13:22 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 5


ÎroÎro : 237

meha rewacdarmeha rewacdar : 4553

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600600

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Umer Ewnî Efendî û Qewaîd-î Lîsan-i Kurdiya Wî

Înî - 16/05/2014 16:23
Di vê nivîsê de em dê Umer Ewnî Efendiyê Xarpêtî yê nivîskarê “Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî”, bi we bidin naskirin. Ev kitêba giranbiha ya Umer Ewnî Efendî, mixabin bi awayekî zanistî hîn nehatiye danasîn û nehatiye transkribekirin.

Umer Ewnî Efendî û Qewaîd-î Lîsan-i Kurdiya Wî

Ahmet DEMİR

Di vê nivîsê de em dê Umer Ewnî Efendiyê Xarpêtî yê nivîskarê “Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî”, bi we bidin naskirin. Ev kitêba giranbiha ya Umer Ewnî Efendî, mixabin bi awayekî zanistî hîn nehatiye danasîn û nehatiye transkribekirin. 

Bi qasî 3 salan (2010) berî niha, di hevdîtinekê de, bi birêz Ali Karadenîz re, min jê re got, ez ji bo vekolînkirin û transkrîbekirinê li nusxeya Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî” ya Umer Ewnî Efendiyê Xarpêtî digerim. Wê çaxê ji min re got “li cem min nusxeyeke wê kitêbê heye û ez dê di demeke kin de biweşînim.” Min jî got madam tu yê biweşînî, ez dê li hêviya çapê bisekinim.

Lê mixabin ji sê salan zêdetir bû ku dem derbas dibe, heya roja îro hîn deng jê nehat. Min jî got tew nebe bi nivîsekê be jî vî zimanzanê Kurd bi xwendevanan bidim naskirin.

Navê vî zimanzanê Kurd û berhema wî, cara yekem di nivîseke Mûsa Anter de derbas dibe. Ev nivîskar di nivîsa[i] xwe ya li ser “Yekbûn”ê -ku di sala 1914’ê de dihat weşandin- de, qala Umer Ewnî Efendî û berhema wî Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî dike; lê mixabin zedetir agahiyên berfireh nade. M. Malmisanij jî di nivîseke xwe de qala heman zimanzanî û berhema wî dike lêbelê ew jî agahiyeke berfireh nade.[ii]

Nivîskar û rojnameger Sadık Albayrak, di kitaba xwe ya “Son Devir Osmanlı Uleması”yê, di berga 4., di nav rûpelên 207-209’an de qala Umer Ewnî Efendiyê Xarpûtî û danasîna berhema wî “Qawaîd-i Lîsan-i Kurdî” ku 48 rûpel in, dike.

Li arşîva “Başbakanlık Devlet Arşivleri”yê, ku Albayrak dibêje min kitêb li wir dît û di kitêba xwe de atfa wê saziyê dike û rêza wê 2658 dide, ew nimro hat saxtîkirin; lê ew berhema Umer Ewnî Efendî nehat dîtin. Ji bo vê yekê va nivîsa me, zêdetir wê xwe bispêre agahiyên Sadık Albayrak.

Xebateke hêja ji aliyê Mehmet Bayrak ve hatiye kirin;[iii] lê ji ber ku hîn nusxeya kitêbê nedîtiye, di vî warî de gilî û gazincên xwe tîne zimên. Li jor me gotibû ku nusxeyeke vê kitabê di destê Ali Karadenîz de heye. (Em hêvî dikin ku di demek kin de biweşîne.)

Sedema vekolîna me ya li ser Umer Ewnî Efendî, xebata wî ya li ser zimanê Kurdî ya fermî ye. Biqasî ku tê zanîn cara yekem e rêzimaniyeke Kurdî, bi awayekî fermî, bi fermana dewletê bi destê vî zilamî ve hatiye çêkirin.

Umer ewnî Efendî, lawê Hecî Ocman Axayê Meydanciqlioxlu ye û di Gulana sala 1281’î de (Gulana 1865), li Elezîzê, li taxa Alaca Mescîdê hatiye dinyayê. Di sala 1299 da bi payeya Pirr Xweş, Ruşdiya Xarpêtê diqedîne û li derveyî Stenbolê û li Stenbolê medreseyê didomîne û îcazetnameyê distîne. Bêyî zimanê xwe yî zikmakî Kurdî, bi zimanên Erebî, Farisî û Turkî jî dizanibû.

Di nav muderrîsên ku tayîna derveyî Stenbolê dibin de ew jî cî digre. Muderrîsiya “Îbtîda-î Xarîc a Edîrneyê didin wî.

Wekî ku me li jor got, taybetmendiya wî ya sereke amadekirina Rêzimana Kurdî ye. Ev xebat, di sala 1328 de, li Elezîzê, bi destûra fermî, li Çapxaneya Hecî Xurşîd Efendî, bi navê “Qawaîd-î Lîsan-ı Kurdî”, wekî 48 rûpel hat çapkirin.

Di Îlona 1308, di 27 saliya xwe de bi wekaletî tayînî mamostetiya Xwendegeha Ruşdiye ya bajaroka Çarsancaxa bi Dêrsimê ve girêdayî. Lêbelê pir naçe, ji ber ku esaleta mamostetiya wî hat, di Gulana 1309’an de ji mamostetiya wekaletiyê vediqete.

Li dû valahiyeke 23 rojan şûnde di Hezîrana 1309/1893’an de, tayînî mamostetiya Xwendegeha Seretayiyê ya li bajaroka Paxê (Ku îro bi Mazgirtê ve girêdayî ye) dibe.

Bi azmûn û terfiyê di Kanûna pêşîn a 1310’an de, tayînî Mamostetiya Duyem a Xwendegeha Ruşdiyeya Bajaroka Erebgîrê dibe. Ji ber ku mehaneya wî li vir kêm dibe, serî lê dide ku cardin zêde bibe, lê di vê navberê da jê re emrê îstifakirinê û vegera Stenbolê tê. Li ser vê yekê diçe wir û bi qasî salekê li medrese û mizgeftan de dersan dide. Di encamê de di sala 1318’an de tayînî muderrîsiya Xarpêtê dibe. Li vir jî, wekî mamosteyê Rêzimaniya Usmanî, tayînî Xwendegeha Ruşdiyeya Leşkerî ya Mamuretu’l Ezîzê dibe.

Di heyama vê mamostetiya xwe de, di Kanûna Paşiyê ya 1325’an de tayînî Mamostetiya Wilayetê Mamuretu’l Ezîzê dibe.

Li Medreseya Mizgefta Serayê ders didan xwendekarên xwe. Di Îlona 1330/1914’an de jî muderristiya xwe li wir didomand.

Dîroka wefata wî, hîn nehatiye tespîtkirin.

Di pesnnameya / teqrîza berhema Umer Ewnî Efendî, Qewaîd-i Lîsan-i Kurdî de, bi kinayî ev tişt hatine gotin:

Pêşgotin: Jiber ku Zimanê Kurdî, ji sê zimanan Erebî, Farisî û Kurdî hatiye çêkirin, bi perwerde û fêrkirina vê namilkeyê, dê zaroyên Kurdan, zimanê Turkî bie’limin, û zaroyên Turkan dê fêrî zimanê Kurdî bibin, ev ji lutfa Xwedê Teala tê payîn.

Şiyarî: Di nav tîpên ku di vî zimanî de hatine şixulandin de, du tîp ji tîpên Farisî û Erebî zêdetir tên dîtin ku ji vana yek di navbera dengên Q û K de ye; û bi vekolînê ve hat fehmkirin ku K a Erebî ye. Tîpa duyem di navbera kana W û F de ye ku ji îşaretkirina wê, xalek li ser W yê hatiye danîn.

Pêşeka edîbane ya Cenabê Kemaleddîn Efendiyê bixawênê lawê ustadê birûmet Ebdulhemîd Efendîzade ye:Mirovahî li ber çavan e ku netewe bi netewe hatine beş kirin. Bê şek e ku, gelên ku xizmeta zimên ku navgîna pêşdaçûyînê ye, dê li ser qada perwerde û şaristaniyê pêşda here.

Di vê rewşê de, bi biriqîna pêtî û birûskên perwerde -ku argunên rohnîkirinê ye- ya li her beşên welatê Serwerê kana pêşdeçûyîna bêsînor têye meşandin, dê gerdûna Kurdîstanê rohnahî bike. Kurd û eşîrên ku bi koçberî dijîn û zimanekî ji zimanê bajariyên razbar cihêtir bikartînin û digel nedîtina perwerdeyeke fermî û nizanbûna zimanekî din, hîn negîhiştine asta ku têxwestin; tu kes li Zimanê Kurdî nexebitiye û rê û rêbazên wê dernexistine, halevku ev xebata li ser zimên wekî fermana şaristaniya serdemî ye.

Han, îcar di qada hevotinê de perwerdekarê giranbiha mamosteyê Ruşdiyeya Erebbgîrê Umer Ewnî Efendî, ku di vî warî de hevotineke têr û tije dîtiye-, ev rastiya dîtiye, ji ber ku bi eslê xwe ve jî Kurd e, cardin mîna ku di gotina Hemcînsî çeker bîrbîrînîn gayretînî - zahm-i mîraza ûrûr sûzin (suwezîn) aninçun merhem”ê de tê texmînkirin, li welatên ku bi siltên ve girêdayî ne, ji bo ku di nav dersên xwendegehên ciyên ku Kurd lê dijîn de cîh bigre, cara yekemîn derheqê rêbazên zimanê Kurdî de broşureke taybet amade kiriye. 

Bi kurteyî, ev pirtûkika serbixwe û taybet, ya ku li Adarom/Anatolyê, bi armanca ji aliyê zimên ve perwerdekirina gêncan hatiye amadekirin, ez bawer im ku dê di nav gelê Kurd de jî dê razîbûnê çêbike û dê berjewendiyekê bide vê perwerdeyê. Ez nivîskar pîroz dikim.

25 Îlon 1317/1901, Mihemed Kemaleddîn Xarpêtî.

Kitêb, li dû vê despêkê şûnda, bi beşa “Emsîle-î Muxtelîfe”, li ser mînakan, dest bi mijarên xwe yên bingehîn dike.[iv]

Kronolojiya Jînenîgariya Umer Ewnî Efendî:

1865’an de li Xarpêtê, li taxa Alaca Mescîdê hatiye cîhanê (1281).

1883’an de Qedandina Ruşdiya Xarpûtê (1318+584=1883)

1892’an de Bi wekaletî li Ruşdiya Çarsencaxê Mamostetî (1308+584=1392)

1393’an de Veqetîna ji mamostetiya wekîltiyê û di heman salê de li bajaroka Pahê ya bi Dêrsimê ve girêdayî, li dibistana seretayî bûyîna mamoste.

1894’an de Mamostetiya li Dibistana Ruşdiyeyê ya li bajaroka Erebgîrê.

1902’an de Muderrisiya li Edîrneyê û nivîsîna “Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî” (1318+584=1902)

1902’an de Ji bo mamostetiya dersa Qewaîd-i Osmanî tayîn bûna Dibistana Ruşdiyeya Eskerî ya li Elezîzê (1318+584=1902)

1909’an de Muderrîsbûna li wîlayeta Elezîzê (1325+584=1909)

1912’an de Weşana Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî (1328+584=1912)



[i]Musa Anter, “Yekbun: 1914’te Çıkan Dergi“,Doğu  Dergisi, Sayı,1, İstanbul, 1969, 29.

[ii]Mehmet Malmisanlı,“Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler Üzerine”,Tarih ve Toplum, Sayı, 54, 1988, 61.

[iv]Sadık Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, İstanbul Büyükşehir Belediyesi Yayınları, İstanbul, 1996, IV, 207-209.

Yazar: Ahmet DEMİR

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site