17:42 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 235

meha rewacdarmeha rewacdar : 6569

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638615

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

LI SER WESFÊN RESÛLÊ EKREM ‘ELEYHÎSELAM ÇEND GOTIN

Yekşem - 07/12/2014 21:56
LI SER WESFÊN RESÛLÊ EKREM ‘ELEYHÎSELAM ÇEND GOTIN

LI SER WESFÊN RESÛLÊ EKREM ‘ELEYHÎSELAM ÇEND GOTIN

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm Hemd ji Rebbê alemê re, selat û selamên bêkêmasî li ser rêberê nebî û resûlan Hezretî Muhemmed û li ser malbata wî û eshabê wî û li ser peyrewên wî bin. Bêguman hînbûna wesfên Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam wezîfeya hemî mirovan û mukellefiyeta hemî xwedîqilan e. Da ku bi ronahiya jiyana wî ya berz bimeşin û li ser şopa exlaqê wî yê bêhempa têkevin riya hîdayetê.

LI SER WESFÊN RESÛLÊ EKREM ‘eleyhîselam ÇEND GOTIN

İbrahim SÜRÜCÜ

 

Heke mirovên aqilmend bixwazin ku mezinê vê gerdûnê nas bikin, pêwîst e ku beriya her tiştî dil bikin, bixwazin û li pey Resûlê Xwedê  ‘eleyhîselam biçin, da ku mezinê mezinan û fexrê kaînatê nas bikin. Lewre Xwedê Te’ala Resûlê xwe di asteke herî bilind û berz de afirandiye.

Bêguman mirovek, tevî ku qenciya wî zêde be, ilmê wî berfireh be, ’eqlê wî temam be jî nikare bi tevahî bigihîje qenciyên vî pêxemberê mezin, nikare bigihîje cûreyên kemalatên wî û rengên xweşikahiyên wî. Berevajî, însan çiqas hewl bide û bilive, dîsa ev derfet ji wî re nehatiye dayîn ku di asta pêxemberekî de tevbigere. Lewre Xwedê Te’ala bi alikariya nubûwetê, ew nebî bi teybetiyeke cuda afirandiye. Sedema wê ev e ku mirovahî bi aqlê xwe yê bisînor nikare xwe bigihîjîne mertebeya nebiyan.

Xwedê Te’ala wiha ferman dike; "Bizanibin ku Resûlê Xweda di nav we de ye" di ayeteke din de: "An na ji ber ku hêj pêxemberê xwe nas nekirine, sedem vê Resûlê xwe înkar dikin?"

Xwedê Te’ala ferman kiriye ku hemî ‘ebdên Wî, Resûlên Wî nas bikin û ji xwe re bikin pêşeng. Xwedê Te’ala wiha ferman dike: “Baweriya xwe bi Xwedê, Resûlê Wî û nûra ku ji we re şandî bînin. Bêguman Xweda, bi tiştên ku hûn dikin agahdar e." Ev bawerkirina ku ji ‘ebdan hatiye xwestin di hundirê xwe de hin mercan dihewîne. Divê bawerî bi Resûlê Xwedê  ‘eleyhîselam bi bilindahiya wî, bi kemalatên wî yên ku Xwedê Te’ala li ser wî temam kiriye, bi edeba wî ya ku Xwedê Te’ala ew tedîb kiriye, bi exlaqê wî yê hêja, bi însaniyeta wî ya kubra, bi exlaqê wî yê ku Xwedê bedew afirandî bê naskirin. Lewre Xwedê Te’ala Resûlê xwe li ser hemî mexlûqên kaînatê di asteke berz de afirandiye. Ji ber vê ye ku di afirandina Resûlê Ekrem ‘eleyhîselam de tu kêmasî tune ye. Qiyasa di navbera afirandina wî û mexlûqên din de nayê kirin. Xwedê Te’ala ew bi gelek taybetiyên cuda afirandiye. Xwedê Te’ala, Resûlê xwe bi destê xwe yê qudretê, bi xwe perwerde kiriye. Resûlê xwe li ber rîayeta xwe edeb kiriye. Xwedê Te’ala li Resûlê xwe xwedî derketiye û her tim Resûlê xwe ber bi jor ve bilind kiriye. Di dawiyê de Resûlê xwe di şiklekî herî xweşik û delal de afirandiye. Em ji ayetan fêhm dikin ku Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam di zaroktiya xwe de jî bêkes nemaye. Xwedê Te’ala wiha ferman dike: “Ma tu ne heyîrî bûyî Xwedê tu rasterê kir?”; “Vêca ma tu ne sêwî bûyî, Xwedê tu vehwandî?”

Xwedê Te’ala xwendin û hînkirin hînî wî kir. Ew resûlekî ummî bû. Xwedê Te’ala bi rêya ayetê ji Resûlê xwe re wiha ferman dikir: “Bi navê Xwedayê xwe bixwîne..” ango, ne bi te’lîm û perwerdehiya xwe, bes bi perwerdehî û hînkirina Xwedê bixwîne. Piştre wiha ferman dike: “Em ê fêrî te bikin û bi te nedin jibîrkirin.” Di ayeteke din de jî Xwedê Te’ala wiha ferman dike: “Xwedê Te’ala gelek tişt fêrî te kirine ku te berê ev tişt nedizanîn. Ev jî fedleke Xwedê ya mezin ya ji bo te ye.”

Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam di nav beşeran de beşerek bû, lê ew wekî yaqûdekî di nava keviran de bû.

            Xwedê Te’ala fermana însanan kiriye ku bila bibin peyrewê Resûlan. Xwedê di Qur’anê de wiha ferman dike: "Bêje; heke hûn ji Xwedê Te’ala hez dikin, bibin peyrewên min da ku Xwedê Te’ala jî ji we hez bike û gunehên we bibexşîne, Ellah Xefûr (Bexşendekar) û Rehîm (Merhemetdar) e. Xwedê Te’ala li ser şopa Resûlê Ekrem ‘eleyhîselam  çûyînê, kiriye wek nîşandeka rastgo ya hezkirina wî û dibêje; "Li ser şopa wî herin, da ku hûn rêya rast bibînin" ango: li dinya û axîretê rêya ku bextewariya we tê de ye.

Ev jî lêpirsîna tevgerên wî, gotinên wî, rewşên wî, nasîna fitrat û exlaqê wî yê hêja û qedirbilind bi xwe re tîne, da ku bi her awayî û bi îttîba´eke kamil li ser şopa wî were meşîn. ji xeynî hin rewş û tevgerên ku Xwedê Te’ala bi taybetî daye wî.

Ji ber vê yekê eshabên Resûlê Ekrem ‘eleyhîselam  bi hewldaneke gelek mezin, hewl didan ku di tevger, gotin, rewş, edeb û exlaqê wî de li ser şopa wî bimeşin, hetanî hewl didan ku di adetên wî de jî mîna wî bikin, lewra adetên mezinan, mezinên adetan in. Vêca adetên mezinê mezinan (em bifikirin) selat û teslîmiyetên herî baş li ser wî bin.

 


Yazar: İbrahim SÜRÜCÜ

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: li ser

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site