13:09 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 180

meha rewacdarmeha rewacdar : 11325

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653188

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Raman

Kurteceribînekan II

Kurteceribînekan II

Qelem Şîr Dirêje ji Çemên Jiyanê Qelem nîşana lalan e, ‘elametê şevbuhurkên rengîn û bi sûretsûf in. Ew kesê ku ji kerr û gêjiyê bêpar in, bi saya qelemê xwe bêpar hiştine, tiştekî pir baş e. Lewra qelem di nava gengeşî û teqereqiyê de meşeke hundirîn û sikûnetî ye. Bi her dostî re dost bi her dujminî re duşmen e. Car caran ‘elemetê jixweçûyîn û ketina bin lingê basta zeman û teyya mekan e qelem. Weqta peyva ‘Ellahumme’ bi lêvê ket ‘sellî-barîk’ jî bi qelemê re tê, bi xwe diherike ser kaxezê. Lempe ye, find e, pertew e furûzan e qelem. Hişê mirovahiyê bi xêra vê mohra pîroz hatiye parastin. Zagonên îlahî û însanî jî… bîranîn, name, qeydên millî û dadî tev deyndarên vê rêzikreşikê ne. Aşiq bi wê derdê dilê xwe dikewîne. Tolstoy bi wê bûye Tolstoy, “Mem û Zîn”bi saya wê ji dilê Xanî niqutiye, “ÊşênWertherê Xort”di destê Goethe de bi saya wê bûye berhemeke mayînde. Gelek caran Zîn tunebe jî li holê qelem alikariyê dide Memê. Derketina her xêzekê darûyêhel ‘illetekê dide der. Qelem, bawerî û aramiya kesên mehrûm, mehkûm û mehcûran e. Daussila bi boyaxa qelemê te’ma xwe yî tûj vediguheze. Birîna lal ji pûçiyê derdixe, heval û hogiran bi bîr tîne û bêhna kaxez û hibrê bir ser serê dilê xemgînan de dike

Ji Kurteceribînên Suhbetawer

Ji Kurteceribînên Suhbetawer

Însan Nîsan Nîsyan Di însan de him bêhna Nîsanê heye û him jî tovê nisyanê. Bêhna Nîsanê pê re heye, lewre car caran germ dibe, dikele havîn e însan. Car caran sar e, qeşayî ye, berf e zivistan e însan. Carinan mîna bayê payîza îlonê ye ku li ber kê/kî derbas dibe dixujxuje, hêrs dibe. Herwiha tiştên hişk û kevn diweşîne mîna pelên daran, payîz e. Carinan jî bi coş e, dibare, bi îlham e, dilovaniyê li her kesî dike. Weke coş û xurûşa ava Miksê ye ku Feqiyê Teyran jî ji heman avê û di heman demsalê de bi xurûşê ketibû “Ey av û av” a xwe ya ku mohra xwe li edebiyata Kurdî xistiye, nivîsîye. Yanî bihar e… Nîsan.

PÎVANÊN JIYANÊ

PÎVANÊN JIYANÊ

RÎSALE û PARTÎ/HÎZB Doza ku Rîsaleyên Nûr dişopîne ewqas mezin û girîng e ku, li ti partiyan / hîzban hilnayê û munhasirî partiyekê-duduyan nabe. Şopgerên Namilkeyên Roniyê ewqas serbilind û dozbala ne ku hizb / partî, ti car têra wan nakin; dermanên ku di destên wan de ne, ne seba endamên partiyekê bi tenê, ji bo hemû mirovan in. Pêşnûmayên ku di vê kana roniyê de ne, ji bo hemû kesan, ji bo hemû netewan in. Heqê ti kesî tune ku kesên di tarîtiyê de ji vê ronahiyê bêpar bihêlin!

Baweriya Bi Qederê Dûr Dike Ji Kederê

Baweriya Bi Qederê Dûr Dike Ji Kederê

Îro ji rojan şemî ye. Ji bo xwendekarên ku liseyê diqedînin rojekê gelek girîng e. Ezmûna ji bo ku bikevine zaningehê îro ye. Xwendekar gelek bikelecan in. Ku meriv li çavên wan dinihêre, dikare kelecana wan di çavên wan de bibîne. Wê çima bi kelecan nebin? îro wekî roja man û nemanê ye. Belkî wisa ye, belkî ne wisa ye. Lê belê disa jî rojeke girîng e.

DEM û HEBÛN

DEM û HEBÛN

Ehmed Zirkî Heke car caran pirsên wekî “gelo dem heye?”, “dem çi ye?” û “ma dem ligorî ye an yek e?” an jî yên wekî “li her derê heman dem derbasdar e?” û “dem hew anek e?” bi stûkura we jî digre û mêjiyê we jî dihejîne, werin em tev hinekî li ser vê têgehê bifikirin.

JI BO XWEDÊ

Bila ew kulîlk bi şaxê xwe ve be, destê xwe navêje wê xweşikiyê. Ku gul tê qermiçandin dilê min diperite. Ez moza gerokê li ser xonceyan, notirvanê devê deriyê keda ciwantiyê. Şeytaniyê neke, hestên wê keçikê girikî neke. Dest nevêje wê delaliya ku hay ji tişekî nîne. Bila ew perperik bifire, ma hêza rengîn ji kîsî te ye? Em rice dikin çavê xwe bernede wê tezeya ku ne ya te ye. Ji bo qedrê Xwedê xweşikiyê neherimîne.

Dem û Zemîn

Dem û Zemîn

Aqil Muhacîr LORYA

Pêbawer

Pêbawer

Pêbawer, ji kesên ku bi rastiya gotin û kirinên wan tê bawerkirin re tê gotin. Pêbawer, kesên ku mirov pê ewle ne; însan, bi dilekî rihet dikanin xwe bispêrin wan. Bêje û hevokên ku ji devên wan derdikevin bi bingeh, çalakiyên ku di kirinên wan de xuya dikin armancqenc in. Di vê newalê de divê rasterast sadiqbûn û bi sidqiyetê ve girêdayîbûna pêbawer bête dîtin.

Pîvan

Pîvan

Dadwerî û Birêvebirin Divê her destkar, karen xwe bi dadmendiyê bimeşîne; da ku atmosfera jiyanê bi dilşadî û dilxweşiyê were hûnandin. Heke di rêvebiriyê de dadwerî tune be, mîna bana qelişî, her kêsî nerihet dike. Dewlemendî Di jiyanê de hemû derfet, paye û meqam, demî nin û ji bo ezmûna pîroz in. Dewlemendî jî ji wan yek e û gelek imkanan dihundirîne. Heke çikosî neyê kirin û bi comerdî di riya Xwedê de, di ya dadwerî û mirovahîyê de were bikaranîn, çi nîmetekî kêrdar e. Na, li dij vê, heke dewlemend di riya nefsê de, di riya hewayê de be, di çiva qezenckirinê de wergî çehla wendakirinê dibe.

GUFTÛGO BI KITÊBÊ RE

GUFTÛGO BI KITÊBÊ RE

Îro ji nû purateş im dîsa ji remza dilberê Mecrûhê qewsê purweş im tîr dane nêva cegerê Melayê Cizîrî Benda Yekem: Mufareqet Mufareqet dijwar e. Dûriya ji dil dijwartir e. Weke helbestvan dil wiha lorand; eql û mêjiyê min wilo nehwirand: Birînê min pirî kûr in ji kûriyê xedarê Şûnê şîşê ji agir ew ji feleka neyarê

JÎR

JÎR

Jîr, ne zexel, ne jî tenbel in; berevacî, xebatkar in wana; huqas vejenî nin ku tu dibêjî qey vejena wan naqede. Jiyana wan û pêkanîna geregiyên doz û têkoşîna wan, ketine nav hev; heta bibêje herdu bûne yek. Ewqas ku, di jiyana wan da, hemû helwest û tevgerînên wan ên ku bi xewn û xiyalên wan ve, têkildar in, çirûsk çirûsk in.

Mikurhatinek an kitêba min a ji min xeyîdî

Mikurhatinek an kitêba min a ji min xeyîdî

Ez jî mîna Seydayê Bateyî ji kitêba xwe re wiha dibêjim: Baziya hecrê ji nû dil rave rûyê mexlebê Kun dikit furqet dilan hem reng e şîş û metqebê Zalimê çerxê behêtim ger reşadê lewlebê Ya rebbî dîsan muyesser ke ji bo min metlebê Bê hîcabane bibînim caredî dêm-kewkebê

Bandora baweriyê ya li ser zimên

Bandora baweriyê ya li ser zimên

Gelî mirovo! Bizane, hinek gotinên erjeng henin ko ji devên mirovan derdikevin û bêbaweriyê nîşan didin, yê xwey-îman ji nezanîn ve bikar tîne. Bedîûzzeman

LI SER WESFÊN RESÛLÊ EKREM ‘ELEYHÎSELAM ÇEND GOTIN

LI SER WESFÊN RESÛLÊ EKREM ‘ELEYHÎSELAM ÇEND GOTIN

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm Hemd ji Rebbê alemê re, selat û selamên bêkêmasî li ser rêberê nebî û resûlan Hezretî Muhemmed û li ser malbata wî û eshabê wî û li ser peyrewên wî bin. Bêguman hînbûna wesfên Resûlê Xwedê ‘eleyhîselam wezîfeya hemî mirovan û mukellefiyeta hemî xwedîqilan e. Da ku bi ronahiya jiyana wî ya berz bimeşin û li ser şopa exlaqê wî yê bêhempa têkevin riya hîdayetê.

Perwerdeya Dilînan

Perwerdeya Dilînan

Belê, kar û xebatên di derbarê dinyayê de, di hukmê şûşeyên şikestî de ne. Lê, kar û xebatên di derbarê axretê de, weke elmasên giranbiha bi qîmet in. Ew hestên ku di fitreta însan de hene, weke meraqa tund, muhebbeta germdar, hêrsa dehşetdar, û xwestina bi ‘înad, ji bo kar û barên axretê hatine dayîn. (Bedî’uzzeman- Mektûbat, 42. Weşanxaneya Zehra.)

KESAYETIYA JINA KURD A SERBIXWE

Şayanê gotin û pesindayînê ye ku jina kurd, digel şert û mercên dijwar ku tê de jiyaye û dijî dîsa jî bindestiya gelê xwe ji mafê xwe yê kesane pêşdetir ditiye. Xem û kesara gelê xwe tim di dilê xwe de jiyaye. Geh bûye pêşmerge, geh bûye gerîla çek daye milê xwe. Bi birayên xwe re mil bi mil, dil bi dil têkoşiyaye. Gelek caran jî di nav siyasetê de roleke çalak lîstiye. Xwepêşandanên siyasî hema bêje giştî bi beşdarbûna jinan ve pêk tên. Bes gelo jina kurd di van çalakiyan de bi nasnameya xwe ya netewî, dînî û kesayetiya xwe ya serbixwe tevdigere? Ya rast hîn bûyerên ku diqewimin dibe sedem ku em di vî warî de bikevin gumanan. Wek mînak di beriya hilbijartinên şaredariyê de li bajarekî, di xwepêşandanekê de jinên ku di serê wan de laçikên spî û navsalî bûn. Îhtimalek mezin xwendin û nivîsandina wan jî nebû. Pankartên di destê wan ên bi tirkî de weha dinivîsand: “biz eşcinsel haklarînî savunuyoruz.” (em mafê hemcinsiyan diparêzin).

Gilî Dikim!

Gilî Dikim!

Bêjeya “gilî”yê, di ferhengan de di wateyên wekî “gazin-d-c kirin”ê de, “şikat kirin”ê de, “rexne kirin”ê de, “dawa kirin”ê de, an jî “diyarkirina nerazîbûna xwe”yê de derbas dibe. Gilî, di zimanê mirovan de zêdetir di vê wateya dawiyê de û bi wê armancê tê kirin. Li hember marûzmayîna zext û zorên zalimekî, gilîkirina bi mezinê wî, cûrekî gilîkirinê ye û pirr caran encameke erênî dide. Li hember duçarbûna neheqiyên karmendekî dewletê, gilîkirina bi amîrê wî, babetekî gilîkirinê yê din e û gelek caran dawiya gazincan tîne û hwd. Ciyê gilîkirina dizan eşkere ye û bi gilîkirinê tu dikanî rê li ber wan bigrî. Ciyê gilîkirina zordar û zordestan dadgeh e û li ber çavan e; heke kêmasiyeka bedena te tune, tu kanî bişixulî; na heke ku tu yî xwedî uzr î, bi gilîkirinê tu kanî pêşiyê li wan stemkaran bigrî. Li pêşberî tengasiya debarê jî, tu kanî tevdîran bigrî, herî saziyên alîkirinê û yardimê lê bixwazî û pêdiviyên xwe bidest bixî.

WANA

Wana ku, şert û merc çi dibin bila bibin, ti caran maf û malên bêkesan naxwin û her dem parêzvanên wan in. Wana ku, her dem dest û hêzên xwe dikin alîkarên rêwindayan, û bi her lebatên xwe ve, alî yên ku di rê da mane, dikin.

Xwedê Gotiye: Rast

Gotineke diya min a meşhûr heye: “Tişta xweş xweş e.” Herkes ji wan tiştên xweş hez dike û xweziya xwe bi wan tîne. Lê belê zefê mirovan jî ji wan bêpar in. Ev tişt hemî Xwedayî ne. Her kes ji wan fêde dibîne. Ew kesê ku ji wan bêpar bin her dem jiyana xwe di poşmaniyê de derbas dikin. Em ê di vê nivîsa xwe de behsa ji van tiştan yekê bikin, ev jî rastbûn û rast xeberdan e.

PÎVANÊN VEJÎNÊ

Ev herdu têgeh bi pirranî di Kuliyata Namilkeyên Rohnayiyê da derbas dibin û li wir tên bikaranîn. Biqasî ku min jê fehmkiriye, maneya îsmî, mîna cama neynikê ye; yanê madeya wê camê îfade dike; maneya herfî jî tiştên ku neynik nîşan dide / riya mirovan dide, ifade dike. Di wateya îsmî de “ezîtî û maddî”, di wateya herfî de wateya “Ewîtî û manewî” heye.


Diğer

1, 2  Rûpela dawî 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site