22:40 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 12


ÎroÎro : 445

meha rewacdarmeha rewacdar : 4761

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600808

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

GUFTÛGO BI KITÊBÊ RE

Şemî - 14/03/2015 23:21
GUFTÛGO BI KITÊBÊ RE

GUFTÛGO BI KITÊBÊ RE

Îro ji nû purateş im dîsa ji remza dilberê Mecrûhê qewsê purweş im tîr dane nêva cegerê Melayê Cizîrî Benda Yekem: Mufareqet Mufareqet dijwar e. Dûriya ji dil dijwartir e. Weke helbestvan dil wiha lorand; eql û mêjiyê min wilo nehwirand: Birînê min pirî kûr in ji kûriyê xedarê Şûnê şîşê ji agir ew ji feleka neyarê

Îro ji nû purateş im dîsa ji remza dilberê

Mecrûhê qewsê purweş im tîr dane nêva cegerê

Melayê Cizîrî

Benda Yekem: Mufareqet

 

Mufareqet dijwar e. Dûriya ji dil dijwartir e. Weke helbestvan dil wiha lorand; eql û mêjiyê min wilo nehwirand:

 

Birînê min pirî kûr in ji kûriyê xedarê

Şûnê şîşê ji agir ew ji feleka neyarê

 

Gava ku min hêra hevokên kitêba xwe weke şamarekê li ser rûyê xwe hest kir, gelekî êşiyam. Lê ev êş ne ji ber hêrs û aciziya li hember wê bû. Ev aciziya min ji komxemiya min a salane, ji bêxemiya min a derûnî, ji nixumîna başiyên binpêkirî/wenda, ji quretiya min, ji ez-eziya ku heta xwe li gurcik û kezeba min rapêçabûn, ji bêînsafî, bêdadî, bêtemulî û bêguman ji hawarnenasîya dilîn û ramanên xwe-navxweyî bû. 

Belê min dest ji kitêba xwe kêşa bû; derd û belayên nalanaxivî li min hilkişiyabûn. Dil dema ku ji binî ve hildiweşe, hingê mirov ferq dike ku saxtumana wî ya ‘eslî berteref bûye. Ango heta ku pençeşêr xwe dirêjî kabeya laş neke, lêrîn û daweta hesweseyên ron berdewam e, hişyarî giran e, gotûbêja bi dilî re ne sûdmend e, ne hêsan e.  

Bi van nermeçavên tobekar, bi vê şilopedila lixweveger û bi vê binevşa helesor î kesk ve dîsa li kitêba xwe vegeriyam;

Heyrana çavê min; te di nava rûpelên xwe yên behremend de digot; ji bo însan sê taybetmendiyên sereke hene. Tu jî di nava van taybetiyan de alûdeyî yî. Yek ji wan qisûr/kêmanî, yek ‘ecz û yek jî feqr/jarî e. Di nefsa her kesayetekî de, şekirê van her sê helawan weke haveynê hatiye avêtin. Qisûr yanî bêkemalî… ev di te de heye. Belê gelek qisûrên te hene. Feqîrî bi wateya mihtaciyê tête fêmkirin. Te ihtiyacî bi gelek tiştan heye ku destê te nagihêje wan. Ecz jî bi awayekî geş û gur di fitrata te de bicih e. Ew jî tê wê wateyê ku xwestek û daxwazên te yên dirêj bi vî destê te yî kurt nayên bidestxistin. Ji ber ku afirîner xwestiye bi vî awayî mezinahî û hêza xwe ya sermedî nîşanî te bide, bi van hersê kêmasiyên xwe divê tu berê xwe bide çavkaniyan.

 

Benda Duyem: ‘Acizî

 

Di nava ‘ecziyet û feqriyeteke bêserûbin de digindire rihê min. Tevî vî halê xirab jî min nexwest ku bi van derdên xwe re ‘eleqedar bim. Di nava geremoleke zihnî û dinyayî de min mijûliyên xwe didomand. Nedihat bîra min ku dinyaya temenê min jî mina dinyaya gerdûnê bi sur’et ber bi avabûneke awarte, ber bi xirabûneke zahirî, ber bi qiyameta xwe ve dajo. Kitêba min ji min re digot:

Ji bilî suhbeta canan li tiştekî din megere. Tew viyan û dilbijînên xwe, ji yên ku ji wan re “xeyr/masîwa“ tê gotin re, ji hîmî ve bibire. Lewra çi cara ku te meyelanên xwe di riya van “xeyr/dîtir“an de mezixand, sîleyên mezin li te ketin. Tu destevala mayî. Ji bilî poşmaniyê tiştekî çê di tûrikê te yê jiyanê de nema. Rûpelên jînnameya te yekser vala man. Serwet û samana te ji ya îflaskeran wêdetir nebû. Îcar, ji niha û pê ve xwe bixe binê banê îlhamatên hevpar ên ‘arifan û çeng û himbêza dilê xwe bide ber kewara dilovaniya şahê şahan. Hawarên xwe di melhema Wî ya nivîskî û avadanî -ku herdu jî jînde ne- de bide. Da ku ji îro û pê ve tu bikevî binê ala Wî ya mihriban. An na, temen bir wêranî û herwiha bir bi mehşereke topbaranî ve bi şiddet diherike. ‘Ecziyetên xwe ji xwe re bike mehder û şefa’et, da ku xêr û xweşî te pêşwazî bike.

 

Derwêşê dilê xwe me!

Lê li gorî lazimatî û pêdiviyên vê derwêşiyê tevnagerim. Mîna zebeşê ebucehil bi min tal tê. Li min zor tê. Hey dil! Nexweşiyên te yên sereke; xamî, nepehtî û nesohtiya te ya rasteqîn e. Hêjî mina xortekî çarde salî li pey xeyalên ciwaniyê lezûbeziya te, nigên te li ber hev dixe. Tu dibê qey tê dîsa vegerî ser xortaniya xwe û tê dîsa destê xwe bi zewqên wê yên derewîn tijî bikî. Mîna bûkeke devbiken… mîna zarokên ku heşê wan tijî lîstik… mîna dînên ‘eware… mîna ajalên xuyxew xewwar û mîna çarnigan şîkemperwer… heyhat, ma tu nabînî ku gelekên li kêleka te bar kirin. Gelek destên ku te maç kirin, niha ax in. Her dem pêkan e ku lêdana dilê te pêşiyê şiddeta xwe zêde bike û piştre bi carekê motarê jiyana te ji binê xerantiyê derkeve.

Birûskan xwe li te vejandine…

Bêhntengiyê te hejandiye…

Dafik, kemîn û kozikên ku li ber te hatine vekirin, ne yek in û ne jî dudu..

Seqema tênegihiştinê hêlîn çêkiriye di hişê te de. Carna jî tu têdigihêjî, lê li hesabê te nayê û tu jî mîna teyrê tawis ser û çavên xwe di nava qûmê de vedişêrî.

 

Belê. Van pendên şîretawer û zorciwan di rûpelên kitêba min de ji min re hatine vegotin. Kitêba min di asta serenatekê de ji min re digot. Bê rik û neyarî ji min re bi qewlê leyyîn vedigot, lê min ew weke fermandarekî qurre seh dikir. Tama şîretên wê li nefsê pir tal dihat. Nedixwest wan li xwe bigire. Lewra taliyê wê baş bizanibûya ku, bêjeyên her yek ji wan şîretan kêreke tûj bû, perçeyek ji wê nefsa ku bi şêrpenceyê ketibû jê dikir da ku laş tev nebe lareş/kangren. Lewra nefs ji xwe pir razî bû û nedixwest gopalê tu kesî têxe destê xwe. Bixwebaweriyeke bêpîvan ew nêzî zinar û kortalan kiribû.

 

Benda Sêyem: Hêvî

 

Kitêba min şîroveya rihê însan bi vî awayî domand; însan, temamê navê Rehman û hikmet û tezahuratên vî navê pîroz di xwe de dihewîne. Hetta ev navê dilovîn, bi cîlwe û alûsiyên xwe çawa mora xwe li ser rûyê erdê xistiye û xwe bi vî awayî daye nîşandan, wisa jî bi awayekî mînyatûr bi tevdê cîlweyên xwe, li ser rûyê min jî daye. Bi vî awayî rûyê min meşhergeh û tecelîgeha nûr û ‘erşa Rehmanî ye. Bes min bi xeletiyên xwe ev rasteqîn berovajî kir. Xetên reşik bi kesba min a nebaş li rûyê min civiyane. Gewherekî spî û rewnak dema ku bikeve nava zibilê… dema ku ev durr û mercan li ser sergoyan bête hiştin…Tişta ku ji min dihate payîn, ji min sadir nebû. Min tevna tejika xwe şaş girêda, xalîçeya min berovajî hate ristin. Lê min xwest ku li xwe mikur werim û li kirinên xwe vegerim, poşmaniyê ji xwe re bikim mehderî û hevalbend… Lê hêvî heye. Lewra Xanî di Mem û Zîn’a xwe de wiha dinehwirîne. Ez jî dikevime dilê dîsgotina wî;

 

Sed mertebe gerçî em xirab in

Emma ji te naumîdî nabin

 

Fîlcumle me cumle xas û ‘aman

‘Asî û şeqî û natemaman

 

Têkra bi şefa’eta xwe xas ke

Vêkra me ji agirî xilas ke

 

Yan weke ku Mela Xelîl dibêje;

               

Welê rehma Xwedê zaf e

                Sema erd û heta qaf e

                La teqnetû dilek saf e

                Umîdim rehmeta rehman.

 

Benda Çarem: Çare/ Hîç Ender Hîç

 

                Bi gotûbêjan avêtina ber hev ên min û kitêbê domiya. Qederekê kanî dibûm, lê dûv re te didît ku teriyê jiyaneke çilek xwe bi min ve dizeliqand. Geh weke benîştekî iştiyaqa têrjiyîna dinyayê bi min vedibû û geh dilê min lê sar dibû. Dema ku dilê min lê sar dibû min fêm dikir ku bandora kitêbê li ser min e û xwestekên ruhî bêtir min bi aliyên xwe ve dikişandin.

                Ruhê însanî, bi lîstikên dinyayê, bi kêf û lezetên dinyayê nayête xapandin. Heta ku deriyê heqîqetê ji xwe re nebîne, berê xwe nadê. Xelasiya wî ya ji tariyan, bi hin mifteyên semawî ve pihêt girêdayî ye. Wiha jê re axivîm;

                Kitêba min! dilê min! veke yaqutên dilê xwe ji min re… lewra min fêm kiriye ku di afirîş/fitrata xwe de ez zeîf hatime afirandin. Her tişt cih û war dibîne ji xwe re, di jiyana min de. Neyîniyek gelek biçûk jî, ji bo keserkovaniyên min bes e. Zû dişkêm û teng dilebitim. Zûka wêran dibim. Zû bi zû lawaz dikevim. Derhal dixitimim. Zûzûka dipelçiqim, bi lez ji hal dikevim…“Ez‘‘ bi zûdî benê xwe li stûyê min digerîne. Belayên li hember min, min bi hêsanî têk dibin. Di heman demê de ziravbihîstiyar im jî… Bi vî awayî ez bêmade û bêhêvî, destvala li beyabanê dimînim. Him tiralî û him bêşiyanî dema ku li min dicivin, kar û barên jayanî û giyanî dikevin tengasiyê. Ji ber ku însan im, pêwendiya min bi gerdûnê re jî heye. Halevku kes û tiştên ku ji wan hez dikim, yek bi yek û zû bi zû bar dikin. Kenîn zû bi zû bi barana çavan ve diguhere. Li pişt daweta gelek şîn û tazî têne kirin. Piştî gelek firîna zû bi zû per û bask dişkên. Ev çer dinya ye Xwedayê min! Ruhê min ji van nakokî û dijrabertiyan bê debar dimîne. Di riya rast de jî carna xwar dimeşim êdî. Û bi vê koçiyê dîsa dilê min dikeve nava kulên bêpayan. Dilê min jî weke yê Siyehpoş wiha dinale wê demê;

 

                 Melhem bikerî min bu du destê heneregî

                Cerhê mi bibînî ku birîndarê tuwem ez

 

                Şêxê mezin Evdirehman Aqtepî jî dikeve nava suhbeta me û rengê mersiyeya xwe Kerbelayê bi me re parve dike. Lewra mijara me gelekî dişibe hev:

               

Bide saqiya badeyê pur elem

                Di dil da me hilbû hezar narê xem

 

                Pîrê evînê Cizîrî li dor mijara me gotina dawî bi lêva xameyê ve çespandiye;

 

Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne ‘eceb

Me di dil da heye narek ku disojit seqerê

 

                Him destê min ew qasî ne dirêj e ku bikarim xwe bigihînim armancên xwe. Temenê min jî kin e û ji bo peydakirina lazimatên min têrê nake. Tew sebreke min heye ku nayê zebt û vegirtinê. Li min xweyî dernakeve. Ew bi xwe jî bê sebr e. Dema ku derî dadide û diçe, li pey wê (sebrê) teşqeleyek mezin derdikeve ku tiştek di qirara xwe de namîne. Weke pepûka diltezîn çewalê min î ku mîna kerenga sermayê berhev dikim û diximê, bi qul e û her tişta ku min berhev kiriye, bêyî daxwaza min rijiyaye erdê. Dem borî ye. Telîs vala ye, ji bilî du sê kerengên girmixî û pelçiqî.  

                De ka bêje kitêba min. Ez ê van pirsan çawa çareser bikim. Dizanim bi vê pirsê jî dereng hatim ber deriyê rûpelên te… rûpelên te yên aram… Lê baş dizanim ku bersiva van pirsan jî di nava hevokên te de veşartî ne. Hêvî heye, dê hebe…

 

Benda Pêncem: Çav, cesed û ruh

 

Te digot; li sê tiştên xwe pir miqate be. Li rihê xwe, li çavên xwe û li cesedê xwe. Cesed ji ber ku mala/hêlîna rih e, bi qîmet e. Ew qas. Ne ji bo kaşikên cesed, lê ji bo xatirê rihî -herdaîm dê bêdawî be- lê miqate be. Lewra rih di vê xaneyê de mêvan e. Di vê xaneyê/malê de jî du şibak hene ku di navbera ruh û cesedê de pir e. Ew jî çav in. Du çav, du şibak, du ekran, du qamera… Ku rih vê alema dinyayê, di wê pencereyê de temaşe dike. De îcar ka bêje tu çi di wê pencereyê de diweşînî. Yanî seyr û temaşaya rih çito ye? Gelo tu dîmenên çawa di vê qameraya zahirî de, ji temaşevanê ‘ezîz re dişinî? Gelo rihê te bi van temaşeyan çiqas memnûn e ji te? Ya rastî yê ku dibîne ne çav e, rih bi xwe ye. Heta ku mirin li deriyê te bixe, dê ev temaşegerî bidome. Geh aciz dibe rih û geh jî şad. Ji xwe ev jî di rûyê te de xwe nîşan dide. Ji ber ku rûyê te jî ekraneke rihî ye. Piştî ku mirinê wezîfe bi cî anî, wê çaxê rih itlaq dibe. Yanî ji qeyd û bendê te û cesedê te û çavê te azad dibe. De îcar bixebite da ku ruhê li hember cesedê de têk neçe. Pîrozî û serfiraziyê bi dest bixe. Serkeftin ji bo te û rihê te. Rihê xwe aciz meke…! Bi şîretan diqede rûpel. Lê dîsa dikevime nava fikaran… gelo?!...

 

Benda Şeşem: Koç

 

Kitêba min! Baş tê bîra min te digot;

Xwe amade bike, tê herî welatekî bêdawî. Welatekî wisa ye ku ev memleketê me li hember wî mîna zîndanekê ye. Li wê derê, li paytexta selteneta siltan, tu yê xwe bigihînî litf û kerema Wî. Bes ku fermanên Wî rind hatibin bicihanîn. Yan na zîndana Wî ya wê derê jî erjeng e…

Teb‘en te rast gotibû û rasteqîn ne nûye jî. Bêguman ê ku ev jiyan daye wê dîsa bistîne jî. Bi vî awayî dê mirin derkeve ser dika xwe û wê peywir û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Ji xwe rojane ev kar û barên mirinê didomin. Çawa ku jiyan hate vê heyatê bi teqdîr û qudret û şiyanekê, wilo jî wê bar ke ji vê dinê, bi heman teqdîr û şiyanê. Tu jî perçeyek ji vê perçê jiyanê yî ku hatina te ya dinyayê misoger bi heman şiyanê ye. Weke herkesî tu jî dê bar bikî. Weke şair nalîde bûm;

Em jî vê şerbetê noş kin

Van dar û meskena boş kin

                Kitêba min! tu dibêjî, lo lo… dilê min bi heyrano! Ma tu yê kengî ji xwe vala bibî. Tu yê kengî farixê ji „xwe bi xwe“ yî bibî. Cenga ku di xwe de dikî, hema hema hindik maye ku sebr û aramê li te heram bike. Yan tu bi xwe dixwazî wan ji nava xwe derxî û bişînî mişextiyê. Nizanim, lê ev halê te yê keşmekeşane ji bo dahatûya te sirûdên rewnaq û hêvîawer nanehwirîne. Ji ber vê yekê ji te re careke din deriyên xwe vedikim. Firset ji bo bikaranînan wan hene. Ger firset neyêtin bikaranîn veger li wan tête girtin. Vêca jî tu vê fersendê bikar neynî, dibe ku deriyên îhsasasat û şibakên nûrnameyên min careke din li te venebin.

 

Benda Heftem: Şîreta Dawî ya Kitêbê

 

“Ey însan! Hişê xwe bide serê xwe. Ma gelo mimkin e ku Zatê Zilcelal tevdê hebûn û afirîdeyan têxe binê emrê te, ewana tev alikariyê bi te bikin û ji hewcehiyên te re "Lebbeyk!" bibejin; tevî van qenciyên mezin bi te bike û hay ji te tune be, te nas neke, te  nebîne? Helbet hay ji te heye. Him jî bi dilovaniya xwe, vê zanebûna xwe bi te dide zanîn. Tu jî Wî nas bike, Wî bizanibe û bi hurmetî zanebûna xwe nîşanî Wî bide. Misoger fêm bike ku; ji yekî wekî te ku di nava ecziyeteke mitleq, zeîfiyeteke mitleq, feqîrtiyeke mitleq; aferîdeyekî fanî û biçûk re, ev gerdûn musexxer kiriye, xistiye xizmeta te û şandiye hawara te. Helbet li gor hikmet, înayet û zanînê ev heqîqeta hanê dilnermî û bexşendeyîya Wî nîşan dide. Helbet li hember vê mihrevaniya gelemperî sipasdariyeke safî, xalisane û kullî û ji dil; herwiha hurmeteke ciddî û safî ji te dixwaze û ji te tête hêvîkirin…

Bêguman tu rast dibêjî… got û bêyî îxtiyariyê ji devê wî ev malikên rexneyî weşiyan;

 

Elî rabe wiha nabê
Bi hîl û pîle çênabê
'Umur borî mirin ha bê
Çira tedbîrekê nakî (S.
Elîyê Findikî)

                                                                                                                             Rêbendan-2015/ Tewrêz

Yazar: M. Zahir Ertekin

Kaynak: nupelda

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site