16:47 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 10


ÎroÎro : 183

meha rewacdarmeha rewacdar : 6517

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638563

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

Min Gelek Bêriya Te Kiriye

Çarşem - 13/11/2013 12:31
Min Gelek Bêriya Te Kiriye

Min Gelek Bêriya Te Kiriye

Berî niha tam bi salekê, weke îro tu ji me veqetiyayî û çûyî. Belê ji hingê ve, rojek an saetek jî be tu ji bîra min neçûyî. Ez ê rastiyekî bêjim dibe ku neyê bawer kirin, kêm sev hene ku ez te di xewna xwe de nebînim. Zehf caran nikarim tu me’neyan li hinek xewnan bidim. Di piraniyên xewnên xwe de di bîra wefata te de me, belê cardî jî te weke saxan dibînim.

Min Gelek Bêriya Te Kiriye

(Li ser bîranîna seydayê hêja Abdulcelil Candan)

Berî niha tam bi salekê, weke îro tu ji me

veqetiyayî û çûyî. Belê ji hingê ve, rojek an saetek

jî be tu ji bîra min neçûyî. Ez ê rastiyekî bêjim dibe

ku neyê bawer kirin, kêm sev hene ku ez te di xewna

xwe de nebînim. Zehf caran nikarim tu me’neyan li

hinek xewnan bidim. Di piraniyên xewnên xwe de

di bîra wefata te de me, belê cardî jî te weke saxan

dibînim.

Carekê min dît ku em li mala we ne, baweriya min bi wefata we hebû. Vêca tu ji oda xwe

derketî. Te digot: “Kitêbên min ji min dûr in û te

îsareta bal du pirtukxaneyan ve dikir; wan bîne li

ber derê oda min bi cih bike. Min dida xwe ku ez

wan herduyan bînim. Belê min hew didît ku wê

herdu pirtûkxane li cihê te îsaretkirî ne! Belê min

nezanî ka gelo bi çi awayî û kê ew anîn li dera te

îsaret kirî bi cih kirin. Dixwazim diyar bikim ku

kitêbên te weke ku te histin bi eynî rewsê weke ku

te wesiyet kirin di cihê xwe de ne.

Roja ku te bang li min kir û ez hatim min tu

birî nexwesxaneyê, te xatir ji maliyên xwe xwestibûn

û wesiyetên xwe jî ji wan re kiribûn. Belê di sohbeta

min û te de tu îsaretên veqetandinê tunebûn. Xeberdana te bi min re weke ku em ê hê temenek dirêj bi

hev re bin bû. Pistî wefata te min gelek caran ji xwe

pirsî; ‘çima xatir ji min jî nexwest û ez histim ber

derî û çû?’ Belê, min pist re fêhm kir. Lewra em ê

pistî mirinê jî her wext bi hev re bûna, çi siyar û çi

di xew de, lewra te zanîbû ku tu yê her tim di bîra

min de bi û ez tu carî te ji bîr nakim.

Berî niha bi du mehan hatim Goristana Girê

Savarê û li ser gora te sekinîm. Tenê bûm, roj jî roja

înê bû. Ji nîv saetê zêdetir li ber kêla serê te mam.

Belê baweriyek bi hêz ji min re çêbû ku tu ne li wir

bûyî. Bo vê yekê ji bilî hêstirên ku herdu lemkên

min germ dikirin bi tu tistî nehesiyabûm. Belê dema

bedena min bi gavên giran giran ez ji goristanê derxistim û ez gihandime kolan û taxên nava Batmanê,

min tu li serê her kolanê didîtî, carna jî weke ku

em herdu bi hev re dimesiyan û berê me li nimêja

înê be ku wext jî nêzîk bû. Min berê xwe da wê

mizgefta ku te cara dawî berî wefatê bi hefteyekê li

Batmanê têde xutbe xwendî û te bi vê wesîlê xatir

ji Batmaniyan xwestin. Wilo ji min re dihat ku yê li

ser minberê tu yî, ne Mele Mûsa ye.

Rojekê pistî wefata te bi zemanek dirêj

di oda te ya kitêban de bûm, di nav kitêban de li

kitêbeke ku ji min re lazim bû digeriyam. Belê çiqas

geriyam jî min nedît. Zanibûm tu ne li mal î, lê cardî

jî weke her car bêfikr û bê tesewura cuda bûna te ji

me, min berê xwe da telefona xwe û min rahistê ku

li te bigerim û cihê wê ji te bipirsim. Lê mixabin

telefon ji deste min ket…

Digel ku ji bilî xewnên sevan, zehf caran

weke bi siyarî te dibînim, lê bele ew nesîmê bêhnên

beriyê ku di rojên t’eziyê de li min dida û derbas

dibû diçû, dilgesiyek gelek zêde ji min re çêdikir

êdî hew his dikim. Hikmeta vê mehrûmiyetê min

hêj fêhm nekiriye. Tistin din jî hene nikarim bejim

lewra tênagihim û dibe ku newime fêhmê.

Dibe ku ev rews ji gelek mirovan re tistek

ne’edetî were dîtin, dibe ku hinek min weke

mubtelayê nexwesiyê jî bibînin. Belkî jî hinek ji ber

vê rewsê ‘itaban li min bikin. Lewra li gorî baweriya wan lazime yek hêdî hêdî miriyên xwe ji bîr bike

û wan di nisyanê de winda bike. Lê ez wilo bawerim ku wan ‘eleqe û pêwendiyên min û Seyda bi

hev re bizanibûna yek ji van miqaman nedifikirîn.

Bi kurtayî ev sazdeh sal bûn ku rojeke me ya hevdu

nedîtî an jî bi telefonê bi hev re nestexilîn tunebûye.

Ji bo vê yekê ez bi vê rewsê xweshal im. Bêguman

heke ku demekê sistiyek bikeve vê rewsa min ez

hingê bêhnteng dibim û dinya li min teng û tarî dibe.

Hinek hene bi mirina xwe dibine sedema

jiyanek ebedî bo hinek mirovan, û hinek hene bi

mirina xwe dibine jiyan bo hinekên dîtir. Heke ku

were zanîn ku Seyda di jiyana xwe de dibû sedema heyatek ebedî bo gelek kesan û zehf caran ew

bi xwe dibû jiyan ji hinek miriyên ser lingan re wê

demê ez ê mezûr werim zanîn. Tistek dîtir jî heye;

ma gelo mirov dikare maziya xwe ji bîr bike? Ma

gelo tistên di hisê min de wiha bi cih bûne yek di-

kare ku singerekê ser re bibe û weke agahiyên li ser

rûpelekî nivîsî wan rake û pela hisê xwe spî bike?

Belkî hinek mirovên vê daxwaziyê dikin hebin,

lêbelê ez ne ji wan im.

Ez hê jî zehf caran sêwra xwe bi te dikim

weke ku tu sax bî! Çi bikim di valehiyeke bême’ne

de me. Tu caran te ji bîr nakim. Min gelek bîriya te

kiriye. Tu di bihista xwe de tim xweshal û dilges be.

08. 10. 2013.Wan.

 

Yazar: Abdulhadi TİMURTAŞ

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site