20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 68


ÎroÎro : 161

meha rewacdarmeha rewacdar : 2297

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615214

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

Li Ser Çûyîna Te ‘Ebdilqadir Abê…

Yekşem - 15/03/2015 00:33
Li Ser Çûyîna Te ‘Ebdilqadir Abê…

Li Ser Çûyîna Te ‘Ebdilqadir Abê…

Tu çima wa zû çûyî, Abê? Te ji xwe re rêyek vekiribû û tu tê da dimeşiyayî… Ne li rexneya pexîlan te dinihêrî, ne jî li feqdayîna dijminan…

Li Ser Çûyîna Te ‘Ebdilqadir Abê…

Ehmed Zirkî

Tu çima wa zû çûyî, Abê?

Te ji xwe re rêyek vekiribû û tu tê da dimeşiyayî… Ne li rexneya pexîlan te dinihêrî, ne jî li feqdayîna dijminan…

Ka emê ji bo komxebata Nutuqê, tev biçûna Diyarbekirê!.. Ka emê ji bo komxebata Daru’t Talimên ku Ustêd dixwest, tev biçûna Wanê!.. Ka emê ji bo komxebatên Zanîngeha Zehrayê tev biçûna her çar parçeyên Kurdistanê… Ka emê seba vegotina rasteqînên Rîsaleyan tev biçûna seranserê cîhanê… Ka Abê, mîna ku te dabû me, te yê bi zimanê me yî rengîn, ders bida xwendekarên welêt jî? Ka Kekê, me yê tev qala pêwendiyên Ustêd û Selahaddîn bikira?

Digel bîhna wî, her dem sewta Ustêd li te dihat Abê… Li her dera, te ew digot, wîya di her axaftineke te da Rîsale vedigot…

Her rawestgeh, te kiribû mînbera Ustêd û Ustêd ew mînbera kiribû dengvedana Peyxama Pîroz…

Her roj li derekê, ji bo vegotina Rîsaleyan her dem li deverekê bû tu Abê…

Tu çima neditebitî qet, Abê? Ma te dizanibû ku tu yê wiha zû biçî?

Ji naskirina Rîsaleyan û vir ve tu bûbû rûbar û ji zozanan ber bi deştan ve tu li ser rûyê welêt diherikî… Bi herîkîna xwe ve te gel û welatên me seranser avdida…

Te hemû berhemên nûranî yên wendayî dîtin û kirin nav herdu qapaxên Asar-ı Bediiyeyê û li seranserî welêt belav kirin... (Ez jê haydar im, tu qala talîzoka ku li te govilandin, meke!)  Bîhna welêt, bîhna mêrxasiyê, bîhna azadiyê di nav wê berhema elmasmîsal da difûriya… Ji hemû guherînan parastî, ji hemû tehrîfatan sitirî, te diyarî cîhanê kir. Xwedê xêra te qebûl bike… Ya te, ya Zahîd Xoce, ya Şukrî Abê û ya yên din. Hemû qehr û xemên wê deme we li dû xwe hiştin… Zahîd Abê berî te çû. Tê bira te, te di derheqê wî de got “Min çiqas dixwest ku ez Rîsaleyên ku wî wergerandibûn Kurdî, çapbikim; lê nebû qismet; hin hevalan ji bo çapkirinê, berî min ew standin.

Xwedî li xwe mikûr werin jî, neyên jî, hemû “Îçtimaî”, li xebata te qopyekirî bûn, ew mînak girtibûn. Halevku qehremanê rastîn, yê pêşî, yê serek, yê bedeldayî tu û hevalên te bûn, û hûn jî ne di meraqa vê de bûn. Te hemû xweşikiyên xwe ji wî alî re veşartibûn… Qedirnezan nizanibin jî, yê ku jê haydar in, li hember vê fedakarî û dilnizmiya te bejntewandî nin Abê…

Li hember îtirazan, te rabû hemû çavkanî komkirin û di ber çavan ra derbas kirin û yek bi yek kanên pîroz yên Rîsaleyan tespit kirin; û bi vê bicîhkirinê ve devên hemû îtirazkerên niyetxirab xetimandin. Hemû şek û şubheyên nezanan ji holê rakirin. Te ne li şevê nihêrî, di vî karî de ne li rojê, bersivên hemû pirsan didan… Bi van bersivandinên te ve, çi zana û çi nezan, her kes jê îstifadekar dibû…

Li kîjan quncikê cîhanê, bi çi awayî dibû bila bibûya derheqê naveroka Rîsaleyan de te hemû pirs dibersivandin… Te hemû girêkûrk vedikir, dibişkivandin… Bi vegotinên xwe ve tu dibû Rîsale, Risale jî dibû bêje diket devê te û mîna kaniyên Çemê Ferêt diherikî…

Gelo wê bedena te, ew kesayeta te ya serbilind, çawa dikaribû rake? Ew Rehawiyên ku tu di nav de bû, ji xewn û xiyalên te tam fêmdikirin an na? Lewra giraniya barên li ser gurmikên te, bi qasî giraniya cirme cîhanê bû… Lewra agahi û şîroveyên te, cîhanbuha bûn…

Di hemû temenê te de, di hemû karen te de, eniya te wekî rojê paqij bû… Li hember, çewtok, nerind û neqencan, bi kirin, bi sekinîn û xebatên xwe ve, tu wekî Brahîmê li hember Nemrûtan bû yî…

Tu bûbû wicdanê Rîsaleyan û dihatî zimên… Parêzertî û parêzgeriya Kulliyatê bi te wate qezenckir… Li hember êrîşên li dij Rîsaleyan, li her derê, tu dibû birc, tu dibû kela…

Kesên ku xwe wekî xwendekarên Rîsaleyan dibînin, divê li hember kesayetî û xebatên te têkevin kemerbestiyê. Bedeneke seranser di riya xizmetê de serfkirî… Temeneka çirke bi çirke di riya weşîn û parastina Rîsaleyan de xerckirî…

Hêsrên ku îro di çavên me de dibarin, ji têrnebûna te nin, Abê…

Tu bi serbilindiyeke serdemî diherî dikevî xeleka ku Ustêd û şopgerên wî jî tevlê, ya li dor Cenabê Roniya Çavan, a ber nezergaha bala, bi rûyekî pak, bi enîyeke paqij… Te çima em li dû xwe hîştin Abê! Ma rewa bû ku tu wiha biçî û em jî wanî li dû te bimana Abê!

Lêbelê digel hemû xem û berketinên me, bila çavên te li dû te nemîne Abê… Nifşê nuh, dê şûnên piyên te bişopîne… Dê doza te bimeşîne… Dê li her der û deveran heqîqetên Rîsaleyan biweşîne Abê…

 

Yazar: Ehmed Zirkî

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site