13:32 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 25


ÎroÎro : 180

meha rewacdarmeha rewacdar : 5131

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662405

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

ŞÊWAZ

Yekşem - 14/12/2014 14:24
ŞÊWAZ

ŞÊWAZ

Destpêkirina meşîna li ser şopa ramaneke jîndar, cidaleke pîroz, wekî pîrozkirina newrozê, bi evîn û bi kêfxweşî ye. Meriv wê demê di nav kelecana tovavêtin û hêşînkirina sadîlan de, digel xewn û xiyalên sor û spî, mest û sermest e… Bi nêta mezinkirina kulîlkan, bi nêta berhemdarkirina bîstanan, bi nêta bi firê xistina çêlekewan, ji xwe çûyî ye… Lê ev rewş, ne rewşeke domdar e; meriv, ramanên ku mirovan digihîjîne armancên wan, dema diweşîne nerît û pratîkan, carna rastî hinek astengan tê; lêbelê ev kendûkospan, ji mirovên ku dibejin “Rê ev, dewran ev e.” ra, û yên ku li şopa bîrdoziya / mefkûreya xwe wek dînan bêtirs dimeşin ra, astengî kirin li der hanê, ewqas bi westinên şîrîn tên bihurandin ku, tew berbest nayên hesibandin. Xûdanên ku di riya bihurîna van asteng û berbestan de tên rijandin, xemên ku di vê riyê de tên kişandin, keda ku tê de tê xerckirin (li gorî dereceya bîrdoziyan) bi dur û elmasên bihuştê re jî nayên guherandin.

Mehmet Baran

ŞÊWAZ

 

Destpêkirina meşîna li ser şopa ramaneke jîndar, cidaleke pîroz, wekî pîrozkirina newrozê, bi evîn û bi kêfxweşî ye. Meriv wê demê di nav kelecana tovavêtin û hêşînkirina sadîlan de, digel xewn û xiyalên sor û spî, mest û sermest e… Bi nêta mezinkirina kulîlkan, bi nêta berhemdarkirina bîstanan, bi nêta bi firê xistina çêlekewan, ji xwe çûyî ye…

Lê ev rewş, ne rewşeke domdar e; meriv, ramanên ku mirovan digihîjîne armancên wan, dema diweşîne nerît û pratîkan, carna rastî hinek astengan tê; lêbelê ev kendûkospan, ji mirovên ku dibejin “Rê ev, dewran ev e.” ra, û yên ku li şopa bîrdoziya / mefkûreya xwe wek dînan bêtirs dimeşin ra, astengî kirin li der hanê, ewqas bi westinên şîrîn tên bihurandin ku, tew berbest nayên hesibandin.

Xûdanên ku di riya bihurîna van asteng û berbestan de tên rijandin, xemên ku di vê riyê de tên kişandin, keda ku tê de tê xerckirin (li gorî dereceya bîrdoziyan) bi dur û elmasên bihuştê re jî nayên guherandin.

Gelo guman heye ku van xebatana ji mirovan ra xeman çêbikin? Na, hemû ceribandinan nîşan daye ku xeman çênake û di vî karî de xembûn tune. Lewra baş tê zanîn ku, digel dîmenên sor û spî, berhemên ku hemû kêmaniyan ji holê rakin, di simbilgirtina wan tovan de ne. Ji ber ku baş hatiye famkirin ku, cejn û newrozên nuh, di fêkîgirtina wan şitilan de veşartî ne.

Çaxa ku hişinbûna van tovên ku di erdê de hatine çandin, di bîra mirovan de çêdibin, çawa wan dilhûnik dikin; eyn wisa jî, ji bo pêşî li xwarbûnên gumanî girtin (xwariyên ku di şitilan de çêbûna wan muhtemel in), ji bo avdana şitilan û ji bo têkoşînkirina bi gîhayên zerarder, kedên ku tên rijandin, demên ku tên borandin, mirov eyn wisa dilrihet û dilhûnik dikin.

Ey nifşên nuh! Qey ji bo vê yekê ye ku, we her barên giran hilgirtin ser milên xwe?… Qey loma we her cewr û cefa kişandin?… Qey loma ji her berbestên ku li ser riya me xuya dibin ra, hûn dibêjin “Ji wan ra jî em!’’… Qey loma hûn ji her peywir û wezîfeyên ku divên re, “Ji van ra jî em!’’ dibêjin.

Ji bo Xwedê, ew çawa vîn û ray û bedena we ye ku, hûn ewqas li hember astengan berxwe didin? Ew çitil zexim bûn e ku, hûn ewqas cewr û cefayan dikşînin? Ew çito cangoritî ye ku hûn, ji ewqas zor û zoriyan ra dibêjin ‘ji wan ra jî em’?  

Helbet karên baweriye nin vana; hûn bînin zimên jî neynin zimên jî belê, baweriye ev. Ger bi awayekî rastî, baweriyeke rasteqîn di sînga merivan de hebe, ti şixul û berxwedanên ku nikanibin bikin, tunene. Gereg meriv şaş nebe û şaşiyê neke! Lewra bawerî, evîn û livîn, heke di dilekî de bên cem hev, rewşa xwediyê wî dilî nayê salixkirin; lewre ji rêzê derdikeve, bi her hêlê ve dibe xarîqe, dibe nûwaze...

Geşkirina darên fêkiyan, bi lêmêzekirineke domdar, bi lê miqatebûneke baqilane, bi geşkirineke hişmendî û bi ked xerckirineke cangoriyane ve pihêt girêdayî ye.

Bi tov avêtina Bêz û bi lêmezekirineke hişmendî û bitevdîr ya biraziyê wî Elî, şitila Merwaniyan geş bû. Bi av dayineke bi wext, bi miqatebûneke cangoriyane ya Ehmed jî, ew şitila bû dar, gulî dan û fêkî girtin. Li baxçê Selçuqiyan, li baxçê Usmaniyan jî mezinbûn wanî bû. Dara xanedana Eyyubiyan jî (ku rûmeta me hemûyan e) bi vî şiklî bi şax û gulî bû. Wana him li kulîlkên gulîstana me miqate bûn, him jî qeydên Quds’a bindest şikandin. Lêbelê çi heyf e ku, vekişîna wan a li şanoya dîrokê, hemû wek hev bûn.

Lewra cazûya (ce’dî) teraliyê di şiklê hevaliyê de nêzîkî wan bû. Çengela xwe ya xewa xefletê, yanê ya evîna mal, milk û meqamên dinê avêt dilên wan û ew xistin bin lingên xwe yên qirêj. Ew duwalan bi gelek aliyên xwe ve li dû vê xapînê, ketin xar û bi bîr ve çûn; reng û gwînên wan ên sor û spî, zer kişiyan û dest û piyên wan ên bi hêz, şikiyan û tevhev hilweşiyan. Di taliyê de wana gişt, teva rûpelên mêjûyê bûn.  

Heke di destpêkê de çiqas vekolîn û tevgerînên bi plan û bi tevdîr hatine kirin û di riya mezinkirina şitilan de, çiqas xem hatine kişandin, pêkan e ku, di riya kulîlkdayîna şitilan de jî, ji xemkişandina berê zêdetir xem werin kişandin! Ji bo vê yekê pêwîst e ku, di vê astê de ji şuxulînên berê yên bi plan û bi tevdîr zêdetir, şuxulên profesyonel bên kirin. Yanê divê bi awayekî nûjen tevdîr werin girtin… Divê bi awayekî bandordar dirik bên ‘eşêfkirin. Ger çandiyar û amojkar, bi vî şiklî nexebitin û tevnegerin, bivê nevê hişkbûna van şitilan, çilmisîbûna van sadîlkan çarenûs e.

Li kêleka hebûna vê rastiyê, gelo bi gotineke din, amojkar wê çawa wan kulîlkan, ji pûk û zivistanan biparêzin?

Mîna ku tê zanîn her kar, di dema destpêkirinê de pir baş in û bi aheng in. Lêbelê dema ku nêzîkî hilberiyê û bênderan dibe, yan ji rûyê xeletiyên xwediyan, an jî ji rûyê xeletiyên amojkaran, ew başbûn û bi ahengbûn nayên parastin û ew zad û zexîre hir û heramî dibin diherin.

Gelo di pêvajoyê de sedema wendabûna ahenga di destpêkê de çi be?

Bê şek gelek, heya ku rewşa xwe, bi xwe neguherîne, Xwedê, rewşa wî gelî naguherîne.” (Ra’d / 11)

Bila ev rastî û fermana semawî, guharên guhên me hêvojer û perwerdekaran be. Civatên baş, ji mirovên baş çêdibin. Gelên rûmetdar û navdar, ji hebûna ahenga kesên bi rûmet û yên bi xîret tên holê.

Meriv, çaxa ku eniya xwe di tarîtiya şevan de bi secadeya xwe bide ramûsandin, çaxa ku dilê xwe bi boyaxa Wî (c) bide boyaxkirin, çaxa ku ray, raman, nêrîn, jiyan û jiyana xwe di riya Wî (c) de bike kûrkirin, wê çaxê wek stêrgêranên ezmanan bilind dibe, li dor Roja Cîhanê (s) digere, tîrojên ku li wê rojê digre, li derdora xwe belav dike û bi van kirinên xwe ve, her hêlên xwe ronahî dike berdide…        

Han, civatên ku ji mirovên wanî xwedî tîrojên nûrê hatine çêkirin, bi destê nûr û ronahiyên wan mirovan, tevhev nûranî û bi ronahî dibin; Xwedê temen û emrên civatên wanî, domdar û dirêj dike, li gorî ‘elamet û paqijbûna wî, wî dixe bin parastina xwe û ji gelên din ra dike serok û rêber.

Lewre ew taybetmendiyên bijarte yên ku li ser mirovan dixuyan, niha bi tevahî li ser gel xuyadibin... Ew taybetmendiyên xwerû yên bişewq ên ku heya nuha li ser mirovan dibiriqîn, niva bi tevahî li ser gel dibiriqin.

Çi ne gelo ew wesf û taybetmendiyana? Ew wesfên ku gelan dixin daîreya parastina Xwedê? Çi nin ma ew taybetmendiyên ku rûmeta civatan digihînin qatên heftan yê ezmanan?

Ew taybetmendiyana bidilî û bibawerî bûn in. Ew aferîkana, xerîbdostî û bidilûcanî nin. Ew girşanana, hemhevalî û dîgerxemî nin. Ew rewiştana, hêvîdarî û evîndarî nin. Guhdarîkirin û îteatkirina hev in… Li hember xetereyan tevdîr standin û bi îhtiyat bûn in… Li hember zor û astengan berxwedan û livîn in… Di kêr de, kêrhatî û xebatkar bûn in ew taybetmendiyana…

Ji bo vejîn û domandina jiyana gel, ev taybetmendiyana wek ava jînê nin, wek bedenên kelehan û dîwarên bircan in. Ger rojekê mirovên gel, van taybetmendiyana li ser xwe biavêjin, yanê heke gel xwe biguherînin, Xwedê jî, wê çaxê dê tevna wî gelî xira bike; wê parastina xwe li ser wî gelî rake. Wê demê (Xwedê neslê me ji wan rewşan bisitirîne!), encam û aqîbeta wî gelî, li ser sêrî ketxwarin û bi her hêlê ve têkçûn e.

Bi qasî ku me tîrên rexneyan avêtin kesên din, çi dibû carekê jî me ew tîrana bavêtana kesayetên xwe yên ku ji kêmasiyan bûne peyker!.. Çi dibû carekê jî me, kesayetên xwe li kevirê mîhengê bixistana!..

Ka hele çend meriv di nav me rexnegerên bê însaf de hene ku jiyana xwe, wek Ebû Qetad’e (r), wek Huseyn lawê Eli (r) dibînin?

Ka hele çend meriv di nav civaka me de henin, ku wek Rêzanê ve Serdemê serê xwe bêtirs dirêjî benê daliqandinê dikin?

Ka hele çend meriv di nav me de hene ku di tarîtiya şevan de eniya xwe ji dil, bi secadeyan didin ramûsandin?

Ka hele çend dilşewat di nav me de henin ku ji bo xweşbûn û nûranî (rewnaq) bûna vê rewşa ku em tê de difetisine, hêsiran dibarînin?

Di nav me de yên ku bîra Mûs’ab û Selhedîn kirine ka hele çend heb in?

Di nav me de, ka hele çend meriv hene ku li dewsa axaftina vala kirinê, xem û zahmeta şitil mezinkirinê dikşînin?

Di civata me de ka hele çend nexşedan in yên ku li şuna kesên hew gazincan dikin in? Çend meriv in ku bi pilan tevdigerin û bi tevdîr dixebitin?

Ên ku wezîfeya mezinkirina nifşekî hildane ser gurmikên xwe, ligel dayîna curhet û wêrektiyê, divê xof û hêviya ji Xwedê (c) û bi rastîn hebûna asoyên ronahî yên pêşerojê, têxin dilên wan…

Mirov, ji neyarên eşkere natirsin; ên ku dilên mirovan diteqînin neyarê veşartî û hevalên kêmaqil in. Lewre kirinên neyarên eşkere û rewşên wan ji xwe li ber çavan in û meriv dikane li hember wana tevdîrên bandordar bigire.

Nehfên şexsî û kefxeşiyên şexsî, ji zarokên me ra wek mar û dûpişkan in. Divê em xwe û nifşê xwe, ji van mar û mûran û ji van dûpişkan biparêzin…  Divê em xwe û nifşê xwe, ji neyarên di bin maskên rûken û rûhevalan de, sitar bikin. Da ku nifş, li ser koka xwe kanibin hişîn, da ku bi şikl û şemala xwe ya eslî ya dîrokî, kanibin mezin bibin.

Ez zanim ku amojkarî û perwerdekariya bi wî şiklî, pir dijwar e; lêbelê ez cardin baş dizanim ku (him li vê dinê him li wê dinê) xelasiya me û ya gelê me, ancax wê bi vê amojkarî û perwerdekariya çetîn were holê…

Yanê xem û paxav kişandin ji me re, kêfxweşî û dilgeşî ji nifşê dû me ra…

Yanê şewitîna wek çiran ji me ra, ronîbûn û ronakbûn û pêş xwe dîtin ji wan ra…

Yanê -heke lazim be- dojeh (cehnim) ji me re, bihuşt (cenet) ji wan ra…

Yanê xemgînî, xembarî, xemnakî, derdnakî, derbedarî, derdemendî ji me ra, şadî, kamranî, dilxweşî, bextiyarî û tendurustî ji wan ra…

Xweşî û şadîmanî ji wan amojkar û perwerdekaran re be ku xwe û neslên xwe, stuxwarên ola xwe, her hêvîdar dikin û li Keştiya Nûh (s) siwar dikin… Wê keştiyê, bê navber ber bi perava xelasiyê, ber bi keviya Çiyayê Cûdî ve dikişînin…    

 

Yazar: Mehmet Baran

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: bi nêta

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site