16:26 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 8


ÎroÎro : 329

meha rewacdarmeha rewacdar : 11474

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653337

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Teqîna Mezin I

Yekşem - 28/10/2018 18:41
Teqîna Mezin I

Teqîna Mezin I

Di vê vekolînê de tê xwestin ku li ser teoriyeke ku mijara xuliqîna gerdûnê şîrove dike, were sekinîn. Ev teorî, Teoriya Teqîna Mezin (The Big Bang Teory) e. Vekolîn dê ji du beşan pêk were. Di vê beşa yekem de dê bi awayekî kurteyî teorî û naveroka wê were nirxandin. Mijara bingehîn a teoriya Teqîna Mezin, derḧeqê destpêka gerdûnê de agahî dayîn û pirsên di vê qadê de bersivandin e. Ev teoriya bi tenê qala destpêka gerdûnê nake; xêra tîrojên fosîlbûyî û jêmayînên germahiya çirûsînên destpêkê, qonaxên mezinbûn û firehbûna gerdûnê jî şîrove û zelal dike. Ji doneyên îro, gav bi gav, qare bi qare ber bi paş ve diçe û xwe digihîne destpêkê. Teoriya Teqîna Mezin, li gor teoriyên din, derḧeqê destpêka gerdûnê de gelek agahiyan pê bawertir dide. Bi kurteya agahiyên xwe yên berfireh ve dibêje ku gerdûn ne ezelî ye, bi destpêk e. Li gor vê teoriyê, hebûna gerdûnê bi carekê ve dest pêkiriye û temenê wê, bi qasî13.7mîlyar salên cîhanê ne.

 

 

 

 

Şekil 1:Wênekirina sembolîk a qonaên teqîna mezin

 

Em di derheqê rewşa gerdûnê ya di heyama pêşî de, ancaji herêmên wê yên dûrtir yên îro dikanin agahiyên têr û tije bi dest xin. Em çiqas kanibin li herêmên dûrtir yên gerdûnê çavdêriyê bikin, em dê ewqas zû ber bi agahiyên kevn yên wê de herin.

 

 

 

Helbet îmkana dîtina TeqînaMezin tune ye; lê di vê serdema me de hat îspat kirin ku şop û jêmayînên wê yên wekî şewqvedana heyama germ, di nava gerdûnê de wekî belav bû sekinî ne.

Ev teoriya ku cara yekem ji aliyê Alexander Friedman[1] û Georges Lemaitre[2] ve pêşkêşî alema zanistê bûye, li gorî teoriyên din li ser aferişa kosmozê agahiyan herî nêzî rastiyê dide.

Li aliyekî di, divê were gotin ku her çiqas forma zanistî ya vê teoriyê ji aliyê Alexander Friedmann ve hatiye çêkirin jî, yê ku ew bi nêzî forma wê ya îroyîn ve amade kiriye, George Gamow[3] e.

Teoriya Teqîna Mezin, pişta bîrdoza xwe dispêre zagona goreyi ya gelemperî[4] ya Albert Einstein û pîvana kozmolojîk.[5]

Gerdûn, li gor şîroveyên vê teoriyê, di destpêkê de pir piçûk, pir sincirî û pir tîr bû. Teorî vê tespîta xwe, bi îspatbûyîna firehbûna gerdûnê ya berdewam ve û hebûna şewq vedana tîroja qels a destpêkê ve, zexm dike.

Bi awayekî cidî û zanistî nirxandin û pejirandina teoriyê, xêra çavnêriyên ezmanasê Emerîkî Edwin Hubble[6] pêk hat. Hubble, di 1929’an de li Californiayê li Çavdêrîxaneya Mount Wilson, bi telesqopeke mezin û nihêrînbala peyitand ku, bi bihurîna demê ve rengên tîrojên / şewqên hin stêrkan, hêdî hêdî vediguherine sorayiyê.

Ev agahiya Edwin Hubble, di qada zanistê de deng veda. Lewra li gor zagonên fizîkê yên ku tên zanîn, rengên tîrojên stêrkên ku ber bi cîhanê ve tên, ber bi morayiyê ve, yên ku dûrî cîhanê diherin, ber bi sorayiyê ve vediguherin.

 

 

 

Şekil 2:Edwin Hubble, Bi Teleskopê Çavderiyê Dike

 

Halevku Hubble, bi telesqopê ve dîtibû / keşfkiribû ku rengên tîrojên van stêrkên ku nuh tespît kirine, her ku diheriye vediguherine sorayiyê; yanê Hubble, bi vê vedîtina xwe ve eşkere kir ku ev stêrk, ne aîdê galaksiya me Kadizê ne, aîdê galaksiyên din in; ji ber ku stêrkên aîdê galaksiya Kadizê, mesafeyên xwe diparastin. Ev dihat vê  wateyê ku gerdûn, hew ji Kadizê pêk nayê; bêyî galaksiya Kadizê, di serî de Galaksiya Andromedîayê,[7] gelek galaksiyên din jî hene û vana kom bi kom giravstêrkên (komên galaksiyan) ji hev cuda teşkil dikin.

 

Edwin Hubble, di vê nêrevaniya xwe de tiştekî di jî vedît ku ew jî ev bû:  Ev stêrk û galaksiyên erîb, hew ji galaksiya me dûr nakevine, ji hev jî dûrdikevine. Madam ku di gerdûnê de her tişt ji hev dûr dikevine, lazim û mecbur e ku Gerdûn, ne di rewşa rawestyayîbûnê de, di ya nerawestyayî de be; yanê di vê di ya firehbûnê de be. Ev tespit, di qada zanistê de wekî şoreşekê bandor kir. Gelek encamên girîng yên vê şoreşê hene. Lê em dê hew yeka ku bi mijara me re têkildar e binirxînin:

Madam ku hemû parçeyên gerdûnê a nuha ji hevdûr dikevine, divê berê nêzî hev bin, bi hev re bin! Ev peyt, ji Teqîna Mezin re bu spartekeke zanistî ya zexm. Yanê hat dîtin ku giravstêrkan / komên galaksiyan, her ku dem dibihuriye, bi awayekî hêl û leztir ji hev dûr dikevine. Ji ber ku bi vê ji hev dûrketinê navbera giravstêrkan bênavber fireh dibû, îspat dikir ku di paşeroja gerdûnê de hemû parçeyên gerdûnê, gravstêrk, galaksî û digel peykên wan ve hemû stêrk, li ba hev, bi hev re bûn û ḧeta bibêje hemû xaleke yekpare bûn.

 

 

 

Şekil 3: Çîkdana li Paş Hûrpêla Kozmîk / Şewqvedana Tîroja Qels a Teqîna Mezin a ku ji Aliyê COBEyê ve Hatiye Şandin.

 

Li gormodela Teqîna Mezin, dema ku hemû giravstêrk di destpêkê de bi hev re, yanê yekpare bûn, ew yekpareya, bi awayekî ji rêzê der, ji atomekê piçûktir, pir tîr û pir sincirî bû. Ḧesab û kitabên di vê qadê de nîşan dan ku, gerdûn di destpêkê de “xaleke hecîm sifir; lê xwedî tîrbûneke bêdawî” bû. Ev xala, xaleke wisa bû ku, hemû pel û guliyên dara gerdûnê di hundirê xwe de diḧewand. Gerdûn ji teqîna vê xala biçûktirîn hatibû afirendin. Bi Îngîlîzkî navê “BigBang” li vê teoriye bû (Halevku ev wesfandin, bi nêta qerfkirinê ji aliyê dijberekî vê teoriyê ve hatibû kirin) û di qada zanistê de bi vî navî hate naskirin.

 

Ev teoriya, ḧeya salên 1940î, bi awayekî cidî nedihat nirxandin. Di vê heyamê de George Gamow, da şopa çirûskên qels yên ku ji despêka gerdûnê mane; digel Ralph Asher Alpher[8] û Robert C. Harman[9] tespît û îspat kir ku, îmkana pîvandina germiya wê çirûskê heye.

Di sala 1965an de ji aliye Arno Allan Penzias[10] û Robert Woodrow Wilson[11] ve “Çîkdana li paşhûrepêla kozmik / Şewqvedana Tîroja Qels a Teqîna Mezin” hate vedîtin ku şêweyeke pêla elektromenyetîk e û ji boTeqîna Mezin, hêzeke salem e.

 

 

 

Şekil 4: Şewqvedana Tîroja Qels a Teqîna Mezin a ku ji aliyê WMAPê ve hatiye şandin

 

Ji aliye peyka COBEyê[12] ve ku di 1989an de hatibû hilfirandin, li derveyî atmosferê, radyasyona[13] ku ji destpêka gerdûnê maye, bi awayekî ḧessas hatiye pîvandin. Bi vê pîvanê ve bi awayekî bê şek, rastbûna Teqîna Mezin berbiçav kir. Peywira vê peykê di 1993an de qediya.

 

Ji ber ku wêneyên radyasyona fonîyên ku COBEyê dişandin pir şêlî bûn, di 30 Pûşbera 2001an de peyka WMAPê[14]hate şandin. Wêneyên ku vê peykê şandin, ji yên peyka kevn, zelaltir û bi hûrgilîtir bûn.

Her çiqas hin kes, îro ji vê çîkdana qels re dibêjin “çîkdana fosil” jî, bi navên “Çîkdana li paşhûrepêla kozmik / Şewqvedana Tîroja Qels a Teqîna Mezin / Çîkdana Fonî / Radyasyona Fonî Ya Kozmîk”jî, tê binavkirin.

 

 

 

Şekil 6: Ev grafîka ku ji destpêkê ḧeya îro firehbûna gerdûnê nişan dide, li gor agahiyên ku WMAPê di 2006an de şand de hatiye çêkirin.

 

 

 

 

Şekil 5: "Çîkdana li paş a kozmîk" a ku cara pêşî bi destên Penzias û Wilson, di 1965an de hate vedîtin, berjengeke Teqîna Mezin a eşkeretir e. Li dû vê vedîtinê, di 1992'de peyka COBEyê û di 2003an de peyka WMAPê li hûrepêlên çîkdanên fonî yên kozmîk vedikolin.

 

 

Bi vedîtina vê rastiya stêrknasiyê / asrtronomiyê ve, zanyarên vê qadê mecbûrî pejirandina vê teoriyê bûn. Lewra ḧeya îspatbûyîna vê teoriyê, ezeliyet û rawestîbûna gerdûnê ji aliyê zanyarên vê qadê ve dihat qebûl kirin. Tiştekî balkêş e ku qebûlkirin û parastina ezeliyeta gerdûnê, ḧeya wê demê ji ateîstan re dibû spartgeha herî zexm.

 

 

Bi peyitîn û pejirandina vê teoriyê ve, têgihîştin û şîrovekirinên li ser despêka hebûn û demê hêsan bûn. Tevliheviya mêjiyan a li ser ezelîbûn an jî ne ezelîbûna gerdûnê, ji holê hate rakirin. Bi awayekî eşkere hat îspat kirin ku, Gerdûn ne ezelî ye, û temenê wê 13.7mîlyar sal e.

Bi pejirandina vê teoriyê ve wateyên fermanên wekî كُنْ فَيَكُونُ(Heke bibêje: Bibe! Hima dibe)[15]û وَالسَّمَاء بَنَيْنَاهَا بِأَيْدٍ وَإِنَّا لَمُوسِعُونَ ‘ê (Û ezman, me ew bi destê xwe ava kir û yê ku wêya fireh dike, em in)[16]hinekî din nêzî fehma mirovahiyê bû.



[1]Aleksander Aleksandroviç Fridmann(16 Hezîran 1888- 16 Îlon 1925):Zanyarekî fizîk û matematîkê yê; binyada wî, Rûs e. Firebûna gerdûnê wekî teorîk peyitandiye.

[2]George Lemaitre(17 Tîrmeh 1894 - 20 Hezîran 1966): Zanyar û keşeyekî Belçîkî ye. Ezmannas e. Lemaitre, bi îstîfadekirina ji Teoriya Goreyi ya Gelemperî ya Einstein, firehbûna gerdûnê berpêş kir. Derpêş kir ku gerdûn demekê di nava atomekê de civiyabû. Dû re ev atom perçe bûye û bi her alî ve gazên germ belav kirine. Ev teza wî, dê dû re bi “Teqîna Mezin” were bi nav kirin.

[3]George Gamow(4 Adar 1904 – 19 Tebax 1968):Fizîknasekî gerdûnnas yê Emerîkî ye.  Binyada wî, Rûs e; di 1934an de, ji Sovyetîstanê çûye Emerîkayê; li wir di qada astrofizik û fizîka kuantumê de xebatên hêja kirine.

[4]Zagona Goreyiya Gelemperî: Ji aliyê Albert Einstein ve di sala 1916an de hatiye pêşkêş kirin. Bi kurteyî, teoriya geometrîk ya erdkêşê ye. Îro jî fizîka hevdem vê teoriyê, bi navê rakêşa girseyî bi nav dike. Einstein, bi zagonê perpêş kir ku gerdûn, nabe xwedî rewşeke statik / rawestyayî be; divê yan fireh bibe yan jî bicive ser hev.

[5]Pîvana kozmolojik: Doz dike ku bi pîvanên makro/gewregerdûn, homojen/hevgirtî û îsotropîc/yekaheng e. Ev tê wêwateyê ku navendeke gerdûnê tune ye. Heke li deverên ji hev cuda li gerdûnê were nihêrîn jî, bi pîvana mezin dê yek xuya bibe. Gerdûn bi her alî ve, mîna hev e.

[6]Edwin Hubble(20 Mijdar 1889 – 28 îlon 1953):Ezmannasekî Emerîkî ye. Vî zanyarî, îspat kir ku ji xeynî Kadizê galaksiyên din jî hene. Ji vedîtinên wî yek jî, veguherîna sorbûyînê ya tîrojên stêrkên ku ji me dûr dikevine. Vî zanyarî bi awayekî berbiçav îspat kir ku gerdûn ne rawestî ye, fireh dibe. Ev tespit, ji bo teoriya Teqîna Mezin, bû birhana herî salem. Navê vî ezmannasî li Teleskopa Fezayê ya Hubbleyê bu, ku di sala 1990an de hatiye şandin bo fezayê.

[7]Galaksiya Andromedîayê: Bi navên Messier 31, M31 û NGC 224 jî tê zanîn. Li gor Telesqopa Spiter a Fezayê, ji trîlyonek stêrkan pêk tê. Di navbera wê Kadizê de 2.2 mîlyon salên şewqê, dûrahî heye.

[8]Ralph Asher Alpher(3 Sibat 1921 – 12 Tebax 2007): Gerdûnnasekî Emerîkî ye. Bi eslê xwe ve, lawê Samuel Alpherê Mûsewî yê Belarûsî ye. Teoriya Nukleosenteza Teqîna Mezin û ya Çîkdana li paşhûrepêla kozmik bi wî tên naskirin.

[9]Robert C. Herman(29 Tîrmeh1914 – 13 Sibat 1997): Fizîknasekî navdar ê Emerîkî ye.

[10]Arno Allan Penzias: Di 26 Avrêla 1933an de li Munichê hat cîhanê. Fizîknasekî Emerîkî, lê binyad Germen e.

[11]Robert Woodrow Wilson: Di 10ê Rêbendana 1936an de li Houstona Texasê hat cîhanê. Stêrknas û fizîknasekî Emerîkî ye. Di sala 1978an de digel Arno Allan Penzias, Xelata Nobelê ya fizîkê qezenc kir.

[12]PeykaCOBE: Peykekedi 18 Mijdar 1989an de hatiyefirandin û li fezayêbicîhbûye. Ev navakurteyaÎngîlîzkiya “Kaşifêçîkdana li paşhûrepêlakozmik”ê (CosmicBackround Explorer) ye.

[13]Radyasyon: Tîrojandin, tîrojdan, tîrêjandin, rohnahîdan, şewqdan. Belavbûn an jî ragîhandina pêlên elektromenyatîk.

[14]Peyka WMAPê: Peykeke di 30 Pûşber 2001an de hatiye şandin. WMAP, kurteya Wilkinson Microwave Anisotropy Probeyê ye. Vê peykê di 2003an de dest bi şandina agahiyên girîng kir.

[15]Bnr.:Ayeta 82an a SûreyaYasînê.

[16]Bnr.:Ayeta 47an a SûreyaZariyatê.

Yazar: Ehmed Zirkî

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Olay akışı

Devamı..

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site