02:24 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 5


ÎroÎro : 117

meha rewacdarmeha rewacdar : 6514

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663788

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

KES

Duşem - 08/12/2014 21:43
KES

KES

Kes gotina nîşandanê ye. ‘Şexs’ an ‘yek’ jî, eynî manê didin. ‘Kes’ û ‘kî’ nimişê hev bidin jî yek nînin. Kes ji kî diyartir e. Di bikaranînê de ‘kes’, an nav e yan sifet e. Hem wek nav hem wek sifet/rengdêr bi herdu awayan jî gengaz/mimkun e. Lêbelê li vêderê ez ê ji aliyê gramerê ve behsa ‘kes’ê nekim. Ji aliyê fahma ku hişê me çêdike, an ji aliyê pratîkê ve em ‘kes’ê çawa fahm dikin, ez ê behsê bikim.

KES

Ali Karadeniz

 

Kes gotina nîşandanê ye. ‘Şexs’ an ‘yek’ jî, eynî manê didin. ‘Kes’ û ‘kî’ nimişê hev bidin jî yek nînin. Kes ji kî diyartir e. Di bikaranînê de ‘kes’, an nav e yan sifet e. Hem wek nav hem wek sifet/rengdêr bi herdu awayan jî gengaz/mimkun e. Lêbelê li vêderê ez ê ji aliyê gramerê ve behsa ‘kes’ê nekim. Ji aliyê fahma ku hişê me çêdike, an ji aliyê pratîkê ve em ‘kes’ê çawa fahm dikin, ez ê behsê bikim.

Kes ku nav be

Ku kes nav be, rewşa wî resmî ye. Dibe ku nêzî me be, dibe ku dûrî me be. Dibe ku hez ji meriv bike, dibe ku neke. Dibe ku di ber dilê meriv de nede, seba merivan axivtinên xweş neke. Dibe ku kes ne nas be, berkevtiyê meriv nebe.

Kes ku nav be mesafeyê dixe navbera xwe û meriv. Dibe ku nehêle meriv delaliyan, naziyan pê bike. Çima ku kes nav e. Wek mirov, mêr, jin… Çawa ku ev peyv nav in, rengê têkiliya wan bi meriv re xuya nîne, kes jî mîna wan e.

Kes ku nav be, dibe ku ji meriv bimîne bêxeber. Haya wî nebe ji meriv. Dibe ku meriv neyên bîra wî. Kes ku nav be qiymetê nizane, hêjayî nabîne. Buhayê nadete heyînan. Kes ku nav be aqil jê re heye, lê dil heye tune ye, meriv nebawer e.

Kes ku sifet be

Kes ku sifet be rewş tê guhertin. Wek bav, dê, bira, dilber… Sifet rewş û tevgera nav e. Seba pêşberê xwe xuya ye. Nêrîn û dîtina nav çavan be wisa ye seba yê/ya hemberî xwe. Resmiyeta navbera du aliyan radike, dû alitîyê dike yek. Dûriyê nêzîk dike, dilsariyê nahêle, dilgermiyê hildike. Ji xwe daf nade, dikêşe ber xwe. Tenê nahêle hembêz dike. Xerîb nîne, nas e, dost e seba hemberî xwe.

Kes ku sifet be, ne bi serê xwe ye, girêdayî hember e. Sifetbûn pesindana rewşa kes e. Maneyeke nebaş nade, bi serê xwe başiyê nîşanî meriv dide. Ku tu peyveke nerênî, axivtineke menfî neyîne pêşiya kes, yanî ku kes bi sifetekî nebaş neyê wesifandin, ew tu carî bi serê xwe maneye ku dilê mirov bihêle jê dernakeve. Heta neyê gotin “nekes”, heta neyê gotin “bêkes” kes xerab nabe.

Nekes

Nekes, ne dost e, ne nêzîk, nê dilgerm, ne heval, ne berkevtî ye bo mirovan, seba tiştan. Nekes, bêkêr e, ji reng û şiklê mirovê dilzîz û dilovan bi dûr e. Dilê nekes naşewite bi halê heyînan. Lewra nekes ew başiya ku ji sifetê kes tê dîtinê wan hemiyan davêje, hemiyan terk dike û bi zanetî vê xirabiyê dike. Nekes hemî kar û şixulê nebaş jê tê. Şikandina dilê mirovan bi qasî camekê hêsan e seba nekes.

Bêkes

Bêkes jî maneyeke nebaş e. Lê ev kesê ku sifetê “bê” bi xwe ve girêdaye, mîna nekes nîne. Bêkes, dilekî ku hezkirê wî/wê be  tuneye. Destekî ku bi destê wî bigire, alîkariyê bidê tuneye. Yekî wî/wê tuneye ku berdewam melheza wî/wê bike û bişewite.

Bêkes naçar e, jar e, mehrûm e, mecal jê re nîne. Bêkes dareke şikestî, mirovek stûxwar e. Ew reben û belangaz hatiye mayîn. Ne wek kesê “bi kes” e. Heçê ku kesê wî hebe, hemî tiştê wî heye. Kes xwedî ye, gotina xweş, nêrîna sipehî ye. Fikra zelal e, kaniyeke ku naçike ye…

‘Kes’ dil nade, peyvek nexweş bike, dil bihêle. Peywendiya navbera kes û heyînan li ser mihrîbanî, şefqet û dilsoziyê ye. Nikarin û naçêbe bimînin bêyî hevdu. Ji hev serxwext nebin sebr û hewayî namîne seba wan.

Kes ku sifet be, tu dimînî li hêviyê…Çaverêyê wî/wê yî tu. Tu dikarî bi’enirî ji wî/wê gava qisûrê bike. Kes nikare li hember dost bibe ‘nav’ û sar, bêxem bimîne. Kesê sifet, aqil e û têk ve dil e. Bi aqil hereket dike lê bi dilê xwe zahftir dike.

Kes, jênagire gava mirov nexweş bin, serê xwe dayne û bêxem rakeve.

Mesafe seba kes tuneye, çima ku resmiyet tuneye. Çima ku zeman û mekan nakeve nabeyna kes û dost. Dost gava bêje “bêkes im”, kes divê bi vê guhtinê biêşe û bêje, “ez kes im, kes ez im.”

Yazar: Ali Karadeniz

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: ji aliyê

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site