15:41 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 278

meha rewacdarmeha rewacdar : 11423

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653286

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

DEM û HEBÛN

Înî - 19/10/2018 15:18
DEM û HEBÛN

DEM û HEBÛN

Ehmed Zirkî Heke car caran pirsên wekî “gelo dem heye?”, “dem çi ye?” û “ma dem ligorî ye an yek e?” an jî yên wekî “li her derê heman dem derbasdar e?” û “dem hew anek e?” bi stûkura we jî digre û mêjiyê we jî dihejîne, werin em tev hinekî li ser vê têgehê bifikirin.

Ehmed Zirkî

Heke[1] car caran pirsên wekî “gelo dem heye?”, “dem çi ye?” û “ma dem ligorî ye an yek e?” an jî  yên wekî “li her derê heman dem derbasdar e?” û “dem hew anek e?  bi stûkura we jî digre û mêjiyê we jî dihejîne, werin em tev hinekî li ser vê têgehê bifikirin.

XZaman var mıdır?”, “izafi midir?” yoksa “sadece bir an mıdır?” gibi sorular,
Sizin de yakanızı tutup beyninizi silkeliyorsaZaman var mıdır?”, “izafi midir?” yoksa “sadece bir an mıdır?” gibi sorular,
Sizin de yakanızı tutup beyninizi silkeliyorsa
oceyekî nas, demeke li berî nuha, pirsek pirsîbû: “Gelo dem / zaman çi ye?” Pirsek e xweş bû û li cîh bû; lêbelê bi hizra min ewqas jî kûr û lîyaqî bersivandinê û vekolînê bû…

Di rastiyê de li gor ḧalê ruḧê me î ku em tê de ne, an jî li gor meşaleya ku em pê re karîwer in, pirseke bersivasan e. Pirseke wisa ye ku bersivandina wê mîna hêrfonekiya gotina seeta xebatê, wekî ya şev û rojê, fena ya heyv û salê, nolî ya qirn û serdemê, û hwd. hêsan e. Ḧeta bêje tu kanî wergerînî ḧenekan, mîna ku xoce bi xwe jî gotiye zaman, berovaciya bilêvkirina “namaz”ê ye, an jî navê mewquteyekê ye.   

Lê naçizane, bi destura we ez dixwazim hinekî cihê li ser van pirsan bifikirim û tiştên ku ez ê di vê fikirînê têbigihêjim û tespit bikim, bi we re parve bikim.

Dem, biqasî ku ez jê fehmdikim, têgeheke ne bi serê xwe, yeka bi aferîdeyan re girêdayî ye. Ew têgeha, bi livîna afirandiyan derdikeve holê û li gor hêza livînên wan tê pîvan û wana dide pîvandin.

Heke hûn bixwazin demê “li gor zivirîna cîhanê ya li dor rojê” bipîvin, saleke we dibe 12 mehên 30 rojî, bi tevahî dibe 365 roj (kusûratê najimêrim), rojeke we dibe 24 seet, her seeteke we dibe şêst deqe (parvekirinên hûrgulî yên din hûn bifikirin!)...

Heke hûn bixwazin demê “li gorî gera heyvê ya li dor cîhanê” bipîvin, saleke we 12 mehên 29.5 rojî û bi tevahî 354 roj, şev-rojeka we 24 seet (kusûratê najimêrim), her seeteke we şêst deqe (parvekirinên hûrguliyên din cardin hûn bînin bîra xwe!) ne...

Gerstêrka merkurê, zivirîneke li dor xwe, bi dema cîhanê 58,65 rojan diqedîne; di nava vê demê de ji gera xwe ya li dor rojê jî, beşeke 2/3an temam dike; ji bo vê yekê li ser zemînê vê gerstêrkê ḧereketa / xuyabûna rojê pir hêdî pêktê. Li cîhekî merkurê, di navbera du caran hilhatina rojê de, 176 rojên cîhanê hene; bi gotineke din, du rojên merkurê, bergendî saleke cîhanê ye.

Ez dibêjim qey ji van mînakên ku li ser cîhanê, cîrana cîhanê ya herî nêzîk heyvê û hevala cîhanê ya nêziktirîna rojê merkurê hatine dayîn, têra xwe îzafîbûna / ligorîbûna demê berbiçav û eşkere kirine. Yanê a nuha li gor agahiyên ku fizîka ezmanî dide me, em ji yekeyeka demê ya ku li her derê derbasder e, ne agahdar in. Li gerstêrkan giş, hebûna (xuyabûna) demên ji hev cuda, rastiyeke bêguman e.

Em niva dikanin li dû vê tespîtê gaveke din bavêjin:

Hêza geryana “sazûmana rojê” ya li dor navenda galaksiya kakêşanê / kadizê, di seetekê de 720.000 km. ye; lê di gerdûnê de hêza vê galaksiyê, di seetekê de 950.000 km. ye. Ev geryana bêrawestîn ewqas bihêz e ku her sal, cîhan û sazûmana rojê bi qasî 500 milyon km. yî, dûrî gergeha sala xwe ya çûyî dikeve.”

Jiber ku sazûmana rojê, -ku cihana me jî endameke wê ye-, di salekê de 500 mîlyon km. ji ciyê xwe yê berê dûr dikeve û li gor selmandina Edwin Hubble -ya di sala 1929an de pêkhatiye û ev peyîtandin ji aliye zanyarên îro ve jî tê pêjirandin-, hemû galaksî ji hev dûrdikevin. Ev selmandin, peyîtandin û pejirandin, bi şêwazeke bêguman firehbûna gerdûnê şanî hemû xwedîhişan dide. Belê, eger ev rastiya zelal û bilind, di hiş de were girtin, qebûlkirina hebûna demên bi cîsmên ezmên ve girêdayî û rewşên wan ên lêveger / muqabîl, mecbur dibe.

Heke bi vî awayî şek û şubheyên li derdora hebûna demên ku bi afirandiyên gerdûnê ve girêdayînin, bi vî awayî asanane û zanistane ji holê werin rakirin, em niva dikanin bi ser doneyên / daneyên fizîk, ezmannasî û fizîka ezmanî re derbasî egsersiza nasînek û danasîneke demê ya hêsan bibin.

Wiha ku,

Di warê aferîşa / afirandina gerdûn û mutemîmên wê de bîrdoza ku bi awayekî gelemperî hatiye pejirandin, a “Big Bangê / Teqîna Mezintirîn”ê ya Georges Lemaitre ye. Li gor vê bîrdoza ku di nava cihana zanistê de hatiye qebûlkirin, xulqîna gerdûnê ji sifirê dest pê kir û bi hêzeke pir mezin fireh bû. Gerdûn bi vê tevgera xwe ve, digel hemû daneyên ku ji destpêka xwe heya roja îro derxistine holê, bi tevahî piştevaniyê li doza bingehîn ya vê bîrdozê dike.

Heke mirov, ji vê rastiyê ḧereket bikira û pirsa “gelo seba fehmkirina demê, gihîştina sînorê firehbûna gerdûnê li kêr were an na?” bipirsiya, ji bo têgihiştîneke rastîn û fehmkirina wateya têgeha demê, dê bi ḧeqî sûd jê bigirta? Pirseke balkêş e ne wisa ev pirs? Tê hizirîn ku, vê pirsê û bersiva wê, dê alîkarî bikira.

Baş e; lê mirovatiyê bi van derfetan ḧeya nuha bes xwe bi zorê gîhandiye ser heyvê û çend navgîn şandiye ser merîhê! Ligel neçûyîna gerstêrkên din, seba nasîna wan navgîneke bi tenê jî nehatiye şandin. Û mixabin ḧeya nuha, derketineke derveyî sazûmana rojê ji aliye me nişteciyên erdê ve nehatiye pêkanîn!

Ji bo ku di vî warî de çavdêriyeke riḧet were kirin û hizirîneke dûrî şikestina zanistî û fikrî were pêkanîn, pêdivî bi tevgerîneke bi teory of relativityê / bîrdoza ligoriyê ya Albert Einstein re hevkêş heye. Divê em xiyal bikin ku hin makîneyên super, yanê yên ku bikanibin li hember hemû mercên gerdûnê rêwîtiyê bikin, bi destê teknolojiyê hatine çêkirin. Ev navgînên mutasawwer, bila di heman demê de kanibin xwe bigihînin leza roniyê (lewre heke em vêya qebûl nekin, em nikanin xwe bigihînin lezayiya cîsmên ezmanî yên ku ji “big bang”ê heya îroj dûrî hev dikevin!). Van makîneyên ferzkirî, bes bi leza roniyê tevbigere, meriv dikane bigihêje çirûskên ku ji aliye cîsmên ezmanî ve tên belavkirin. Mirov, anca bi gihîştina vê lezê ve dikane bi hêla roniyên cîsmên ezmanî bifirre û dikane bibe cîsmek ji cîsmên wê ahenga ku ji cumbuşa rengan pêk hatiye. Yanê mirov bi vê suretê digihêje herikîna demê; bi gotineke din dem, li hember vê sureta makîneya me, herikinê diterkîne û radiweste.

Lêbelê divê were teqdîr kirin ku ev leza, ji bo îdraqkirina gerdûnê û dema ku encam an jî fêkiya livîna hundirîn ya gerdûnê ye, dê têra me neke, dê seba bersivandina pirsên li ser demê yên di hişên me de ne, qîm neke. Çimkî wê çaê em ê hew xwe bigihînin leza firehbûna gerdûnê ya ku pê fireh dibe.

Ji bo vê yeke, divê leza makîneya me ji leza roniyê zêdetir bibe; da ku derfeta li dawiyê hiştina leza firehbûna gerdûnê û temaşekirina leza vê firehbûnê pêkwere. Divê bîrxistineke piçûk bi bîra we bixînim ku em zû an jî dereng wêneyên hebûnan, bi saya biriqîna wan an jî xêra leza roniya ku ji wan belav dibe, dibinin.

Bila bê ferzkirin ku vê makîneya me ya xiyalî, lezeke ku leza belavbûna roniyê û ya firehbûna gerdûnê li dû xwe dihêle, bi dest xist. Mirov li dû rêwîtiyekê dirêj ya bi vê leza ku ji leza roniyê lezdartir e, digihêjê sînorê dawî yê firehbûnê; hebûn, bi hemû binebeşên xwe ve li dawiyê dimîne… Helbet divê were zanîn ku di lezeke wisa de ne bedeneka fizîkî dimîne, ne jî navgîneke şênber! Ji bo vê yekê, di vê ger û geştê de mecbûriyeta qebûlkirina bîr û îdraqeke ferzkirî heye.

Heke me bi vê leza ji leza roniyê lezdartir rêwîtiya xwe domand û sînorê gerdûnê û yê firehbûna wê li dû xwe hişt, em ê hingê bibinin ku gerdûneke mezin û firehbûneke girtirîn û nayê salixkirin, li dû me dimîniye; em di pêş de ne, gerdûn li dû me ye… Li hember vê dimênê em wekî jixweçûyî, wekî matmayî ne; bi xeşyet û bi ḧeyret vê şopîna bê mînak, vê hatin û çûyîna gewretirîn, vê bazdan û şopandina girsegir temaşe dikin diherin.

Bi gotineke din, em niva di nava demê de ber bi paş ve diherin… an bi an, seet bi seet, sal bi sal, serdem bi serdem ber bi paş ve ye çûyîna me niva… Ji aliye me ve di her rawestgehekê de, demên kevn û bûyerên qewimî tên dîtin. Di vê qonaê de dixwazî silavekê li Nûjenkarê ji xawênê bide, dixwazî jî li Selahaddînê serbilind… Dixwazî bi wan qîm meke, rasterast xwe bigihîne Kana Ronahiyê û spasiyên xwe bê navgîn ji wî (s) û rêhalên wî re peşkeş ke…

 Di dawiya vê rêwîtiyê de a kû pêkhatiye, gihîştina destpêka demê, gihîştina qada belavbûna wêne û dengên destpêka hebûnê ye. Di vê gîhanekê de hemû tiştên ku pel bi pel ji teref çavan ve tên dîtin, hemû tiştên ku pêl bi pêl ji aliye guhan ve tên bihîstin, bê şek û şubhe aîda pêkhatina geregiyên fermana “Bibe!”yê ne.

Bi vê şêwazê, ji teref hiş û mêjiyan ve têgihîştina afirandin, şekilandin û sêwirandina vê gerdûna berbiçav ku ji hebûnên bêjimar çêbûye û yek bi yek hemû demên bi wan hebûnan ve girêdayî, bi awayeki erjeng û şaşwazkirî li pêş çavên hiş, hewn, hidam û aqilan pêk tên…

Han, di vê qonaê de, erê tam jî di vê qonaê de xuya dibe ku dem û hebûn, cîsm û livîn di nava hev de ne û beşên bi hev ve yên yeka yekane ne. Han, di vê pileyê de çawaniya yekbûna seetek û salekê, rojek û sedsalekê zelal dibe; demî bûn û ne demî bûn tê fehmkirin… Digel deman çi şênber, çi melekût, ew afirandin, ev navhevî, ev yekîtî, ev tevger, dest û lepên hemû îdraqan girê dide û mecbûrî teslîmê dike… 

Ji hember ve temaşekirina van hûnandinên kemilî û van afirandinên mukemel yên ku li gor fermanên Pêşnûmakerekî Muezzem, yên Endazyarekî Bêmînak… ji gişan wêdatir ji hember ve sêrkirina afiran û afirîşên li gor dîrektîfên Aferînerekî Bênazir, baş bi hişan fehmkirin dide ku çima ji Ruḧê Wî pifa bedena mirov bûye? Çima hemû ferîşteyên ezmanan li hember mirov ketibûn kemerbesteyê û secde kiribûn? Di nava hebûnê de çima hew mirov wekî xelîfe hatiye hilbijartin?

Di gerûgeşteke wanî de em ḧeya çav û pozê xwe van rastiyên bala fehmdikin… Ligel piçûktiya me, dayîna vê mezinayiyê û digel tengezariya me, bexşandina vê hêzdariyê dibînin û bi van hemû dîtin û hîskirinan ve em mest û sermest dibin; an jî berovacî vê, bi şiyarbûna hemû hucreyên têgihana xwe ve, em li hember vê mukemeliyê û Hostayê wê, di nav tekqdîr û pesinandineke bêdawî de radest û teslîm dibin… Bi vê rewşa xwe ve, li ber hemû nav û wesfên pîroz yên li ser demê û heyînê dibiriqin, di nav perestinê de wekî matmayî bi awayekî stûxwarî bejna xwe ditewinîn… Bi hemû binebeşên xwe ve gerdûn, û ew perçeyên demê yên ku di navbera wan binebeşan de mîna qenewîçan hatine neqşandin, yek bi yek bûne xuyangehên pîroz… Û bi dîtin û hînbûna van gerpêçeyên nûwazeyan, hemû per û baskên mêjiyan ji nû ve dihejin, vedijîn û ji nû ve bi firînê dikevin.  

Bi dîtina van rûdanên ji rêzê der ve, em ji Vekerê bergehên fikirînê re, ji Gîhanerê gencîneya ku bi “bixwîn”ê destpêdike -ku hemû şîfreyên hebûn û paş hebûnê dihundirîne-, gîhandiye me re, ji Rastkerê sirf bi armanca duristkirina riya mirovahiyê re, ji Firehkerê asoyê hizirîn û fikirîna mirovahiyê re û ji Dildayê mirovahiyê ku sirf ji bo wan jî bigihînê meqamê Qabê Qawseynê, ku ji wir daket nav me re, wekî deyndayînekê, bi qedirzanî û bi wefadarî, hezar carî spasiyên xwe û hezar carî selat û silavan diyarî dikin…  

 

Şekil 1: Seetên Rojê yên ku ji aliye Misilamanan ve hatibûn çêkirin. Pergala vê amûrê, li gorî bingehgirtina siya bizmarekî ya ku diket ser mermerekî an jî ser kevirekî, hatiye sazkirin.

Şekil 2: Tava stêrka rojê, ligel gerstêrkên din hem merkurê, hem cîhanê, hem jî heyvê ronî dike. Rojên demî yên hersêyan ji hev cihê ne.

Şekil 3: Gerdûn, li gor bîrdoza “teqîna mezintirîn”ê di demeka pir kin da gellek mezin bû.

Şekil 4: Li gor tespîtên George Gamow gerdûn, di destpêkê de, ji nuha gellek tîrtir û germtir



[1] En nivîs, bi pirranî ji nivîseke birêz Ahmet Demir hatiye wergerandin.

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site