15:48 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 285

meha rewacdarmeha rewacdar : 11430

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653293

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Baweriya Bi Qederê Dûr Dike Ji Kederê

Şemî - 20/10/2018 22:18
Baweriya Bi Qederê Dûr Dike Ji Kederê

Baweriya Bi Qederê Dûr Dike Ji Kederê

Îro ji rojan şemî ye. Ji bo xwendekarên ku liseyê diqedînin rojekê gelek girîng e. Ezmûna ji bo ku bikevine zaningehê îro ye. Xwendekar gelek bikelecan in. Ku meriv li çavên wan dinihêre, dikare kelecana wan di çavên wan de bibîne. Wê çima bi kelecan nebin? îro wekî roja man û nemanê ye. Belkî wisa ye, belkî ne wisa ye. Lê belê disa jî rojeke girîng e.

Baweriya Bi Qederê Dûr Dike Ji Kederê

Cihat YAŞAROĞLU

 

Îro ji rojan şemî ye. Ji bo xwendekarên ku liseyê diqedînin rojekê gelek girîng e. Ezmûna ji bo ku bikevine zaningehê îro ye. Xwendekar gelek bikelecan in. Ku meriv li çavên wan dinihêre, dikare kelecana wan di çavên wan de bibîne. Wê çima bi kelecan nebin? îro wekî roja man û nemanê ye. Belkî wisa ye, belkî ne wisa ye. Lê belê disa jî rojeke girîng e.

Roja ku ez ketibûme ezmûnê kete bîra min. Min lîseya Îmam Xetîbê nû xilas kiribû. Dema ku em di liseyê de, di pola yekemîn de bûn, biryareke nexweş hate danîn. Gotin; “Ên ku ji liseyên meslekî ne em ê  puanê wan bişkînin. Bila puanê wan û puanê kesên ku ji liseyê din dikevine azmûnê yek nebin.” Qesda wan ji Îmam Xetîban re hebû. Dixwestin ku Îmam Xetîban ji kokê ve rakin, derê wan bigirin. Ew biryara nebaş, cara yekemîn li ser me hate bikaranîn. Dema ku em ketine ezmûnê, me wekî hevalên xwe yên ku ji liseyên din in bersiv dida, lê ji wan re zêde puan, ji me re kêm puan dihat. Di navbera 15- 25 puanan de puanên me dihate birîn. 15-20 puan ne wisa puanek hindik bû. Wek mînak, ez puanê xwe bibêjim. Min ji ezmunê 145 puan stand. Gerek ji min re 187 puan bihata. Bi wî puanî ez dikaribûm biketima Fakulteya Hiqûqê, li Zanîngeha Marmarayê. Lê belê 23 puanên min hate birîn û ez bi zorê çûme beşa mamostetiya polê, îja bi çend puanan. Bi 165 puanan. Hevalê min ên ku ji min berjêrtir puan standibun, çûne beşên gelek xweştir.  

Ev halê ha, ji min bi xwe re ne mesele bû. Lewra baweriya min bi Xudayê Heq hebû / heye. Ew baweriya me ji me dixwaze ku em tewekkul bikin. Tewekkul jî dixwaze ku em hem li dinê hem li axiretê mesûd bibin. Çi rind gotiye Ustad Bediuzzaman: Îman tewhîdê; tewhîd teslîmê; teslîm tewekkulê û tewekkul jî seadeta her du cîhanan dixwaze.” Di gotineke din de jî “Kesê ku îman bi qederê bîne, ji kederê (xemê) emîn e.” Belê baweriya me ew e ku her çi tê serê me, di qedera me de hatiye nivîsandin. Eger ez qasekî ber xwe bikevim an jî li menfeeta xwe binêrim; Xudayê teala bi hezaran ji min zehftir di derdê min de ye. Ew (c.c) ji min zehftir ji min hez dike. Çi bê ji Wî, ser seran ser çavan. Her tişt ji wî ye, qet mesele nîne. Ji xwe bê emrê wî tu tişt nayê holê. Belê, Baweriya bi qederê, dûr dike ji kederê.


Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site