16:23 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 12


ÎroÎro : 325

meha rewacdarmeha rewacdar : 11470

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653333

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Ji Kurteceribînên Suhbetawer

Şemî - 27/10/2018 19:05
Ji Kurteceribînên Suhbetawer

Ji Kurteceribînên Suhbetawer

Însan Nîsan Nîsyan Di însan de him bêhna Nîsanê heye û him jî tovê nisyanê. Bêhna Nîsanê pê re heye, lewre car caran germ dibe, dikele havîn e însan. Car caran sar e, qeşayî ye, berf e zivistan e însan. Carinan mîna bayê payîza îlonê ye ku li ber kê/kî derbas dibe dixujxuje, hêrs dibe. Herwiha tiştên hişk û kevn diweşîne mîna pelên daran, payîz e. Carinan jî bi coş e, dibare, bi îlham e, dilovaniyê li her kesî dike. Weke coş û xurûşa ava Miksê ye ku Feqiyê Teyran jî ji heman avê û di heman demsalê de bi xurûşê ketibû “Ey av û av” a xwe ya ku mohra xwe li edebiyata Kurdî xistiye, nivîsîye. Yanî bihar e… Nîsan.

Herwisa tovê nisyanê jî bi însên re heye. Dema ku meriv dikole tê dîtin ku însan û nisyan ji heman kaniyê dizên. Weke ku însan ji nîsyan yanî ji jibîrkirinê tê. Loma gelek caran mirov ji bîr dike. Tê jibîrkirin, dide jibîrkirin…

Însan ji bîr dike qenciyê…

Wefayê ji bîr dike…

Fidakariyê, hezkirin û bêrîkirinê… û ew bi xwe jî dizane ku çi qas jibîrker e.  

 

Ber bi Mirinê ve

Çiqas peyveke cemedî ye. Halbukî rasteqîneke wisa xurt e ku tu kes nikare îtîraz bike. Peyva mirinê ji ber pêwendiyên me yên bêsînor ên dinyayî, sar e. Ji ber ku dikeve navbera hezkiriyan, aşiq û meşûqan. Loma sar e. Lewra tenê nakeve vê nevberê herwisa dibire, têkiliyê ji bînî ve qut dike. Aşiq dimîne li ciyê xwe(dinya). Meşûq berê xwe dide xerabatê…

Dema ku meriv bixwaze mirin dibişire jî. Lê divê dilekî pak û eqlekî perwerdekirî hebe. Yan na can û ten tirsonekên tirsonekan in.

Dema mirinê diyar e. Weke dema her tiştî. Demsal, nexweşî, aramî û w.d. Û dema şan, nişêt û vexuyanên wê jî diyar in. Weke ku di kurmancî de tê gotin:

“Berî baranê ba tê; berî mirinê ta tê.”

 

Rondikên Çavan

Hêsir an rondik pira navbera can û tenî ava dikin. Wisa qewî karê xwe dikin ku hemû alavên pîwistiyê vê pirê di hundirê xwe de veava dike. Di hundirê xwe de hemû tiştên xwe yên pêwist bi xwe ye.

Kanî ye, rûbar e, çem e.  Di herikînê de çend zirarên biçûk li ser rû ava bike jî, lê di encamê de keskesor konê xwe vedide. Bihar piştî robarên çavan diweşin. Bêhemdî tedawiya dil e hêsir. Piştî çileyên zivistanê zîldayîna binefş û nergizên rewneqdar û gulên bêhnawer in rondik.

Li ser hinarokên zarokan rondik gulbihar û nûbihar in.

Li ser ruyê jinan belengazok û xeberok in rondik.

Li ser ruyê mêran êş e, elem tev. Dikelin û riya ku tê de diherikin jî dikolin kûrtir dikin. Lewra mêrê ku girîya, dizane ku çira digirî.

Carinan ji ber bêdebariyê tu dibê qey hêsir di çavan de dilîzin. Zîz dibin ava şor.

Carinan rê nadin hev rondik. Tavî ne. Naxwazin derek mirovî hişk bimîne. Xwe digihîne çolên Efrîqeya însan jî.

Lê heyf û mixabin ev robara bi adan para her kesî neketiye. Kesên ji hêsiran bê par, mîna şarên bê nexweşxane ne. Ji bo tedawiya wan Îmamê Rebbanî wiha dibêje:

“Eger hûn nikaribin bigirîn, hewl bidin da ku hûn bikaribin bigirîn.”

Biherike bavo!!! 

 

Birakujî

Tu dibê qey bêtifaqî belavkirine û hemû bûye para kurdan. Birakujî jî di nav de kurd ji xwîna hev hez dikin. Çiqas hevokeke bombeyî. Meriv jê ditirse. Sedsala bîst û yekê xelk ber bi ezmanan ve xurûş dibin, em hêj di ber xwe didin. Teperep û teqereqa me bi hev re ye. Jixwe neyar jî tim wisa dixwazin. Lê ez dibêm Xwedê ‘aqil daye me jî.

Hoooo pismamoo! Ma qey ne bes e loooo! Ligel ewqas zilm û neheqiyên dijwar ên neyar, wê kengê hişê me xwe li  erdnigariya xwe bicivîne. Dê kengî para me ya hişmendiyê ji me re bimîne. Pêkvejiyana me çima ewqas bi zehmet dixuyê. Halevku digel cîran û biyaniyan em ne wisa nin. Ji bo van, ez ê du gotinên pêşiyan -bizorê tiliyên min herin ser klavyeyê jî- binivîsim.

“Ji xelkê re masîgiro ji xwe re kûsîgiro”

“Ji xelkê re yar in, ji hev re gur û mar in”

Xwezî mîadê wateya van gotinan qediya bûya…

Xwazila…

 

Enfal im Dîsa

Ez enkazek im li Enfal. Kavilek im li ber berojkê Enfala ku trajediya dinyayê ye. Bi zordariya neyar û bi xayîntiya heval ve daleqandî me. Asê mame di navbera bêfehman û kezabreşan û gurçikxiraban de. Her cara ku bixwazim aveke zelal vexwim, di lingên min de qeyd û bend, di gewriya min de zîro, kefjal û mar…

Li ber tehtekî gumanbar lê hêviya dek û dolapeke din…

Sekinîme…

Li bendê me..

Kanî kengê dê bigihêje, bişewite ev debara nediyar…

Peyva welat ji dev dernakeve bes, durû ye, berjewendperest e, xwenavend e. Serî radikim li ber sergêjên ku tu mifayê wan nîn e ji min re, ji te re, ji welat û bêvan re. Lewra navê welat jî lewitandin, di binê nigên xwe yên xwexwaz de… tenê xwe…

Famkorên me Kurdistan binpê kirin, ne tenê dijmin…

Çepûrastşaşên me ev welat wêran kirin, ne tenê neyar…

Bêfam û xweperestan ev lalezar perîşan kirin, ne tenê xwînxwaran…

Bêaqilên me ev şar û gulîstan derbeder kirin, ne tenê xedar…

Heyf û sed mixabin ku îro hêj li ser mijarekê jî tifaq tune. Xuya ku hêvî jî tune…

Xwedayo! tu min şaş derxî…

Xwe Nekuje Birako

Xwedaya, zû ziwa dibe dilê min. Ger tu av nedî, dimirim. Ji kerban carinan xwe ji bîr dikim. Ditirsim Te jî ji bîr bikim. Te ji bîr bikim, dimirim.

Bager û babelîsk dema li min peyda dibin, dest û lingên min tevîhev dibin, dikevin nava hev. Alozî li min dibe peyda. Nizanim dê çilo biryarekê bidim. Di wê hînê de destê Te divê, destê Te negirim, dimirim.

Dizanim mirin ne tenê kişandina rih ji can e û ne tenê perwaza giyan ji laş e. Herwiha bêdilînîn, bêramîn, bêfikirîn û dilkevirîn, bêdia û taet mayîn, di nava dinyayê xwe wendakirin… jî mirin in. Di van rewşên kambax de, laşekî mirî digere li ser ruyê erdê. Mîna maşîneke bê şofêr. Dizanim. Ditirsim ku bi vî awayî bimirim/miribim. Ger Tu neyê hawarê, dimirim.  

Ger Tu nekî rehmê, way dilê min way dilê min; ger Tu nekî lutfê, agir û sewda dilê min. Dimirim.

Yazar: M. Zahir Ertekin

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site