20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 76


ÎroÎro : 169

meha rewacdarmeha rewacdar : 2305

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615222

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

JÎR

Duşem - 15/12/2014 15:29
JÎR

JÎR

Jîr, ne zexel, ne jî tenbel in; berevacî, xebatkar in wana; huqas vejenî nin ku tu dibêjî qey vejena wan naqede. Jiyana wan û pêkanîna geregiyên doz û têkoşîna wan, ketine nav hev; heta bibêje herdu bûne yek. Ewqas ku, di jiyana wan da, hemû helwest û tevgerînên wan ên ku bi xewn û xiyalên wan ve, têkildar in, çirûsk çirûsk in.

JÎR

UMER UMÎD

* Jîr, hişên xwe di riya fehmkirina rastiyan û di ya pêkanîna geregiyên wan de bikar tînin. Her dem rastî bala wan dikişine û bedenên wan hew li dû pêdiviyên rastiyan dimeşin.

Ligel rastiyan, bi dad û edaletê re jî têkildar in jîr. Ji bo pêkhatina dadê jî, tiştên ku jîr nekin tune ne. Dadperwerî û rastperweriya ku bi jîr re ye, ewqas di nava gotin, helwest û kirinên wî de dixuyin û dibiriqin ku, heke rind lê were nihêrîn, dê were dîtin ku rastgoyî, safîtî û duristiya zarokatiyê ya bi kesayeta jîr ve tew wenda nekiriye.

* Jîr, siruştiyên xwe bi kirin û nihêrînên xwe ve, bi awayekî bê îxtiyar didin pêşandan. Bi van kesayetên xwe ve jîr, gelek caran mîna zaroyan, mîna gundiyan tên xwanê. Yên ku nikanin xwe bigihînin paye û freqansa jîriya wan, rexneyan li wan dikin; heta bibêje kêmaqilî û dîntiyê îzafeyî wana dikin.

* Angaşt kirineke wisa heye ku, jîrtiya kesên wanî jirêzê der, zêde ye; ew kes, xwediyê rihên pêşewa nin. Heke di pratîkê de hemû zîrek nebûne serek û serkirde jî, ez bawer im di dilê qedrşînasan da her dem pêşewa û pêşeng in.

* Jîr, di têkilî û pêwendiyên xwe de ji mirovên jirêzê, cihê ne:

Ji alîyekî ve, bi her kesî re wekî xweh û birayan in; ne bi kompleks in, bi her mirovî re dikevin têkiliyan. Ji ber ku derheqê her mijarê de gotin û nirxandinên wan hene, dikanin muxatabî her kesî bin.

Ji aliyekî din ve, bi helwest û bilêvkirinên xwe ve, awarte ne. Bi her kesî re nakevin têkiliyan; ji aliye her kesî ve nayên fehmkirin. Timehên demê ne; naxwazin ku, wexta wan li tuneyiyê here.

* Di hizirîn û pêkanînên jîran de rastênhevî[i] heye. Hizirînên wan li gor daneyên tişteyî[ii] nin; helwestên wan, li gorî ramanên hizirînên wan dişekilin; endamên bedenên wan, li gorî geregiyên doz û baweriya wan tevdigerin.

* Jîr, jêhatî û fedekarên şixulhez in. Lêbelê ev jêhatîbûn û şixulhezbûnên wan, ne ji genetîka wan e; ji sedeqeta li hember mengî[iii] û îdealên wan tên. Ji ber ku ew, di nav hiş û dilê xwe de, di nav bawerî û lêkerên xwe de, di nav aql û dilînên xwe de ahengiyeke bê hempa çêdikin; hemû kirinên wan ên di vê qûlwarê de mîna behîtan, jirêzê der in.

* Jîr, digel aqilmendî û jîriya xwe ewqas jî dilînî nin. Li hember keserkêşekî/ê, dilê wî/wê perçe perçe dibe. Çi Kobanê, çi Helepçe, çi Sîncan, çi Şengal, çi Xeze her der, bi birînên kûr ve jîran birîndar dikin.

* Digel aqilmendbûnê, pir jî hestyar in jîr. Bi qasî geşbûna ji aliyê vacî ve, ji aliye hestan ve jî, geş in jîr. Lê di vî warî de taybetmendiyên jîran yên ku wana ji mirovên jirêzê vediqetîne, hevkêşbûna wan e. Ji bo formalîteyan xwe nagufhêjin; li hember rewşeke kenok dikenin; li hember rewşeke xembar, xemgîn dibin. Yanê di şekilîna helwestên xwe de mîna zaroyan ji dil in; di vê wateyê de, heke tu bibêjî vana hîn zaro nin; ev, ewqas ne xelet e.

* Belê me got pir hestiyar in jîr. Ji aliye vacî ve bi qasî geşbûna xwe ji aliyê hestan ve jî geşbûyî nin jîr. Lê div î warî de taybetmendiyên jîran yên ku wana ji mirovên jirêzê vediqetîne, hevkêşbûna wan e. Ji bo formalîteyan xwe naguvêjin. Li hember rewşeke kenok dikenin, li hember rewşeke xembar xemgîn dibin.  Yanê di şekilîna helwestên xwe de  mînan zaroyan ji dil in. Di vê wateyê de heke tu bibêjê vana hîn zaro nin ev ewqas ne xelet e.

Jîr, digel hestyarbûna xwe ewqas jî rastîbîn in. Bi qasî ku pêwendiyên xwe bi cîhana rast re didomînin, ew qas jî bi gerdûna xiyalan ya pêşerojê re têkildar jî didomînin. Tiştên ku hildiberînin, xwerû nin; ji bo çêkirina berhemekê gelek caran gotin û kirinên wan diguherin, jirêzê derdikevin. Ma divê hemû tiştên nû, ji kirin û helwestên jirêzê der pêk nayên?

* Jîr karên xwe bi rêzkarî dikin; lê ne mîna rûsar û rûtirşan, li karan dinihêrin... Karên xwe mîna lîstina lîstikekê dikin wana. Jîr, bi vî awayî, him parastina girîngiya kêr dikin, him giranbûna kêr ji holê radikin. Ji van nihêrîn û kirinên xwe yên ji wan karên ku dikin, kêfeke têr û tije werdigrin jîr.

* Jîr, ne zexel, ne jî tenbel in; berevacî, xebatkar in wana; huqas vejenî nin ku tu dibêjî qey vejena wan naqede. Jiyana wan û pêkanîna geregiyên doz û têkoşîna wan, ketine nav hev; heta bibêje herdu bûne yek. Ewqas ku, di jiyana wan da, hemû helwest û tevgerînên wan ên ku bi xewn û xiyalên wan ve, têkildar in, çirûsk çirûsk in.

* Li tenişt bîhnfirehiya jîran, di xweyî li rastiyan kirin de jî, ewqas inyadên bê tawîz in. (Helbet li vir qala inyadeka bê totik[iv] nayê kirin!) Li hember berbestan nebez in jîr, li pêşberîn neyaran venakşin û berxwe didin. Jixwe di mêjû de kesayetên serkeft, di xwedî derketina li rastiyan de, ma wisa ne bi inyad bûn?

* Jîr, ligel rastîgiriya wan, yanê piştevaniya wan a rastiyê, bi nezaket tevdigerin; vegotinên wan ên li ser rastiyan bi zimanekî şîrîn in; xerabî li dor wan tune ne… Li ku dibe bila bibe, bi her hêlê ve mirovahiya xwe ya zêrîn dijîn û didin jiyandin.

* Bi qasî ku qîmetê didin xwe, ewqas jî, belkî hîn zêdetir, didin derdora xwe. Bi derdora xwe bawer dikin, derdora wan jî bi wan bawer dikin. Meriv dikane bi dilekî rihet bibêje, ciyê ku jîr lê nin, ciyê bi ewle nin. Pêlên rastî û duristiyên ku ji gotin û kirinên jîran belavî hawêrdorê dibin, heke xwe digihînin kîjan deran, wan deveran jî vediguherînin qadên rastî û duristiyan.

 



[i] Rastênhevî: Mûwazat, paralelî.

[ii] Daneyên tişteyî: Daneyên objektif.

[iii] Mengî: Îdeal.

[iv] Totik: Mantiq, vac.

 

 

 

Yazar: UMER UMÎD

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site