmalkariya salan li serçavê min dixe. Ji ciddiyeta xwe tiştek wenda nekiriye lê, basîtbûnê jî napejirîne. Hewla ku wê razî bikim berdewam e. Hêviya min ew e ku ew min ‘efû bike û razên xwe yên jiyanî, rehmanî, me’newî li ber min veke û herwiha em dîsa mîna berê bin heta roja qiyametê.

            Ez jî mîna Seydayê Bateyî ji kitêba xwe re wiha dibêjim:

 

            Baziya hecrê ji nû dil rave rûyê mexlebê

            Kun dikit furqet dilan hem reng e şîş û metqebê

            Zalimê çerxê behêtim ger reşadê lewlebê

            Ya rebbî dîsan muyesser ke ji bo min metlebê

            Bê hîcabane bibînim caredî dêm-kewkebê

 

 

Yazar: M. Zahir Ertekin

Kaynak: nupelda

Toplam: 1 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site