18:20 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 275

meha rewacdarmeha rewacdar : 6609

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638655

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

GEŞT Û GEREKE LI SER QADA FELSEFEYÊ

Çarşem - 13/11/2013 11:33
GEŞT Û GEREKE LI SER QADA FELSEFEYÊ

GEŞT Û GEREKE LI SER QADA FELSEFEYÊ

Bi sênberbûna daxwaza bîranîn û sipaskirinê ve, di navbereke dirêj a di nava du deman de, hîkmet/zanayî û rasyoneliya li ser rûyên heyînê tev dihatin fêmkirin, peyam û peyxam (messages and revelations) xwerîyane û bi zelaliyane bas dihatin îdraqkirin.

Bi sênberbûna daxwaza bîranîn û sipaskirinê

ve, di navbereke dirêj a di nava du deman de,

hîkmet/zanayî û rasyoneliya li ser rûyên heyînê tev

dihatin fêmkirin, peyam û peyxam (messages and

revelations) xwerîyane û bi zelaliyane bas dihatin

îdraqkirin.

Mirovan, hemû behreyên / îstîdadên xwe bi

ava asîtiyê, bi tava baweriyê, di nav axa spasî û

perestinê de terbiye dikir; bi hemû endamên xwe ve

hemû pêdiviyên peyxamê bi cî dianî; çi sênber û çi

razber, berê hemû ezayên xwe, ber bi armancên wan

yên rastîn ve dikir… Yanê serweriya perwerdîtiya ku

li ser hebûnê dixuye bi her hêlê ve dipejirand; û bi

awayekî sasmayî û matmayî li kemilîn û xweskiyên

wê mêzedikirin; ew hunerên ji rêzê der, ew sen’etên

awarte, ku xemlên navên pîroz yên aferîner in, riya

nihêrînê hev yên îbretgir didan, radigandin hevûdu

û bi hev didan zanîn; ji wan hunerên ku neynika

peyamên razdar in têdigihîstin ku xwediyê wan

huneran xwe bi wan navên li ser xwuyangehan didiye naskirin, û bi dayîna ewqas nîmetan ve xwe

didiye hezkirin; rûyê zemîn û yê hemû gerdûnê ji

bo hunerên xwe kiriye teshîrgah; û bi van hemû huneran ve, bi wan hemû salixkeran ve hebûna xwe,

dadweriya xwe, comerdiya xwe, bexsendîtiya xwe,

bê mênenediya xwe, didiye zanîn…

Çaxa ku cenabê Brahîm, li Herêma Kenanê,

an jî Rihayê çavên xwe di nav ramankoran de, di

nav yên ku ji sibehê heya evarê ji peykeran re

perestîsê dikin de vekir, mirovatî bûbû evd û bende

ji xwedawendên xwînrijên wê heyamê re. Mirovan

ne mirovahî dizanibû di hemû jiyana xwe de, ne

gesbûna mirovahiyê dikanibûn binasin, ne jî riya

mirovbûnê hînbûbûn. Hemû diyan, neçarane ji tevgera xwînxwar û xwînrijan re bende mezin dikirin.

Bavan ji sibehê heya evarê, suxreyên wan kedxwaran bi cî dianîn.

Han di rewseke wisa xirab, wisa giran de

Brahîm, dest bi ravekirina buhayê mirovahiyê,

dest bi pesinandina fikra azad, dest bi sîrovekirina

peyamên razdar û ragîhandina peyxamên pîroz kir.

Li dij hemû çav û mêjîkoran, li dij hemû zordestan,

li dij hemû nemrûdan, digot êdî bes e bendetî ji wan

re! Digot êdî bes e evdîtî ji evdan re! Digot bes e ev

qirêjîtî, bes ev dinyayetî:

“Bi

rastî, yê/a ku navê Perwerdekar bi bîr

tîne û bi perestinê xwe dipaqijîne, xwe digihîne

ferehiyê. Lêbelê, ey gelî mirovan, hûn jiyana vê

dinyayê

 

dipejirînin; halevku jiyana axretê bi xêrtir

û domdar e.”

1

Brahîm bi hemû hurgiliyên xwe ve, li ser

peykeran, li ser kirinên Nemrûd ve, li ser nistîgehên

asîmên û tevgerên wan, li ser razên heyînê û

peyamên wan, heman tist ji mirovahiyê re vegot, û

yek bi yek sîrove û rave kir. Zaro û neviyên wî jî heman tist kirin bi salan, bi sed salan; herêm bi herêm,

welat bi welat geriyan, serdem bi serdem heman

sîrove û siyarî kirin û heman cewr û cefa kisandin…

Li dû vî peywirdarî gelekî sûnda, jîrekî

din li makedonyayê têkosîna heqî û rastiyê, ya

xawên û mirovatiyê dikir; lê mîna nemrûdên berê,

pirçemaskên dijminên rohnahiyê, nedixwestin

ku ray û ramanên wî di nava gel de belav bibin û

di dawiyê de ew mêrxas dardakirin. Li ber sekna

daliqandinê, di devê wî zîrekî de ev dur û durdane

dipekiyan:

“Ey

gelî Atînayê! Daxwazeke min a din ma

ji we! Çaxa ku zaroyên min mezin bûn, heke balên

xwe ji xawênê zêdetir bidin zengîniyê, çawa ku ez

bi we re têdikosiyam, hûn jî bi wan ra têbikosin,

cezayê bidin wan! Heke buhayekî ku li ser wan nîn

e, mîna ku li ser wan hebe xwe nîsan bidin; tistên ku

divêt qîmetê bidinê lê tew rêzê lê negrin, di rastiyê

de biqasî hîçekê bin, lê ku xwe tistekî bihesibînin, ez

çawa bi we de qeherîme, hûn jî wisa bi wan da biqeherin!

Heke hûn vêya bikin, hûnê

 

mîna ku li min

jî, li xwendegehên

min jî qenciyê bikin.Niva wexta

veqetînê hat. Em di riyên xwe de herin. Ez ber bi

mirinê ve,

 

hûn jî ber bi jiyanê ve! Kîjan bas e? Ji

xeynê Xwedê ti kes vêya nizane.2

Li dû van atmosferên rengîn û pîroz sûnda,

bi hemû nûnerên xwe ve Heleneya Cîlwekar derket

pêsberî dinyaya me ya tefekkurê… Li ser çaviya kaniya rastiyê rûnist. Ji wê rojê û pê ve hizr û keda me,

nihêrîn û nirxandina me ya li ser fêmkirina cîhana

xwe û ya heyînê, sêlî û tevlihev e; rohnahî û tarîtî

di nav hev de ye. Bi hemû rêbazên xwe yên bê rih

û bi hemû rêvebirên xwe yên zalim û mêtingêr ve

hatina Romaya Zordest -ku wêya hewa, zilm û ço,

li ser nîvenda jîyanê dida rûniskandin-, ji bo cîhana

hizirîn û ji bo jiyana sênber a me mirovan, ev bû qonaxa ruxandina duyem; bi kûrahiyane û ferehiyane

em niva ne gihîstin qada pas heyîn û xawênê û ne jî

me gerdûna peyambera pîroz û xawêna rûmetbala

kir armanc ji têkosîn û tevgerînên xwe re…

Ew demên sikestî tune bûn, ax ew demên

rûxandî! Ew fetretena, ew qutbûnana, ew heyamên

bê ronahî, ew çaxên bê çirûsk, di navbera demên

dûr û dirêj de hisên me ji serên me bir, têgihîstinên

me ji qafên me derxistin…

Nûnerên tarîtiyê, yên ku ekla rohnahiyê tamnekirine, yên ku hîkmet/zanayî nezanîne, yên ku

pas û pêsiya heyînê ferqnekirine, yên ku bi awayekî

gloverane peyamên li ser hebûnê hatine neqisandin

nedîtine û nexwendine, belê ewana hemû felsefeyê

di vê demê de didin destpêkirin û dixwazin ku

heyamên berî vê xala demê, yên pîroz û rengîn û

zengîn, ji êqil û hismendiyê vesêrin!...

Gelo heke were gotin ku, felsefeyê bi Arîsto

û Platon dest pênekiriye, berevajkî felsefe bi wan

sekiniye yan jî qediyaye, ma wê pir bi angast be?

Têgeha mirovatiyê, armancbûna xawênê, daxwaza

dadmendiyê yên di nav “Xweparastin”ê de, ji aliyê

van mîratgirên bêxêr va gelo çima nehatiye girtin?

Ev mîrata, ji rîspî û ustadê mezin yê felsefeyê Sokrates, ma divê tevhev nehata tewarûs kirin, ne ku

hinek an jî çewtane bihata standin?!...

Arîsto bi kirina nav qalibê rasyoneliyê,

perspektîfa hîkmetê gelek sînordar kiriye û ew ji

hîkmeta pêkhênera agahîyên heyama yekem veqetandiye û ji heftrengiya prîzmaya Pisporê Nemirê

felsefeyê gelek dûrxistiye… Ji wê heyamê heya

serdema navîn, bibêje hema hema bi tevahî, fêm û

têgihîstin rêsas in û aqil, jîrî, vac û his hemû rêwinda

nin, li wî îqlîmî…

Di riya filitandina felsefeyê ya ji vê rêsasî û

rêwindayiyê û ji ya vê berçavka sikestî de, her kê

ku ramanek anî zimên, her kê ku nihêrîneke xwerû

pêskês kir, jiyan li wan hate zîndankirin, bi salan,

bi sedsalan, bi serdeman tistên ku nehatin serê wan

neman!

Ev girîya, ev nalîna, ev axîna, ev mêrxasiya

bû daxwaza mirov û li her çar koseyê cîhana

mirovatiyê belav bû bi sedsalan! Li hin ciyan deng

veda, li hin cihan bersiv stand; lê li gelek deveran

tefinî, fetisî, vemirî û encam neda!…

Ne hilma “Vejînkar” (s) bû xelaskar ji bo wan

dinyayên xeniqîn, ne jî “Mizgîn”ê ew dinyana ji wê

bedbînî, resbînî û xemsariyê filitand bi heqqî… Bi

taybetî jî alema Rojava, derdnak bû ji vî derdî; aliyê

rojhilat -hîn cî bi cî be jî- xêra agahî û tîrojên peyama Zarathustra pês xwe didî û difikirî…

Di vê newalê de, ya herî balkês ew

bû ku, her kê ku di cîhana xwe ya hizirîn

de sopgerê nedurust Arîsto, ji xwe re kire

pîvang û qistas, her kî ku li ser pêlekên

ku wî ramangêrê yekçav û sopgerên

wî danîbûn mesiya û hevalbendên

xwe jî li ser wana dan mesandin,

xwe û rêhevalên xwe, ferseng bi ferseng ji rastiya rasteqînê, ji nihêrîna

bi du çavan, ji dîtina peyamên li ser

hebûnê, ji xûypakiyê, ji dilovaniyê,

ji wekheviyê û ji dadmendiyê

dûrxistin berdan…

Dema ku Ravekarê (s) demê,

yê heyînê, yê bûyînê gerdûn serefyab kir, hemû hêvî sikestî, hemû

nihêrîn tengijî û hemû çong ji dermên

ketî bûn; hemû çav bi perde, hemû

aqil kût, hemû dil derdnak û hemû

wîjdan restarî bûn. Wî Sîrovekarî (s) herdu seriyên demê zeftkir û bi hev va pihêt

girêda, ew sirîta demê ya ku hemû bûyîn,

bûyer, çêbûn, çûyîn, peyam û wate li ser hatine raxistin, wisa bi awayekî ji rêzê der, wisa

bi awayekî li ser hemû kûlvarên demê re, rave û

sîrove kir ku, yên ku dibêjin ez difikirim gis, mest

û sermest bûn, hemû pirs û pirsgirêkên wan hatin

bersivandin û çareserkirin.

Çavên ku dixwazin bibînin, di vê çiva dawî

ya vê kûlvarê de, heke bibînin ku li ser van pesarên

pêçokeyî sitilên dilnizmiyan, dîgerxemiyan û

xawêniyan yek bi yek cardi dest bi hisinbûnê kirine, wê demê dikanin fêmbikin ku asoyê me yê

fikirînê, dê cardi bi keskesoran bixemilin. Mêjiyên

xwezan, wê demê dê cardi bi spasî, bi hizirîn û bi

bîranînan va peywirên xwe yên eslî û perpirsiyên

xwe yên dîrokî, bi sêwazeke herî pak û paqij, yeke

herî nazik û nazenîn û yeke herî esîlane bînin zimên

û pêk bînin…

 

 

 ---------------------------------------------------------------------------------------------------------------

1Sûreya

E’layê, ayetên 14-17an.

2http://

www.acikders.org.tr/file.php/110/LectureNotes/Ders1-Platon.

pdf; http://www.servetbasol.com/Articles/savunma.pdf, lênihêrîn,

25.10.2013.

 

Yazar: Aqîl MIHACIR

Kaynak: nupelda

Son Haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site