22:42 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 452

meha rewacdarmeha rewacdar : 4768

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600815

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

PÎVANÊN JIYANÊ

Çarşem - 13/11/2013 12:49
PÎVANÊN JIYANÊ

PÎVANÊN JIYANÊ

HEBÛN û NEBÛN Xuyanebûn, ne delîlê nebûnê ye. Wisa jî, nehatzanîn ne delîlê nebûnê û nînbûnê ye.

HEBÛN û NEBÛN

Xuyanebûn, ne delîlê nebûnê ye. Wisa jî,

nehatzanîn ne delîlê nebûnê û nînbûnê ye.

AXAFTIN

Çawa ku bêdengbûn, nayê wateya ku tu, ti

tistî nizanî; wisa jî, piraxaftin, nayê wateya ku tu gelek tistan dizanî.

Heke dem nehat nesekinî tu meaxive! Heke

dem hat sekinî jî mesekine biaxive!

Di dema neaxaftinê de axaftin û di dema

axaftinê de neaxaftin, bi gotina herî nerm ve bêhisî

ye.

Dema ku tu axifî tistên ku tu dizanî bibêje,

yên ku tu tam nizanî mebêje!

Tistên ku ji aliyê kesan ve hatin gotin bas

guhadrî bike! Lê hemûyan rast mehesebîne!

DILNIZMÎ

Kî dibe bila bibe tu, ti kesî biçûk mebîne;

Muxatabê te kî dibe bila bibe, tu xwe mezin

mebine!

KESÊN NEDURUST

Kesên nedurust, xwe ji rastiya xwe cihê nîsan

didin. Ev helwest çiqas îbretamîz in:

Yên ku

 

lawaz in xwe qurre dikin! Yên ku tengaz

in

 

fortan didin xwe! Yên ku di zivarî û durutiyê

de ne, di kirinên xwe de

 

ne ji dil in.

CURHET

Curheta ku ji êqil tê, bi rastî curhet e; lê ku ji

nezaniyê tê tevhev bêhisî ye.

Curhet ji îmanê ye, yanê hêza xwe ji îmanê

distîne ye. Ustêd çi xwes gotiye: “Yê/a ku îmana

rastîn bi dest bixwe, dikane li hember gerdûnê bisekine!”

LEHENG

Tenê bende/kole li hêviya filitandina xwe disekinin! Leheng, têdikosin û temenê xwe di riya filitandina bendeyan de xerc dikin.

FÊRBÛYÎN

Mirov, biqasî fêrbûyîna xwe cîhanê dinase û

lê hezdike: Hemû diyariyên wê, hemû fêkiyên wê û

hemû peyamên wê nasdike û lê hezdike.

Yên zana li fêrbûnê hezdikin; yên nezan li

fêrkirinê hezdikin.

Hewcî ku tuyê ji tarîtiyê bixeyîdî, rabe

çirayekê vêxe û tarîtiyê biqewitîne!

Jiyana we, ber bi aliyekî xirab an jî nepenî

ve diçe, zêde metirsin! Hûn fêrî ajotinê bûne û

dîreksiyona jiyana we di destê we de ye, ber bi aliyê

rast û bas ve bizivrînin!

RÛYÊ RAST

Di pêvajoya jiyanê de mirov her dem nikane

rûyê mirov yê rast bibîne; hew di kûlvarên jiyanê

yên girîng de rûyê wan ê rast xuya dibe.

XWENDIN

Heke tu dikanî bixwînî, rûyê her hebûnî

tije nivîsên bi peyam in; pasda mehêle, hima

bala xwe bide ser yekî û dest bi xwendinê

bike. Tuyê bibînî ku wê nivîsê bi destê te girt

û tu birî gerdûneke rengîn û bi mizgîn.

ARAMA CIVATÊ Û ZAGON

Her çiqas, têkiliya arama civatê bi kesên

durust û berpirs ve girêdayî ye jî, naveroka

zagonên ku tevgera jiyanê dihûnin, rasterast li

ser jiyanê bandordar in. Ji bo vê yekê ji aliyê

rêvebiran ve çêkirin û pêkanîna zagonên li cî

û xwes, civatê jî xwes bi rê ve dibe. Çêkirin

û di nava civatê de pêkanîna zagonên xirab, li

ser wê civatê zilmeke mezin e.

ASTÊN MÊJÎ

Gotineke navdar e: “Mêjiyên biçûk mirovan,

yên orte bûyeran, yên mezin jî ramanan diaxifin.”

MIROVAHÎ

Mirovahî ji dadmendiyê girîngtir û pêsdatir

e. Heya ku tu nebî mirov tu nikanî bibî dadmend.

SERKEFTIN

Heke te, ji binkeftinên xwe sîret standine, di

rastiyê de tu serkeft î.

Wendakirin, heke di riya serkeftinê de ye,

hew rawestgehek e.

PARÇEYÊN PIRSGIRÊKAN

Ev tespîteke gelek li cih e: Di riya çareseriyê

de kê ku peywirek nekiriye stuyê xwe, bizanibe ku

mezin an piçûk ew dê di pêserojê de bibe parçeyekî

pirsgirêkê.

PEYDAKIRINA DOSTAN

Heke tu li hêviya hinekan bisekinî ku wana

werin te bibînin û qîmeta te fêm bikin tuyê bi salan

bipêyî; na heke tu bi xwe li dostan bigerî, bawer

bike ku tuyê di hundir mehekê-du mehan de gelek

dostan peyda bikî…

XAWÊN

Hemû fikirîn, hemû gotin û hemû kirin, divê

di riya gihîstina qada xawênê de û di ya qayîlbûna

Afrandêr de be.

BAQIL

Meriv helbet ji hinekên din agahiyan bi dest

dixe; lê, meriv hew bi aqilê xwe baqil dibe.

Baqil ew e ku, digel ji hevalên xwe, dikane ji

neyarên xwe jî êqil bistîne.

ARMANC

Armanca hizirînê, armanca vegotinê, armanca pêkanînê, armanca têkosînê, hemû bi hev re armanca jiyanê, divê hew xawên û razîbûna Xwedê

be.

Di jiyan û jiyînê de hin armanc henin,

ewqas pîroz in ku, li gor min, di riya wan armancan de wendakirin jî serkeftineke serbixwe

ye.

NEHEQÎ

Li gor me çi tespîteke li cî ye: Neheqî kirin, ji neheqî dîtinê bi êstir e.

 

Yazar: Ömer ÜMİT

Kaynak: nupelda

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site