20:33 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 11


ÎroÎro : 179

meha rewacdarmeha rewacdar : 2664

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615581

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Ji Rojnivîska Min: Du Kitêb

Çarşem - 13/11/2013 14:08
Ji Rojnivîska Min: Du Kitêb

Ji Rojnivîska Min: Du Kitêb

Ji nava rûpelên kitêbê derdikevim û ber bi daristana pelzer dimesim. Li dû xwe dinihêrim ku min gelek rûpel sayî histine û gelek berg hisk û tel kirine. Dema ji nava rûpelên kitêbê

Ji nava rûpelên kitêbê derdikevim û ber bi daristana pelzer

dimesim. Li dû xwe dinihêrim

ku min gelek rûpel sayî histine

û gelek berg hisk û tel kirine.

Dema ji nava rûpelên kitêbê

derdikevim mîna ku evîna

evdalekî bim dimesim ber bi

pelên darên ku bi usûl û ‘esalet

xwe bera ser ruyê ‘erda pîroz

û dadwer didin… mîna ku ez

ji nava kitêbekê derkevim û

têkevim nava kitêbeke din. Yek

jê ji rûpelan ya din ji dar û beran.

Kitêba rûpelan ji min re gotibû

derketina te bi xêr be. Lê bizanibe ku em herdu kitêb xûsk û

bira ne. Rehm di dilê me herduyan de bi hev re li hev dide.

Nîvîskarê me jî yek e. Ew yek

her wiha nivîskarê te ye jî. Ma

tu jî ne perçeyekî ji vê kitêbê yî.

Daristana payîza mest bi hesret

ez himbêz kirim. Dengê birayê

wê çûbûyê. Loma ji min re digot ku birayê min rast dibêje. Tu

jî rûpelekî û ez jî rûpelek im. Ji

evîna kewn û mekanê em hatine

ketine nava vê kîtabê. Tu li min

temasa kî tu, ez li te temasakim

ez im. Tu ji min biqetî, tu yê wê

çaxê bibî qet qetî. Lewra sîrêza

ku rûpelên me bi hev re dirûtiye

jî bi destekî hoste hatiye çêkirin.

Xwe neçirîne û nebe sedema jihevketina hevalên me jî. Te’dê

li min jî neke.

Daristan dibisirî. Kela girî kete

qirika min. Min got yadê! Ev

çi ne li ber min? Ev berhem, ev

kitêb, ev behr, ev çol, ev daristan, ev wehsetgeh… weke ku

nêzîk be lê ji dûr ve dengê diya

min bi guhê rihê min ket:

“Na kurê min. Wehset nîn e.

Tenê te mêjiyê xwe hînî wehsetê

kiriye. Te lalezarên hosteyên

herdû kitêban weke wehsetzar hest kiriye. Kerem ke xwe

bigihîne xwediyê keremê.Xwe

neke tariyê. Fanûsan heqîqetê

venemirîne. Ji xwe fanûsa

nivîskarê perwerdekar li jorê ji

rehma gencineya wî para te her

roj ji te re disîne. Bê navber. Bê

pere. Bê adres. Bê tist û mist…

Ma tu jî nizanî ku kitêba tu ji

nav derketî ji te re çi got. Vegere wê dîsa bixwîne û pasê dîsa

bi ‘eqlê çavê xwe û bi çavê dilê

xwe kitêba din bixwîne. Yek ji

ya din ne cuda ye. Yek tefsîr e ji

ya din re. Hevû dû sîrove dikin.

Yek ji ya din ne mezintir e. Herdu jî ji nivîskarê xwe, agahiyan

ji te re tîne. Behsa dilovanî û

mihrîbaniya Wî dike. Qala basî

û nabasiyê dike. Sola rêveçûn

û rêzanînê dike. Gotinên ‘ecêb

dide destê ‘eqlê te da ku tu ji wehseta tarî derkevî qada ewlehiyên

pîroz. Hevalên xwe yên riyê

nas bikî. Da ku hemrahên te bi

destê te û bi destê wan bigirin.

Lewra kitêba ‘ewil dibêje ku ew

ê kitêba duwem wefat bike. Ma

kitêba duwem ji te re negotibû

ku tu jî rûpelekî hundirê min î.”

 

Yazar: Meryem ERAY

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site