22:47 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 20


ÎroÎro : 472

meha rewacdarmeha rewacdar : 4788

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600835

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Gilî Dikim!

Yekşem - 05/10/2014 13:08
Gilî Dikim!

Gilî Dikim!

Bêjeya “gilî”yê, di ferhengan de di wateyên wekî “gazin-d-c kirin”ê de, “şikat kirin”ê de, “rexne kirin”ê de, “dawa kirin”ê de, an jî “diyarkirina nerazîbûna xwe”yê de derbas dibe. Gilî, di zimanê mirovan de zêdetir di vê wateya dawiyê de û bi wê armancê tê kirin. Li hember marûzmayîna zext û zorên zalimekî, gilîkirina bi mezinê wî, cûrekî gilîkirinê ye û pirr caran encameke erênî dide. Li hember duçarbûna neheqiyên karmendekî dewletê, gilîkirina bi amîrê wî, babetekî gilîkirinê yê din e û gelek caran dawiya gazincan tîne û hwd. Ciyê gilîkirina dizan eşkere ye û bi gilîkirinê tu dikanî rê li ber wan bigrî. Ciyê gilîkirina zordar û zordestan dadgeh e û li ber çavan e; heke kêmasiyeka bedena te tune, tu kanî bişixulî; na heke ku tu yî xwedî uzr î, bi gilîkirinê tu kanî pêşiyê li wan stemkaran bigrî. Li pêşberî tengasiya debarê jî, tu kanî tevdîran bigrî, herî saziyên alîkirinê û yardimê lê bixwazî û pêdiviyên xwe bidest bixî.

Gilî Dikim!

Aqîl MIHACIR

Bêjeya “gilî”yê, di ferhengan de di wateyên wekî “gazin-d-c kirin”ê de, “şikat kirin”ê de, “rexne kirin”ê de, “dawa kirin”ê de, an jî “diyarkirina nerazîbûna xwe”yê de derbas dibe. Gilî, di zimanê mirovan de zêdetir di vê wateya dawiyê de û bi wê armancê tê kirin.

Li hember marûzmayîna zext û zorên zalimekî, gilîkirina bi mezinê wî, cûrekî gilîkirinê ye û pirr caran encameke erênî dide. Li hember duçarbûna neheqiyên karmendekî dewletê, gilîkirina bi amîrê wî, babetekî gilîkirinê yê din e û gelek caran dawiya gazincan tîne û hwd.

Ciyê gilîkirina dizan eşkere ye û bi gilîkirinê tu dikanî rê li ber wan bigrî. Ciyê gilîkirina zordar û zordestan dadgeh e û li ber çavan e; heke kêmasiyeka bedena te tune, tu kanî bişixulî; na heke ku tu yî xwedî uzr î, bi gilîkirinê tu kanî pêşiyê li wan stemkaran bigrî. Li pêşberî tengasiya debarê , tu kanî tevdîran bigrî, herî saziyên alîkirinê û yardimê lê bixwazî û pêdiviyên xwe bidest bixî.

Mîna ku her kes dike, ez jî li duçarbûna neheqiyan heman riyê dişopîn û li berpirsan gilî dikim; lê ez ê îro, serî li evdan nedim; îro bes li pêşberî Te destê xwe vekim ey Xwediyê min; ez dê giliyê xwe hew bi Te bikim ey Xwedêyê min!

Hin pirsgirêkên min hene ku ey Xwediyê mîhrê, ancax Tu kanî çareser bikî. Hin kul û birînên min hene… hin êş û nalînên min hene ku bes Tu karî derman bikî ey Şafi! Hin daxwazên min hene ku bes Tu dikarî bi cîh binî ey Sexî, Hin emelên min hene digihêjin sermediyetê, hew Tu kanî min têr bikî ey Vafî!. Hew li Te dixwazim daxwazên xwe! Bes li Te gilî dikim ey Zîmamdarê me, vê nefsa xeddar û van pelîdan!

Ey Destgirê ku di lawaziyê de hêzê dide!

Çaxa ku ez dixwazim tişteki bi xêr bikim, ev nefsa alî min nake; bi fên û fûtan dinyayê li pêş min xweş dike! Çaxa ku ez dixwazim xwe nêzî te bikim, vegerim ba Te; lê di riya vegerîna min de wesîleyên ku dinyayê baş nîşan didin derdixine pêş min, wê daxwaza nêzbûna Te, li dilê min sar û li ber çavên min reş dike! Ez ditirsim ji vê nefsê, ez bi tirs im…

Ey Rêrastkirê me rêwendayan!

Ez dixwazim pîşeyekê hilbijêrim, yeka ku min zexm bi riya te ve girêbide; hemû mercên xwe li gor vê armancê eyar dikim ez; lê nefsa min derdikeve pêş min. Li pêşberî çavên min xerab dike, lawaz dike, bê biha dike wê pîşeya ku dê min bigihîne te, bigihîne qayîlbûna te, bigihîne razîbûna te. Di her karî de dudiliyan dike dilê min ev nefsa; min dixe şek û şubheyan; min dike nava metirsî û qisawetan, li ser xaye û meqsedan, li ser hedef û armancan. Welhasil rê li ber min xiradike, ev nefsa!

Ey di dema tenêtiya min da Hevalê li tenişt min!

Ez dibêjim razîbûna Xwedê, ew dibêje hezkirina nefsê… Ez dibêjin xewf û recaya ji Bexşende, ew dibêje ya sedeman… Ez dibêjim comerdî, ew dibêje timehî… Ez dibêjim xizmet, ew dibêje menfeet… Ez dibêjim omet, ew dibêje milliyet… Ez dibêjim em, ew dibêje ez… Ez dibêjim zîrekî, ew dibêje zexelî… Ez dibêjim xweşikiya hundirîn, ew dibêje ya rûbarî û derveyîn…

Ey di dema dûrîtiyê da Yê nêzî min!

Ez bêzar im! Dibêjim bes ji bo Xwedê tevbigerim, alî min nake nefs! Ew dibêje tevgerîna ji bo kêfê… Ez bê taqet im! Dibêjim bila xawênfiroşî dûrî min be, destê xwe nade min ew! Dibêje bila xawênfiroşî bime re be… Ez betilîm! Dibêjim bila hêza me xwe pispêre rastî û jidiliyê, dil nake ew! Dibêje spartina mefa û berjewediyê … Ez westiyam! Dibêjim tevgerîna digel xwedî xawênan, gurra min nake ew, dibêje tevgerîna digel hewa û hewesan…

Ey Rênîşanderê rêşaşan!

Ez dixwazim berê xwe bidim axretê, ew min vedigerîne dinyayê! Ez dixwazim berê xwe bidim westîna di riya Te de, ew berê min dizivirîne berjewendê! Ez dixwazin berê hemû kar û kirinên xwe bidim rizaya Te, ew dixwaze mefaya şexsî qenctir nîşan bide! Ez dixwazim berê hemû helwestên xwe berva Te bikim, ew dixwaze berê hemû helwestên min berva ezîtiyê bike! Ez dixwazim berê xwe bidim kesên bes Tu jê razî, ew dixwaze berê min bide hewalên hew ahremend jê razî! Ez dixwazin tevlî civînên ku li ser navên tê radiwestin, ew dixwaze ji bîra min bibe, ew dixwaze min tevlî yên nefsî û cihanî bike! Ez dibêjim Tu, ew dibêje ez! Ez dibêjim peyama Rohnayiya Çavan (s), ew dibêje xweşika min!

Ey di dema çewtkirinê de Rastkerê min!

Ez dixwazim çewtî û xeletiyên xwe li hember Te bînim zimên û tobe bikim, nefs nahêle, min dixapîne, dibêje “Tu durist î!”… Ez dixwazim, di riya Te da ji hemû paye û şerefên ku min dixewînin, min dipelixînin dûr bikevim, min nahêle ev nefs, min dixelitîne, dibêje “Tû liyaq î!”…

Ey Xelaskarê ji nefsa fênek û ji feleka bêwefa!

Ji vir û wa, ez ê destê xwe li pêşberî dergaha Te ya pîroz -ku ti daxwaz vala an jî bê bersiv venagerin- vekim û bi zimanekî pak û paqij, bi hemû hest û dilînên xwe yên ji dil, mîna herikîna ava kaniyeke avşên, digel pesn û spasên bona Te, poşmanî û nedametên xwe bê navber biherikînim.

Ey Bexşendeyê dilovînê mîhrîban!

Heke ev lorîn û herikîn, carna bi bêjeyan, car car bi dilînan, car carî bi fikirînan, car bi car bi kirinan, xwe wenda bike û wekî ava Dîjleyê pêl bide , ji bo xatirê nêta pak û paqij ya li ser vê secadê, bibexşîne û wekî ku qitmîrek e biborîne.

Bi destê me bigire ey Ferwerdar!

Hin hêviyên pak hene di dilan de; hin armancên paqij hene -ku ji bihayê vê cîhanê gelek bi bihatir in -… Hin hedefên bêmînak hene ku her temen di riya wan da werin serfkirin seza ne! Hin kes hene ku gotin û kirinên wan ji nûrê nin, hin kesayet hene ku bi helwset û çalakiyên xwe ve tevhev biriqî nin; digel hemû endamên xwe ve, beden giş li ber lingên pêkhatina armancên wan ên pîroz bibin kevirên peyarê, an jî bibin şopgerên wan ên dîwane, bawer bikin ku rewa ye!

Salnî hene ku ev gel bê xwedî ye; salnî hene ku qad û atmosferên ku endamên vî gelî li ser in û jê nefesê digrin û berdidin, jehrkirî ne. Hemû rê û rêbazên ku di xuyaniyê de ji bo mefa wan, lê di rastiyê de bes ji bo bendebûna vîna wan in. Bihost bi bihost, gav bi gav li ser her parçeyên qada jiyanê, kemîn nixumandinî ne. Ev gel, li pêş çavên me, di riya mefa mêtinkaran da yek bi yek, nifş bi nifş tên zeftkirin, tên helandin, tên pişaftin û li hember hevrêyên wan tên emilandin…

Di serî de gelê me û mirovên me, hemû gelên bindest û bêxwedî, li hêviya xelas kirinê ne, rizgar kirin û azad kirinê ne… Bihêle em koma mexdûr û mezlûman giş, di vê riyê de bibin lava, bibin dia û di vê riya Te de biherikin ey Xelaskar!

Heke Tu destûrê bidî em dê temenê xwe di vê riyê de xerc bikin; ku îzna Te hebe em dê azmûna xwe di vê xizmetê de derbas bikin; ger Tu musadê bidî ey Ferwerdar, em dê hemû hebûnên xwe di çêkirina riya xilaskirina xwe û van gelan da biserifînin!

 

Yazar: Aqîl MIHACIR

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: tu kanî

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site