15:21 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 9


ÎroÎro : 258

meha rewacdarmeha rewacdar : 11403

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653266

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Kurteceribînekan II

Yekşem - 28/10/2018 17:57
Kurteceribînekan II

Kurteceribînekan II

Qelem Şîr Dirêje ji Çemên Jiyanê Qelem nîşana lalan e, ‘elametê şevbuhurkên rengîn û bi sûretsûf in. Ew kesê ku ji kerr û gêjiyê bêpar in, bi saya qelemê xwe bêpar hiştine, tiştekî pir baş e. Lewra qelem di nava gengeşî û teqereqiyê de meşeke hundirîn û sikûnetî ye. Bi her dostî re dost bi her dujminî re duşmen e. Car caran ‘elemetê jixweçûyîn û ketina bin lingê basta zeman û teyya mekan e qelem. Weqta peyva ‘Ellahumme’ bi lêvê ket ‘sellî-barîk’ jî bi qelemê re tê, bi xwe diherike ser kaxezê. Lempe ye, find e, pertew e furûzan e qelem. Hişê mirovahiyê bi xêra vê mohra pîroz hatiye parastin. Zagonên îlahî û însanî jî… bîranîn, name, qeydên millî û dadî tev deyndarên vê rêzikreşikê ne. Aşiq bi wê derdê dilê xwe dikewîne. Tolstoy bi wê bûye Tolstoy, “Mem û Zîn”bi saya wê ji dilê Xanî niqutiye, “ÊşênWertherê Xort”di destê Goethe de bi saya wê bûye berhemeke mayînde. Gelek caran Zîn tunebe jî li holê qelem alikariyê dide Memê. Derketina her xêzekê darûyêhel ‘illetekê dide der. Qelem, bawerî û aramiya kesên mehrûm, mehkûm û mehcûran e. Daussila bi boyaxa qelemê te’ma xwe yî tûj vediguheze. Birîna lal ji pûçiyê derdixe, heval û hogiran bi bîr tîne û bêhna kaxez û hibrê bir ser serê dilê xemgînan de dike

Wî Bixwaze     

Di dema tenê mayînan de, di wexta nexweşiyên har û herişandî  de, di zemanê karên giran de dergahek heye ku tu dest ji wê vala venegeriyane. Însan her ku ji wê dergahê bêpar ma xwe ji her tiştî bêpar hişt. Kî/kê ku ji wê nesîbek bi dest xist, dewlemendiya dinyayê bi dest xist. Tofanên derdan ku har dibin û bir ser însanî de dibarin, sîwan her ew dergah e. Erd biqelêşe û bixwaze te daqurtîne merhem ew dergah e. Hezîn xweş pênase kiriye;

 

            Li te birînên kûr hebin

            Te ra meqsedên dûr hebin

            Karê giran ê zor hebin

            Bighîne Wî hewarekî

 

            Bediuzzeman jî wiha dibêje;

 

            Tenê ji yê Yek e bixwaz; yên mayî ne layiqê xwestinê ne.

            Tenê gazî yê Yek ke; yên mayî nayên hawarê.

            Tenê yekî bixwaz; yên mayî her dem naxuyên, li paşperdeya zewalê xwe vedişêrin.

            Tenê yekî bizan; lewra zanînên din ên ku alîkariyê nadin me’rîfeta te, bêfêde ne.

            Tenê yekî bibêj; lewra gotinên ne ji Wî, gengaz e ku malayanî bin.

Piştî vê metefora ji kaniya îrfanê, ma bi peyvê çi hacet!

 

Çinîna Zimên

Êş e û giran e ku meriv bi zimanê xwe karibe. Yên ku li dinyayê pir bela dîtine, ew in; ên ku bi zimanê xwe nikaribûne. Bi rastî jî gune ne. Lewra karîna bi ziman nimeteke mezin e. Nekarîna bi ziman jî dawerîbûna cehl û bîran e. Gelek afet û bobelatên zimên hene. Lê divê kesekî ku di vî warî de serketî be, ango zîmamê zimanê xwe xistibe bin kontrola vîna xwe vebêje. Ne karê min e lewre. Şîfreyek ango qaîdeyeke vê proplemê heye: Berî axaftinê raman. Berî ku meriv kilîta dikana dev veke û dev birijîne, hinekî fikir. Bi vî awayî herhal dê xeletiyên mezin biçûk bibin. Seydayê Hezîn di guldana xwe de wiha şîrove kiriye:

“… şûrê zimanê xwe, dirêjî her kesî neke, dibe ku ew rastî merivekî mîna kevir were; wê çaxê tu diêşî. Dibe ku leqayî însanekî mîna gulê were; tu ziyanê dikî û ew qetanê dibîne. Panzdeh deqîqeyan biponije paşê bibêje. Lewra mijûlî hewa ye, dema ji dev derket paşê nazîvire. Hewayek paqij be canan geş, xwediyê xwe kêfxweş dike yan na dilan reş, xwediyê xwe nexweş dike. Bizane tiştê ku xaniyan xopan dike, malan talan dike, dilan belav dike, şewatê bi kulîna şerefa merivan dixîne, pîroziyê ji merivan distîne zimanê bi ziyan e. Lewra seydayê beşeriyetê, rehakerê însaniyetê ‘eleyhiselam gotiye: ‘Ê ku merivan bi ser dev û rû de diavêje agir, çinîna zimanê wan e.’ ”

           

Ax û Merhemet

 

Ey ew kesên ku têne serdana tirbên me; ji xatirê ‘ezîzan van gotinên min bi bîr bînin: Sadî ku bûye ax ma çi dibe?. Ma di xweşiya xwe de jî ne ax bû? Sadî weke bayê li dinyayê geriya be jî, di encamê de teslîmî axa reş bû. Di nêz de dê ax wî bixwe. Paşê wê ba, axa wî bi ser dilê dinyayê de bireşîne. Sâdî Şîrazî

Ez dibêjim qey ax û merhemet pir li hev tên. Du nav in, weke ku du bircan di nava dilê min de biçikînin. Carna jî min di gelek bîr û xiyalên bêserûber de dibin û tînin. Nizanim bê ka ji bo çi ez ewqas pir ji van herdu bêjeyan hez dikim. Dibe ku bersîva vê pirsê di nava hevokên dahatû de were dayîn jî. Nizanim.

Ax dişibe dilovaniyê, dilovanî jî mîna axê ye. Têkiliyeke xurt di navbera wan de bi cîh bûye. Lewra di axê de merhemet û di merhemetê de jî ax heye. Merhemet, hesteke wisa ye ku, însanan dike weke axê, dihelîne, nerm dike û bi hestên mirovperweriyê perwerde dike. Însan bi saya merhemetê dibe însanekî resen, taybet û binirx. Merhemet, axê dixe bîra însan û wî/wê ji bêwijadaniye/bêmerhemetiyê bi dûr dixe.

 

Sê Şibak û Sê Dîmen

 

Yek: Dilê min weke malikeke helbestekê ya herî xweş dizivire û dîsa tête xwendin. Hesteke wisa li min geriyaye xwedêgiravî girêkên hundirê min xîçikan berhev dikin û berê xwe dane dergaha Xelîlurehman ku bikaribin hinekî avê bikişînin agirê Brahîm. Dilê min diricife, dibetile û bi kelecan li hêviya serkeftinekê ye.

Do: Minminîkên ku li dor eşqekê kom bûne, bi evînî li dor evîna xwe digerin. Bêrawestan. Bêyî ku zanibin dema mirinê li ber wan ve zelandiye. Bi îtîqad, bi bawerî tev digerin.

Sê: Naz bi naz dibare berf. Şibakên ku nahêlim ji xwe derkevin yek bi yek dişkên/yeko yeko dişkînin. Weke ku di kefa destan de ciyê mohra xwe amade dike, dibare. Wisa bi dîlan, bi edilandî, bi tilîlî…

Li gulîstanê berf e,

Li mezrabotan berf e.

Berf weke ava dema fitarê ji giyanê min re..

Berf, weke sehera sibehê ji dilêmin re…

Berf, weke temaşeya gerdûnê di şibaka min de….

Yazar: Binefş Bingöl

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: bi saya, qelem

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site