18:31 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7


ÎroÎro : 287

meha rewacdarmeha rewacdar : 6621

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638667

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

Bifetihîne

Şemî - 14/03/2015 23:06
Bifetihîne

Bifetihîne

Zeviyek tijî kevir. Cot lê nabe, tu ber jê nayên. Tu pesnê xwe pê didî. Kalikê kalikê te jî pesnê xwe pê dabû. Rake wan keviran. Biajo, ‘imaret bike. Bila zanibin ku xwediyê wê heye, bila beyar nemîne. Wî ‘erdî bifetihîne, kîjan ava helal xitîmîbe pêşiya wê veke. Bila av di cîhoka xwe de rehet biherike, ma ava genî ji çi re ye? Bike ku jîn bêyê, bike ku şîn bibe ew sebir.

Zeviyek tijî kevir. Cot lê nabe, tu ber jê nayên. Tu pesnê xwe pê didî. Kalikê kalikê te jî pesnê xwe pê dabû. Rake wan keviran. Biajo, ‘imaret bike. Bila zanibin ku xwediyê wê heye, bila beyar nemîne. Wî ‘erdî bifetihîne, kîjan ava helal xitîmîbe pêşiya wê veke. Bila av di cîhoka xwe de rehet biherike, ma ava genî ji çi re ye? Bike ku jîn bêyê, bike ku şîn bibe ew sebir.

Ma dema ku tu bawer bikî hê nehatiye? Wileh carna kevir digindirin ji tirsa Xwedê, lat diqelişin, ‘erd diterike. Lê ev dilê te hişkîhola ye. Tu li ku dinêrî nîşaneke îlahî, tu li ku difikirî nîşaneke bisazûman. Xebîneta wî dilê ku bi şev û roj nasekine. Ma ew ê evîna dîlîtiyê ye? Ma ew ê evîna tofelaqiyê ye? Êdî wî dilî ji îmanê re veke. Wî dilî bifetihîne. Deriyê dil tu carî ji kufrê re veneke. Bawer bike ku dil, li evîneke cawîdan (bêdawî) û sitargeheke biewle digere.

Tu çi karî bikî, cîhat ferz e. Tu nûjdar bî, bi nûjdarên bêexlaq re, tu dermanfiroş bî, bi musrîfên dermanan re, tu endazyar bî, bi sixtekariya alav û firaqan re, tu zanyar bî, bi nezantiyê re şer bike. Nezantî, astengiya mezin e. Xwe bi destê nefsê ve bernede. Bijî têkoşîna te ya bi şeytên re. Wê navê ku tu mirî an jî tu hatî kuştin, tu şehîd î û tu mînak î. Mal, milk û canê te ji aliyê wî ve hatiye kirîn.  Serûqet bazar û danûstendina te ev e. Karê te ev e xisara te nîne. Ku fenan jî li te bikin tu serkeftî yî.

Di navbera te û xizanan de sînorê hevdû nefêmkirinê heye. Ne xema te ye birçîtî û tinebûna wan. Di dilê te de hesta xelayê heye. Wî sênorî bi zikat û sedeqeyan rake. Bila biratî biherike binxetê. Sînorên Xwedê raneke, astengên neheqiyê rake. Bila xwişkên te bi rehetî werin serxetê. Wî deriyî ji rehmê re veke.

Bila ji nû de Amed bê fetihkirin. Leşkerên azadiya fitratê bila zû bigihin Dêrsîmê. Berî ku Wan vegere dema cahiltiyê, bila ji hundir keleha xwe ve bê fetihkirin. Bila dîsa leşkerên bijartî yên Seleheddîn ji Colemergê bên. Mêrdînê herdem berî herkesî dikeve yekitiya Xwedê. Hûn şoreşgerên tîrvan in, binêrin tu carî ji bo malê dinyayê ji wî kaşê sitargehê danekevin beriya tijî rîba. Hemû ‘erd, hemû dinya tevde jixwe yê Xwedê ye; peywira we ku hûn qanûnên Xwedê li vî welatî bikin desthilat. Di navbera fitratên ku xerab bûne û Xwedê de astengî hene, peywira we ku hûn wan rakin. Rêbaza fetihandinê, bi xwe jî azmûneke îlahî ye; binêrin ji wî kaşê fermana Resulê Xwedê ‘eleyhîselam danekevin.

Pêşiya vê dozê veke, bila ew têkoşîn beleheq neçe. Pêşiya vê rêyê veke, bila bigihe rêya Xwedê. Bila ewqas ked, ewqas xwîn, weke xweliyekê ber bi hewayê ve neçe. Pûtê nefsê ku ji xwe tenê re dixwaze, sernixûn bike. Lîsteya peywirdarên nezan biqetîne da ku serdema nezantiyê biqede. Serokê serokan, dozên xwînî betal kirine; êdî dev ji birakujiyê biqere.

                Îro, roja salvegera fetha vî welatî ye, îro rojbûna fetha dilan e. Îro biratî ye, îro aştî ye. Îro, leşkerên azadiya kesk ketin vî bajarî, me ji qîrkirin û fahşitiyê xelas kirin; sersala me pîroz be. Îro mîhrîcana çand û hunerên Îslamî dest pê dike, wê heta hetayê berdewam bike; mîhrîcana me ser xêrê be. Îro cejna Remezanê ye, cejna piçûk e; dilên piçûkan xweş bike, şekirên derewîn nede wan; dilên wan ji bedena wan mezintir e. Îro li ‘Erefê civîna dilên birayan e, sibe Cejna Dehiyan e. Kê, çi qurban kiribe ew li pêşî ya wan e. Cejna me tevda pîroz be.

Yazar: Zîwer Îlhan

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site