01:49 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 10


ÎroÎro : 79

meha rewacdarmeha rewacdar : 6476

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663750

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

JI BO XWEDÊ

Duşem - 24/10/2016 21:38
JI BO XWEDÊ

JI BO XWEDÊ

Bila ew kulîlk bi şaxê xwe ve be, destê xwe navêje wê xweşikiyê. Ku gul tê qermiçandin dilê min diperite. Ez moza gerokê li ser xonceyan, notirvanê devê deriyê keda ciwantiyê. Şeytaniyê neke, hestên wê keçikê girikî neke. Dest nevêje wê delaliya ku hay ji tişekî nîne. Bila ew perperik bifire, ma hêza rengîn ji kîsî te ye? Em rice dikin çavê xwe bernede wê tezeya ku ne ya te ye. Ji bo qedrê Xwedê xweşikiyê neherimîne.

JI BO XWEDÊ

Zîwer Îlhan

Bila ew kulîlk bi şaxê xwe ve be, destê xwe navêje wê xweşikiyê.  Ku gul tê qermiçandin dilê min diperite. Ez moza gerokê li ser xonceyan, notirvanê devê deriyê keda ciwantiyê. Şeytaniyê neke, hestên wê keçikê girikî neke.  Dest nevêje wê delaliya ku hay ji tişekî nîne. Bila ew perperik bifire, ma hêza rengîn ji kîsî te ye? Em rice dikin çavê xwe bernede wê tezeya ku ne ya te ye. Ji bo qedrê Xwedê xweşikiyê neherimîne.

Kincê nixumandina edebê neqetîne, xwe tazî neke, me hînî fahşitiyê neke. Wisa bi roj heramî ye bi şev gunehkarî ye. Dinya xerab bûye, bi şev dernekeve. Serê xwe binixumîne, ku tu meşiya xwe nehejîne, pahniya xwe li erdê nexe. Sebrê bikşîne, li hêviya qismetê xwe be. Şehweta te bûye siyaseta welêt. Azadiya mekrohiya te, bûye demokrasiya siloganan. Xwe bistirîne, civakê ji bela xwe bistirîne, em ji ber te bi ku de bazdin ji bo Xwedê!

Ku tu bibî lehî, em ê tev de li ber biçin. Tu bi xwe şer î, tu biçî ku agir bi wir dixî. Gotina te dû ye, şewbêrka te germahiyeke demborî, jê pê de xwelî ye xwelî. Me agirê te navê, xwelî li serê te be! bê te daye dûv çi? Tu, me mecbûrî xwe dikî; lê em nikarin te bitefînin. Ji xwe re biçe deryake mitolojik. Ême, em tîyê evîneke din in. Me ji xwe xelas bike ji bo Xwedê.

Ne feqîrê bitir ne dewlemendê diz ne maqulê derewîn ji me re lazim in. Di wêneyan de tu xwar î, di leystikan de fenek î, di hevaltiyê de xayîn î. Ji te re jiyan weke nêçirê ye. Her gava te, gotinên xefok in. Em hew ji te fêm dikin. Tu bi qedrê Xwedê ke em ê ji kîjan gotina te bawer bikin? Ne soza te soz e ne biryara te biryar e. Ker bi gem û hevsar, mêr bi soz û qerar. Tu ne zarok î, êdî tu mezin bûyî, rojekê jî rast bibêje ji bo Xwedê.

Her tiştî nefroşe û her tiştî nekire. Ji heramiyê nekesibîne û li heramiyê xerc neke. Her tişt nayê kirîn û her tişt nayê firotin çima tu naxwazî fêm bikî ji bo Xwedê! Ku tu wê krediyê bikşînî, bereket di mal û milkê te de namîne, ku tu wê faîzê bixwî wê di qirika te de bimîne. Bi zêdekirin nede û nestîne, me hînî bêkediyê neke, bila pereyên heram nekevin vê malê. Ku tu li hemberî Xwedê û pêxember şer bike em ne bi te re ne. Me ji wî agirî bisitirîne ji bo Xwedê!

Yazar: Zîwer Îlhan

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site