22:43 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 21


ÎroÎro : 456

meha rewacdarmeha rewacdar : 4772

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600819

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

DI PERWERDEHIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Yekşem - 07/12/2014 19:49
DI PERWERDEHIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

DI PERWERDEHIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Çawa ku ziman bi xwe, alav û emraza sereke ya ragihandin û derbirîna fikr û ramanê ye, her wiha, alav û haceta hînbûn û bidestxistina behre û jêhatiniyên girîng e. Her zimanek, hilgirê çand û dîroka wî gelî ye ku pê diaxive. Gotina pêşiyan a ku dibêje “zimanek û zilamek “pir xweşik vê xala muhîm destnîşan dike, girîngiya pirzimanzaniyê, di warê rewşenbîrbûn û ronakbîrbûyîna mirov de, radixe pêş çavan.

DI PERWERDEHIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Berxwedar PÎRANIJ

Çawa ku ziman bi xwe, alav û emraza sereke ya ragihandin û derbirîna fikr û ramanê  ye, her wiha, alav û haceta hînbûn û bidestxistina behre û jêhatiniyên girîng e.

Her zimanek, hilgirê çand û dîroka wî gelî ye ku pê diaxive.  

Gotina pêşiyan a ku dibêje “zimanek û zilamek “pir xweşik vê xala muhîm destnîşan dike, girîngiya pirzimanzaniyê, di warê rewşenbîrbûn û ronakbîrbûyîna mirov de, radixe pêş çavan.

Çiqas ku kesek zêde bi zimanên biyanî zanibe, ewqas zêde aso, fehm û feraseta wî fireh, pehn û berîn dibe, dikare li asoyê asîmana xwe, weke stêrkeke geş biçurise û bi hêsanî xwe ji fetisîn û xeniqîna di avgera asotengiyê de xilas bike.

Lê ji bo her gel û civatekê, zimanê zikmakî yan jî zimanê dayîkê, cihekî xwe yê cuda heye.

Lewra zimanê zikmakî, yekem ziman e ku çaxa mirov çavê xwe li vê dinyaya ronî vedike, pêşî hînî wî dibe û bi saya wî, têkilî û peywendîyê legel kes û nesneyên der û dora xwe datîne.

Ji ber vê yekê ye ku zimanê dayîkê, nasname, şeref, keramet û kemilîbûna zîhnî û kesayetîya mirovan e.

Heke kesek, zimanên biyanî, hîn nebe, dibe ku rojek ji rojan rûbirûyê hin pirsgirêk û kêmasiyan bê û mimkin e ku ev yek, ji bo wî, weke nuqsanî bête hesibandin. 

Lê gava ku kesek, zimanê dayîka xwe ya dilovan, baş hîn nebe yan jî ji axaftina wî fedî bike, wateya vê ew e ku ev kesê ha, parçeyekî mezin ji kesayetî û nasnameya xwe, ji dest daye.

Divê em li vê derê, piçekî rawestin, li xwe vegerin û çend pirsên muhîm ji xwe bikin:

  • Gelo ku em bi zimanê dayîka xwe neaxivin, wê çi biqewime?

  • Ma kes, nikare bi axaftina zimanekî biyanî miraz û mexseda xwe bîne zimên?

  • Gelo ji bo ku em bibin xwediyê nasnameya xwe, divê em bi zimanê dayîka xwe biaxivîn?

Belê, di bersiva van pirsên girîng de, me tenê yek bersivek heye, ku têra hemû van pirs û pirsyariyên jor dike.

 Ew jî ev e:

Zimanê zikmakî, bi qasî kesayetî  û nasnameya xelkekî yan jî civatekê, xwediyê girîngîyeke wisa rasteqîn e.

Mixabin îro, başûrê welatê me ne têde, li derê dinê, zimanê kurdî, ne xwediyê sitatuyeke resmî û zagonî ye; ji lewre bi xetere û metirsiyeke mezin re rû bi rû ye.

Li gorî raportên rêxistina UNESCO yê, yek ji wan zimanên ku îro li ber mirinê ye, zimanê kurdî ye, bi taybetî kurdiya dimilî ango jî kirdkî.

Lazim e em di vî warî de gelek bi hestiyar û berpirsiyar tevbigerin.

Divê em baş bizanin ku zimanê kurdî, ancax bi xêra du beşên civaka me ya bêxwedî hebûna xwe parastiye, li ser piyan maye û xwe gihandiye roja me ya îroyîn.

Beşa yekem, bi xêra dayîkên me yên dilovan ên ku di nava her cûre şert û mercên dijwar de, bi kêf û şanaziyeke mezin, bi pitik û sebiyên xwe re bi zimanê xwe axivîne, lorandine û ew mezin kirine li ser piyan maye.

 A duyem jî, bi xêra pênûs û qelema şahsiwarên ziman û wêjeya kurdî, ên fena Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seydayê Xanî, Melayê Bateyî, Hacî Kadirê Koyî,  Mamosta Hejar Mukriyanî, Hêmin Mehabadî, Nalî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Cegerxwîn, seydayê Tîrêj û Osman Sebrî hwd, gihîştiye asta îroyîn.

Nexwe, divê em jî îro wek wêrisên wan gorbihuşt û cenetmekanan, di hucrik û medreseyên welatê xwe de vê kelepûra ha -ku weke nîşana mezinahiya Xwedê ye- bidin berdewamkirin û bi zimanê dayika xwe, dersa feqî û şagirdên xwe bidin û wan bi hest, kesayetî û nasnameya wan, perwerde bikin û wan bigihînin.

Weke gotina dawî, ez dixwazim bi çend malikên helbesteke Cegerxwîn a di derbarê girîngiya ziman bi giştî û zimanê  zikmakîyê de bi taybetî, nivîsa  xwe biqedînim.

Tu hînî zimanan bibe ey ciwan

Ne tenha tu kurdî, li pêş te cîhan

Eger ku zimanên mezin zanibî

Xem û kul ji ser te bi wan radibî

Dibî rengê bilbil bi awaz û deng

Dibî payedarek bilind û çeleng

Zimanê xwe pêşve bibe bê qirêj

Bike gewher û dur li her der birêj

Tu pirsên ciwan û sivik têxe nav

Ji nav wê tu bavê heçî pûç û xav.

Yazar: Berxwedar PÎRANIJ

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site