18:26 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 282

meha rewacdarmeha rewacdar : 6616

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638662

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

SIRRÊ YEKÎTIYÊ

Çarşem - 10/12/2014 19:10
SIRRÊ YEKÎTIYÊ

SIRRÊ YEKÎTIYÊ

Her hêl û her der û her tişt û her hebûn, ji ezel bigre heya bi ebed, bi biriqandina sirrê wehdetê ve tevhev biriqî ne. Hûn ji guliyên daran bigrin, heya baskên çûkan; hûn ji stêrkên ezmanan bigrin, heya pêwr, kadiz û kakêşanên ezmanan, ev raza, bi her alî ve çirûsk çirûsk e.

SIRRÊ YEKÎTIYÊ

 

Ahmet Sait Pakyürek

Her hêl û her der û her tişt û her hebûn, ji ezel bigre heya bi ebed, bi biriqandina sirrê wehdetê ve tevhev biriqî ne. Hûn ji guliyên daran bigrin, heya baskên çûkan; hûn ji stêrkên ezmanan bigrin, heya pêwr, kadiz û kakêşanên ezmanan, ev raza, bi her alî ve çirûsk çirûsk e.

Wekî aferîdeyan / mexlûqan gişan, ez li hember van dîmenan, matmayî mame. Mîna ava ku xwe li daran biqelibîne, mîna atmosfera ku xwe li dora cîhanê bigerîne û fena xwîna ku di tamaran de xwe digovilîne, ew sirra, wer bi lêhatinekê û wer bi biriqînekê ve eşkere û bi mexlûqan ve yekbûyî ye ku, xwe raberî her xwedîçav, xwe raberi her xwedîdil û xwe raberi her xwedîhişan dike...

Di rûyên rihberan de nav û wesfên Wî (c), wekî gupikên gulan kulîlk bi kulîlk bişkivîne. Ev navana, li gerdûna gihayan bişkivîne, li warên heywanan xuya dikine, li welatên mirovatiyê diçirûsine û li bilindayiya ferişteyan de hembêz bi hembêz şewqê belav dikine!

Bêhna çawaniyên Wî (c), yên ku di nav zîl u pelên wan kulîlkan da belav dibe, hişên min bir! Keskayî û ronahiyên ku xwe di paş wan çawaniyan de dibiriqine, ez faf û lal kirim berdam...

Di nav pileyên atmosferê de şewqa Wî (c), di rûyê deryayê de hilma Wî (c), di perên teyr û çûçikan de silava Wi (c) heye... Di dema zarokanîna diyan de giriyên zaroyan Wiya (c) tine bîra merivan; di dema hatina biharê de bişkivîna gupikên daran, mizgîna rehma Wiya (c) tîne pêş çavên mirovan; di dema erdnermbûnê de vejîn û şiyarbûna rihberan, vejînkirina Wiya (c) tîne bîra baqilan. Di dema şifaq û berbangan de, di xwendina dîk û teyran de mizgîna Wî (c) tê dayîn.           

Ey Xwediyê dem û serdeman, ey mededkarê xerîb û xemkêşan!  Me, ji çavên bi besîret, me ji guhên bi feraset û me ji dilên bawermend û bi rehmet bêpar mexîne! Di nav xewa bêxêr û bêbinî de, me mehêle! Her wext tu me bikî serwext, li herdu cîhana, tu me bikî xwedîbext! Di dema bêkesîtiyê de Tu (c) li me kesîtiyê bikî û di dema bêxwedîtiyê de, Tu (c) li me xwedîtiyê bikî!

Pîroz be jiyan, ji mirovên bixwedi re! Pîroz be vejîn ji nifşên aqilmend û çandparêz re!... Bi daxwaza hatina bihar û cejnek rasteqîn, ji her dil û her welatî re, pîroz be... 

 

Yazar: Ahmet Sait Pakyürek

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site