20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 79


ÎroÎro : 172

meha rewacdarmeha rewacdar : 2308

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615225

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Bandora baweriyê ya li ser zimên

Duşem - 08/12/2014 21:29
Bandora baweriyê ya li ser zimên

Bandora baweriyê ya li ser zimên

Gelî mirovo! Bizane, hinek gotinên erjeng henin ko ji devên mirovan derdikevin û bêbaweriyê nîşan didin, yê xwey-îman ji nezanîn ve bikar tîne. Bedîûzzeman

Bandora baweriyê ya li ser zimên

E. Semed

 

 

Heqîqeta herî mezin û eşkere bawerî ye. Bawerî mirovî dike mirov belkî dike siltan. Bi saya baweriya jidil mirov ji dereka heywaniyetê ber bi meqamê mirovatiyê ve bilind dibe û dikare hinek caran ferîşteyan paş xwe ve bihêle.

Bawerî ji her milî ve bandorê li ser jiyana civakî û şexsî dike. Ew baweriye ku di rojên havînên germ de rojiyan bi mirovî dide girtin û nahêle ne avê vexwe û ne jî xwarinê bixwe. Ew bawerî ye di şev û rojan de, di havîn û zivistanan de, di firehî û tengiyê de, di xweşî û kêfxweşiyê de parastina ji gunehan ji mirovan dixwaze. Ger pêdivî pê hebe, ji bo baweriyê mal û milk, ked û kesb, can û ewlad tê fedakirin.

Ji ber ku di jiyana bawermendan de cihê baweriyê giring e, bandora baweriyê jî mezin e. Bandor carinan ji nikalî aboriyê ve çêdibe, carinan ji nikalî çand û hûnerê ve çêdibe, carinan ji nikalî bîr û baweriyê ve çêdibe. Bandora baweriyê ya herî xurt e ku felsefeya materyalîzmê ji xwe re kiriye neyarê herî mezin. Di nêv civakekê de kîjan hêz xurt be, ew hêz bandor û mohra xwe li ser jiyanê dide.

Em pesn û senayan ji Xwedê re didin heta îro jî, di nêv milletê me de hêza herî xurt hêza baweriyê ye. Her çiqas hinek propagandeyê dikin û dibêjin; ser destê baweriyê milletê me tê xapandin. Ya ji me re giring eve ku bikarin digel hemiyetperweriyê girêdayî baweriya xwe bin jî. Em baweriya xwe û milletê xwe yek hesab dikîn. Jixwe em dibêjîn; milliyeta me islamiyet e.

Mixabin, van salên paşiyê, em dibînin hinek mirov ji qestan lê digerin wî reng û boyaxa baweriyê ya li ser jiyan û çand û zimanî hema yekcar bimalin. Bi izna Xwedê ew neqenciyên erjeng dê neçin serî. 

Min divê di vê nivîsê de balê bikişînim ser bikaranîna zimanî. Seydayê Bedîuzzeman dibêje; “Nîşana qederê ya li ser mirovî ziman e. Rengê mirovatiyê jî di rûpelên zimanî de bi nexşên axaftinê têt xuyakirin.” Milletê me bêxweyî ye, sazî û dezgehên me yên fermî nîne. Em nizanin kî mirov û rêxistin di xêra milletê me de kar û xebatan dike. Dema ko fikra milliyeta menfî ser ji bîr û baweriyê distîne, hinek mirov dixwazin keda hezar salane hema hilweşînin. Piştî avakirina Komara Tirkiyê me dît ku ji nişkêve desthilatdaran rahêliştin çanda hezar salane ku ji holê rakin. Îro ev rahêliştin li ser  bawerî û çand û zimanê kurdî jî dest pê kiriye.

De ka em vêkre berê xwe bidinê; çawa li ser niyeta “zimanekî netewî”, lêbelê xerabiyên kûr û dûr têne kirin. Tu ji wan bipirsî dê bibêjin; em ji bo kurdiyeka resen dixebitîn. Lewma em bêjeyên ‘erebî û biyanî ji kurdiyê davêjîn. Gelo ev kelîmeyên hezar sal in bûne rih û cesedê zimanê kurdî, bê avêtin, ma wê çi bimîne destê me de? Belê, zimanê me dewlemend e bes çênabe ku em vî zimanî hişkîhola û repîrût bikin. Hingê dê çanda zimanî jî winda bibe. Ser navê “kurdiya xwerû, resen” êdî dê tu kes ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqê Teyran fêm neke. Xwerûkirina zimanî dê domandina çandê veqetîne û yê winda bike.

Min di pirtukekê de xwendibû, digot: “Berê di ferhengan de kelîmeya nedihat zanîn mikroskop bû, li aliyê wateyê hûrdebîn danîbû. Ferhengên niha de kelîmeya nayê zanîn hûrdebîn, li aliyê wateyê mikroskop danîn e.” Bi rastî, sadekirin û xwerûkirina zimanî heçwekû tazîkirina zimanî ye. 

Rojekê, ji bo serdana nexweşekê em li nexweşxaneyê bûn. Me dît xortek hat serdana pîrekalekê û jêre got:

  • Derbasî be kalo!

Merikê pîrekal tênegihişt ku xort çi dibêje.

  • Derbasî ku bibim? Tu dixwazî min derbasî ku derê bikî?

  • Na kalo! Ez dibêjim derbasî be.

Mirovên dî yên li dorê beşişîn û ji pîrekalî re gotin:

  • Ji te re dibêje gêçmîş be. Xwedê şîfaya xêrê bide.

  • Wey Xwedê ji hewe hemiyan razî be.

Em her roj rastî mînakên weke vê dibin. Di serê ‘ewil de hinek bêje li  xerîbiya mirov diçe. Lêbelê hêdî hêdî belav dibin û mirov nikare pêşiyê lê bigre.  

Mezinên me, bab û bapîrên me, herdem şîreta qenciyan li me dikirin. Nêv civakê de em hînî rabûn û rûniştinê, siyanet girtinê dikirîn. Digotin; bila her daîm gotina qenciyê ji devê hewe derkeve. Çiqas tiştekî baş e ku em di axaftinên xwe de ji yêkdû re duayan dikin, ji Xwedayê mihrîban daxwaziya xêr û xweşiyê dikin.

Gava em diçin serdana nexweşekê em dibêjin:

  • Xwedê silametiyê bide, Xwedê şîfa xêrê bide.

Şûna vê gotinê çi anîne; “derbasî be!”.

Tu hingî bêjî gotineke tamsar û bêrûh û tu feydê nade mirovê nexweş. Hal ev e ku; pêdiviya nexweşî bi di’ayan, bi moralan heye.

Mirov li ser kîjan dînî be bila ser wî dînî be; mane baweriyê bi Xwedayekî tîne. Hima ne Misilman, bila Cihû be, bila Fille be, bila Êzidî be, bila Zerdûşt be, bila Budîst be, di baweriya wan de hêzeke bêdawî heye û perestîşa Xwedayekê dikin. Yê misilman jî dikare bibêje “Xwedê şîfayê bide”. Yê cihû, yê fille, yê êzidî, yê zerdûşt û yê budîst jî dikare vê gotinê bibêje. Her yekê dê li gorî baweriya xwe rawe bike. Heger mirovê bê bîr û bawerî be, jixwe jê re ne lazime tu tiştî bibêjî. Lewra, daxwaziya şîfayê ji “Xwedayekî” tê kirin. Daxwazî ji hêzeke mezin û xurt tê kirin. Hêviya derbasbûnê ji derekê tê kirin. Haşayî cenabê we, heke mirov ateîst be, hewce nake ji tu deran an tu kesan hêviyên “derbasbûnê” bike.

Belê, baweriya me ji me re bûye çand, bûye jiyan, bûye millet. Divê mirov rê nede hewldanên beredayî.

De werin em têkde berê xwe bidîn çend mînakên dî:

Em rastî yêkdû tên, silam dikîn û pirsa halê hevdu dikin.

  • Tu çawan î, baş î?

  • Elhemdulîllah, ez baş im, Xwedê ji te razî be.

Şûna vê gotinê çi cih dikin:

  • Ez baş im, spas dikim, tu sax bî.

Ji bo arîkariyê gava em teşekkur dikin:

  • Xwedê ji te razî be.

Şûna vê çi dibêjin:

  • Sipas dikim.

Me digot:

  • Siba we bi xêr be, şeva we bimîne xêr û xweşiyê de.

Şûna vê xêrxaziyê kîjan gotinê belav dikin:

  • Rojbaş, êvarbaş, şevbaş, dembaş

Dema zarokek dihat dinyayê me digot:

  • Xwedê da, Xwedê zarokek da filankesê, Xwedê ez roja çarşemê dame, sebiya nûxwedêdayî.

Îro dibêjin:

  • Rojbûn, jidayîkbûn, zayîn, nûzayî.

Wextê mirovek dimir me digot:

  • Emrê Xwedê kir, çû ber rehmetê.

Îro dibêjin:

  • Koç kir, jiyana xwe ji dest da, can da.

Di şahiyekê de, kêfxweşiyekê de me digot:

  • Ser xêrê be.

Îro dibêjin:

  • Pîroz be.

Em rastî yekê rencber, cotyar dihatin me digot:

  • Xwedê qewetê bide, Xwedê bereketê bide.

Ji yekê karker, xwendekar re me digot:

  • Xwedê arîkarê te be, Xwedê dest te ve bîne.

Niha jî dibêjin:

  • Serkeftin.

Divê bê zanîn ku, ev hewldan û kiryarên viharengî ti sûdê nade çand û zimanê me. Werin em guhdariya nivîsên şîretkar bikin û bi ser xwe ve werin:

“… hez û daxwaziyên gelan jî babet babetî ne. Lewra ew ‘edetên civakî, ew dilîn û nêrîn, ew hez û daxwazan û hwd. bi mizdana dîrokê li gor îstîdadên gelan, di hezaran salan de şekil girtiye û bi hebûna gelan ve hatiye zeliqandin.

Çêbûn, mizdandin û geşbûna çandan, ne bi xwestina yek rojê ye, ne bi xwestina yek salê ye... Ji bo vê rasteqînê, guherandina tiştên çan­dî û civakî bi derbasbûna hezar salan ve pehêt girêdayî ye, bi dilrazîtiya xwediyê wan çandan ve girêdayî ye, û divê ew çand, kevn bibe û fonksiyona xwe nikaribe bîne cîh, hînga bê guherandin.

Ango, heke îro were xwestin jî em çanda xwe naguherînin. Em dê çawa "li ber mezinan rabûn” ên xwe biguherînin? Em dê çawa xwendina Quran û mewlûda xwe, hez û biratiyên xwe, rasteqînkariya xwe, şiretên xwe yên hezar salî, şap û şepikên xwe, mêvanperwerî û olperweriyên xwe biguherînin?

Ev kiryara ku li me tête tetbîqkirin, ne namzedê qebûlkirinê ye. Ev xwe têrakirina hovîtî ye. Em jî hovîtiyê tesdîq nakin, û qebûl nakin. Lewra tiştên wanî hov, di dîrokê de nehatine dîtin.”Aqil Mihicir

 


Yazar: E. Semed

Kaynak: nupelda

Toplam: 10 puan ve 2 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site