22:44 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 21


ÎroÎro : 459

meha rewacdarmeha rewacdar : 4775

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600822

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Pexşan

JI BO XWEDÊ

JI BO XWEDÊ

Bila ew kulîlk bi şaxê xwe ve be, destê xwe navêje wê xweşikiyê. Ku gul tê qermiçandin dilê min diperite. Ez moza gerokê li ser xonceyan, notirvanê devê deriyê keda ciwantiyê. Şeytaniyê neke, hestên wê keçikê girikî neke. Dest nevêje wê delaliya ku hay ji tişekî nîne. Bila ew perperik bifire, ma hêza rengîn ji kîsî te ye? Em rice dikin çavê xwe bernede wê tezeya ku ne ya te ye. Ji bo qedrê Xwedê xweşikiyê neherimîne.

Li Ser Çûyîna Te ‘Ebdilqadir Abê…

Li Ser Çûyîna Te ‘Ebdilqadir Abê…

Tu çima wa zû çûyî, Abê? Te ji xwe re rêyek vekiribû û tu tê da dimeşiyayî… Ne li rexneya pexîlan te dinihêrî, ne jî li feqdayîna dijminan…

Bifetihîne

Bifetihîne

Zeviyek tijî kevir. Cot lê nabe, tu ber jê nayên. Tu pesnê xwe pê didî. Kalikê kalikê te jî pesnê xwe pê dabû. Rake wan keviran. Biajo, ‘imaret bike. Bila zanibin ku xwediyê wê heye, bila beyar nemîne. Wî ‘erdî bifetihîne, kîjan ava helal xitîmîbe pêşiya wê veke. Bila av di cîhoka xwe de rehet biherike, ma ava genî ji çi re ye? Bike ku jîn bêyê, bike ku şîn bibe ew sebir.

ŞÊWAZ

ŞÊWAZ

Destpêkirina meşîna li ser şopa ramaneke jîndar, cidaleke pîroz, wekî pîrozkirina newrozê, bi evîn û bi kêfxweşî ye. Meriv wê demê di nav kelecana tovavêtin û hêşînkirina sadîlan de, digel xewn û xiyalên sor û spî, mest û sermest e… Bi nêta mezinkirina kulîlkan, bi nêta berhemdarkirina bîstanan, bi nêta bi firê xistina çêlekewan, ji xwe çûyî ye… Lê ev rewş, ne rewşeke domdar e; meriv, ramanên ku mirovan digihîjîne armancên wan, dema diweşîne nerît û pratîkan, carna rastî hinek astengan tê; lêbelê ev kendûkospan, ji mirovên ku dibejin “Rê ev, dewran ev e.” ra, û yên ku li şopa bîrdoziya / mefkûreya xwe wek dînan bêtirs dimeşin ra, astengî kirin li der hanê, ewqas bi westinên şîrîn tên bihurandin ku, tew berbest nayên hesibandin. Xûdanên ku di riya bihurîna van asteng û berbestan de tên rijandin, xemên ku di vê riyê de tên kişandin, keda ku tê de tê xerckirin (li gorî dereceya bîrdoziyan) bi dur û elmasên bihuştê re jî nayên guherandin.

SIRRÊ YEKÎTIYÊ

SIRRÊ YEKÎTIYÊ

Her hêl û her der û her tişt û her hebûn, ji ezel bigre heya bi ebed, bi biriqandina sirrê wehdetê ve tevhev biriqî ne. Hûn ji guliyên daran bigrin, heya baskên çûkan; hûn ji stêrkên ezmanan bigrin, heya pêwr, kadiz û kakêşanên ezmanan, ev raza, bi her alî ve çirûsk çirûsk e.

KES

KES

Kes gotina nîşandanê ye. ‘Şexs’ an ‘yek’ jî, eynî manê didin. ‘Kes’ û ‘kî’ nimişê hev bidin jî yek nînin. Kes ji kî diyartir e. Di bikaranînê de ‘kes’, an nav e yan sifet e. Hem wek nav hem wek sifet/rengdêr bi herdu awayan jî gengaz/mimkun e. Lêbelê li vêderê ez ê ji aliyê gramerê ve behsa ‘kes’ê nekim. Ji aliyê fahma ku hişê me çêdike, an ji aliyê pratîkê ve em ‘kes’ê çawa fahm dikin, ez ê behsê bikim.

DI PERWERDEHIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

DI PERWERDEHIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Çawa ku ziman bi xwe, alav û emraza sereke ya ragihandin û derbirîna fikr û ramanê ye, her wiha, alav û haceta hînbûn û bidestxistina behre û jêhatiniyên girîng e. Her zimanek, hilgirê çand û dîroka wî gelî ye ku pê diaxive. Gotina pêşiyan a ku dibêje “zimanek û zilamek “pir xweşik vê xala muhîm destnîşan dike, girîngiya pirzimanzaniyê, di warê rewşenbîrbûn û ronakbîrbûyîna mirov de, radixe pêş çavan.

PÎVANÊN JIYANÊ

PÎVANÊN JIYANÊ

HEBÛN û NEBÛN Xuyanebûn, ne delîlê nebûnê ye. Wisa jî, nehatzanîn ne delîlê nebûnê û nînbûnê ye.

Min Gelek Bêriya Te Kiriye

Min Gelek Bêriya Te Kiriye

Berî niha tam bi salekê, weke îro tu ji me veqetiyayî û çûyî. Belê ji hingê ve, rojek an saetek jî be tu ji bîra min neçûyî. Ez ê rastiyekî bêjim dibe ku neyê bawer kirin, kêm sev hene ku ez te di xewna xwe de nebînim. Zehf caran nikarim tu me’neyan li hinek xewnan bidim. Di piraniyên xewnên xwe de di bîra wefata te de me, belê cardî jî te weke saxan dibînim.

GEŞT Û GEREKE LI SER QADA FELSEFEYÊ

GEŞT Û GEREKE LI SER QADA FELSEFEYÊ

Bi sênberbûna daxwaza bîranîn û sipaskirinê ve, di navbereke dirêj a di nava du deman de, hîkmet/zanayî û rasyoneliya li ser rûyên heyînê tev dihatin fêmkirin, peyam û peyxam (messages and revelations) xwerîyane û bi zelaliyane bas dihatin îdraqkirin.

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site